Lêkolîn

22. Mai 2011

LÊKOLÎN 15

Li ser 112 saliya rojnamegeriya kurdî


 

 

 

LÊKOLÎN 15

Li ser 112 saliya rojnamegeriya kurdî

http://www.institutakurdi.com/modules.php?name=News&new_topic=2

Weşanên

Instîtûta Kurdî

ji bo lêkolîn û zanist

 

ovara Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist-Hejmar 15-Havîn 2010

 

 

Berpirsiyarê giştî

Fehmî Balayî

 

Edîtor

Fevzi Özmen

 

Redaksiyon

Fevzi Özmen

Mîrhem Yigit

Yeko Ardil

 

 

Vogelsangerstr 10

50823 Köln

 

Tel.: 00 49-0221.16 89 62 17

institutakurdi(at)yahoo.de

www.institutakurdi.com

Tekiliya Bank: Sparkaşe KölnBonn,

Konto-Nr.: 190 128 4743

BLZ.: 370 501 98

 

Înstîtûta Kurdî

ISBN: 3-930943- 59 - X

 

Naverok

I.                         PÊŞGOTINA ÎNSTÎTÛTÊ………………………...5

II.                     BAKUR

- Abdurrahman Gok-Gotar……..….79

- Azîz OGUR-Gotar…..……...…….…86

III.                ROJHILAT

- Kakşar OREMAR-Gotar……………90

- Kakşar OREMAR-Gotar……….…106

IV.                BAŞÛR

- Musedik TUVÎ-Gotar………..…….112

- Serbest RÊZAN-Gotar.….…...……132

V.        BAŞÛRÊ ROJAVA

                         - Elî CEFER-Lêkolîn-Gotar…...…..138

VI.                   KURDÊN KAFKASYAYÊ-RÛSYAYÊ

-Salihê KEVIRBIRÎ-Gotar……….…164

-Salihê KEVIRBIRÎ-Hevpeyvîn….…171

-Salihê KEVIRBIRÎ-Gotar….……...176

VII:     RADYO Û TELEVÎZYON

- Burhan ERDEM-Gotar……………178

                      -Mirhem YÎGÎT-Gotar ……………...184

I.                  PÊŞGOTINA ÎNSTÎTÛYÊ

Beşa Yekem

Kurtedîroka Ragihandinê

Meyil û meraqa naskirin û binavkirinê li aliyekî û li aliyê din hewl û daxwaza veguhestina naskirî, ragihandin han dane.

Agahdarî û ragihandin berhemê van hewlan in, di encama çalakiyên wuha berdewam û bêrawestan de hatine pê.

Heyameke qebîleyan bi îşaretan hev serwext kirine, meram û meqsedên xwe gihandine hev. Agir bikaranîne, dengên core­cor derxistine, dahol û teplik kutan e.

Roj hatiye qasidên peya û li ser pişta hespan pêde bûne. Cengiz Xan ji bo bicihgihandina fermanên xwe bi hezaran hesp ajotine tiradê.

Meretona 42 kîlometreyî bi xwe jî di encama ragihandina nûçeyekê de, mizgîniya serketina li dijê Farisan, di siporê de bûye rekorek.

Qasidiya peya û rêwiyan, siwarên li ser piştên hespan jî ji cihekî û pê de kevin bûye, têra zemên hew kiriye.

Nûçeyên bileztir, tekûztir û ji awira berdewamiyê pêşketîtir hatine xwestin.

Ademîzad çarepêdekir e, li cihekî nasekine, çû asteng û kelemên li ser rê pê nikarin. Qîma xwe bi tiştên li ber destan nayîne, nûjenxwaz e..

Çavên xwe tim li teknîkeke xizmetkartir, metodên bikêrtir û bêrdartir digerîne. Ev xweserî û taybetmendiya wî/wê û me mirovan e.

Di nûçeguhêziyê de nivîsandin û bikaranîna nivîsandinê, hê­zeke nû ye, di ser yên berî xwe re ye. Zeman pê nikare.

Keşfên kaxet û çapxaneyê û ew jî bi hejmarek şoreşên din yên teknîkî û civakî hatin temamkirin û ev giş pile bi pile, gav bi gav di formên corecor yên ragihandin û enformasyonê de bilaş û gewd bûn û qonaxa çapemenî û rojnamgeriya hem­dem, organê piştre jê re „hêza çaremîn“ hate gotin, saz bû.

Rojnamgeriya sedsala me ber û encama pêvajoyeke dûr, dirêj û bixwêdan e. Dîroknas dîroka çapemeniyê dikin çar birên bûne xelek ji heman zeranzengî re:

1.       Qonaxa yekem bi pêdebûna nivîsandinê dest pê dike û giş sedsalên heta bi Şoreşa Firensa ango sala 1789´an berhimbêz dike.

2.       Qonaxa duhem salên nav 1789´an û 1848 n digre ber xwe. Di van salan de çapemenî di serî de, bi serûber dibe. Ev beş kurtir e, li dora 50-60 salan e. Ev jî di nav xwe de dibe du serşax:

a.  -Salên sansûr û zexta li ser çapemeniyê xurt e. 

b -Salên azadiya çapemeniyê heta bi cihekî dik­eve jiyanê.

3.       Peryoda sêhem salên nav 1850-1914 an e, çapemenî  çendalî distewe, balix û kamil dibe.

4.       Serdema hemdem û em tê de. Ji Şerê Cihanî yê ye­kem dest pê dike û ew roj û ev roj hê li kar e.

Pêşî û bapîrên rojnameyên îro

Her balixbûn û kamilî li cihekî dest pê dike, bi gavekê dikeve rê û rojekê dibêje bismillah. Çawa kitêba herî mezin bi rêzekê û ansîklopediya herî stûr jî bi tîpekê dikeve rê.

Gava mirov dikeve pey şopên rojnamgeriya hemdem û dêhna xwe dide dewsên lingan, îşaretên mane dikudîne, tê dîtin ku rêyeke dûr û dirêj li ber mirov e û divê mirov xwe ji rêwî­tiyeke çendhezarsalî re amade bike.

Belge û wesîqeyên vê sefera ber bi doh de dibêjin ku hê di zemanê Babiliyan de serpêhatî hatine qeydkirin û ji bo nemir­kirina bûyer û rûdawan nivîsandin hatiye bikaranîn.

Her wuha em dixwînin ku ev nivîs li kûçe û kolanên bajêr jî hatine daliqandin. Misrî û Çîniyan jî di vî alî de xwedî gotin in.

Yewnaniyên kevin rêyeke din hilbijartine û wan li meydanên bi navê Agora, nûçe bi dengên bilind ragihandine û bi dû de jî bi gel re heman nûçe nîqaş kirine. Heyam û dem Beriya Zayinê ye.

Di zemanê Julius Sezar de (B.Z 100-44) dewletê bi xwe dest avête raya giştî. Raporên Senato, bi navê “Acta Senatus” weşandine.

Şopeke hê xwiyatir salên piştre “Acta Publica” û “Acta Diurna“ ango raporên yekpelî ne. Li hin cihan ji van re “Ori û Efîmerît “jî hatiye gotin. Ev rengekweşan, coreyek arşîvên bûyerên rojane û dîrokî ne.

Nûçeyên li ser zewacê, îflas, îdam û merasimên cenazeyan, şewatê, kesên zêde emir kirine, peymanên ku raya giştî têkil­dar dikin, qanûn û lihevhatinên bi welatên din re, dabaşên li ser leşkeriyê, deryavanî û keştîvaniyê, nûçeyên li ser kevirên ezmanî, bahoz û boblatên corecor û hwd. Beşek ji naverokên wan in.

Ev weşan belete û pêşiyên rojnameyên îro ne û bi vê guher­tinê yan jî bi yeke din, heta Cermenî ji bakur de dikevin Ro­ma û zemanekî piştretir jî derdikevin.

Nûçename.

Tu çendî ber bi doh de herî, dîroka biroj û bisal, bi nav û nav­nîşan teqeziya xwe ji dest dide, şikhilgir û binîqaş dibe.

Nûçenmeyên ewil jî kengî, li ku û kê nivîsîne ne serast e, hê jî lêkolînan dixwaze. Pêzanînên berdest, Venedîk destnîşan dikin. Salên 1200 û 1300´î nûçenameyên ewil li vir berşefeq bûne. Firansiyan “Nouvelle Manuscripte” û Ingilîzan jî “News-letter” gotine ji wan re.

Şerê di nav Ereb û Sipaniyan de, bayê nûçenameyan radike û rexbeta ji bo wan han dide. Rewşên navxweyî li Elmanya û li Italya jî bûne mîna navtêdanekê û ew gurrtir kirine.

Problem û serêşên van herdû welatan mezin bûn, civakên wan serobinî  hev bûbûn û mabûn herêm û mîrîtiyên biçûk.

Deshelatdariyên navçeyî, cihanbiçûk, ji xwe re û di halê xwe de, ketibûn pêxêrên hev, di qirika hev de bûn. Nakokiyên di nav wan de zehf bûn, dek û dolab li serên hev digerandin, tiştên nemayî dianîn serê hev.

Hikûmet û kilîseyên wan ji bo zanibin di nav şêniyên di bin destên prens û mîrekan de çi dibe, çi diqewime, ji van name­yan kelk werdigirtin û pirr qîmet didan wan.

Ev nûçename ji bo wan bûbûn serçaviyên istîxberat û şopan­dina rewşa hundir. Li Elmanya û li Italya tovrind û dewle­mendan ji bo jiyandina van nûçename û nivîskarên gelek pere xerc dikirin.

Ewil ev name di nav çend destan de diçûn û dihatin. Xwe­diyên destan ne zêde, bi tenê rêvebirên dewletê, hin kesên xwiya ji ezbet û malbatên mezin û xwiya bûn.

Nameyên destpêkê biçûk bûn, ji wan re *Nouvella a la main* ango nûçeyên li ser destan dihate gotin. Ev nameyên ku ewil bi destan dihatin nivîsandin û piştre li çapxaneyan hatin çap­kirin, pêşengên rojnameyên îro ne. Du nimûne hêjayên binav­kirinê ne:

1.       Nameyên „Le Journal de un Bourgeous de Paris“ ku ji salên nav 1409-1449´an mane. Di van nameyan de ji xeynî nûçeyên li ser şer, serêşên navxweyî, mezheb û olî, nûçeyên li ser skandalan jî hebûn û cih didan nukte, qerf û henekan jî.

2.       Nameyên ku bi navê „Fogli Davvisi“ ketine dîroka çapemeniyê. Ev bi Italî ne û ji bo wan nameyên fermî dihate gotin ku di zemanê xwe de Komara Venedîkê ji bo balyozxaneyên xwe yên li derve re bi destan nivîsandine. Ji wan re (pelên nûçeyan) jî dihate gotin. Li vir ne bi tenê mebestên leşkerî û stratejîkî belê yên edebî jî hebûn.

Li Italya tovrind û arîstokratan dixwestin giş bûyerên li ser wêje, hunerê û derve zanibin, hayê wan hebe ji wan.

Faktorekî din ku ji bo nûçename û nivîskarên wan paşmêrî kiriye, berjewend û meylên olî, wêjeyî û hunermendî ne.

Tevahiya van faktoran bi hev re sûk û bazara nûçenameyan mestir dike. Hin ehlên kar û bazirganên jêhatî ku bêhna qe­zencê dikin, nivîsandinê wek pîşeyekê digrin dest.

Nûçe û bûyerên girîng bi destan dinivîsînin, zêde dikin û bi rengê belavokan, bulten û buroşûran difroşin. Bi vî awayî nûçenivîs û nûçefiroş derdikevin, pêde dibin. Hin kes duka­nan vedikin û li ba xwe sekreteran didin xebitandin.

Wek nimûne li bajarê Augsbourgê Jeremi Krasser dukan­darekî wuha ye. Dikana wî dibe navenda herî navdar û tê gotin ku cihê Krasser gelekî dişibiya rêvebirî, meqer û wargehên rojnameyên piştre.

Lê heger mesele bê ser ka nûçenameyên herî kevin li ku hatine parastin û îro li ku pêde dibin, divê mirov navê Ingilis­tanê bide. Nimûneyên herî kevin li Ingilîstanê ne. Ev name fermanên serokê dewletê ne.

Derketina çapxanê salên 1440´an, hejmara nûçenameyan bi carekê re rakir û erda belakirina wan firehtir kir. Derbasbûna ji nûçenameyên destnivîskî ber bi yên çapkirî de bi serê xwe pêşketinek e ku bi xwe re kontrol û sansûra ewil jî tîne.

Salname yan jî weşanên peryodîk.

Nûçename ne bi rêkûpêk derdiketin. Ne li gora dezeh û tertîbekê dihatin nivîsandin. Nûçeyên wan sade û besît bûn, ne xwedî şîrove û mihakeme bûn.

Di destpêka salên 1500´î de weşanên demdiyar wek salname û almenak derketin. Salnameya ewil ji 6 mehan carekê, di dawiya salên 1500´î de li bajarê Kolnê ketiye jiyanê.

Cardî di heman salan de di zemanên panayiran de hinek kovar xwiya dibin. Piştre di zemanê împeretor Rudolphê II. de kovarên nûçeyî têne dîtin. Bi dû wan de li Filorensa sala 1597´an yekemîn bultena hefteyî çavên wê tên heyînê.

Li Frankfurtê di nav salên 1588-1635´an de bi navê „Mer­curius Gallo- Belgicus“ bi zimanê latînî salê carekê weşanek bêsekin derketiye.

Di heman salê de li Ingilistanê Lord Worling bi navê “Inglish Mercury” mewkûteyek weşandiye.

Ji ber ku peryodîktî taybetmendî û xweseriyeke rojnamgeriyê ye û ewçendî jî girîng e, hin kes li ser bingehê domdiyariya van weşanan dibêjin ku rojnameyên ewil dawiya salên 1500´î û destpêka 1600´î de ji diya xwe bûne.

Di vê dîtin û gotinê de rastî heye, belê netemam e. Ji bo ku ji weşanekê re rojname bê gotin, di wateya başebaş û hemdem de, çar pîvan û kirîter hene:

1.       Publisîtet: Yanî derketina rojnamê ji bo herkesî. Bi wateya kesê bixwaze dikare bikire. Giştî û gelemperî ye û bi mebestên wuha derdikeve.

2.       Rojaneyîtî: Ev faktor relatîv û nisbî ye, belê xisletek ji yên serekî ye ku tê xwestin, divê hebe. Rojname bênûçe nabe nûçe divên. Wek nimûne ji bo yekemîn rojnameya Siwêd “Hermes Gothicus” ev dema nûçe­yan du mehan digre û bi vî aliyê xwe dişibe kovaran. Belê sînor çendî ber bi zemanên kevin û doh de here ewçendî jî rojaneyîtî jî dide û distîne. Belê pêwist e ev hewla nûçedayînê kat û mercên rojname di wan de derketiye jî ji bîra neke, li ber çavan bigre. Helbet pîvan û sînor hinekî jî girêdayê zemên in. Wek nimûne herçendî nûçeyên “Hermes Gothicus” du me­han kevin in jî li gora wî zemanî wek xeber û nûçe hesab dibin.

3.                Gerdûnîtî / unîversialîtet: Ev bi xwe jî nisbî ye. Belê bi ser nisbîbûnê de jî ji bo mirov ji weşanekê re bêje rojname, divê ji bo dabaş û beşên cihê xwedî enterese û meraq be. Tu li eslê wê binerî gelekî berî “Hermes Gothicka” derkeve, çapxaneyan û kesên din beyanên nûçeyan bi rengê rûpelekî yan jî ji çend rûpelan çap dikirin. Di van belavokan de mirov dikarîbû li ser bûyerên cihanê wek yên şer, boblatên xwezayê û tiştên wuha bixwîne. Belê her belavok xeberek bû û li gora pîvanên qebûlkirî mirov nikare ji wan re bêje rojname.

4.                Derketina peryodîk û di dema xwe de: Yanî tê wateya ku rojname bi rêk û pêk û ne keyfî derdi­keve. Ji bo rojnamgeriya hemdem, ji bo mirov karibe bêje rojname bi kêmanî divê heftê carekê birêkûpêk derkeve. Ji bo presa kevin talebeke wuha ne merc e./ Claes- Goran Holmberg, Ingemar Oscarsson, En Svensk Presshistoria/

Dema em van çar faktoran jî li ber çavan digrin, em dibînin ku em ji van peryodîkan re nikarin bêjin rojname. Lê ev jî di cihê xwe de ye heger mirov bêje ev weşan ji ber peryodîk­bûna xwe û şiklê xwe, ne rojname bin jî, gelekî nêzîkî wan in. Tu li eslê wê binerî heta salên 1500´î jî peryodîktî başebaş rûneniştiye û tim tê de valahî û nîvrêhiyek pêde bûye.

Rojnameyên ewil û hin taybetmendiyên wan:

Rojnameyên ewil ne bi serûber in. Mirov nikare tiştekî wuha bixwaze jî, dê bêcih û nerast be. Serûberî jî xwediyê dîroka xwe ye. Her destpêk zêde ne bi hişmendî ye, bi detay û teferûat ne fikirlêkirî ye.

Welat û sala rojnameyên ewil jî mîna nûçenameyan e, bê nîqaş e, hin dibêjin ev cih Elmanya, hin Holenda û hinek jî Italya ye, dibêjin.

Hin lêkolîner rojnameya *Avisa, Relation oder Zeitung* ku Johann Carolus derhêner û xwediyê wê ye û li Strasbourgê bi Elmanî sala 1609´an hefteyî derçûye, wek ya ewil qebûl dikin.

Nûçeyên vê rojnamê li ser siyaseta derve û şer bûn. Nûçe bêşîrove, bêanalîz û bêcihêyî bûn. Bi heman navî rojname­yeke din sala 1609´an li Augsburgê û li Kolnê sala 1610´an bi navê „Gedenk Wurdige Zeitung“ du rojnameyên din hatine weşandin.

Yekemîn rojnameya Ingilistanê sala 1622´an 14´ê Gulanê bi navê „The Weekly News From Italy and Germany“ li Lon­dra, yekemîn rojnameya Firensî sala 1631´ê „Gazette“ hef­teyî, li Parîsê, sala 1640´î li Roma yekemîn rojnameya Italî „Gazette Publica“ û Li Polonya jî yekemîn rojname sala 1661´ê derketine.

Lê Şerê Sîhsal e (1618-1648) ku ewil li Elmanya dest pê kir û piştre bêj hema giş welatên Rojava kişande nav xwe, ji ber meraq û hewcedariya li ku çi bûye û çi qewimiye, bûne sebeb ku rojnameyên ewil derkevin. Em li vir têkiliya di nav şer û rojnamgeriyê de dibînin.

Hevbeşiyeke rojnameyên vê serdemê ew e ku di nav salên 1600-1700´î de naveroka wan bi giranî çîrok û helbest in. Nivîsên siyasî kêm in di wan de.

Ji sala 1704´an û pê de, di rojnameyan de bi taybetî di yên Ingilîzî de nivîsên siyasî êdî cihê fireh digrin.

Di dawiya salên 1600´î de (di sala 1691´ê de li Ingilîstanê) pêşketina seyrusefera deryayî û xizmetên postexaneyî, rojna­mgeriya rojane han dane û li şûna rojnameyên ku heftê du car yan jî sê caran derdiketin, rojnameyên rojane derdikevin.

Gelek ji rojnameyên ewil ji bo nûçeyên derve derketine. Zemanekî nûçeyên şer û bazirganiyê berî yên hundir dihatin. Îro jî nûçeyên derve ji bo rojnamgeriyeke ciddî û hemdem girîngiya xwe diparêzin.

Di qonaxekê de dewletan, çapemenî wek aleteke propegendê bikar dianî. Piştre mebest, fonksiyon û libendeyî zêdebûn. Rojnameyên pîşeyî, berteng, berdiyar û avakirên raya giştî ketin weşanê, rohnîdarkirina komelanên gel jî kete nav erkên rojnamgeriyê.

Hinek nav û navandin berî rojnameyên rojane derkevin û Şoreşa Firensa li dar bikeve, di weşan û çapemeniyê de hatine bikar anîn:

Peyvên wek “gazete”, “Mercure”, “Zeitung”, “Corier”, “Cor­anto” ji bo navandinên peryodîkên hefteyî, hê Salên 1500 î hatine bikaranîn. Hejmara rojnameyên rojane, salên 1700 î û nemaze piştî Şoreşa Firensa, sal bi sal bi hejmar zêdetir bûne.

Salên 1700´î

Berî salên 1700´î bibin dîrok û roj li wan here ava û sedsala piştiretir bê cihê wê, li Emerîka û li Ewropa li ser asta cihanê du guhertinên watedar qewimîn.

Mebest şoreşên 1776´an û 1789´an in. Herdû şoreşan cihan hejandin, sîstemên monarşîk anîn xwar, serdestiya deshelat­dariya neteweyî, pirsgirêka mafê mirovan, azadiya weşan û çapemeniyê bi rengekî nebûyî, xiste serê rojeva jiyanê.

Ev serdem hinekî jî dibe serdema rewşenîran. Rewşenbîr ji cihana fikrê dadikevin cihana bitevger û çalakiyan. Radihêjin pênûsên xwe û mîna ku bi qubale girtibin, kitêb, kovar û rojnameyan diweşînin. Yekê li pey ya din derdixin.

Azadî ewçendî bi pêş dikeve ku bi tenê di salên Şoreşê de li Parîsê, hejmara rojnameyan derdikeve 350 heban. Ne ev bi tenê hejmara xwendevanan jî çendcaran li xwe dibe. Çape­menî û weşan bi giştî dibin mîna amûr û çekên rohnî­darkirin, perwerdekirin û organîzekirinê.

Ewçendî ku rojname û kovar, dibin dabaşên lêkolînan, rola wan wek navgînên li dijê nezanînê tê pesinandin û tiştên pirr hêja û gelekî binirx têne gotin ku dibin manşet:

“Heger ez bi terciheke wuha re bêm himber hev; dê hikû­meteke bêrojname divê yan jî rojnameyên bêhikûmet, ez ê bêdudilî û bêpaxav ya duhem hilbijêrim“, dibe silogana qona­xê.

Azadiya çapemeniyê piştre dikeve deklerasyon û beyana­meyên dîrokî û di makeqanûnên welatên mîna Emerîka û Firensa de, di salên 1791 û 1783´an de bicih dibin.

Bi dirêjaya salên 1700´î kovar ji navendên ilmî û bisînor derdikevin û ji bo pêşketina civatê dibin cih û kursiyên dîtin,  guftûgo û pêşniyazan.

Di vê qonaxê de hewla rohnîdarkirin û perwerdekirina kome­lanên xelkê, êdî siloganê rojê ye. Kovarên bi temamî siyasî û wêjeyî çêdibin ku biheşkereyî dîtin û helwestên xwe diyar dikin.

Hêza Çarem: rojnamgeriya salên 1800´î.

Ji roja jidayikbûn û derketina xwe, rojnamgerî diyardeyeke bajarên mezin û bajaravanîbûnê ye. Salên 1800´î li qerax û teniştên bajaran, taxên mezin çê dibin. Ji her alî de xelk berê xwe dide bajaran, hedef pêdekirina kar e, bajar tije dibin, bi ser ve diherin.

Fabrîke didin dû hev, sedsal, bi aliyekî xwe jî sedsala karxa­neyan e. Bi hezaran karker di van fabrîkeyan de têne ba hev. Pirsgirêkên xebatê, jiyan û destmizê zêde dibin, xwedan kar û kirêkar têne himber hev, pirs û pirsgirêkên li derûdora deshe­latdarî û birêvebirinê dikevin rojevê. Ev giş bi hev re her yek bi serê xwe dibe faktorekî handayîn û xurtkirina weşan û çapemeniyê, dibe zemîna rojnamgerî bipêş bikeve, hilkişe cihê pêwist û helbet hewcedariya bi girtina agehdarî û nûçe­yan jî ewçendî zêde dibe.

Rola van gişan li aliyekî, belê pêşketin û mikemeltirbûna ça­pemeniyê bi şêweyê hê temamtir bi saya keşfên mezin tê pê. Telgiraf, telefon û bi giştî telekomunîkasyon, di pêşketin û serîrakirina çapemeniyê de roleke mezin dilîzin. Ev navgîn nûçe û ragihandinan bilez û bihesanî bighînin her derê.

Îcad û keşfên ragihandin bilezxist û ya dûr nêzîk kir, di ber re û pê re coxrafya nûçegirtin û nûçedayinê jî firehtir kir. Ev jî dibû bingeh ji bo çapemeniyeke hemdem ku di vê salê de ava dibe. Çendek ji van îcadan ev in:

Sala 1844´an Morseyê Emerîkî telgiraf, ya 1876´an Eme­rîkiyekî din Grahan Bell, telefon îcad kirin. Îcadên teknîkî mîna “Teleciripter” yan jî “ticker” ku ji aliyê Charles Krum hatin keşifkirin, leza nûçeguhastinê bi carekê re rakir. Makînên Charles, aletên wuha bûn ku nûçe ne bi Alfeba Morsê, belê rasterasta wek nivîsadninê qeyd dikirin. Ji awura weşan û çapemeniyê ev jî guhertineke bikêrbû.

Heta berî salên 1800´î, di salên 1600 û 1700´î de ev îmkan hê çê nebûbûn. Nûçe dereng dighiştin xwendevanan, kevin dibûn, tazetiya xwe wundakirin. Yek ji prensîpên bingehîn yên rojnamgeriyê ku pêşkêşkirina nûçeyên taze û germa­germa ye, baş kar nedikir, nedixebitî.

Li aliyekî îcadên teknîkî û li aliyê din bipêşketina veguhêzî û barkêşiyê, neqilkirin û ragihandina nûçeyan û berhemên ça­pemeniyê bileztir kirin. Bi xêra vê teknîka barkêşî û vegu­hêziyê bajar bi hev ve hatin girêdan û ji sala 1840´î û bi vir de li Ingilîstanê êdî rojname bi alîkariya şivên hesin û tirênan hatin belakirin. Êdî ber û berhemên çapemeniyê dighiştin seranserê welat û firotina wan jî êdî çend caran li xwe zêdebûn.

Salên piştî 1850´î di dîroka rojnamgeriyê de tiştên mezin diqewimin. Li hin welatên Ewropa li dora 1869´an demxe­kirina rojnameyan radibe. Ev jî tê wateya siviktirbûna barê mesrefa rojnameyan.

Pereyên dewlet wek zikat ji rojnameyan digre kêmtir dibe. Rojname erzantir dibin, xwendevan zêdetir dixwînin. Ban­dêra vê li ser xwendin û nivîsandinê çêdibe, ji rohnî­darkirin û perwerdekirina civatê re dibe alîkar.

Di vê sedsal û qonaxê de ye ku di tenişta qanûnçêkirin, birê­vebirin û darizandinê de hêza çarem ku çapemeniye ji diya xwe dibe.

Bi van alî û taybetmendiyên xwe çapemeniya salên 1800´î bi xetên qalin ji çapemeniya sedsalên berî xwe vediqete û cihê dibe.

Êdî di vê sedsalê de em bi çapemeniyeke bi karekter û meto­dên xwe gelekî cihê li himber hev in. Îcadên çendalî, pêşke­tinên di eniya aborî de û guhertinên di aliyê civakî û avahiya civakê de çêdibin, bi xurtî, bi firehî û kûrayî dibin alîkar ji bo çapemenî gelekî bipêş bikeve.

Çapemeniya hemdem ku salên 1800´î çêbûna wê temam bû tu li eslê wê binerî berhemê salên 1900´î ye û balixbûna te­mam dimîne vê sedsalê.

Jidayikbûna ajansên nûçeyan.

Li Ewropa û nemaze li welatên Anglo-sakson roj bi roj pêş­ketina rojnameyan rabûna tîrajên wan û zêdebûna pelên wan hewcedariya bi nûçeyên taze û li ser vî bingehî jî avahiyên komkirina nûçeyan aniye pê.

Heta berî bi demekê nûçe bi riya nûçenameyan, nivîskaran, ajan û kuryeyan dihatin pêde kirin. Roj hat ku êdî qirika hew­cedariyê hew bi van hilat û pêwistiya bi nûçegihanên sîste­matîk û profesyonel derkete meydanê, bû ferzek.

Wek nimûne di zemanê Şerê Qirimê de, di nav salên 1853-1856´an de, nûçegihanê London Times, William Howard Ru­ssel deng pê ketiye. Russel bi riya agehdarî û enformas­yonên temam li ser rewşa şer, wunda û serketinên şer, sikandal û bêbaviyên di nav şer de bûne, raya giştî rakire ser piyan. Bi vî awayî nûçegihanên rojnameyan bûne xwediyê statuyeke nû û bûne rengek qehreman û lehengên gel.

Piştre di nav rojnameyan de reqabet dest pê dike û her roj­name çendî dikare dixebite, da ku kêlîk berî kêlîkekê nûçeyên xwe zûtir bighîne xwendevanên xwe.

Hewcedarî sînoran nas nake û ji cihekî û pê de ewçendî mezin dibe ku nemaze piştî îcada telgrafê ajansên nûçeyan ava dibin ,wek: Ajansa “Havas”, Firensî ye û sala 1835´an çêbûye. Ajansa “Wolf” Elmaniye û sala 1849´an hatiye damezrandin. Ajansa “Reuter “Ingilîzî ye û sala 1851´ê dikeve jiyanê. Ajansa “Associated Press”(AP) Emerîkî ye û di zemanê şerê Meksîka de, di navbera salên (1846-1848) de tê damezrandin. Ajansa “TASS” ku sala 1917´an çêdibe li Rûsya.

Qonaxa çapemeniya hemdem. /çapemeniya piştî salên 1914 an/

Di salên 1900´î de îcadkirina mekîneyên tîprêzkirinê, bikar­anîn û xebitandina teknîka rotatîf, li gora welatan bi tempo­yên cihê çapemenî bipêş xistiye.Vê pêşketinê rojnamgeriya hemdem ya îro aniye pê û çapemeniya cihanê derketiye qona­xa xwe ya helî berz.

Endustrîbûyîna çapemeniyê û nuhbûna ku vê endustrîyalîze­bûnê bi xwe re di avahiya çapemeniyê, ekonomî û di xisletên wê yên siyasî de çêkir, bû sebeb ku ew têkoşîn û reqabeta di nav deshelatdariya çapemeniyê de întenzîvtir bibe.

Ji ber sebebên teknolojîkî ji aliyekî de erkên çapemeniyê zêde bûne, rola wê firehtir bûye û li aliyekî din jî di avahiya civakî û aboriya çapemeniyê de, di salên 1800´î de ferqên mezin derketine meydanê.

Şerê Cihanî yê Yekem di aliyê aborî de gelekî bandêr li çapemeniyê kir û bû sebeb ku kaniya hatina rojnameyan ku îlan bûn ji meydanê rabin.

Rojnamgeriya Tirk.

Rojnameyên destpêkî, serdema Tenzîmatê û Meşrûtiyeta yekem.

Mîna çapxanê, zanîngeh û akademiyan, rojnamgerî jî bi de­rengî hate Tirkiyê. Zemanekî Vakanivîs, bûyernivîs hebûn. Kêm be jî hinek ji erkên ragihandinê dianîn cih. Bûyerên xwuyaşop dinivîsandin, li cihekî arşîv dikirin.

Dewletê jî ew germa germa û dest bi dest, piştî zemanekî li dora 20-30 salan hiltanîn û piştre ku di ser wan re zemanek derbas dibû bela dikirin. Wuha bû usûl, wuha kar dikir meka­nîzmê. Vê kêm zêde heta bi dawiya salên 1830´an jî dewam kir.

Cihana Rojava ji zû de qonaxên name, nûçename, belavok û bûyernivîsiyê kevin kiribû û êdî di ser derketina rojnameyên ewil re ne kêmî 200 salan buhurî bû. Zemanekî din li kar bû.

Aş û çerxa agahîgirtin û dayînê derketibû cih û berzayîyeke din.

Li Ewropa welat û dewleta bê rojname nemabû. Rojnamgerî û medya êdî wek hêzeke çarem xwedîgotin û xwedîrol bû.

Hinek rojnameyên Firensî, Ingilîzî, Holendî û Elmanî derdi­ketin derveyî welat, dighiştin heta bi Misrê, Izmîrê, Stenbol û gelek bajarên din yên di bin destên Împeretoriya Osmanî de.

Hinek balyozxaneyên rojavayî wek yên Firensa û Ingilîstanê li Tirkiye rojnameyên xwe derdixistin. Spectateur Oriental yek ji wan bû.

Sultan Mehmûdê duhem ev didît, bi xof û meraqeke mezin bala xwe didayê û ferq dikir bê ka rojnamgerî çendî bihêz e û ji bo jiyan û berdewamiya deshelatdariyekê çendî mîna nan û avê pêwist e. Ji bo vê şahdebûneke xweser û pişporane ne pêwist bû.

Çapemenî çendî bikêr û biîsabet e, çi kare bike û çi na heş­kere bû. Bêmedyabûn êdî ji bo dewleteke ji xwe razî kêmanî û qusûreke ciddî bû. Li pêşiya dewleta Sultan du rê hebûn ku hilbijartin û bersiv dixwestin:

1-                 Ya tu yê li gora normên hemdem û cihana ser­dest ji nû ve xwe ava bikî, bêvirde û bêwêde, zend û bendan vemalî û têkevî rê,

2-                 yan jî tu yê ji kerwên bimînî û êdî çi tê serê te û tu û çarenûsa xwe li hev, serên we di zikê hev bidî.

Rêvebir û xwedîgotinên Osmanî dudilî, bipaxav û mitale bin jî ji xwe re riya yekê girtin, xwe bi nû ve kirin, neqandin, deriyên xwe ji ramanên nû re vekirin.

Sal bi sal rêvebir û nûjenîxwazên Tirk pê dihesiyan ku divê xwe di ber çavan re derbas bikin. Ev fikir hêdî hêdî bicih dibû, qar û degel dibû. Di vê eniyê de ji bo reformên pêwist Sultan bi xwe serî kişand, bi xwe dest avête meselê.

Mehmûdê duhem payîza 1829´an Meclîseke Reforman dame­zrand û ferman da ku guhertinên têne xwestin bi hewarî bîne cih.

Di civîneke xwe de vê meclîsê biryara derxistina rojna­meyekê berpêyî Sultan kir. Biryar hate pejirandin û di sala 1831´ê de meha Cotmehê, yekemîn rojnameya Tirk Takvim-i Vakayi kete jiyanê.

Di derxistina vê rojnameyê û çend rojnameyên din de Sultan bi şexsê xwe dest avête meselê û bi her tiştê Takvim-i Vakayi ji nav bigir heta bi naverok û şiklê wê, têkildar dibe. Ewçendî û ewqasî ku navê rojnamê bi xwe Sultan lê dike û giş rêvebirên wê datîne.

Esat Efendî kire berpirsiyar û Samîm Efendî û Seîd Beg jî wek du mirovên hevkar dan tenişta wî.

Esat Efendiyê bi xwe di zemanê xwe de “Vakanivîs”, ango bûyernivîs bû. Zemanekî qadiyê bajarê Mekehê bû. Mîna pîrê rojnamegeriya Tirk qebûl dibe.

Berpirsiyarê komkirina nûçe û nivîsandinan Samim Efendî Katibê Bab-i Ali, alîkarê wî Sait Beg jî seresker bûn. Enda­mên redaksiyonê rasterasta mirovên dewletê ne, burokratên kevin û bi salan in.

Sultan wan baş nas dike, ji wan piştrast e, ewle ye li wan. Tecrûbe kirine, şik tune ji wan, dewlet bi wan bahwer e.

Takvim-i Vakayi ji pênc beşên bi navên “Umur-u Dahiliye” (nûçeyên hundir), “Umur-u Hariciye”(nûçeyên derve), “Mevad-i Askeriye”(karên leşkerî), “Funûn”(ilim, zanyarî), “Tevcihat-i Ilmiye”(tayinkirina aliman), tîcaret ve Esar (bazirganî û buha) pêk dihat.

Ewil heftê carekê derdiket û ji giş rêxistinên dewletê re, ji efser û eşrafên dervebajar û ji balyozxaneyan re dihate şan­din.

Takvim-i Vakayi û Tercuman-i Ahval kîjan rojnameya ewil e ?

Li ser yekemîn rojnameya Tirkî heta niha jî di nav dîroknasên rojnamegeriya Tirkiye de du dîtin hene:

  1. Li gora dîtinekê, rojnamegeriya Tirk bi derktina Takvim-i Vakayi re dest pê dike ku ev jî dibe sala 1831´ê
  2. Û li gora dîtina duhem ev rojname ne Takvim-i Vakayî, herwuha ne Cerîde-i Havadis e jî,  belê Tercuman-i Ahval e ku sala jidayikbûna wê 1860 e.

Ev alî li şûna Takvim-i Vakayi, Tercuman-i Ahval wek dest­pêk qebûl dikin. Her ji ber vê jî sala 1960´î sedsaliya rojna­mgeriya Tirk pîroz kirin. Bi vê minasebet û hincetê xwediyê vê dîtinê, gelek çalakî li darxistin, semîner û civîn çêkirin, pûlên salvegerê çap kirin.

Derhênerên Tercuman-i Ahval Şinasi û Agah Efendi ne. Şinasi li Parîsê telebe bû û Agah Efendî jî li balyozxaneya Tirk kar dikir. Herdû jî li Firensa diman, mirovên xwenda û rewşenbîr bûn.

Tercuman-i Ahval ji Takvim-i Vakayi cihê ye, dixwaze xîtabî xelkê bike. Mîna Takvim-i Vakayi ne resmî û ne organê Sultan e, ew piştî Takvim-i Vakayi bi 29 salan derdikeve.

Êdî rojnamevan û rewşenbîrên Tirk têra xwe bi tecrûbe ne. Naveroka rojnamê dewlemend e, tê de nûçeyên borse û aboriyê, lîsteyên biha, wergerandinên corecor û lêkolîn hene. Meydana xîtabê fireh e.

Pêwendiyên rojnamê bi dewletê re nebaş in. Rojnameya Tercuman-i Ahval cara ewil sala 1861´ê meha Gulanê li ser hev du hefteyan tê girtin.

Taybetmendiyeke din ew e, rojname bi pereyên şexsî derdi­keve. Agah Efendî mirovê ewil e ku bê ku fermanê ji dewletê bigre bi derfetên xwe yên kêm rojnameyeke şexsî derdixe. Ev rojname sala 1861´ê di 22´ê meha Cotmehê de kete jiyanê, heftê sê caran û piştre  4-5 caran derketiye.

Rojnameya Tercuman-i Ahval nûçeyên xwe yên  hundir û derve hilbijartine û ya duhem hewil dane ku ziman ji aliyê xelkê bê fêmkirin. Ev du prensîpên girîng in ji bo rojna­meyekê. Li vir ya balkêş ew e ku mirov nûçeyan hildibijêre û xwedî insiyatîv e, ji bo vê û ya duhem jî li ser ziman disekine û behsa zimanekî hesan û sivik dike ku xelk tê bighe.

Di rojnamê de ji nûçeyên derve û hundir pê ve nûçeyên fermî, fermanên dewletê, belavok, destûr û rêbazên lihev­hatinan jî hebûn. Herwuha nûçeyên bazar û borseyan,lîsteyên fiyetan, wergerên corecor li ser pirsên aborî û lêkolînan cihe­kî xurt digirtin. Di du rûpelên hundir de gelek îlanên fermî hebûn.

Tefrîka ewil di dîroka rojnamgeriya tirk de cara ewil di Ter­cuman-i Ahval de derketiye. Xisleteke sêhem serdestiya nivî­sên wêjeyî ne, sansur û zext wuha dike.

Tercuman-i Hakikat û Ikdam.

Piştî rojnameyên Takvim-i Vakayi û Cerîde-i Havadis, gelek rojnameyên din derketin. Di zemanê Tenzîmatê û yê Evdil­hemîd de, hejmar zêde bûn.

Di van herdû deman de, em dikarin behsa du rojnameyan bi tenê ji yên vê qonaxa berî Meşrûtiyeta Duhem bikin. Yek ji wan li gora dîtineke sêhemîn wek destpêka rojnamgeriya Tirk hesab dibe û ya din jî di zemanê xwe de rojnameya helî mezin e, ev jî Tercuman i Hakikat û Ikdam in.

Herdû rojname her yekê bi hin aliyên xwe kareketerîstîk in. Tercuman-i Hakikat sala 1878´an derketiye. Bi şêweyekî cid­dî dixwaze bibe rojnameya komelanên xelkê.

Li gora hin lêkolîneran bi taybetî kesên çep ji ber vê xîtaba rûlixelkê û zimanê hesan, wek jidayikbbûna rojnamegeriya Tirk hesab dibe û yên berî wê jî bervaja ji ber “gelêrînebûna wan” neketine hesab.

Berpirsiyarên Tercuman-i Ahval bi israr hewil didin rojnamê bikin rojnameya xelkê, bi zimanekî ku xelk jê fêm dike,  dûr ji terkîbên Erebî û Farisî rojnamê diweşînin. Derhênerê wê Ahmet Mithet Efendi ye.

Rojnameyeke din ku hêjayê binavkirinê ye, rojnameya Ikdam e. (1896-1926) yek ji çend rojnameyên bikêr, girîng û xwiya yên serdema Meşrûtiyeta Duhemê ye. Berpirsiyarê wê Ahmet Cevdet e, ev jî heta roja xwe rojnameya herî mezin e.

Di serdema Hemîdê Duhem de, di navbera salên 1876-1908´an de sansureke mutlaq heye. Ceza û sezadayîneke xurt li dar e, hejmara rojnameyan kêm dibe, derxistina rojname û çapemeniyekê bi serê xwe dibe lehengî û mêrxasiyeke mezin.

Taybetmendiya vê qonaxê hewla erzankrina rojnameyan û sadekirin û sivikirna zimanê rojnameyan e.

Divê mirov du navên din jî yek Şemsedin Sami û yê din jî Mithat Efendi bibîr bîne.

11´ê Gulana 1876´an sansur hê jî dişide, zewir li ser zewrê tên, zewrên hene têr nakin. Tu li eslê wê binerî her zewir nîşana pêleke tirsa dewletê ye, hewla parastina qirêj û gemara xwe ye. Ji ber vê deshelatdar bêtehemul in.

Tecrûbeya Ewropa jî li ber çavan e, di 33 salên di bin nîrê Evdilhemîd de êdî çapemenî nemaye. Mirov dikare bêje çapemenî hew tê naskirin. Ev jî serê rejîmê Evdilhemîd dixwe û êdî rojnamegeriya Tirk dikeve serdemeke din.

Meşrûtiyeta Duhem.

Ketina desthelatdariya Siltan Evdilhemîd, hewayeke azad çêkir. Dema azadiyê kurt e, rewşenbîrên li sirgûnan, di ze­manê xwe de ji ber zext û zordariya Evdilhemîd reviyabûn, hatibûn dûrxistin, vegeriyan welat, îlanbûna meşrûtiyetê rê vekir.

Di nav demeke wuha kurt de be jî, gelek rojname û kovar derketin. Bêhna rewşenbîr, nivîskar û berî her kesî jî rojname û rojnamevanan derket. Mîna ku heyfa xwe ji salên bi sansur û wundabûyî hilînin, kitêb çap kirin, weşan weşandin.

Meşrûtiyeta duhem sansur rakir. Ev fersend û keysek bû. Bû mesela „Îro heye sibe tune ye, sibe dê çi bibe kes nizane“. Her kes çendî kare tam û zewqa azadiyê derdixe.

Kesê weşanan dixwaze weşanan derdixe, yê dixwaze partiyan çêbike partiyan ava dike. Weşan, komel, rêxistin didin pey hev, li vir û li dera han derdibin. Cara ewil neteweyên di bin destên Osmaniyan de nemaze Kurd jî di nav de xwe didin hev, tiştê ji destên wan tê dikin.

Di nav du meh û nîvan de hejmara kesên destûra derxistina rojnameyan digrin ji 200´î dubihure. Rexbeta xelkê jî ji bo rojnameyan zêdetir dibe û rojnameyên tîrajên wan 50 hezarî derbas dikin, dikevin jiyana çapemenî û weşanê.

Hejmara kovaran derdikeve 353 heban, cara ewil bi awayekî qet nebûye, paşa, nazir û rêvebir û burokratên dewletê têne rexnekirin. Ne berî derketina rojnameyan û ne jî piştî çap­bûna wan sezadayin û sansur nemaye, rabûye.

Karekterîstîkên Meşrûtiyeta Duhem.

Hewa û atmosfera serdest di zemanê Meşrûtiyeta Duhem de ew e ku mirov tî û birçiyên azadiyê ne, ken û axaftina bêtirs û bi dilê xwe, jî bîra kirine, ji ber zext û zordariya dirêj bi salan devê xwe girtine û ji ber vê jî ji destên xwe derketine, diteqin, ji ser xwe diçin û vê jî carna bi xwe re nimûneyên ku wek ecêbanin anîne.

Di vê demê de gelek fikrên siyasî derketine meydanê û giş jî bûne naverok ji rojnameyan û ji çapemeniyê re. Xisleteke din yê vê qonaxê paşkoyên wêjeyî ne. Her celebê wêjeyê, ji fiqre û nukteyan bigir heta bi meqale û tefrîkeyan mirov kare di rûpelên rojnameyan de bixwîne.

Bi taybetî nukteyên wêjeyî ji aliyê Mehmud Sadiq û Ali Kemal dest biwan têne kirin, bi pênûsa Ahmet Rasim, dibe xwediyê nimûneyên herî bedew û ji aliyê Ebuziya Welid dibin xwedî firehiyeke neteweyî.

Yakub Kadri, Refik Halit û Halide Edib Adiwar jî di vê qonaxê de derdikevin ser dika çapemenî û weşanan. Divê mirov du navên din jî li navên hatine binavkirin zêde bike. Ev jî Ahmet Mithat Efendi û Mehmet Fuat Koprulu ne.

Azadiya çapemeniyê ji 23´ê Tîrmehê sala 1908´an heta bi 12´ê Nîsana 1909´an li dora 9 mehan dewam dike. Piştî 31´ê Adarê îdareya leşkerî cardî sansurê dixe kar û hejmarek rojname têne girtin.

28´ê Nîsanê qanûna çapemeniyê tê meclîsê û 14´ê Tîrmeha 1909´an qebûl dibe. Ev qanûn bi gelek guhertinan di salên cihê û piştretir de heta sala 1931´ê 22 salan dimîne û di sîstemê çapemeniyê de êdî birîneke ku dibe cedew û heta rojên em tê de ne jî derman nabe, textê xwe vedide.

Kuştina rojnamevanên çep û muxalif.

Di destpêka Meşrûtiyeta Duhem de li aliyekî azadiyeke xurt hebû û li aliyê din bi taybetî piştî hatina Itîhat û Teraki kuştin û terorê dest pê kiribû. Ji aliyê kadroyên vê rêxistinê çar rojnamevan ku hersê salên 1909,1910 û 1911´an li pey hev hatine kuştin ev in: Ahmet Samim (Sadayi Millet), Zeki bey, Hasan Tehsîn (Silah)

Piştre sala 1923´an Huseyin Hilmi jî tê kuştin ku rojnameya Iştirak derdixist. Xisleteke din ya vê demê derketina rojname­yên çep e. Rojnameya yekem ya sosyalîst di meha Teşrîna  sala 1908´an de derketiye, cih Izmir e. Komela Boykotay derxistiye, navê wê Adim e û hefteyî ye. Dema em behsa rojnamevanên vê qonaxê dikin divê em navên Ahmet Rasim û Lutfi Fikrî jî ji bîra nekin.

Yê ewil ji ber ku ji Cerîde-i Havadis bigir heta bi Cumhuri­yetê 46 salan di gelek rojnameyan de nivîsiye û yê duhem jî ji ber ku wek siyasetmedar û rojnamevanekî muxalif deng daye û bi navên cihê çend rojname derxistine û tim dijber bûye.

Taybetmendiya Lutfi Fikrî dijberbûn û muxalifbûna wî ye. Ji ber vê jî serê wî berdewam ji teşqeleyên deshelatdariyê qet derneketiye û pirr caran jî ketiye zîndanan, ceze xwariye.

Çapemeniya Tirk di Qonaxa Tevgerarizgarîxwazî de (1918-1923)

Di nav van pênc salan de li Tirkiye du şêwe deshelatdarî çê­dibin. Navendên van deshelatdariyan Stenbol û Enqera bûn. Li aliyekî hikûmeta Osmanî û li aliyê din Meclîsa Mustefa Kemal hene. Çapemenî û rojnamevanî jî bûye du alî, bûye du bir:

1.              Rojnameyên bi tevgerarizgarîxwazî re û yên li dijê tevgerê.

2.              Yên siyasî û yên ne siyasî.

Li Enedolê çapemeniya Têkoşîna Neteweyî ji diya xwe bûye, kar dike. Rojnameyên ku di nav bêîmkaniyên madî û teknîkî de derdikevin û ji awura kalîte û şikil ne bi serûber in çend­pelî ne, belê ji bo yekîtiya neteweyî û bihevrebûyîna welat xizmetên hêja dikin.

Di rojname û kovaran vê demê de, li ser rakirin û ranekirina dezgahê xelîfetiyê nîqaş û guftûgoyên germ hene. Sala 1923´an rojnamevanên naxwazin xelîfetî rabe, xelîfetiyê diparêzin têne mehkemekirin û girtin.

Wek Lutfi Fikrî, Huseyîn Cahît Yalçin (Tanin), Ahmet Cevdet (Ikdam), Velid Ebuziya (Tevhid-i Efkar). Sertî û hişkî dubare dibe û du salên temam tê re nabihurin, Qanuna Takrir-i Sukun dibe daqoqê serê her fikra azad û mafxwaz.

Hikûmet wek dixwaze rojnameyan digre û yek li pey ya din 6 rojname deriyên xwe dadidin. Ev jî Tevhid-i Efkar, Son Telgraf, Istiklal, Sebilureşad, Aydinlik, Orak Çekiç, Sada-i hak (Izmir), İstikbal (Trabzon), Kahkaha, Prese du Soir (Stenbol) Savha (Adana).

Sala 1930`î û Dengekî Muxalif.

Êdî çu reng û dengê muxalif tune. Heta sala 1930 î monotontî serdest e. Li gora Zekeriya Sartel vê salê di nav xelkê de nerehetiyek mezin hebû. Sîstemê yekpartayetiyê xelk bêzar kiribû. Çarenûsa welat di destên partiyeke bi tenê de bû û ev jî dibû sebebê rêvebiriyeke keyfî.

Welatiyên Tirkiye tiştên difikirîn newêrîbûn bêjin. Mafê hilbijartinê bi xwe jî bi hesanî nikarîbûn bikar bînin.

Di destpêka vê salê de Zekeriya Sertel, Selim Ragib Emeç, Ekrem Uşakligil û Halil Lutfi bi navê Son Posta rojnameyeke muxalif weşandin. Birêvebir Sertel bû.

Tîrmeha 1931´ê jî di dîroka rojnamgeriya Tirkiya Komarê de saleke xwedîşop e. Hikûmeta Mistefa Kemal careke din dikeve êrîşê. Ji bo girtina rojnameyan nîqaşeke bihêrs û ne li ser xwe di meclîsê de çêdibe.

5´ê Tîrmehê pêşeng û şûrkêşê CHP berê topên xwe li deng, reng û dîtinên cihê rast dikin. Ahmet Sureya, Mazhar Mufit, Ziya Gewher Etili, endamên Dadgehên Istiklalê û Ali Saip giş li ser hev li dora 20 parlamenterên CHP, yek li pey yê din, yek ji yê din hê girantir qise dikin.

Agir ji devê wan dibare û piştî ku bi dehan rengdêrên mîna „gelac, fitne, xayin, xwefiroş, fersendkor, serserî, bêberpir­siyarî“ û zincîreke peyvên mîna wan bi kar tînin, navên roj­namevanan rêz dikin.

Ev jî Arif Oruç, Zekeriya Sertel, Ahmet Kadri, Zeynel Besim, Ismail Hakki û hwd. in. Qisekirê dawî Inonu kevirê xitmê datîne. Pêwistiya bi qanûneke nû ji bo çapemeniyê destnîşan dike û rejîmê zext û zorê li ser çapemeniyê „Matbuat Qanu­nu“ tê.

Piştî 7 salan çend zewrên din li zewrên vê qanûnê têne xistin û êdî hew dihêlin çapemenî û weşana hinekî cihêfikir bêhna xwe bigre û berde.

Serdema Çendpartiyetiyê.

Sala 1946´an Tirkiye ji sîstemê yekpartiyetî derbasî dewra pirr partiyetiyê bû. Hikûmeta CHP êdî bi mixalefetekê re li himber hev bû. Partiya Demokratê jî hebû.

CHP ji bêgavî naçar ma hinekî zewrên sîstemê yekpartiyetî sist bike. Tiştê hêjayê gotinê ye  madeya 50´î ji Qanûna Metbuatê ya sala 1931´ê ku selahiyeta girtina rojnameyan *wextî* be jî dabû wezaretê rakir û ev fermana *îdamê * ji destê hikûmetê derxist.

Sal 1´ê HezÎrana 1946´an e.

Salên nav 1946-1950´î peryodeke gelekî zindî bû di dîroka rojnamegeriya Tirkiye de. Di van salan de tablo û dîmeneke wuha heye: her ku diçe rojnameyên ku piştgiriya muxalefetê dikin û derbasî aliyê Partiya Demokrat dibin zêde dibin.

Partiya Demokratê bi piştgiriya çapemeniyê hate ser kar. DP çawa hate ser kar pirsgirêka çapemeniyê girte dest. Pêşniya­zek hate amadekirin û piştî du mehan 15´ê Tîrmeha sala 1950´î bi piraniya dengan meclîsê qanûna nû qebûl kir.

Ev qanûn bi nisbet yên berî xwe hinekî lîberal bû. Hê jî ev qanûn e ya ku heye. Belê pirr pê hatiye lîstin û bi qanûnên di ser re û di ber re dest û baskên wê hatine şikenandin.

Li gora vê qanûnê ji bo derxistina rojname û kovaran destûra hikûmetê ne pêwist e. Lê ji bo ku zewaca nav rojnameyan û deshelatdariya Partiya Demokrat hilweşe ne hewce bû ku demeke dirêj tê re derbas bibe.

Nav herdû aliyan vebû û hikûmeta Partiya Demoqratê rojna­mevanê navdar Huseyin Cahît yalçin 26 mehan avêt zîndanê. Salên bi dû de DP li dijê rojnamevanan dikeve nav şerekî bêeman. Sala 195´ an şer êdî heşkere û bêvirde û bêwêde ye. Pirr tûj dibe û heta bi ketina hikûmet û partiyê hew disekine.

Salên 1960´an û piştre.

Di salên piştî Kodetaya 1960´î heta bi darbeya sala 1971´ê îmkanên çapemeniyê baştirbûne. Qanûnên li ser serê rojname û rojnamevanan ku wek daqoqin ranebûbûn jî belê di nav hewa û atmosfera giştî de tetbîq nabin.

Di van 10-11 salan de hejmara rojname û kovaran zêde dibe û çapemeniya çep jî mîna Yon, ANT û çapemeniya Kurdan jî di nav wê azadiya nisbî de dikevin kar.

Darbeya 1971´ê hikûmeta berdoşekê generalên darbê, Nîhat Erim du madeyên 22 û 27´an di meha Îonê de radike û aza­diya fikir û çapemeniyê ya di salên berê de hebû basko dike.

Ewil di 1971´ê de Cumhuriyet û Akşam her yekê 10 rojan û bi dû de jî Kovara Antê û rojnameyên Bugun û Sabah bi temamî hatin girtin û bi dehan rojnamevan û nivîskar ketin zîndanan û hatin sirgûnkirin.

Hilbijartinên sala 1973´an meha dehan, dibe destpêka hatina hikûmetên koalisyonê. Ewil hikûmeta Demîrel û piştre ya Ecewît- Erbekan, cardî Demirel, Sadi Irmak, Ecewit, Demirel û hwd. tên heta darbeya sala 1980´î.

Darbeya general Evren û salên xwênawî.

Salên 1981, 1982 , 1983´an girtina rojnamevanan êdî dibe bi sedan. 10´ê Çiriya 1983´an gelek madeyên ji qanûna sala 1950´î hatin guhertin, cezayê peran zêde bû. Li Kurdistanê giş cihana çapemeniyê kete destên waliyê herêmê.

Zora dewletê sal bi sal bi xurtbûna tevgerarizgrîxwazî re û destpêkirina şerê çekdarî re zêde bû, dewletê berê xezeba xwe li rojnamevanên Kurd û şoreşa Kurdistanê rastkir. Piştî sala 1990´î li pey hev bi dehan rojnamevanên kurd hatin kuştin.

Taybetmendiya vê qonaxê ew e ku êdî dewlet ne bi tenê bi xwe dike, digre, dikuje, belê dide kirin û kuştin jî.

Mudurê Rojnameya Politika Ali Ihsan Ozgur, Seroknivîskarê Rojnmameya OrtaDoğu Ismail Gerçekoz, Li Trabzonê rojna­mevan Muzafer Fevzioglu, muxabirê rojnameya Demokrat Recai Unal rojnamevanê navdar Abdi Ipekçi hinek bi beri­kan, hinek bi şikencê û hin jî bi awayê xeniqandinê têne kuştin. Ev dewre û çendsal, bi gelek aliyên xwe dişibe dewra Itihat û Terakkiyan.

Li gora lêkolînekê ku Hifzi Topuz kiriye û agehdariyên di kitêba xwe de dide, di nav salên 1980 û 1990´î de daweyên li dijê çapemeniyê hatine vekirin 2000´î derbas dikin. Di van salan de hejmara rojnamevan, nivîskar, hunermend û xwedî­weşanxaneyên hatine cezakirin zêdeyî 3000´î ne. 850 caran rojname, kovar û çapemeniyên corecor hatine qedexe kirin.

Li gora kovara Komela Rojnamevanên Hemdem, di nav salên 1992 û 1993´an de di dîroka çapemeniya 160 salan de salên herî tarî û bêbav in. Rojnamevanên mîna Çetin Emeç, Mûsa Anter, Turan Dursun, Ugur Mumcu, Izet Kezer û Mehmet Taner Kişlali hatin kuştin. Û ev kuştin û girtin heta îro jî hê nesekiniye. Di beşê li rojnamegeriya Kurdistana Bakur de em dê lîsteya rojnamevanên Kurd ku hatine kuştin pêşkêş bikin.

Beşê Duyem

Çavavêtinek û Çend Tesbît.

Me di beşê yekem de tecrûbe û azmûna xelk û welatên xwediyê rojnameyên ewil girte dest. Em ji Ewropa ketin rê û ber bi navçeya Rojhilata Navîn de hatin. Me çavek avêt rojnamgeriya serdema Osmanî û Komara Turkiye.

Di beşê duhem de jî em dê bi awayekî kurt rojnamgeriya kurd nîqaş bikin û di vê nîqaşê de wê fera giran di mêzênê de piştî perçebûna Kurdsitan bi giranî perçê Bakur be.

Li gora lêkolînekê ku ji aliyê M. Lewendî hatiye kirin (M.Lewendî Hîwa  27.04.2002-hej,52)

Li dora 1200 kovar, rojname û bultenên kurdî derketine. Helbet ev hejmar îro gelekî zêdetir e. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê hejmara rojname û kovaran çend qat bûye.

Li gora vê lêkolînê ji 1200 kovar, rojname û bultenên derke­tine nêzî 730 hebê wan ji alî partî û rêxistinan û 470 ên wan jî ji aliyê kesan hatine derxistin.

295 heb ji wan bi tenê bi kurdî ne, bi piranî, bi soranî, piştre bi kurmancî dawî bi dimilkî. Yên din bi Erebî, Tirkî, Farisî yan jî nîvenîv in.

Li vir rewşa zimanê kurdî û zimanê serdest di rojnamgeriya kurdî de jî derdikeve ber avan. Çima zimanê kurdî lewaz e, çima qels maye hinekî jî divê mirov li sebebên wê li vir bigere. Ev rastî ne ku îro yan van salên dawî çêbûye, ev gelekî ji kevin de heye. Helbet rola vê li ser fikirkirina bi kurdî jî heye, ne mikun e tunebe.

Nêzî 35 kovar û rojname jî bi zimanên din derketine. Wek Ingilîzî, Elmanî, Firensî, Siwêdî, Fînî û hwd..

Ji van kovar û rojnameyan li dora 630 hebên wan ilegal derketine. Îlegalîte jî pirsgirêkeke din ya rojnamgeriya kurdî ye, berdewam ev alî xurt e, serdest e. Ev hejmar di ser nêvî re ye. Serdestiya zimanên din hê îro jî ku deh sal in em ketine hezarsaal nû dewam dike.

Piraniya rojname û kovarên ji aliyê dewletê ve hatine girtin, yên Bakurê Kurdîstanê ne. Hema hema çi bigre ji % 96 ê wan ji teref dewletê hatine girtin, an jî di derheqê wan de meh­keme vebûne.

Piraniya rojnamevanên kurd li Kurdistana Bakur ji teref dewletê ve hatine kuştin.

Çend Rojnameyên rojane ev in: Birayetî (1974), Gundem, Polîtika, Kurdistanî Newe.

Kovar û rojnameyên herî demdirêj: Hewar (1932-1943), Gelawêj, (1939-1949), Berbang (1982), Armanc (1979-1997), Serxwebûn (1979-…), Riya Azadî (1975-….), Xebat, Kurdistan –PDK-Iran, Riya Teze.

Kovar an jî rojnameyên herî jiyankurt: Neynik (1943-Bêrûd), Bihar (Suriye), Berbanga (Kurdistan).

Rojname yan jî kovara herî zêde cih guhertiye (Kurdistan) e.

Kovar an rojnameya cara pêşî cih daye nivîsên bi dimilkî:

Hewar. (1932)

1.      Kovar an rojnameya ku cara ewil navê wê bi dimilkî ye. Roja Newe (1963-Stenbol.)

2.      Kovar an rojnameya ku cara ewil cih daye devoka Şêxbizinî, Çarçira (1986)

Çend nimûne ji rojname yan jî kovarên ku herî zêde ceza xwarine:

Ozgur Ulke, Ozgur Politika, Ozgur Gundem. Hersê jî li bakur in. Ev jî derdixe bê ka ji bo berdewamiyê çendî hewcedarî bi îmkanên maddî heye. Madiyat jî faktorekî berdewamiyê ye.

Kovar an rojnameya ku dewletên dagîrker herî zêde li him­berê wan suîkast kirine:

Ozgur Gundem, Ozgur politika. Li bakur in. Ev xwegirtina li himberê suîkastan û li himberê zextê jî faktorekî din e, ji bo berdewamiyê.

Kovar û rojnameyên ku di zîndanan de derketine. Li vir mohra girtiyên PKK´yî diyar e. Ev jî li Bakur e û di nav rêxistinên li bakur de rêxistina ev kiriye PKK´ye. Ev jî fak­toreke din û xweseriyeke din e, di rojnamgeriya kurdî de.

Ev ji her faktorî zêdetir nîşan û delîla biryardariya parastina berdewamiyê ye, merc çi dibin bila bibin, ne suîkast, ne bom­be, ne girtin, ne kuştin, ne cezayên peran, nikarin berdewa­miyê rawestînin. Ji bo vê îrade, rêxistin, pere, berxwedan hene.

Kovar an rojnameyên ku dewletên biyanî li kurdistanê der­xistine:

Aga w Rûdawî Hefteyî–Konsolosxaneya Emerîka li Bexdadê, Peyam, Têgihiştinî Rastî – Ingilîzan li Bexdadê derxistine.

Yekem kovara jinan: Huner (Bexdad-1958)

 

Rojnameyên ku di şikeftê de derketine:

Di zemanê Şêx Mehmûd de, ev jî israreke ji bo berdewamiyê û girîng e: Umêdî Istiqlal, Pêşkewtin.

Li gora welatan hejmara rojname û kovaran:

a.       Iraq û Kurdistana iraqê: 378

b.       Turkiye û Kurdistana Turkiye: 165

c.       İran û Kurdistana Iranê: 76

d.      Sûriye û kurdistana Sûriye. 97

Wekî din li dora 22 du welatên cihan û Ewropayê rojname û kovarên kurdî derketine çend welat :

Siwêd 139,

Elmanya 88,

Firensa  27,

USA 23,

Libnan 21,

Sovyet 13,

Holanda û Misir 11,

Yunan û Kanada 9.

Ji van kovar û rojnaman 8 heb ji bo zarokan in, 6 heb mîzahî ne, 7 heb yên jinan e, 17 heb îslamî ne, 7 heb di zîndanan de derketine li Kurdîstana Turkiye. Balkêşe yên zîndanan giş li Bakurê Kurdistanê ne. Ev jî radîkaltî û şoreşgeriya milîtan û siyesetmedarên bakur hinekî be jî derdixe meydanê.

Navê ku herî zêde hatiye bikaranîn:

Azadî 10,

Bang 4,

Ala 16,

Çiya 9,

Deng, Dengê, Dengî 78,

Demokrat, Demokrasî 7,

Gelawêj 9,

Hawar 9,

jîn ,Jiyan 22,

Kurdistan 22,

Newroz 5,

Şoreş-Şoreşa 7

Di nav salên 1908-1992´an de li bakur 135 kovar û rojname derketine.

Stenbol 39,

Enqera 23,

Amed 15,

Bajarên Kurdistan yên din 20.

Yên mayî li bajarên din yên turkiye derketine.

Encam: 100 li metrepolan, 35 li Kurdistanê

Hin kovar jî wek Rizgarî û Demokrat Gençlik hem li Stenbol û hem jî li Enqera derketine.

Li welatê me karên ciddî û dîrokî fedekariyê dixwazin, Ulke, Welat, Rewşen, O. Polîtîka giş karên ciddî ne. Ew avahiyên fikrî û avahiyên neteweyî ne, bi hesanî dijîn û li ser piyan dimînin.

Tehdît, kuştin û xetera girtinê, mîna daqokekî berdewam li ser serê mirov e, dewlet vê dibêje:

``Ez nabêjim weşan û çapemeniya xwe dernexin, hun mêr in derxin. Tu mêr î, fermo! Tu bi xwe bahwerî, biweşîne!`` Çar­çeweya fikra me, rojnamgeriya me, em dê çawa bifikirin, çendî û heta bi ku bifikirin, ji aliyê mekanzîmeya dewletê hatiye danîn ve. Ne bi tenê sansura civakî, olî heye, belê ya herî dijwar qedexeyîya dewletê ye.

Bi saya berxwedana gelê kurd û şoreşa li Bakurê welat çembera zordariya li ser zimanê kurdî û cihanbîniya zimanê kurdî dişike, derne û qul tê de vedibin.

Di qonaxekê de ku rojnamevaniya Turkiyeyê di nav qirêj û gemarê de avjeniyê dike, dilê xwe avêtiye ser sergo, mêjiyê xwe kiriye rehîne û giraw li emanetxaneyan, rojnamgeriya Kurd kategoriya helî bi cesaret e, ev jî ji bo rojnamgeriya Kurd serbilindayiyek e.

Li welatê me karên ciddî û dîrokî fedekariyê dixwazin, Ulke, Welat, Gundem, Rewşen, O. Polîtîka û bi dehan rojname û kovarên din giş karên ciddî ne û bi bedêleke giran derketine, bedêl jî girtin, lêdan, bi dehan şehadet, zîndan û sirgûnbûne.

Li gora em ji lêkolînên lêkolînerên xwe dixwînin û serwext dibin, piştî rojnameya Kurdîstan disekine ango ji sala 1902 an heta bi sala 1908 an çu weşaneke Kurdan derneketiye. Wa diyar e kovara Ictîhada Abdullah Cewdet mîna weşaneke kurdî hesab nabe, her çendî berpirsiyarê wê bi xwe Kurd e.

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta duhem, sala 1908 an rojname û kovarên kurdî jî derdikevin. Di nav salên 1908 û 1914´an de hejmarek kovar berçav dibin.

Salên nav şerê cihanê yê yekem cardî deng ji çapemenî û rojnamgeriya Kurdan dibire û ev jî salên nav 1914-1918´an e.

Sala 1918´an û bi taybetî jî piştî Mutarekeya Mondorosê gava ku deshelatdariya Tirkan qels dibe, Kurd dîsa dilebitin.

Em li vir bi awayekî vekirî û ji demên din jî vekiritir dibînin ku her dema di deshelatdariyê de valahiyek çêdibe û birêve­biriya navendî qels dibe, Kurd xwiya dibin, pêjin û dengê wan tê. Wekî din tune ne û ev e ya nekirkêriya Kurdan tê re xwiya dibe, ez va me, dibêje.

Di dîroka rojnamgeriya Kurdan de west û rawest zehf in. Gelek caran di vî cebhî de jî kurd terpilîne, bi dev ve çûne erdê û dev û diranên wan şikestine, zû bi zû biserxwe neha­tine. Bêdengiya herî dirêj di nav salên 1920´an û 1950´î de tê, mebest Bakurê welat e.

Piştî  rojnamegerî li Bakur bêdeng bûye di nav salên 1920-1950`î de bi kêmanî li Başûr 12 rojname û kovar, li Rojhilat 5-6 rojname û kovar û li Rojava jî 4-5 rojname û kovar derke­tine, gelo çendî hayê Bakur hebû ji wan, di vî babetî de belge û wesîqên berdest çend in, çi ne, hene, tune ne, ev jî lêkolînê dixwaze?

Sala 1973´an li Başûrê Kurdistanê biryar hatiye girtin ku 22´yê Nîsanê roja derketina yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistan bibe roja rojnamgeriya kurdî.

Rojnameya ewil û çend pêşfaktorên handar.

Çi gava gotin bê ser dîrok û rewşa rojnamgeriya Kurd, berî her tiştî rojnameya Kurdistan û gavên destpêkî yên rojna­megeriya kurdî tên bîra mirov. Ew hem yekemîn rojnameya kurdî ye û hem jî wek pîşe tovê rojnamegeriyê ew direşîne nav axa Kurdistanê.

Berî rojnameya Kurdistan derkeve li Kurdsitanê bi taybetî li Amedê, sala 1868´an bi qasî 30 rojname û kovaran derketine, belê giş lokal û navçeyî ne.

Herwiha li Xarpêtê jî ji sala 1883´an û bi vir de heta sala 1957´an 13 rojname û kovarên lokal û navçeyî derketine. Yek ji van Mamuretuleziz sala 1883 û 84´an, Şarq sala 1918´an, Firat sala 1920´an, Saveti Miliye û hwd. derketine. Belê ev wek rojname û kovarên kurdî hesab nabin.

Di nav wan rojname û kovaran de yên Asûrî û Ermeniyan jî hene. Dibe ku wek pêşefaktor bandêra van herdû navendan, Amed û Xarpêt û weşanên bi Ermenî û bi Asûrî çêbûbe li ser derçûna rojnameya Kurdistan. Ferhenga Yusuf Ziyaedin Paşa jî heye, ev jî Pêşfaktorekî din e.

Rojnameyên Firensî û Ingilîzî li bajarên mina Izmîr û Sten­bolê, yên bi zimanên gelên bindestên osmaniyan wek Asûrî û Ermenî li Kurdistan û li Tirkiye, ne mimkun e bala rewşenbî­rên Kurd nekişandibe û fikra çima em jî rojnamyekê dernexin hişyar nekiribe liba wan.

Li gora agehdariyên berdest, ya îro tê zanîn û pejirandin ew e ku rojnameya Kurdîstan ya yekemîn e. Ev wiha ye yan na, berî rojnameya wek zaroka ewil ketiye dîroka weşan û çape­meniya Kurd, rojname yan jî kovareke din bi kurdî derketiye yan na, em baş nizanin.

Damezrênerê Rojnameya Kurdistan Mîqdat Bedirxan di dest­pêkê de  xwestiye her 15 rojan carekê rojnameya xwe derxe. Rojname bi piranî bi kurdî ye. Tê de yekcaran hin gotarên bi zimanê Osmanî û Turkî jî hatine weşandin.

Dema rojname tê xwendin, xwiya dibe ku xeta wê siyasî û neteweyî ye. Ji ber nebûna derfetan cihê xwe guhertiye û di zik hev de 31 hejmar derxistine. Li Qahîre, di nav sînorên Osmaniyan de doza meşrûtiyetê kiriye. Li Ewropa hê radîkal­tir bûye.

Ji her hejmara wê li dora 2000 nusxe bê pere ji Kurdistanê re hatine şandin. Mîqdat Mîthat Bedirxan armanca derxistina rojnameya xwe bi van gotinan tîne ziman:

“Di nav tevahiya welatan de gel bi zimanê xwe dixwîne û dinivîsine. Ji ber vê yekê jî ew gel bi pêş dikevin. Û digihîjin heqê xwe. Em Kurd ewqas jêhatî ne, lê mixabin îmkan û mecal tune û xelk cahîl û nexwendî dimîne û ji bûyerên der­dora xwe û cihanê serwext nabe.

Bi izna Xwedê ji niha û pêde, ji her 15 rojan carekê, ezê roj­nameyê binivîsînim û min navê wê kiriye rojnameya ´Kur­distan´. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyarî û têgihiştinê bikim.

Li ku derê mirov fêr dibe û li ku derê xwendegeh dibistanên qenc hebin, ezê nîşanî Kurdan bikim. Li ku derê çi şer dibe û dewletên mezin çi çê dikin, çawa şer dikin û tîcaret çawa dibe, ezê qala hemûyan bikim. Heta niha kesekî rojnameyeke wuha nenivîsiye, ev rojnameya min ya pêşîn e, lewma dê gelek kêmanî hebin. Ez hêvî dikim hunê kêmaniyên rojnamê ji min re binivîsînin”.

Tevî vê yekê jî gotar û nivîsên tê de hatine weşandin em tê dighin ku ew ji bo gelek warên din jî weke çavkaniyeke pirr girîng e.Çi di warê wêje û folklorê de be, çi di warê siyasî û neteweyî de be û çi jî di warê civakî û dîrokî de be, erkên girîng hilgirtine ser milên xwe.

Li aliyekî başqetir jî ew bi naveroka xwe ji me re dibe alîkar ku em di derbarê gelek aliyên Kurdan ên destpêka sedsala 20´an de bibin xwedî agahiyên hêja.

Di her hejmara Kurdistan de, li ser siyaset, dîrok, çand, û civakê hem agehiyên bingehîn hene, hem jî ji bo pêşîbirîna kêmasiyên Kurdan nirxandin û bangên bi bandêr cih girtine.

Hem jî ji bo başkirina pêwendiyên Kurdan bi gelên din re nivîsên handar hatine weşandin. Bi taybetî ji bo gelê Ermenî.

Nivîs û gotarên rojnameya Kurdistan ji bo têgihiştina gelek hêlên siyasî û ronakbîriya Kurd ya dawiya sedsala 19`an û destpêka sedsala 20´an çavkaniyên girîng in. Berpirsiyarê rojnamê mirovê zemanê xwe ye. Dunya hatiye ku, ber bi ku de ketiye rê, rewşa Kurdan çi ye û ne çi ye, zane.

Serwextê misyona gava xwe û dîrokîya wê ye. Şik û goman tê de tune ku bîra siberojê dibe. Mirov di armanca rojnamê de û di formûlekirina wê de, dilxweşiya Mîqdadê gava ewil davêje, kevirê ewil yê avahiya neteweyî datîne, his dike. Ji rewşenbîrên welat û gelekî çi têne xwestin agehdar e, haya wî heye ji erkên pêşeng û rêberên neteweyî. Perwerde çendî girîng e, zanabûn û enformasyon çendî aso û perspektîvên mirov fireh dikin, zane.

Helbet pilanê xwe çendî aniye cih, çendî li gora di amancê de hatiye destnîşankirin pêra bûye, cihê nîqaşê ye. Heger mirov hejmaran li çar salan teqsîm bike, teqrîben dibe salê 8 hejmar. Li gora hesabê Mîqdat gerek salê 24 hejmar derketana ku hesab û jiyanê li hev bikiriba wê ne 31 hejmar belê di zikhev de bûbaya li dora 96 hejmaran. Bi hesabekî gilover ji sisiyan yekê amancê hatiye cih. Yanî di bin nîvî re.

Li aliyê din piştî rojname ji Qahîre derdikeve Ewropa gelo ew 2000 hebên ku tê gotin, têne birêkirin ji Kurdistan re, dighin cihê xwe yan na ? Ev jî binîqaş e û lêkolîneke deqîqtir dixwaze.

Mîqdat Bedirxan di hejmara 4´an ji Sultan re daxwazname­yekê dişîne. Tê de hêvî dike ku qedexeyîyên li ser rojnamê rake. Fêda vê çênabe, Evdilhemîd bi riya meqamên li Misrê li guhê Mîqdat dixe ku heger ew rojnamê nesekinîne û vene­gere Stenbolê, wê jê re xerab bikeve.

Ew dê wî ji meqamên Misrê bixwaze û wî bide girtin û bi darê zorê bîne Stenbolê. Sebeba çima Mîqdat dev ji rojna­meya xwe berdide û vedigere Stenbolê, çima Evdirehman rojnamê ji Misrê vediguhêze Ewropa heşkere dibe. Zoreke dualî heye. Stenbol û Misir bi hev re êrîş dikin. Ev êrîşa dualî rojnamê ji Misrê dipekîne Ewropa.

Pêwist e em çend gotinan jî li ser herdû birayên Bedirxanî ango Mithat û Evdirehman jî bêjin û cih û rola wan destnîşan bikin. Berî hertiştî em bêjin ku heger em carekê qerzdarê Mîqdat Bedirxan bin çend ewcaran jî em yê Evdirehman in.

Gava mirov Rojnameya Kurdistan li mêzêna berdewamiyê dike û ji riwanga vê pirsgirêka sereke, heldisengîne, rêkûpêkî, sedaqat û disiplîna wext û bendewariya çarçewê û naverokê bi mikemelî nabîne. Bi gotinên din ew plankirina mîna me li jor jî îşaret pêkir ku di hejmara yekemîn de hatiye diyarkirin, naye cih.

Cardî ji çîrok û serpêhatiya rojnameya Kurdistan jî em dibînin ku ji ewil û heta bi îro yek ji wan xisletên herî berçav yên rojnamgeriya kurdî ew e ku bêcih e, ne xwediyê navnîşa­neke seqamgîr û berdewam e. Mîna me li jor jî îşaret pê kir, cihguhertin, xebata nehênî û di bin erdê de, navnîşan û nav­guhertin û derketina li xerîbî û li sirgûnan, ne li Kurdistan û li biyanistanê, heta îro jî bi nisbetekê diyardeyek ji wan diyar­deyên serekî û stûnane ye ji bo rojnamgeriya kurdî.

Kurdistana Başûr van çend salên dawî ne tê de, ev tesbît û destnîşankirin ji bo giş perçên mayî bi vê derecê yan jî bi wê nisbetê derbasbar e. Rojnameya Serxwebûn jî di nav de ev ji bo bi dehan û belkî bisedan weşan, çapemenî û sazî wuha ye.

Ev ji ber şertên Kurdan in. Rojnamgeriya Kurd ne li welat ji diya xwe bûye, zarok û sebiya xerîbiyê ye. Li sirgûnan çêbûye, welat guhertine, bajar guhertine, çapxane guhertine, berpirsiyar û îmze guhertine.

Wek encam û gotina dawî divê ev bêne gotin ku heta niha hê jî çend hejmarên Kurdistan nexwiyane, heta demekê ev hejmar 10, 12, 17,18 û 19 bûn, niha çawa ye gelo?

Derhêner Miqdat e, belê berdewamkir Evdirehman e, ji 31 hejmaran, Evdirehman berpirsiyartiya 26 an dike. Hin xis­letên li ba Evdirehman hene wek berxwedanvaniyê li ba Mîqdad lewaz in.

Xurtî jî û qelsiya kovarê, herdû jî ji malbatbûyîna wê ye. Sebebên çima Mîqdat dev ji rojnamê berda vegeriyaye Sten­bolê û Evdirehman jî barkir Ewropa zext û dijwariyên dualî ne: Ev alî jî destdirêjiya Sultan li Misrê û li Stenbolê ye. Ji bo vê gotinên Evdirehman wuha ne:

„Te nehişt birayê min di milkê te de rojnama xwe derbixe, ez ji milkê te derdikevim. Heger armanc ji îşkencekirina birayê min ew be ku ez dev ji fikra xwe û vîna xwe berdim û bêm Stenbolê, ez bi Xwedê sond dixwum ku ev tedbîr, ji bilî zeximkirina vîn û sebata min ji tiştekî re xizmetê nake.``

Ew qebxo dixwîne.  Ev damareke saxlem û hêja ye, di rojna­mgerî û rewşenbîriya Kurdan de. Belê dawî çendî şoreşger dibe bila bibe, çendî bi biryar dibe bila bibe şexsek nikare rola rêxistinekê bilîze, barê rêxistinek nikare rake. Wuha jî bû, hêza Evdirehman jî heta bi cihekî bû û dema hat wî cihî li wir sekinî û rawestiya.

Helbet ji bo me zanabûn û kapasîteya Mîqdat xezneyek e, ji awura bîrbirî û hestê dîrokî de Miqdat mezin e, lê Evdi­rehman ji ber amadeyîya xwe û bedêla tiştên dîrokî dixwazin, ji Mîqdat hê jî mestir e. Dawî herdû jî şens û qubaleke baş in ji bo Kurdan.

Sala 1920´an û piştre:

Em careke din bibûr bînin ku ji vir û pêde rojnamgeriya kurdî jî ji ber perçebûna welat ew jî perçe dibe û ji van salan û pê de divê mirov hinekî perçe bi perçe têkeve pey şop, çarenûs û çîroka weşan û çapemeniya kurdî. Beş ê, em dê bigrin dest Bakur e.

Rojnamgeriya kurdî girêdayê rewşa Kurdan bigiştî, rewşa siyasî, rêxistinî û civakî xurt û qels dibe. Salên piştî 1920´an salên serberjêrbûna tevgerarizgrîxwazî, salên şikesti­na Kurdan, koçberî û sirgûnan e. Di van salan de deshelat­darên kevin û nû, harêmî û navneteweyî ku Kurdîstan di nav xwe de kirine çar perçe, dewletên neteweyî ava dikin. Ev dewlet li ser esasê nasnekirina Kurdan têne pê.   

Rewşenbîr û xwendayên Kurdan, nivîskar û rêvebirên weşan û çapemeniya kurdî bela dibin, hinek diterqin xerîbiyê, hinek hêza wan nagihê dewletên nû rûdinin, destên wan li noqa dewletan naye hev û ji ber vê jî gelek ji wan kevirên xwe di ber xwe re ber didin. Hundir û derve ji hev diqete, bi taybetî li Bakur dewlet heralî destên xwe dixe qirika Kurdan, çend raperîn û serhildanên li vir û li dera han jî pêjna wan tê, serkut dike.

Kurd heralî li Bakur careke din dikevin nav bêdengiyeke li dora 30 salan. Bêj hema heta sala 1950´î deng ji rojnamgeriya kurdî dibire. Di nav van salan de neqeb û valahiyek mezin heye. Li dora 30 salan li bakur rojnamgeriya Kurd radiweste, diqerime, stewr dibe.

Kadroyên kevin êdî ne sax in, beşê mayî pîr û kal in, beşek ji yên saxmayî jî ji dewletê re kar dikin û ji karên dewletê teqawîd bûne. Salên rojnamevantî dikirin di nav toz û tirabêl­ka zemên de xerq û noq bûne, çûne. Ma nin xatire û bîreweri­yeke ku naxwazin behs bikin. Hêvîşikestî ne, destên xwe ji wêbeya gelê Kurd şûştine, çu hêviyeke wan nemaye. Bahwe­riya bi Kurdan, bi serketina Kurdan wunda kirine.

Kovar û rojnameyên ku zemanekî derdiketin bûne mîna malê qeçax,  şahdebûnê li xewdiyê xwe didin û mane malzemeyên serêşê û lekeyên bimişkule. Niha piştî ewqas sal, di demekê de ku bi xêra tevgerargarîxwazî bayê Kurdan rabûye em bi zarwên hinan ji wan dihesin, wek kurê Mihrî Hîlav.

Ji sala 1920´an heta bi sala 1950´î Tirkiye fersend nedaye ku Kurd rojname û kovaran derxin.Belê ji vê salê û pê de mirov pêjna çend hewlên biçûk dike. Ev jî mohra Apê Mûsa Enter hildigrin. Rojnamgeriya Kurd careke din çavên xwe vedike û herçendî çend carên din jî his û pêjin jê dibire jî, belê bêdengî û kerrayî zêde najo, zêde dirêjnake û bi ketin û rabûn be jî heta bi zemanê me tê û bi salên 90´î û piştretir re berdewami­yê zeft dike. Tu li eslê wê binerî, mirov ji bo rojnamgeriya qonaxa piştî 1920´an divê bêje rojnamgeriya Mûsa Anter. Mûsa Anter mohra xwe li vê demê dide, ev qonax li Bakur mohra Mûsa hildigre.

Berçavtirîn xisletên vê qonaxê tektîkbûyîn e, saxtîkirin û destpelandin e. Di vê qonaxê de tetqîqkirin heye, ka wê dew­let çi bêje piştî bêdengiyek ewqas sal. Ka tehemula wê ji bo pirsên Kurd û Kurdsitanê herçendî ne bi navê xwe yê rast û vekirî û dîrekt be jî bi navê “Rojhilatê Tirkiye” be jî, ka tehe­mula dewletê ji bo pirsên Kurdan çend e, ji bo pîvandina vê ye. Bi taybetî di destpêka salên 46´an de bandêra damez­randina Komara Mehabad, hewa aştî û demokrasiya piştî şikestina faşîzmê û hewa demokrasiyê bi giştî xurt e.

Li vir hevdûteqilandineke dualî heye. Li Tirkiye sîstemê pirpartiyetî çê bûye, dijayetiya deshelatdarî û rejîmê yekpartî gurr bûye, muxalefeteke xurt bi rê de ye. Rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa ku van salan li Stenbolê ye, êdî têra xwe sitewayî û bitecrûbe ye, dest davêje rojnamgeriyê. Apê Mûsa di dere­ceya yekem de dixwaze nas bike ka dewlet çi dibêje. Di nav xebat û hewleke naskirina sînoran de ye. Sînor çine û mirov heta bi ku dikare here, ev tiştên ji bo demokrasiyê û azadiyê têne gotin çendî ciddî ne, gelo ji bo Kurdan wateyek wan heye yan na, îmkana mirov bi van sînoran bilîze, wan hinekî bi teniştan de dehf bide, cihê çûn û hatina xwe hinekî be jî fireh bike heye tuneye û Hwd.

Di nivîsên Apê Mûsa yên vê demê de zimanekî ezopî heye. Tişt ne bi navên rast û vekirî, rût û tazî,  belê nerasterasta û bi xap û çiv kurt û kin têne gotin, têne nivîsandin,. Em karin wek nimûne berhema Apê Mûa Kimil bibîr bînin. Li aliyekî din jî Mûsa dixwaze nas bike ka ji rewşenbîr û xwendayên Kurdan kî maye, kî hê heye, dilê kê hê lê dide, kî li ku ye û kî ji çi re bi kîjan nisbetê amade ye.

Carna libek zimanê kurdî, gotinek bi kurdî davêje nav çend rêzên bi tirkî, nav çend rûpel û peregrafan. Heger mirov li rojnamegeriya kurdî mîna dê û bavekî binere û rojname û kovaran jî mîna zarwên vê malbatê qebûl bike, zarwên ewil deshelatdar dikujin, nahêlin temenê wan mezin bibe. Yan bi destên xwe dikujin yan jî şert û mercên wuha çê dikin ku zarok bifetise, bixeniqe, ji nêza û ji bêxwedîtî bimre. Rewşa rojnameya Kurdistan, rojname û kovarên mîna Rojî Kurd, Jîn, wext nabînin bi seridin, mezin bibin û deh sal û bistsalan bikin.

Şark Mecmuasi

Sala derketina rojnamê 1950 ye, cihê lê derdikeve Stenbol e. Xwediyê kovarê yê karûbarê nivîsandinê dike, Mûsa Anter e, bi navekî din Şêxmûs Elmas e. Armanca sereke ya kovarê; “pêşdebirina herêmên ihmalkirî yên welêt” e, li ser navê kovarê ev îbare heye: “siyasîbûn, civakîbûn û serbixwebûn“ a kovarê armanca kovarê jî bi awayê “pêşdebirina herêmên îhmalkirî yên welêt” muşexexestir dibe.

Di herdû kovarên Mûsa Anter de jî siyaset û serbixwebûn peyvên navendî ne. Mebest ji vê jî ji partiyên resmî serbixwe­bûn e, ne ku bêalî ye. Cara ewil Mûsa sergirtî be jî gaveke din davêje û balê dikşîne ser ferq û cihêyîya di nav Turkiye û Kurdistanê de, bale dikşîne ser newekheviya heye, ser cihên îhmalkirî. Ev peyva han ya siyasî bi taybetî ji aliyê Mûsa bi dengê bilind tê gotin. Rojnameyên din jî piştre vê peyvê digrin.

Rojnamgeriya piştî salên 1948´an mohra Mûsa hildigre û Mûsa ye yê ku ji rojnamegeriya siyasî re li Bakur piştî salên 1920´an pêşengiyê dike û peyv û îbareya rojnamgeriya siyasî dike tişteke navendî, navnîşaneke nû. Di rojnameya ``Şarkin Sesî ``de hejmara nivîskaran bi şêweyek pirr xwiya zêde dibe. Mirovên dinivîsînin agehdarên rewşa siyasî û civakî ne. Xebera wan ji rewşa xelkê, pirs û pirsgirêkên civatê, îdareya birêvebiriya dewlet û hikûmetê baş heye.

Mûsa di du rojnameyên ewil yên salên 1948 û 1950´î de mîna me îşaretpêkir hinekî dewletê diceribîne, rewşê û riya dê li ser bimeşe saxtî dike, dike pirek ji xebatên piştre re. Nerm, bi tedbîr dest pê dike, ew dizane çi girîng e. Ew jî şikenandina bêdengiyê ye. Ku ev bû, jê û pê de xwedê mezin e, heger hebe û mabin xalçê û bavçê dê derkevin, dê bêjin em jî van e. Bi awayekî saxtîkirina Kurdan bû jî ev, hewleke girtina bersiva pirsa gelo kes nemaye bû.

Mûsa û hevalên pêre, Mirovên dinivîsînin, agehdarên rewşa siyasî û civakî ne, hayê wan ji pirs û pirsgirêkên civatê û birêveberiya dewlet û hikûmetê baş heye. Gava siyasî ku bi “Dicle Kaynagi” hatiye avêtin mişexestir dibe, çarçewe û dabaşa berhimbêzkirinê hinekî din zelaltir dibe.

Ileri Yurt

Sala jidayikbûna Ilerî Yurt jî 1958 e. Bajar Amed e. „yekşem ne tê de, her roj derdikeve, rojnameyek siyasî ye, di heftê de 6 rojan derdikeve, bêj hema rojnameya rojane ye, ev girîng e, ev gava herî mezin e. Berî rojnameya Gundemê derkeve Îbareya ”siyasî” mîna giş rojnameyên din yên Mûsa ji bo vê hejmarê û yên piştî xwe jî bêj hema standard de.

Apê Mûsa vê îbarê hişmendane, bipilan û fikir dike siloganê rojnamê û li cihê herî diyar bicih dike. Ev îbare di rojname­yên ku ji aliyê Mûsa têne derxistin de qet naye guhertin. Di Ilerî Yurt de bi zelaliyeke hêjayê gotinê ye û ji heta niha gelekî cihê, sebebên derxistina rojnamê û hewcedariya pê hatiye hejmartin û rêzkirin:

  1. Bûyerên ku li Rojhilatê dibin, di rojname û kovarên Stenbol û Enqera de cih nagrin.
  2. Karmendên ku li Rojhilatê ne, divê ku bêhtir kar bikin, fidakartir bin.
  3. Her partiyeke siyasî li Tirkiye mîna şîrketeke adî  û bêteşe ya bazirganiyê ye.
  4. Rojhilat hewcedarê xwendinê ye.

Ev hem xaleke ji xalên serekî ye û hem jî wek nivîs jî ji aliyê Apê Mûsa ve hatiye nivîsandin. Mûsa ku piştî deh sal di ser yekemîn rojnameya wî Dicle Kaynagi re derbas dibin, vê carê dibe motor û mêjiyê Ilerî Yurt li Amedê. Hejmarek xal hene ku divê bala xwendevanan bikşînin ser. Lewra ji awura rojnamevaniyê û xweseriyê hêjayê gotinê ne.

Divê em yeke din jî li tiştên me gotin zêde bikin ku ew jî ew e ku li vir tiştê nû derxistina rojnamê, ne li Stenbolê, belê li Amedê û bêj hema her roj e. Rojname li paytextê Kurdan derdikeve. Cardî îbara rojnamê „rojnameyeke siyasî ye“ û ev jî li cihê helî berçav û sabît e. Gaveke din tê avêtin. Lewra êdî li pey Apê Mûsa tecrûbe û ezmûnek çend hewlên berê hene.

Sebebên derketina rojnamê di çar xalan de têne rêzkirin. Ev xal tiştên nû dibêjin û vekirîtir mesaja xwe didin. Di hinek rojnameyan de tiştekî ku di yên berê de tune hene. Van rojnameyan em bi taybetî hildibijêrin.

Di rojnameya Ilerî Yurt de cara ewil bi awayekî bi serûber rojnamgeriya resmî, Tirk û yekalî bi xurtî, bi zimanekî giran û radîkal tê rexnekirin û pêwistiya bi rojname û rojnamege­riyeke alternatîv tê formûlekirin. Ev jî fikra alternatîva rojna­mevanî û siyasî ye. Rojname, memûr û karmendên dewletê, partiyên siyasî rexne dike.

Rexnekirina partiyên siyasî bi xurtî heye. Û tê gotin ku ferqa wan ji şîrketên bazirganî nemaye. Li vir fikra alternatîveke siyasî heye. Ne vekirî be jî hewcedariya bi partiyeke ku berje­wendên Kurdan li ber çavan bigre û vî alî ji bo xwe bike mer­keza mijûlahî û pêdaketinê tê hiskirin. Yanî tovê hem fikra rojnamevaniyeke alternatîv û hem jî siyasî dikeve erda welat. Cara ewil piştî qonaxa berî bîstan çend hewlên hûr li aliyekî bêne danîn, di rojnameyekê de bi kurdî cara ewil tê nivî­sandin û ev nivîsandin dibe dabaşa êrîşan li her aliyê Tirkiye û ewçendî deng dide.

Bi “Ileri Yurt“ re tevgera xwendevanên Kurd, rewşenbîrên Kurd dilebitin, li aliyekî pirsgirêka Kurdan aktûel dibe û li aliyê din kemalîzma corecor hêrs dike. Cara ewil piştî şoreşa Dêrsim çapemenî û rojnamgeriya Tirk serê xwe ewçendî bi mesela Kurdan re dêşîne û xwe pê mijûl dike. Piştî ewqas sal careke din dewlet ji Kurdan hesaban dike û berê xwe dide rewşenbîrên Kurd.

Sala 1959´an „Gurûbê 49 kesî“ tê girtin, ku li serê wan Apê Mûsa xwedî û berpirsiyarê çend weşananên heta wê rojê ye.

Rewşenbîrên dikevin zîndanê ji her aliyên welat in. Ev xurti­yek e. Li vir divê mirov navê Emîn Batû bibîr bîne. Di dîroka rewşenbîriya Kurd de cihê Emîn Batu, Dr. Şivan, Mezlûm Dogan, Wedat Aydin, Mûsa Anter xwiya û diyar e. Emîn di hucreyên zîndanê de bi xwînê wiha dinivîsîne :

„Ez mirineke bi rûmet nadim bi jiyaneke di nav bexçên koletiyê de.“

Siyasîkirina rojnagmeriya kurdî, hewleke dînamîk û xwedî­helwest e, perwerdekir û organîzekir e. Ji ber ku siyaset organîze dike, helwest dide, angajebûyînê han dide. Û ev jî di nav Kurdan de pirr tê xwestin û demeke dirêj e li bendeyî bicihhatina xwe ye.

Rojnamegeriya yekzimanî bi Komara Dewleta Tirk re sal bi sal serdestir bûye. Rejîmê kemalîstî duzimantî û bi taybetî kurdî ji binî de sekinandiye, ne mikun e, qebûl bike. Apê Mûsa vê zane û cara ewil bi “Ileri Yurt” teqrîben piştî 10 salan hewil dide vê bişkîne û ne ku bi kurdî dinivîsîne belê peyvên kurdî direşîne nav Tirkî.

Ewil rojnameyeke ku Kurd berpirsiyarê wê bin, Kurd tê de binivîsînin ev ne tiştekî biçûk e, wê rojê. Şikenandina qonaxa yekzimanî û bi çend gotinan be, bi çend gotinên di nav bihezaran gotinên Tirkî de be jî, qonaxa duzimanî bi rojna­meyên Mûsa Anter dest pê dike. Apê Mûsa bêdengiya salan dişkîne, qul dike, derne û neqeban tê de vedike.

Nivîskar kêm in. Amedî, Av. Baki Tekin, D.r Karahan, Hamid Fendoglu. A Şîrvan, Çend nav in, çend îmze ne ku çavên mirov li wan dikeve.

Rojnamevaniya Salên 60´î:

Rojnamgeriya salên 1960´î bi giranî bi navê bajar, navçe, yan jî çiyayekî ji çiyayên welat derdikevin. Yekcarî û minasebet in, derhêner û handerên wan komelên kulturî, komelên li metrepolên mîna Enqera û Stenbolê ne, xwendevanên zanîn­gehan li pey wan in, cihê belakirina wan jî der û dora zanîn­gehan, xwaringeh û cihên xwendevan in. Ev hinekî jî hewla xwe îspatkirinê ye. Ev şêwekê birkêyeke ne neyênî, belê erênî ye.

Çi ne ev rojname?

Dengê Silwan, Keko (siwêrek), Kurmişkan, Çira (Diyarbekir) , Kultur (Siwêrek), Hinistan Sesler, Miya Farqîn, Karakoçan, Diriliş, Mardîn Sesî, Dengê Sêreg, Mezra Botan, Şêresiyar (D. Beyazit), Gumgum, Adiyeman, Bazalt kent.

Bariş Dunyasi

Sala ji dayikbûna Bariş Dunyasi 1962 ye. Kovar ya yekî Tirk e. Belê ji bo meqale û nivîsên Kurdan jî cih dide. Ji Mûsa Anter pêve, Dogan Kiliç Şêxhesenanli, Evdirehman Efem Dolak, Kemal Badili, Huseyin Sagniç, Behrî Koçkaya jî di nav nivîskarên wê de ne.

Weşan û çapemeniya çend salan berî Bariş Dunyasi ji salên berî 60´î wek rojnameya Mûsa Anter Ilerî Yurt, girtina gurû­ba 49 kesî û tevgera xwendevan û rewşenbîrên Kurd bi giştî careke din mesela Kurdan aktuel dike. Çapemenî û rojname­geriya Tirk cara ewil piştî şoreşên Dêrsimê, piştî bêpêjniyeke dirêj, serê xwe bi mesela Kurdan dêşîne û xwe mijûl dike.

Li aliyê din li Tirkiye jî bi taybetî salên 1960´î hinekî jî di bin bandêra guhertinên piştî kodeta 1960´î de, rojnamgeriyeke ku ji awur û ruwangeyeke cihêtir, awureke hinekî mirovheztir û objektîftir li rewşa Kurdan, Rojhilatê Tirkiye dinere çêdibe. Heger pêwist be mirov di vî alî de çend nimûneyan bide. Divê mirov navên  Bariş Dunyasi, Kovara Yon û Kovara Antê bide.

Cara ewil weşaneke Tirk û xwedîtirk wuha bi tolerans e, ji bo nivîsên Kurdan û li ser Kurdan.

Aliyekî din yên rojnamgeriya salên paş 1960´î ew e ku di nav kadroyên nivîskarên aktîv de Kurdên li sirgûnan, derketî û penaber jî hene. Nûreddîn Dêrsimî ji Helebê bi navê (Amanca Însanî“ gotarekê ji Bariş Dunyasi re dişîne. Di nav nivîskarên Bariş Dunyasi da navê Apê Osman Sebrî jî hebû  ku ji salên 1929´an û bi vir de li Başûrê Rojava bû.

Ev gotar yan jî nameya Nûreddîn Dêrsimî di hejmara 7´an ya Bariş Dunyasi de hatiye weşandin. Ji vê nivîsê em agehdar dibin ku xebera rewşenbîrên Kurd li hundir û li derve ji hev çêbûye û têkiliyên wan bi hev re hebûne. Ev meqale û name­yên di nav wan de, di nav hundir û derve de diçin û tên nîşa­nên wê ne. Herwuha ji helbesta ku Osman Sebri ji bo Dicle û Firat nivîsiye jî mirov kare bibe xwedî fikrekê li ser van têkiliyan.

Helbet li vir di serê mirov de hinek pirsên wiha jî pêde dibin: Gelo çendî hayê dewletê ji naveroka kovarê heye, yan jî xwediyê kovarê bi xwe çendî agehdare li ser kesekî mîna nivîskarê banga xortan Nûreddin Dêrsimî, yan jî Apê Osman Sebrî ku bi dehsalan şerê dewletê kirine, ketine zîndanên dewletê û ji sirgûnan cebhekî bênavcî li dijê dewletê vekirine. Gelo ev bê haydariya dewletê ye, mirov divê li ser bifikire, gelo dewlet dixwaze nas bike ka kî maye ji Kurdan, kî nemaye, kî li ku ye? Û hwd.

Dicle-Firat

Xwedî û mirovê karûbarê nivîsan îdare dike Edîb Karahan e. Bi tenê 8 hejmar derketiye. Roja 06.06 1963´an Edîb Karahan bi 22 kesan re tê girtin, kovar jî disekine, kovar jî dibe dîrok. Nivîskarên wê, Edîb Kara han, Dr Said Kırmızıtoprak, Mûsa  Anter. Halit Nazmi Balkaş, Ahmet Botanli, Yaşar Kaya, Isa Şans, Reşo ji Kiziltepe, Fego Teyri, Rehşan / Mûsa wek seydayê gerok bi çend navan dinivîsîne/. Ji van kesan pêve helbest, nivîs û nameyên van kesan jî hene: Necmettin Denkdemir, Mehmet Emin Ceviz, Mehmet Şanlier, Huseyin Sagniç, Nuri Nursoz /Cihanbeylî Konya, Himet Şengur, Turanli, F.Celadet, Ismet Kiliç, Selahetin Gimgim, Seyid Mihemed Yuce, Bahri Koçkaya, Hasan Seyhanlioglu, Ekrem Yusufoglu, Fewzi Yıldırım, Ihsani, Dilbirîn, Muslum Açikgoz, Bextreş.

Di nav navên li jor de nav û Nivîskarên heta îro yan jî heta mirina xwe jî xebat dikin hene. Wek Mûsa Anter, Edîb Karahan, Dr.Şivan, Yaşar Kaya, Huseyin Sagniç, Ihsanî, Dilbirîn û Hwd. Hejmara dinivîsîne zêde ye, bêj hema bi qasî rojnameya Jînê qelebalix e. Êdî qonax bi qonax hejmara nivîskaran zêde dibe û salên êdî rojnamgeriya kevin û nû dikeve ser hev û careke din merc çi dibin bila bibin ji hev qut nabe, nêzîk dibe.

Gava Dicle –Firat derdikeve ango sala 1962´an, êdî ne bi tenê atmosfera siyasî hinekî bikeystir û libartir e, belê rojname­geriya Kurdan jî ne bêpişte û ne di noqta sifrê de ye.

a.       Rojnamegeriya Kurd jî êdî ne bêpişt û ne bêbingeh e. Bi kêmanî 14-15 sal hene li pey, hejmarek nimûneyên berdest hene.

b.      Nivîskar û rojnamevan çêbûne. Rojnameyên mîna Dicle Kaynagi 1948, Şark Mecmuasi, Şarkin Sesî, Ileri Yurt û  hin rojnameyên bi navên bajarên Kurdistanê hene. Hestê neteweyî lipêştir e. Ev tê wateya hejma­rek nivîskar û kesên bi vî rengî yan bi rengê din rojna­mevan in. Hejmarek rewşenbîr û xwendevan hatine girtin ji zîndanê derketine. Berzanî vegeriyaye Kurdistan û Li Başûrê welat şerê çekdarî li dar e.

c.       Têkiliya di nav rewşenbîrên welat û derveyî welat de, li vî alî û li wî aliyê sînor germtir e, bi toftir e, hayê aliyan zêdetir ji hev heye, çûn û hatin zêdetir e.  Şêwir û diyalog kêm û di nav hejmarek biçûk de be jî heye, dest pêkiriye, rih û can hatiye pê.

d.      Pêwistî û hewcedarî bi weşaneke neteweyîtir, xurtir û firehhimbêztir heye, vê bersivê jî Dicle-Firat dixwaze bide. Pêşengiya vî karî jî Edîb Karahan dike.

e.       Nivîskarên Dicle- Firatê qelemxurtên dema xwe ne. Kapasîteteyên bikêr û mirovên tu bêje ev û ne ev in. Gelek ji wan heta bi mirin, kuştin û şehîdbûna xwe jî di şaxên siyasî, rewşenbîrî û muxalif de şer dikin bi pênûsa xwe, bi zmanê xwe xizmetê dikin û hin jî ji wan jî mîna Yaşar Kaya, Mûsa Anter û Dr. Şivan dibin mirovên derece yek di partiyên xwe de, di nav avahî û saziyên neteweyî de, di parlamentoyên Kurdistan de.

Dicle-Firat, Hewleke ciddî ye ji bo çêkirina mêjiyekî nete­weyî, alternatîv û cihanbîniyeke neteweyî. Bi nisbet salên buhurî gaveke bi şuûrtir, fikirlêkirîtir, zelaltir û têra xwe siyasî ye.

Mirov dikare van rastiyan bêcih ji nîqaşê re bihêle bixwîne:

“karê pêşîn ku rojnamê daye ser milê xwe, xebata pêşde­xistina aborî û kulturî ya Rojhilatê ye. Herwuha dixwaze hemû dijayetiyên bîrûbahwerî hel bike, daxe pilanê duhem û yekîtiya wan pêk bîne“

Di rojnamê de em van rêzan dixwînin ku bi stratejiyeke nete­weyî hatine hûnandin:

„Rojnama me, ji kîjan tebeqeya civakî /esnaf, tucar, axa, pale, karker/ dibe bila bibe, ji herkesê Rojhelatî re û ji ciwanan re vekirî ye. Bi şertê ku ew kes bi dil û can tereftarê pêşde­çûyîna rojhilatê be“.

„Ev rojname, dê siyaseta partiyan nemeşîne û dê li himber hemû partiyan objektîf û bêteref be. Lê divê ev yeka jî bête zanîn ku bêterefî û objektîfî ne ew e ku mirov li himber tev­ger û dîtinên partiyên pêşverû û paşverû pasîv bimîne“

„Rojnama me, dê piştgiriya têkoşîna rakirina wan qanûnan bike ku li gora bahweriya me sebebê pêşdeneçûna Rojhilatê ne“

Li vir ji „piştgiriya Rojhilat“ mebest, Kurdistan e. Rojname ne, rojnameya tebeqeyekî ya her Kurdê neteweyî ye. Ji awura kadro jî fireh û xurt e. Kadroyeke fireh û biazmûn û ji her aliyê Bakur û Enedolê heye .Tiştekî din girîngiya lêkolînê ye. Ji bo lêkolîna folklorê komîteyek hatiye çêkirin.

Di nav kadroyên wê de Kurdên Enedola Navîn jî hene. Hayê Kurdên welat û li Enedolê bi nisbeteke kêm be jî ji hev çêbû­ye. Weşan hinekî din berê xwe firehtir dike, dîwarên çarçe­weya xwe hinekî din ber bi derve de dehf dide. Komîteyên li ser kultur û folklorê kar bikin, lêger û lêkolînan çêbikin hatine avakirin. Huseyin Sagniç yek ji endamên vê komîtê ye.

Rojnamgeriya Kurd ji vir û pêde hewil dide çarçeweya xebat û çalakiya xwe firehtir bike û kontirola vê çarçewê hinekî din ji destên dewletê derbixe, ango bixwe bibe xwedîgotin. Her wuha Dicle-Firat dixwaze dilmaniya di nav rewşenbîrên Kurd de heye rake. Şêweaştiyekê çêbike, bibe pirr û navnîşanek hevbeş, bibe platformeke neteweyî, welathezî û welatpa­rêzîyê.

Azadiyê demokrasiyê û çapemeniyê cihên girîng digrin. Pîva­nên moralî yên hevbeş ji bo giş neteweyan, sinif û cinsan di serê rojevê de ne. Li vir aliyekî xurt yê humanîstî jî xwe dide hiskirin. Mirov li vir wîjdanê civakî dibîne, pêjneke wuha jî heye.

Dicle-Firat weşan û çapemeniya Tirk hişyar û îkaz dike û vî helwestê xwe bi tesbîta ku „Rojnamevaniya tirk gelê Kurd wunda kiriye“ ,ji dewletê jî dewlettir bûye, tehrîkar, şove­nîzmhandar û navtêder e. Bi vî awayî dawiya xwe jî tîne. Ne bi gotinên wê rojê, belê bi gotinên Beşîkçî ku salên piştretir hate formûlekirin, rojnamevaniya Tirk bûye şûbeyek MIT ê.

Kovara Deng:

Sala ji dayikbûna Dengê 1963 û cih Stenbol e, *mehê carekê derdikeve, kovareke siyasî ye, komelayî û zanendiye.* Xwedî, Ergun Koyuncu, Midûrê jêpirs Yaşar Kaya ye. Di hejmara duhemîn de Midurê Jêpirs Celal Ergun e. Mudurê çapkirina tevayî Medet Serhet e.

Çend îmzeyên kovarê wuha ne: Aslanoglu /çend stranên folklorî û gelêrî bêîmze/ Ahmet Kemal, Mûsa Anter, Raşan, Turgut Boran, Mehmet Tirim, Niyazi Okaygun, Isa Şans, Ismet Nizami, Halim Yagcioglu, Kemal Badili. M.U, Nameyên xwendevanan îmzeyên Bahri Koçkaya, Safet Aykut, Seyfedin Kurdi, M. Zade, Salih Akgul, Haci Ali Bucak hene.

Nav cara ewil dibe kurdî, navê kovarê Deng e, ev cihêbûnek e, gaveke din e, destpêka xweîfadekirin, xweheşkeretirkirine­ke rojnamgeriya Kurd û siyasiyên Kurd e. Rojnamgeriya Kurd, cihêyîya xwe, bi navê xwe û rastiya xwe ya sosyolojîk, etnîkî û zimanî qise dike, vê rasterastir dike, radighîne.

Di bin navê kovarê de bi tirkî “ Dengê Rojhilatê” hatiye nivîsandin û tê xwendin. Kovar bi vî awayî niwênerayetiya xwe û kesên bi navê wan jî daxive diyar dike û cihê berê wê li wan e jî, binav dike.

Di eniya kovarê de jî bi şêweyekî bala mirov dikşîne û mirov dide fikirandin û ne mimkun e, çav nebînin, lê nekevin, bi şêweyekî ku di nerîn û awura ewil de li ber çavên mirov bikeve, kesên xîtabkirinê û çarçewa xîtabkirinê bi kurdî û nivîseke bedew, di nav herdû burh û çavên rojnamê de “Hêviya Rojhilat” hatiye nivîsandin. Ev giş ne tesadufî çêbûne û giş bi mebest û bi meqsed in, mesaj in, sebebeke wan yan lê fikirilêkirî heye. Deng bi aliyekî xwe dirêjayî û berdewama rojnameyên berî xwe ye, dewama Dicle –Firat e.

Edîb Karahan hatiye girtin, niha di bin berpirsiyartiya Yaşar Kaya de Deng derdikeve. Û niha Yaşar Kaya daketiye mey­danê, dibe xeleka piştretir û di berdewamiyê de. Li vir pêjna hestekî berdewamiyê heye, tê kirin, êdî ala rojnamegeriya kurdî gerek careke din nekeve erdê. Dara berdewamiyê bi kovara Dengê û Dicle-Firat bi ser axê dikeve ango bizrê berdewamiyê bi van herdû kovaran şîn tê.

Em nizanin, Deng piştî girtina Dicle-Firat derketiye yan li ber girtina wê derketiye. Rastiya hûr û bi teferûat çi dibe bila bibe, tiştek xwiyaye ku êdî gavên ewil ber bi berdewamiyê de ketine rê.

Piştî 1990`î jî hin xetên siyasî gava bi vî navî ango bi navê Dengê kovarekê derdixin ev bi xwe jî bi şêweyekî din û ji ruwangeyek din jî be, li ser asta navdomandin û navjiyandinê be jî, hewleke berdewamiyê ye.

Nûbûn û xweseriyeke din ew e ku Deng bi kurdî û bi tirkî ye. Kadroyê kurdî jî Apê Mûsa ye bi piranî. Ev yekdestî û mono­polê nivîsandina bi kurdî demeke dirêj di destê Apê Mûsa de ma, ev jî faktoreke çima nivîskarên bi kurdî dinivîsînin heta salên dawî jî bi nisbet bajarên din zêdetir ji Mêrdîn û bi tay­betî ji Nisêbîn, Qoserê derketine. Agahdariyên li ser birêve­birî û berpirsiyartiya kovarê bi kurdî û tirkî bi herdû zimanan e.

Di “armanca me “de bêj hema giş meqale li ser rewşa zimanê kurdî û giringiya ziman e. Cara ewil piştî kovarên berî salên 1920´an nivîskar û rojnamegerên Kurd wuha bi ser û ber zimanê zikmakî dikin serê lîsteyê û jê re xwedîtiyê dikin. Deng di nav rojname û mecmûayên me de rêyeke nu- teze- vedike, ew jî bi zimanê kurdî nivîsandin e.

“Armanca Dengê, dermankirina kul û derdên Rojhilat e. Deng dengê we ye, per û baskê Dengê hun in, Deng ê bi dengê we bilind bibe”. Çend  rêz in ji naveroka kovarê.

Deng û nivîsandina bi kurdî cardî bahozekê radike û cardî dadgeh û mehkemeyên dewletê dikevin kar. Rojnameya Mili­yet wuha dinivîsîne: „kesên ku bi kurdî rojnameyan diweşînin li himber dadgehêne.„

Rojnamemevan û xwendayên kurd, zimanê kurdî bi bihayê girtin û dijwariyan jî be ewil bi rengê çend gotinên di nav tirkî de û piştre bi şêweyên meqaleyên xwerû bi kurdî dixin nav rojnamevaniyê. Ev îro biçûk bixwuye jî ji bo wê rojê serketinek e. Ev nîşana nisbetek hişyariya neteweyî, biryar­darî û amadeyîya ji nelibarî û astengên li ser rê ne.

Roja Newe:

Sala ku Yaşar Kaya û hejmarek reweşbnîrên kurd Deng derdixin bi navê „Roja Newê“ kovareke din bi kurdî û tirkî dikeve jiyanê. Xweseriya Roja Newê û sebeba ku em dê hinekî li ser bisekinin ew e ku ne bi tenê cih daye kurdî, belê ew e ku cara ewil ev rojname cih dide zaravayê kirdkî jî.

Xwediyê rojnamê Dogan Kiliç Sihhesanli ye. Roja Newê ji awura naverokê jî dewlemend û xurt e û bi cesareteke vekirî behsa zordariya jendirman û dewletê dike, bi xurtî li dijê dewletê ye.

Sala 1963´an ne her bi tenê burhan û berjengên berdewamî û avakirina bihevreyî û yekîtiyan xurtir e, her wiha ji vê û pê de hewleke diyar heye ji bo rakirina xîlafên di nav rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd de ku di dema li zîndanê de bûbûn dualî. Dicle û Firata Edîb Karahan, li aliyê din bi dû de yan li ber dawiya wê Deng û di heman salê de amadeyîyên Ziya Şerefxanoglu ji bo derxistina kovara Riya Rast jî çend hewlên vê qonaxê ne.

Sala 1962-1963´an du hewil û du damar bi hev re hene. Hewla yekîtî û berdewamiyê û ya pêşbirka di nav rêbaz û bernameyên siyasî û kî bibe warisê mîrasa kê û kî çilo û çawa bimeşe. Di serê alî û baskên vê qonaxê de Mûsa Anter û Ziya Şerefxanoglu hene.

Dr. Şivan jî berçav dibe, piştre Kemal Burkay jî ji sala 1967´an û pêde dikeve nav vê hofkê, li vê navê Ahmet Kotan û piştre jî Mumtaz û Orhan  Kotan jî zêde dibin û tên salên 70 î. Di vê qonaxa paş 1960 ´î bitaybetî Yaşar Kaya xwe dikşîne pêş û xwedîidiaye.

Birêveçûn û gavavêtin pêvajoyeke wuha dikudîne: Ewil ji bo Kurdistanê bikaranîna gotina Rojhilat, piştre di nav Tirkî de reşandina hin gotinên bi kurdî û dawî nivîsên bi kurdî. Ev e, rê û qonaxên 15-20 salên heta bi sala 1963´an û kêm zêde destpêka 1970´î.

Ev stratejî û siyaseteke pişta xwe dide plan û projeyeke fikirlêkirî, gav piştî gava din tê. Salên nav 1963-1966´an çend hewlên biçûk û yekbajarî, biçûk, mezin, demkurt yan jî dirêjtir hene. Her hewil kesekî yan çend kesan derdixe pêş. Wek nimûne, Çira Kemal Burkay derdixîne, xwedî û berpir­siyar Kemal Burkay e, ziman, hewa, naverok çep e, termînoljî û edebiyata çep xwedîmohr e.

Yeni Akiş:

Ev rojname li Enqerê derdikeve, sala jidayikbûna wê 1966 e, li ser hev 4 hejmar derketine. „Kovara fikrî ya mehane ye“ xwedî û berpirsiyarê wê Mehmet Ali Aslan e. Sala 1987´an 22´ê Tebaxê di hevpeyvîneke xwe de M. A. Aslan, ji bo Yenî Akişê van gotinan dibêje:

„Di sala 1966´an de di nava me û hevalan de nîqaşek hebû. Bi giştî dihatin gotin ku meriv nikare mesela Kurdan bi awayekî legal/eşkere/ nîqaş bike. Min bi xwe tam eksa wê digot. Divê me biceribanda. Min bi navê Yeni Akiş kovarek derxist. Ji ber ku min ceza dabû ber çavê xwe, êdî ji bo min tu sînorek nemabû. Û cara pêşîn li Turkiyê mesela gelan bi her awayê xwe hat raberkirin. Me heta hejmara çaran kovar derxist, di hejmara pêncan de ez hatim girtin û kovar jî nema derket.”

Yeni Akiş li ser şopa Çira ye. Bi gotinên din Yeni Akiş Çiraya piştî salekê ango ya sala 1966´an e. Berpirsiyarê  Çira Kemal Burkay û yê Yeni Akişê jî M. A. Aslan e. Di nav nivîskarên Yenî Akişê de jî Kemal Burkay dinivîsîne. Yeni Akiş jî bi xwe re hin nivîskarên din jî berşefeq û jidayika xwe dike. Ew jî bi kurdî û trkî ye. Çira bi giranî edebî ye, belê Yeni Akiş zêdetir siyasî ye.

Dibe ku ev nîqaşa M. A. Aslan behsa wê dike bi Kemal Bur­kay re be jî û ihtîmal heye ne wuha, belê bi Dr Şivan û kesên din re jî be. Em li vir nas dikin ku rewşenbîr û siyaset­medarên Kurd salên 66 û 67´an di nav xwe de li ser legalîtê û îlegalîtê nîqaşekê dikin.

Tiştekî din ku di Yeni Akişê de bala mirov dikşîne ew e ku di vê kovarê de wergerandinên ji çapemenî û rojnameyên Tirk zehf in. Yeni Akiş ewil mîna platformeke dîtinên cihê yên li ser Kurdan tê holê. Ilhan Selçuk, Nihal Atsiz û hin kesên din dîtinên xwe li ser mesela Kurdan dibêjin.

Li ser berga yekemîn ev îbare heye: “kovara fikrî ya mehane ye amanca me bicihanîna dilşadî, biratî û wekheviya gelan e.” Imze: Ismet Tumturk, nivîsa wî ji kovara Mili Yolê hatiye girtin. Nivîsa Nihal Atsiz ji Otigenê hatiye girtin û nivîsa Ilhan Selçûk ji rojnameya Cumhuriyetê hatiye girtin.

Wekî din, Ali Karahan, Baran, Osman Aydin, Abdulkadir Yildirim, Halil Aytekin, Turgut Akin, Kemal Burkay, M. A. Aslan, Abdulkadir Polat, Aziz Korkmaz, Abas izol, Dr. Tarik Ziya Ekinci, Serdar nivîskarên kovarê ne.

Di kovarê de bi kurdî helbestên van kesan hene: Faik Bucak, Kemal Badili, Edo Deran, Ihsan Aksoy.

Xwendevanên ku name şandine: Bahri Koçkaya, Ali Ozdemir, Sidik Bingol, Vedat Kaçmaz, Cevdet Ozçelik, Besri Eşîdir, Selahettin Metin, Ahmet Eren, Sehmus Aslan, Mehdîn Hezar, Ebdilkerim Silîvî.

Hinek nivîskarên rojnamê têne girtin. Wek nimûne Kemal Burkay ji ber gotareke xwe ya di ”Yeni Akiş”ê de hat girtin û çar meh û nîvan di zîndanê de ma.

Sala 1967´an manîfestasyonek pirr girîng bi îmza gelek komele, rêxistin û sendîkayên cihê li dijê nivîsandina Nihal Atsiz derdikeve û bi navê, “ji bo raya giştî” bi navê, “kî ber dide kê, qaqebxo” dikeve dîroka berxwedana Kurdan ku bi dû de zincîrek xwepêşandan û mitîng li Kurdistan û li Tirkiye li dar dikevin.

Kovara Uyaniş:

Ev kovar ji aliyê Komela Xwendevanên Agriyê yên xwen­dina Bilind li Enqerê hatiye weşandin. Di destên me de sê hejmarên wê hene, yek ji 15´ê Nîsana sala 1967´an, yek ji 15ê Nîsana 1968´an û ya sêhemîn jî ji Gulana 1969´an in. Kovar bi zimanê tirkî ye, hin helbestên bi kurdî jî hene tê de. Kesên berpirsiyar û birêvebir ev in: Ahmet Kotan, Isa geçît, Zekî Kaya û M. Salih Ozden.

Di nav kovarên komeleyên bajaran de kovareke ku bala mirov dikşîne ji kovarên bi vî celebî “Uyaniş” e. Uyaniş jî bi xwe re mîna kovarên din li navê xwedîgotin navekî zêde dike. Ev nav jî Ehmed Kotan e. Ji awura kadroyên nivîska­riyê jî ji kovarên bi celebê xwe li pêştir e û wa xwiyaye ku sê salan, salê carekê derketiye. Di hejmara taybetî ya ji roja 15-4-1967´an de bi îmza Ahmet Kotan binavê “2 erk û du berpirsiyariyên xortên Agriyê” meqaleyek heye. Di vê meqa­lê de çend xalên çir û pirr hêjayên binavkirinê xwe didin der:

“Wek rewşa gelê Kurd û ferqa di nav Kurdistanê û Tirkiye de. wek nimûne berhevkirineke wuha heye di nav Manîsa û Agriyê de. li Manîsa serê şexis dahata salê 2350 lîre, belê li Agriyê 500 lîre ye. Behsên istismara Kurdistanê û cihêyî û ferqên çînayetî û tebeqî jî cihekî esasî digrin. Piştre kovar tê ser wê ku xortên îro ne xwe, belê civata ku ew di nav de hatine cihanê û di nav de dijîn difikirin û ne xwe belê dixwazin civatê rizgar bikin.”

Ev gotin û daxwaz çendî dikeve pratîkê û hejmara vê ji bo xwe dike rêbereke jiyanê çend in, derketine derneketine li aliyekî, belê wek gotin be jî girîng e. Di hinek rojnameyên salên berî Şerê Cihanî û piştî şer, berî sala 1920´an doza çûna welat li mamosteyan hatiye kirin. Ev daxwaz demeke dirêj li bendeyî xwediyê xwe dimîne, çav li rê dibe û incex salên dawiya 1976´an xortên zanîngehan berê xwe didin Kurdis­tanê, nemaze piştî salên 1980´î bi derketina Partiya Karkerên Kurdistanê re ruwê jiyanê dibînin û hê nû ev bang dikevin piratîkê.

Ferqa di nav bangên têne kirin û tiştên di bin de biçûk dibe û daxwaz û hêvî bi nisbetekê têne cih, dibin rastî û heqîqet.

Jê û pê de nivîsên Ihsan Aksoy, Ali Kotan, Askerî Baran, Hakki Polat, Halil Aytekin, Celal Haznedaroglu, Mustefa Baykan, Selahettin Salman, Reşo, M. Emin Kotan, Musa Çadirci, Ekrem Kutlay, H. Yazikuşu, Kemal Burkay, Mehmet Karabulut, Cegerxwîn, Şêrgo Ciwanroj, Mucit Ozturk, Mustefa Buyuk, Mehmet Demir, Ahmet Arif  rûpelê kovarê dixemilînin û reng, tahm û bêhna xwe didinê.

Di van salan de hem hejmara nivîskaran zêde dibe û hem jî nivskar ji sînorên teng û biçûk yên herêma xwe derdikevin. Nivîskarên ji rojname û kovarên li derveyî bajar û navçeyên xwe re jî dinivîsînin çêdibin.

Ya din cara ewil navdarê Kurd û helbestvanê neteweyî Cegerxwîn êdî dibe mêvanê rojname û kovaran, helbestên wî li Bakur jî digêhin xwendevanan û ev jî bi serê xwe û bi tena xwe nûtiyek e. Hinek ji îmzeyên Çira, Yeni Akiş û Uyanişê yek in. Kesên di van kovaran de dinivîsînin ziman û retorîka wan bi taybetî çep e û di ber pirsgirêk û dabaşa  neteweyî re ji awura tebeqî jî li meselan dinerin.

Di nav van kovarên yekbajarî û girêdayê komeleyên bajaran de kovareke din ku çend gotinan heq dike bi kovara Uyanişê re kovara “Hinistan Sesler” e. Ji awura ku kesên di van kovaran de xwedîgotin in heta bi zemanê me jî aktîv muxalif in û li himberê dewletê şer dikin ev weşan girîng e.

Kovara Hinistan Sesler:

Derhênerê vê kovarê Komela Kulturî ya Xinisê li Enqerê ye. Xwediyê kovarê serokê Komelê Cemalettin Yenigul e. Ber­pirsiyar M. Suat Yildirim e. Mudurê kar û barên nivîsan Ra­mazan Baskin e. Sekreterê teknîkî Ali Ozdemir e. Hin îmze ji kovara Hinistan Sesler: Cemalettin Yenigul, Varol Taşkiran. M. Suat Yildirim, Ramazan Baskin. A. Enver Taşatan Latif Duman, Cemil Firat Davudoglu, Medenî Suvariogullari, Mehmet Çelîk, Ali Ozdemir, Demir Oksun.

Me heta niha çend caran duberekir û îşaret pêkir ku di van salan de komelên Kurdan li gora bajaran çêdibin.

Dibe ku ev hinekî jî meseleyeke taktîkî be û hayê beşek ji Kurdên ku di serê van karan de ne, rahiştine bar, hayê wan ji hev hebe û bi vî awayî dixwazin hêdî hêdî riya xwe vekin û ji neqeb û valahiyên qanûnî kelk bigrin. Fikra ku dibe ku taktîk be ji vir jî tê. Lewra komeleyek bi zemîneke firehtir dê êrîşan bikşîne ser xwe û hê di destpêkê de bê rawestandin. Dewlet hesas û bişik e, bêtehemul û nebarbuhêr e.

Li aliyê din ev komeleyên çarçewe teng û yekbajarî hinekî jî ji bo li wî bajarî kî heye û kî tune ye, kî xwedî enterese ye û kî na, kî çendî saxlem e, çendî bicesaret e û çendî ji dil e, çen­dî li xwe xwedî derdikve ji bo bê naskirin jî, rê û ceriban­dinek e. Ev komele bi awayekî jî wek kurseke destpêkî û seretayî ne ji bo gavên mestir û ciddîtir, neteweyîtir û berztir. Pêlak û demekê ev forma organîzebûyînê baş û bikêr bû. Ev hinekî jî dereca hişyarbûnê û hesantirbûna komkirina xwen­devanên Kurd heger wek gava ewilî bajarekî be jî hesantir dike.

Kovara Karakoçan:

Karakoçan jî ku sala 1969´an derdikeve ne dûrî Uyanişê û Hinistan Sesler e. ew jî têra xwe ciddî, birêkûpêk û têra xwe neteweyî ye. Ji aliyê Komela Kulturî û Alîkarî ya Qereqoçanê tê derxistin.

Kovar bi tirkî ye belê tê de metnên folklorîk hene.*Wel* nivîseke hêja û giranbuha ye. Nivîskarê wê T. Haydargîl e, li ser lîstikên zarokan e, ev nivîsa bi navê „Wel“ û gotinên wê bi kurdî ne. Xwediyê kovarê li ser navê komelê Sabri Unlu ye, berpirsiyar jî Ahmet Zekî Okçuoglu ye. Komîta amade­kirinê Osman Aydin, Ahmet Zeki Okçuoglu, Sabrî Unlu ne”. Mehmûd Lewendî û Malmisanij vê dibêjin:

Ev kovar, di nav kovarên xwendekarên kurd ên wê demê de, ji kovarên herî ciddî ye*.Ji bo em bibin xwedî fikreke hinekî firehtir, em Çend îmzeyên kovarê jî binav bikin: 

Ferît Ongoren, Osman Aydin, T. Haydargil. M. Emîn Boz­aslan e, hê pêjna M. Emîn Bozaslan naye. Wekî din, buhayê kovarê li ser e, hundirandin û naveroka kovarê heye li ser qapaxê. Ev çend tişt in ku bala mirov dikşînin û li ser her kovareke din ku ji vê kategoriyê hesab dibe tune.

Dema mirov li ser Uyaniş, Hinistan Sesler û Karakoçanê hinekî din difikire û bi tiştên sererû qîma xwe nayîne û hewil dide zêqiftir xwe berde, mirov dibîne ku ev hersê kovar nelokal in. Herçendî nav yekbajarî be ji aliyê komeleyek yekbajarî hatibe derxistin jî kadroyên wan ji bajarên din in jî. Îmze bi bajarekî yan jî bi xort, xwendevan û rewşenbîrên bajarekî bi tenê ne sînorkirî ne. Mirov dikare van kovaran hinekî jî wek kovarên pira di nav rojnamgeriya yekbajarî û lokal û welat de bigre dest. Ev dibe mîna pireke derbasbûnê ji yeke biçûk ber bi yeke mestir û navçeyeek firehtir de.

Mardin Sesi

Yek ji wan kovaran e ku li ser riya welatgiriyê ye Kovareke ji qonaxa têperbûnê û rû li şikenandina qalibê yekbajarî ye. Nav navê bajarekî ye, belê naverok sînorên nav binav dike derbas dike, xîtabî coxrafyake pehntir dike. Bi gotinên din noqta destavêtin û derketinê herçendî Mêrdîn be jî belê hedef ne ev bajar bi tenê, welat e. Navê bajêr bûye pencere ji giş welat re, yan jî bi kêmanî ji beşek welat re. Hedef jî cihê mestir û neteweyîtir e. Komela li pey kovarê li Enqera ye. Serokê Komela Kulturî ya Mêrdînê Nezir Şemikanliye, berpirsiyar Deham Keleş e, Sekreterê Teknîkî Ibrahim Ceylan e. Sala derketina Kovara Mardin Sesi 1969 e.

Salê carekê derdikeve ku ev tempo bi xilbeyî tempoya kovarên lokal e, belê di xwe de meyleke xwe li çeperên xwe dixe tê dîtin û xwendin. Ev kovar jî mîna yên hevtayên xwe bi tirkî ye, belê tê de helbestên bi kurdî jî hene. Di hejmara 3-5-1970´î de xwediyê wê li ser navê komelê serok Nezîr Şemikanli, Berpirsiyar Mehmud Ekinci, sekreter Faruk Guneş e, hinek guhertin hene. Dîroka hejmara pêşîn 3-5 1969, hejmarek jî dîroka 4-4 1970 hildigre. Çend îmzeyên xwedîrol û xwedîşop jî ev in:

Nezîr Şemikanli, Deham Keleş, Irfan Uysal, Prof. Dr. Şerif Mardin, Mem û Zîn, Prof. Dr. Sevinç, Tevfik Ercan, Ahmed Arif, Ahmed Turk parlamenterê piştre yê bajarê Mêrdînê. Abdullah Soysal. Yeke mirov dide fikirandin nebûna navê Mûsa Anter e. Tê zanîn Apê Mûsa ji Mêrdînê ye, çima gelo navê Apê Mûsa tune ye. Ev mirov dide fikirandin.

Li gora  texmîna me Apê Mûsa di van deman de bi Mehmet Guneş re Kovara Doğu derdixe. Çima Mûsa tune di nav îmzeyên  Mardin Sesî de, yan jî heye ne bi navê rast e, em nizanin. Divê mirov lê bikole.

Kovara ku Apê Mûsa bi Mehmet Guneş re derdixe hevkariya bi çepên Tirk re û ceribandina wan aliyê giran e, dibe ku bandêra Partiya Karker jî hebe, ev mimkun e, ne dûrî aqilan e. Hejmara ewil ya Kovara Doğu meha çiriyê sala 1969´an riwê jiyanê dibîne, peryodîk e. Mardin Sesi salê carekê derdikeve û ev jî ferqek e.

Ya din ku bala mirov dikşîne ew e ku Mûsa vê kovarê ne bi Yaşar Kaya re ku bi piranî yek ji wan kesan e ku berdewam bi Mûsa re ye, kovarê derdixe. Kovarê ne bi kesên ji salên berê û ji tecrûbeyên derbasbûyî mane, belê bi ciwanekî bi qasî ku di bala min de jî maye bi kurdî nizane derdixe. Dibe ku Apê Mûsa vê demê bi formekî din yê xebatê re mijûl be. Gelo wê salê Yaşar Kaya ku yek ji mirovê nêzîkî Mûsa ye çi dikir, ew li ku bû?

Gava em behsa kovara Doğu bikin em dê hinekî din li ser  vê meselê bisekinin û lê bikolin. Di van kovaran de tiştekî din ku çavên mirov nikarin nebînin ew e ku çi ev kovarên lokal bin û çi jî yên bi mebesteke firehtir hatine derxistin bin, ji madeyên Destûra Hîmî ya Tirkiye madeyên xweser hene. Ev made û paragraf jî ew made ne ku ferqê naxin nav nîjad, komik û miliyet û mezhebên hene.

Bi taybetî made û paragrafên bi vî rengî têne neqandin û neqilkirin. Kovar bala xwendevan, rewşenbîrên Kurd û demokratan dikşîne ser newekheviya li Turkiye heye û bi alîkariya van xalan ji bo rakirina newekheviya di nav Rojhilat û Rojavayê Turkiye de, di nav beşê Kurdnişîn û Tirknişîn de bêdîtin di nav hewla avakirina rayeke giştî de ye. Ev made û xal bi taybetî mîna duruşman li serê kovaran, di binê wan de bi tîpên têr û dagirtî têne nivîsandin û ev jî tê dîtin. Li aliyekî din jî ev made û xal ji bo parastina kovarê, dirêjkirina temenê wê, mîna zirxekî wek mertalekî bikar têne anîn.

Ya duhem ji bo hişyarkirina mirovê Kurd û nişmîkirina wan ji bo ferqa di nav madeyên destûra hîmî û jiyanê de û îspat­kirina rastiya ku qanûn û rastî li hev nakin, li dijê hev in cih didin van madeyan. Ya sêhemîn jî ji bo demokratîkirina civa­ta Tirkiye û çêkirina toleransekê ye di nav dijberên zimanê kurdî û rastî û realîteya Kurdan de.

Kovar dibin handerên jidayikbûna nivîskaran. Kovara ku bi xwe re çend mirovên nas yan bi kêmanî yekî nas dernexe êdî kêm bûne. Apê Mûsa Anter, Edib Karahan, Yaşar Kaya, Kemal Burkay, Mehmet Ali Aslan, Ahmet kotan, Remezan Baskin, Ahmet Zeki Okçuoglu, Nezir Şemikanli, Mahmut Kilinç, bi nisbetekê yan jî bi nisbeta din ber û berhemên van kovarên salên piştî 50 ne.

Di van kovaran de bi taybetî di yên salên berî 70´î de ev madeyên ji Destûra Hîmî ya Tirkiye têne girtin zêde ne. Kurd ji bo ku xwe biparêzin ji bo ku van madeyan ji bo xwe bikin talde û berqefên xweparastinê, wek kozikên xwe di wan de hilanînê, ji bo xwe bi alîkariya wan bihimînin, bi kar dianîn.

Li vir şerekî hiqûqî jî heye, şerê qanûnî û makeqanûnî serdest e. Li aliyekî din jî hewla ku bala dewletê û raya demokratîk jî bikşînin ser neheqiya qanûnî û newekheviya bi qanûnan re nagunce mebest e.

Baş tê bîra miov di mitînga Ferqînê de sala 1967 an girêdayê vê behsa me, Seîd Elçî wuha digot:

”Em dê bi çekê di destê wan de li wan bidin.” Mebesta wî ev makeqanûna sala 1961´ê bû ku hinekî mefer û derfet çêkiri­bû.

Kovareke din ku li Dêrsimê di bin berpirsiyariya Kemal Burkay de , di sala 1969´an de derket, bi navê ”Ezilenler” bû. Li vir ya girîng ew e ku ev kovar li Kurdistanê du heftan carekê derdikeve. 25 hejmarên wê derketine û heta 12´ê adara 1971´ê jiyana xwe parastiye. Ev kovar organê Partiya Karkerên Tirkiye şûbeya Dêrsimê ye.

Ev berhem giş yên salên 1960´an in. Berî em deriyê salên 1960´an dadin û derbasî dehsala piştre, salên 1970´î bibin, em dê çend bêhnikên din jî di nav salên berî 70´î de herin û bên, çend gotinan jî ji bo ji kovara „Doğu“ û Rêxistina Xwende­vanî DDKO û Bultena wê bêjin.

 

Kovara Doğu:

Di nav kovarên salên berî 1970´î û ber bi dawiya sala 1960´î de Kovara Doğu jî bala mirov dikşîne. Berî em derbasî dehsala piştretir bibin wê baş û pêwist be, em bîstikeke kurt be jî riya xwe bi Kovara Doğu bixin û çend rûpelên wê biqul­pînin. Di rêzên li jor man de me gotibû ku kesên ev Kovar derxistine Mûsa Anter û Mehmet Guneş Şahîner in. Çîroka vê kovarê bila Apê Mûsa bêje:

„Ez ji sirgûna Çanakalê taze vegeriyabûm, ji ber şanoya xwe  Birîna Reş jî diçûm û dihatim dadgehê. Bi Partiya Karker ya Turkiye re têkiliyên min hebûn. Bêj hema her roj ji çepên Tirk û Kurd ciwan xort û keç dihatin mal ba min û diçûn. Di raporeke Istîxbarata Tirkiye ya MIT´ê de wuha dihate gotin: Mala Mûsa Anter bûye mîna balyozxaneya Kurdîstanê li Stenbolê. Ji Ewropa, Emerîka, ji Lenîngradê û ji Êrîvanê ji min re bêsekin kitêb û broşûr dihatin.”

Di van wextan de, di nav vê tirafîka mixalefe û çendalî de, di nav kesên tên û diçin mala Apê Mûsa de, ciwanên radîkal Yilmaz Guney, Huseyin Cevahîr, Omer Ayna û Deniz Gez­mîş jî hene. Yek ji wan kesan jî ciwanek bi navê Mehmet Guneş Şahîner e. Ev ciwan xwendevanê zanîngehê ye, bi malbatî li Mersînê dijî. Belê ji ber xwendina xwe li Stenbolê ye û bi xwe jî neviyê malbateke Dêrsimî ye ku di zemanê xwe de ji aliyê dewletê gelekî êşiyaye û temenê wan li sir­gûnan derbasbûye.

Mehmed Guneş Şahîner çep e, tê mala Apê Mûsa û pêşni­yazeke wî heye. Dixwaze kovarekê derxe û ji Apê Mûsa alîkariyê dixwaze. Alîkarî jî ne madî ye, alîkariya dixwaze wê bi meqale û nivîsandinan be. Bi gotinên Mehmet Şahîner, kovar jî wê li ser ”Rojhilatê Tirkiye” û ”ilmî be”. Yekemîn hejmara Kovara Doğu 1´ê Kanûna 1969´an derket, ruwê jiyanê dît.

Sala 1969´an zanîngeh dikelin, îdeoljî û siyaset, şoreş û guhertinên civakî naverokên nîqaşên di nav ciwanan de ne. Semîner û konferans zehf têne kirin û li darxistin. Çalakiyên bi vî rengî di salonên zanîngehan de ji rastiyên qonaxê ne. Konferansek ji van konferansên rewşenîrane û siyasî ji aliyê Mihri Bellî li Fakulteya Zanyariya Siyasî li Enqerê hatiye pêşkêşkirin. 

Dabaşa Konferansê *Rastiya Miliyetan* e û li ser pirsgirêka Kurdan e. Ev axaftina Mihri Belli dibe sebeba girtina wî. Mûsa û Şahîner vê axaftina Mihri Belli di Kovara Doğu de diweşînin. (221 bÎranînên Min.)

Di heman hejmarê de Mûsa nivîsekê jî ji Nasih Nuri Ileri digre kovarê ku ew jî ne rasterasta be jî li ser Kurdan bû. Li vir ji çepên Tirk û kesayetiyên wuha navdar girtina nivîs, axaftin û lêkolînan mebestên Mûsa hene. Dixwaze cebhê ji bo Kurdan û li dijê dewletê fireh bike û bi kesaytiyên di nav dersdar û xwendevanên zanîngehê de xwedîgotin fireh bike û van nivîsan bike faktorekî cesaret û navtêdanê.

Mûsa di vê hejmarê û hejmarên din de li ser zimanê kurdî dinivîsîne. Bi gotinên Apê Mûsa  ”kovar ji awura teşe û şikil ne bi mirûs bû, zêde çavên mirov têr nedikir, belê enerjîk û bihêz bû. Giş hejmarên wê derdiketin dernediketin wek berfa tu bavêje nav avê nedisekinîn. Ji ber ku heta wê rojê tu nivîskarê çep yê tirk wuha dest neavêtibû pirsgirêka Kurdan. Ev cara ewil di Kovara Doğu de dibû, dikete jiyan«.

Di hejmara duhem de çareseriya pirsgirêka Kurdan bi awe û şêwazê Lenînîstî dihate nîqaşkirin dibêje Apê Mûsa di bÎranînên xwe de. Bi gotinên Apê Mûsa cara ewil bi vê Ko­varê nîqaşkirina pirsgirêka Kurdan li gora prensîp û alterna­tîva sosyalîst dikeve rojevê. Ji kovarê re, ji çep û sosyalîstên navdar teqdîrname, mesajên piştgiriyê û pîrozbahîyan li pey hev tên. Li ser qaba kovarê „Bijî birayetiya Kurd û Tirkan“ dihate xwendin. Belê  hejmarên kovarê nabin sisê û piştî hejmara duhem kovar tê girtin. 

Ev çarenûsa weşan û çapemenya kurdî ye ku îro bi xwe jî bi rengekî yan jî bi rengê din dewam dike. Li giş perçan mîna hev nebe jî bi kêmanî li perên Bakur, Rojhilat û Başûrê Rojava wuha ye. Dewlet ne bi tenê kovarê digre belê Gerî­nendeyê wê Mehmet Guneş Şahîner jî saqoçermokirî davêje zîndanê. Piştî ne bituwî Mûsa jî dişîne ba wî, heman zîndan nebe jî yeke din, wî jî davêje binê zîndanê.

 

Rêxistin û Bultena DDKO:

Darbeya sala 1960´î û bi dû de hatina Destûra Hîmî ya sala 1961´ê bi nisbet salên berî xwe û Destûrên hatine û çûne nisbî jî be, atmosfer û hewayeke mirov di nav de hinekî rehetir karibe bêhna xwe bigre û berde çêkir. Ev aliyek bû. Aliyê din rewşa li Başûrê Kurdîstanê û raperîna çekdarî bû û li aliyê sêhem jî şerên çekdarî û tevgerên gerîlayî yên welatên mîna Vîetnam, Çînê, Emerîka latînî û efrîkî hebûn. Li aliyekî çarem jî partiya Demokrata bakur sala 1965´an êdî çavên xwe li jiyanê vekiribû. Di tenişta van gişan de weşan û çapemni­yeke cihê ji ya salên berî xwe hinekî bicesaretir jî wek faktorekî piştgir û handar yek ji dînamîkên qonaxê û salên 1960´î ne.

Giş tebeqe, bask û meylên li Tirkye her alî bi awayekî, xwes­tin ji vê azadiya hinekî mefera gotin, lebta fikrî û nîqaşê dide, kelk digre.

Hewla kelkwergirtinê di nav Kurd û Tirkan de li vir û li dera han berçav dibe û di kovar û rojnameyên mîna Bariş Dunyasi, Yon, Ant, Turk Solu û hejmarek weşanên din de ku di beşên berî vê de me binav kiribûn, xweser dibin.

Yek ji wan guhertin û gavavêtinên Kurdan yên salên 1960´î Damezrandina DDKO ye ku dibe “Kanên Kulturî yên Şoreş­gerên Rojhilat”.

DDKO di nav demeke li dora sal, sal û nîvekê de ewil li metrepolên Enqere, Stenbol, Izmir û piştre jî li Amed, Ferqîn, Batman û hin bajarokên din yên Kurdistanê li pey hev ketin jiyana siyasî civakî û kulturî ya Kurdan. Li metrepolan û li nav Tirkiye damezrêner bi piranî xwendevanên zanîngehan bûn. Belê li Kurdistanê damezrêner û endam zêdetir ciwanên kedkar û ji nav xelkê bûn.

Ev atomosfer û ev faktor bikêrî Kurdan jî tên û di bin vê bandêrê de ciwanên xwendevan li znîngehan di nav çepên Tirk de, piştî çêbûna Partiya Karker di vê partiyê de li riyên xwe îfadekirinê digerin. Di nav vê tevgera nû de gelek kesayetiyên nû û xwedînav jî cih digrin.

Beşek ji wan wek T. Ziya Ekinci, M. Ali Aslan, K. Burkay  N. Kutlay, A. Aras  û Y. Kaya di nav partiya TİP´ê de kom dibin. M. Ali Aslan demekê dibe serokê  partiya TİP ê . Berî wê jî Tarik Ziya Ekinci bûbû Sekrterê Giştî yê TİP´ê û ketibû parlamento.

Kurd di nav lêgerînekê de ne, di nav rewşeke wuha de berê Kurdan dikeve çend aliyan. Di tenişta vê meyla di nav DDKO yê de xwe dida hev û xwe dihûnand, di nav ciwanên Kurd de meylekê jî xwe li FKF ango “Federasyona Kulûbên Fikrê” girt.

FKF rêxistina xwendevanên zanîngehê ye, sala 1965´an hatiye damezrandin, sala 1969´an di civata giştî de navê xwe diguhere dibe DEV-GENÇ. Di van salan de çi di nav TIP (Partiya Kaktekên Tirkiye ) de be û çi jî di nav FKF, rêxistina zanîngehan de be, kemalîzim serdest e.

Tevgerên ciwanan û zanîngehan li cihanê û tevgerên rizgarî­xwazî li parzemînên sêhemîn, bandêra xwe li ciwanên Kurd jî dikin û di nav wan de meylên neteweyî  û xwedîderketina li nasnameya xwe bi pêş dixin.

Zemanekî sosyalîzim û çepîtî li zanîngeh û di nav xwende­vanên xwendegehên Bilind e degel bû, kesên ne mihafezekar û ne sosyalîst zêde ciddî nedihatin girtin. Di nav Kurdan de û nemaze di nav endam û hevalbendên DDKO de sosyalîzim û netewiyet bi hev re û di nav hev de bûn.

Mirov kare bêje ku DDKO li Kurdistana Bakur komela ewil e ku bi hedefên neteweyî, demokratîk û xwebirêxistinkirineke cihê ava dike. Li gora kesên di nav van xebatan de cih girtine, ciwanên Kurd yên li Stenbol û li Enqerê, yekemîn civîna xwe di meha Nîsanê de li Komela Xwendevanên Akademiya Zan­yariya Bazirganî li Enqerê li dar xistine. DDKO ya Enqerê di 21´ê Gulana 1969’an de tê damezirandin. Serokê vê yê ewil Komelê Mehmet Demir e.

DDKO ya Stenbolê di 27´ê Gulana 1969’ an de bi heman destûr û programê hat demezirandin. Serokê wê yê ewil jî Necmettin Büyükkaya ye.

Di pêvajoya hişyariya siyasî û xwebirêxistinkrina Kurdan de li gora qonaxan, xalên serekî û dikevin serê rojevê hene. Di van deman de nîqaş li ser du xalan dicive:

a.       Rêxistina bê çêkirin, divê merkezî be yan jî bi serê xwe be. Di vê demê de qanûnên Tirkiye ji rêxistineke navendî re ne amade bûn, girtîbûn.

b.       Parastin û berdewamkirina têkiliya bi çepên Tirk bi tayebtî bi DEV-GENC û bi TIP´ê re pêwist e, hebe, belê çawa be

Di nav DDKO de  nemaze di nav şaxên Stenbol û Enqera de dîtinên partiya Demokrata Kurdîstan serdest û xurt bûn. ev meyil bihêz bû.

Sala 1969´an Civata giştî ya TIP´ê li dar ket. Di vê civatê de dîtina DDKO derkte pêş. Vê jî rengê xwe da biryarên Civata Giştî. Di nav biryaran de yeke rasterasta Kurd têkildar dikirin hebû, ji bo pirsgirêka Kurdan hatibû girtin û cara ewil partiyeke Tirkiye pirsgirêka Kurdan binav dikir. Ev  girîng û dîrokî bû.

Biryar wuha bû: „Li Rojhilat û li Başûrê Rojhilatê Tirkiye, bi navê kurd gelek heye“. Sala 1971´ê ev xal û biryar wek sebeb ji bo girtina Partiya TIP´ê hate bikaranîn. Li vir jî û vê salê jî aliyên di nav Kurdên endam û hevalbendên TIP ê û DDKO de têra xwe diyar bûn. Carna alî diyartir û hin caran jî kêmdiyartir dibûn. Wek nimûne Tarik Ziya Ekinci û Kemal Burkay zêdetir diketin aliyekî. Li aliyekî din Mûsa Anter, Sait Elçi, Dr. Şivan, M.Emin Bozarslan, Medet Serhat û Örfi Akkoyunlu bêhtir nêzîkî ciwanên zanîngehan û endamên DDKO bûn.

Darbe û kodetaya leşkerî ya sala 1971´ê mîna gelek partî, rêxistin, rojname û kovarên din, DDKO jî girt. Rejîma 12´ê Adarê komele ji hev belakirin, hilweşandin û bi awayekî nehêle çavên xwe vekin, riya ber lingên xwe bibînin, avêt ser wan, raserî wan hat û bi giş hêz û bêwîjdaniya xwe dawşand wan, tepotezek rakir li wan.

Li Amedê di dadgehên rewşa awarte û bi qanûnên awarte, niwêner, endam û alîgirên DDKO derxistin ber dadgehan û ew bi cezayên giran ceza kirin, ceza li wan barandin.

Kurd çendalî, hem ji ber endametiya di nav DDKO de û hem jî hinek ji wan ji ber endametiya Partiya Karker ango TIP´ê, bûn hedefên êrîşên dewletê û hatin cezakirin.

Endamên DDKO li ber xwe dan, bi awayekî xwediyê gotin û soza xwe axaftinên xwe kirin û ev jî bû rûpeleke ji rûpelên berxwedana zîndanan. Ev berxwedan û tiradisyon salên piştî 1980´î di zîndanên Amed, yên Kurdistan û Turkiye de bi ya girtî û milîtanên PKK´ê re derkete asta herî berz û hate cihekî wuha ku berhemên hêja li ser berxwedana zîndanan bihêle,  di zîndanan de kovar û rojnameyan derbixe ku vê jî bi xwe li lîteratura weşan û çapemeniya kurd kategoriyek taze zêdekir ku ew jî çapemeniya zîndanan e.

Gelek ji van xwendevan û siyasetmedaran cezayên giran xwarin û piştre jî heta îro hê xebata xwe didomînin û bi berpirsiyariyeke mezin rola xwe dilîzin.

Beşê Sêyem

Di vî beşî de em dê rojnamevaniya Apê  Mûsa Anter û xizmetên wî di vî cebhî de bi rengekî firehtir û wek beşeke serbixwe bigrin dest. Me di beşê derbasbûyî de jî li vir û li dera han, rola Apê Mûsa destnîşan kiribû.

Rojnamevaniya Mûsa û meraqa Mûsa beramber vî pîşeyî, berî ew rojname û kovarên xwe derxe, yan jî  rojnamevan û nivîskar bê naskirin bi demekê, meylên wî yên rojnamevanî û nûçegihanî hene. Hê sala 1941´ê berî rojnameya xwe ya ewil derxe bi 6-7 salan ji rojnameya bi navê “Vakit” re nûçegi­hantiyê dike. Demekê jî nûçegihanê rojnameya Cumhûriyetê ye li Kurdistan. Hê wan wextan maknîneyeke wî marka „Mayka“ ya wênekêşiyê heye. Wan salan ev ne tiştek e ku li Kurdsitan bûbe û bi giştî li Tirkiye jî kêm e. Rojnameya Vakit rojnameya Asim Us bû, di destên sê biran de bû.

Hê wan salan Mûsa dizane ku di zemanê Osmaniyan de di nav salên berî 1920´an de li Stenbolê rêxistinên Kurdan çêbûne û hin kovar û rojname derxistine.

Mûsa li wan digere, têkiliyan bi kesên ku ji wan dem û zemanan mane re datîne. Dikeve pey berpirsiyarên wan, li kesên ku ji dûr yan jî ji nêzîk de hayê wî/wê ji wan heye dipirse, wan yeko yeko tap dike, xwe dighîne arşîvên wan. Mîna mirovekî nêçîrvan, mîna kesekî li zêr û xezînên kevin, zemanên derbasbûyî bigere.

Mûsa li rojnameya Kurdistan, Hetawî Kurd û jînê digere, li pey şopa wane, bi heyecan di derbarê wan de agehdariyan kom dike û her agehdarî dilê wî xurtir û hêviya wî mestir dike.

Ev erka Mûsa bi xwe dide ser milê xwe, li aliyekî din jî barê wî girantir dike, girêdana wî bi dozê pitewtir û tekûztir dike, jê re dibe enerjî, hêza çogan, bînaya çavan û malzeme û motora xebatê.

Ne bi tenê ev, Mûsa êdî pê hesiyaye ku di zemanê xwe de hinek tişt bûne û hinek kes ji yên ev tişt kirine jî hê li jiyanê ne. Ew herwuha cardî bi riya van kes û kesayetiyan serwext dibe ku bi navê Mem û Zîn berhemek kurdî heye, ku nivîskarê wê qudbek bi navê Ehmedê Xanî ye.

Navê Melayê Cizîrî, Dîwana Cizîrî, navê Yusuf Ziyaedin Paşa û ferhenga wî ku li ber guhên wî ketibûn gişan meraq dike. Dixwaze gişan nas bike, pêde bike, dest bide wan, wan pel bi pel biqulpîne, wan û nivîskarên wan bide nasandin û bibe pirek di nav wan û gelê Kurd de. Mûsa xwe dighîne gelekan ji wan, dibe mêvanê malên wan, dikeve sohbetên wan.

Kî ne ev kes?

Şêx Şefîqê Arwasî ye, Prof. Şukru Baban e, zarwên Malbata Bedirxaniyan in, Evdirehîm Zapsu û pirr kesên din in. Yên ku dibîne, ji xwe dibîne, belê yên ku nabîne jî ji yên ku dîtine û li heyatê ne agehdariyan digre.

Me di rûpelên berî vê de jî îşaret pêkiribû ku Apê Mûsa sala 1958´an bi navê Ilerî Yurt rojnameyek derxistibû. Berî wê jî çend weşanên din weşandibûn. Ev rojname ne bi tenê li Kurdistanê û li Amedê, belê li seranserê Tirkiye jî dibe bûyer û qewmandinek ku nîqaş dibe, şovenîzim, milîtarîzim û dirindeyîya tirkan ji serxwe diçe, hêrs û kefbidevketî dibe, çavên koledarên Kurdistan di nav serê wan de sor dibe û ne carekê, li ser hev û li pey hev bi hev re vê diqîrin:

«Keko birawo, Mûsa kî ye, bezê binguhê bavê wî ji ku ye. Ew bi kîjan cesaretê tiştên wuha dikare bêje, kovaran derxe, behsa Kurdan bike, ew çawa dikare bi navê Kurdan tiştekî bêje. Behsa diyardeyekê bi navê Kurdan bike.“

Mûsa Anter bi şêweyekî giştî û bi karekterê xwe ne alîgirê xebata binerdê û nehênî bû. Xebata xwe vekirî û heşkere dikir, belê tim jî sînorên hene derbas dikir, li wan nedisekinî. Mirov kare bêje ku legalîta Mûsa, legalîteyeke sînornasnekir û radîkal bû, li pey wê hedefeke firehkirina sînoran û mezin­kirina mefera xebatê esas bû.

Wî berdewam hêza xwe, şarezayî û cesareta xwe li aliyekî siwar kiribû, dabû ser aliyekî. Ew jî ew bû ku sînorên demok­rasiyê, azadiya fikrî, îmkan û serbestiya gotinê fireh bike, ziyaret û tabûyan bişkîne, yek li pey ya din bîne xwar, bêce­saretiyê rake ku di nav Kurdan de bi taybetî piştî qetlîamên mezin yên mîna Dêrsimê gelekî pirş û bela bûbû.Tim  nav di mirovan de dida, dibû alîkar ji bo aliyên baş û însanî yên civatê, ji bo ev alî derkevin pêş dixebitî, hewil dida ev alî serketî û popûler bin.

Sala 1941´ê dema ku Apê Mûsa bi çend hevalên xwe re şêwekomîteyekê dadimezrîne jî ev komîte zêde dirêj nake, belê ne wek rêxistin, wek  fikir û dîtin dimîne, dibe meylek, stûn û bingehek. Mûsa heta dawiya temenê xwe jî girêdayê hewa û atmosfera vê civînê, vê komikê û ruhê ev komîte xuli­qandiye dimîne. Ew heta bi roja şehdadeta xwe sala 1992 an li Amedê jî terka vî rûhî nake, li ser ya xwe û hevalên xwe dimîne.

Bi ihtîmaleke mezin bandêra rêxistina Jêkaf jî heye li vir, ji ber ku berjengên ku hayê Mûsa ji Jêkaf û çûn û hatina di nav perçên Başûr û Rojhilat de heye mirov dikare texmîn bike.

Mûsa di gelek aliyan de jî di vê çarçewê de giş tiştên ku weşandine bi mebesta ku însanetiyê fêrî deshelatdar û otorî­teyên Tirk jî bike diweşîne. Dicle Kaynagi û giş kovarên din bi vê mebestê derdikevin.

Mûsa vê kovarê bi çend xortên xwendevan û bê pere derdixe. Wek Huseyin Dikici, Talat Saygin û Welî Dolu. Yê ewil ji Amedê ye, duhemîn ji Bedlîsê ye,. Ji bo vê hewlê nirxandina Mûsa wuha ye: “Ev hewla me di dîroka komarê de bûyera ewil e ku dest davêje pirsa Kurdan“.

Di ser gotara „em çima derdikevin“ Mûsa dinivîsîne û ev jî di xwe de giş pirsên Kurdistanê yên ku wê demê mimkun e însan bibêje radixe ber çavan. Ev rojname bi awayekî din jî tiştekî nû û bûyereke dîrokî ye. Cara ewil Dicle Kaynagi behsa qirkirina geliyê Zîlan, Şoreşa Şêx Seîd, Araratê, Sasonê, Dêrsimê, Pira Reş û mesela 33 kesan dike.

Helbesta Ehmed Arif ku bi navê 33 gule navdar e û piştre ji aliyê hunermendê radîkal Ciwan Haco bûye stran piştî ku Mûsa vê meselê di rojnameya xwe de bela dike û dighîne raya giştî, perda li ser vê meselê radike, derdixe ronahî û heşkeretiyê, Ahmed Arif vê dinivîsîne.

Bê goman bi ihtîmaleke mezin Ahmed Arif ku mirovekî Kurd e û bi xwe jî di wextê xwe de çep û li dijê dewletê ye û ji ber vê jî hatiye girtin, rojnameya Apê Mûsa dixwîne û di bin bandêra vê de helbesta xwe 33 gule dinivîsîne. Îro gelek kes vê nizane.

Helbet Apê Mûsa vê rojnama Dicle û Firat bi hesanî dernaxe, serêş û dijwarî, ne bi tenê pere ne jî. Ji peran zêdetir pêdeki­rina çapxaneyekê ye ku rojnamê çap bike.

Heman pirsgirêk heta îro jî wek daqoqekî serê rojnamevan û rojnamevaniya Kurdan disekine. Ji roja rojnameya Welat derketiye û bûye Welatê Me û niha jî wek Azadiya Welat derdikeve heta bi îro ku jî ev pirsgirêk û ev astengî maye û didme.

Lewra her çapxane xwe nade ber çapkirina rojnameyeke li dijê dewletê û îca tewer ku behsa Kurdan bike. Rojnameyek muxalifê dewletê û tiştên dewlet naxwaze dest bidiyê, tiliya xwe pê veke çap bike. Ka çapxaneya van bike, berê hikûmetê bide xwe, bikşîne ser xwe û xwe bike hedef û ji êrîşên hikû­met û dewletê re.

Apê Mûsa di van wextan de rojekê torinê Bedirxan Paşa kurê Tahir Begê Bedirxanî Cemal Kutay nas dike. Ew wan rojan rojnameyeke êvarî derdixîne. Cemal Kutay vê rojnamê bi kurê Celal Bayar re diweşîne. Mûsa ji ber mervantiya Cemal Kutay û xezûrê xwe Evdirehîm Zapsu jê re xalo dibêje. Dema ew û Mûsa careke din hev dibînin êdî kurê Celal bayar miriye û çapxane sekiniye, tu îşî nake. Cemal Kutay dibêje Mûsa ku ew dixwaze çapxanê bifroşe û bi gotinên Mûsa, Cemal Kutay wuha dibêje:

„Biner Mûsa di destên me de çapxanyek heye, em difroşin. Tu bikirî tu dê giş karên xwe bi rehetî pê bikî, em ji bo buha­yê wê 25 hezar lîre dixwazin, belê heger tu bikirî em dê er­zantir bidin te. Lewra xwediyên wê ne ez im malbata Bayar e.“.

Mûsa dewam dike: «Çapxane li himberê wîlayeta niha ya Stenbolê bû, di avahiya Izet Xanê debû. Niha ev Xan nema­ye. Ez çûm min çapxane dît, min lê nerî, min eciband. Min qonaxa xwe ku di nav bexçeyekî de bû li himberê Camiya Sokulu li Sultan Ehmedê, bi 26 hezaran firot û bi 17 hezaran min çapxane kirî“ (BÎranînên Min- rp.131-132)

Gaveke din konkiret, li ser riya rojnamevaniyê, derxistin û weşandina Şark Postasiye. Sala derketina vê kovarê, kovara Şark Postasi 1954 e.

Partiya Demokrat bi serokayetiya Celal Bayar û Adnan Menderes bi serketiye û vê carê Mûsa li Amedê ye. Bi çend hevalên xwe re wê rojnameyek nû biweşînin û careke din mudaxeleyî rewşa siyasî bikin .

Êdî bêrojname sekinîn zor e, kurmê rojnamevantiyê ji yê cixarê jî xerabtir e, bendewarî û tiryakîyetekê çêdike. Girrê pêde dike têra xwe biisrar e, dev jê bernade. Bêrojnamebûyîn ji bo Mûsa mîna ku tiştekî xwe wundakiribe, mîna ku tiştek jê kêm be û divê temam bike Mekîne û aletên pêwist têne kirîn. Necat Cemiloglu dibe berpirsiyar.

Dema Mûsa biryara xwe dide rojnameya Şark Postasi derxe atmosferek nû û psîkolojiyeke cihê heye li Kurdistanê û li paytextê Kurdistanê li Amedê: însan ji zulmeke 27 salî ya partiya CHP´ê hinekî be jî rizgar bûne, mîna ku zinar û latek ji ser sînga wan rabûbe rehetir nefesa xwe digrin û berdidin, bêhna wan hatiye ber wan.

Gelek malbat û kesên li sirgûnan in, ji xerîbiyê vegeriyane ser cih û warên xwe û gelek ji wan jî mal û milkê wan li wan hatiye vegerandin. Hevkar û şûrkêşên partiya kemalîst partiya CHP bêprestîj û navno bûne, nikarin derkevin nav xelkê û şerm dikin li çavên xelkê binerin.

Ew parlamenterên ku bi salan li pey hev bûne malê meclîsê û parlamentertiya wan garantiye, êdî kes reyên xwe nade wan. Mirovên mîna Şeref Ulug, Malbata Prinçiyan û Dîcleyîyan û yên mîna wan mîna ku sirgûn bûbin hew wêrin Enqerê û Stenbolê berdin.

Selteneta polîs û cendirman ne wek berê bû, burokratan li pêşberî xelkê hinekî bi nisbet berê hay ji xwe dikir. Mufe­tiştiya Giştî rabûbû û avahiya wê bûbû Enstîtuya Qîzan.

Bêgoman xelk bi van gişan kêfxweş bû. Piştre derket ku ev hewa bêhna demokrasiyê jê tê, wextî û sexte ye. Êşên xelkê û eziyeta salên berê dihate bîra wan û ev êş his dikirin.

„Şark Postasi û Ilerî Yurt ku me sala 1958´an weşandin dibûn tercûmanê vê êşa xelk“ dibêje Apê Mûsa (rp.138-139).

Her roj Mûsa nivîsekê yan jî du nivîsan amade dike. Mûsa di Şark Postasi da ango bi kurdî di Posta Rojhilatê de bi navê posta derengmayî meqale û fiqran dinîvsîne.

Di demeke kurt de rojname li seranserê Kurdistanê bela dibe û xelk diecibîne. „wê wextê 50 rojname tên Amedê û hinekî ji wan jî vedigerin. Belê rojnameya me ya dupelî hezar heb difrot. Huriyet bi dehan rûpelên wê hebûn û giş rojnameyên Stenbolê ku yeka wan bi 15 qurûşan bû ya me li himberê wan ku bi 25 qurûşan bû, zêdetir dihate firotin. Rojnamê sal û nîvekê dewam kir.“

Mûsa di vê sal û nîvê de berê xwe dide CHP û wek dijminê yekemîn berê topên xwe li vê partiyê rast dike ku partiya Kemal û Inonu ye û ew berî herkesî berpirsiyar in ji wehşet û hovîtiya li Kurdistanê.Helbet ev hinekî jî li hesabê partiya demokrat jî tê. Mûsa jî vê baş bi kar tîne û teqsîriyê nake.

“Şark Postasi ewqas tê firotin, ne ji ber ku rojnameyek gelekî bi serûseket bû, yan jî ji ber ku sipehî û bihevketî bû. Bervaja ji giş rojnameyên ku li Tirkiye derdiketin bi van aliyên xwe bêkalîtetir in. Ne kaxeta wê ji kaxetên helî başbû û ne jî bi dehan û bi sedan personelên wê hebûn.”

„Me di rojnamê de tu xeberên mezin yan jî bûyer nedini­vîsandin. Ji xwe rûpelê dawî sabîtbû, neguhêrbar bû, bi tenê tarîxa wê dihate guhertin. Yê mayî tarîfa tirênê, hereketa tirênê û îlanên mîna ``welatiyê delal dibe endamê Heyva Sor ``û tiştên bi vî awayî û bi tîpên mezin ji bo dagirtina rûpel dihate bicihkirin. Carna jî me îlanên resmî dixistinê.“

„Di rûpelê yekemîn de fiqrak min û meqaleyek min hebûn. Xwendevanan sirf ji bo nivîsên min rojname dikirîn. Zarok her sibe dihatin li ber deriyê çapxanê kom dibûn û her yekî radihişte qeflek rojname, dixistin bin çengên xwe û dibirin, diketin nav bajêr û li hawîrdor ban dikirin: Apê Mûsa dibêje, Apê Mûsa dinivîsîne.“

„Xelkê rojname ji destên hev direvandin. Li aliyê din ji giş aliyên Kurdistanê re ji mirovên abone re 300-400 heb dihate postekirin. Heta rojname dighişte Sûriye û Ewropa jî. Piştre partiya PD ê hêdî hêdî li eslê xwe vegeriya bû mîna CHP ya berê. Ez jî çûm eskeriyê û piştî min ne bi gelekî rojname jî sekinî û hew derket. Heyfe ku niha di destên min de nusxak jî nemaye.“

Balkêş e û tirajîk e û hem jî pêre mirov dide fikirandin bê ka rewşa arşîvê çawa ye di nav Kurdan de. Ji kovareke ewqas bela bûye û ewqas çapbûye di sedsala 20´an de ku li ba xwediyê wê, afrêner û xaliqê wê bi xwe jî pêde nabe. Ev li aliyekî jî dema ku mesele li ser Kurdan e demokrasiya Tirkiyê çiye û neçiye ew jî xwiya dibe.

Di wê navê re çend sal derbas dibin, sal dibe 1958. Mûsa û çend hevalên xwe wê cardî rojnameyekê derxin. Di nav xwe de pilanekî wan heye nîqaş dikin. Şark Postasi êdî maye di nav salên derbasbûyî de û bûye bÎranîn, bûye dîrok.

Mûsa ji cihê maye piştî vegera ji eskeriyê wê têkeve rê, wê hewil bide cardî doh bi îro re girêbide. Ji bo vê jî bilez e, gerek zêde doh û îro ji hev neqetin, nav wan venebe, ji bo hev jireşk û tarî nekevin.

Mûsa bi piranî û bi qasî mikun e ji bo rojnameyên xwe Amedê hildibijêre. Hem hez ji vî bajarê Kurdistanê dike û li vir xelk wî nas dike û li aliyê din jî Amed hê wan deman di çav û dilê xelkê û siyasetmedarên neteweyî de paytext e, bêhna Kurdistanê ji Amedê ji giş bajarên din zêdetir tê.

Dawî û berî pir faktor û sebeban Apê Mûsa rojnamê ji bo xwendevanên Kurd derdixe û di serê wî de, di navhedefên xwegihandinê de, berî xwendevanên Tirk û Turkiye, yên Kurd û Kurdîstanî hene.

Yeke din ku dema gotin li ser Mûsa: Ew jî ew e ku Mûsa berî herkesî rewşenbîrê welatê xwe ye, xwe beramber gelê Kurd berpirsiyar û binbar dibîne. Gerek mirovên Kurd rohnîdar bike, wan hişyar û organîze bike, xîtabî wan bike, wan biçek û birbîr bike û bi riya rojnamê têkiliyên di nav bajar û herêm û navçeyên Kurdistanê de ava bike, organekî hevbeş bîne pê, valahiya heye hinekî be jî tije bike, kêm be jî dilên hişyar û kezebşewityên netewe avreşandî bike.

Tam di vê wextê de ku Mûsa bi giş kat û enerjiya xwe di nav pilanê derxistina rojnameyekê de ye, li ser vî alî kûr û kom bûye, dîtinên vir û dera han, ji cihên pêwist û xwedîgotin digre, bi der û dorên dost û heval dişêwire û di demekê de ku li bersiva pirsên di serê xwe û hevalên xwe de digere, li Amedê rojnameyeke bi navê Ilerî Yurt derdikeve. Xwediyê Ilerî Yurt melayekî kevin Evdirehman Efem Dolak e.

Bi gotinên Mûsa rojnameya Efem Dolak jî mîna rojnameyên din yên Amedê apolîtîk e, li dijê siyasetê ye. Ji bo ku ji îlanên mehelî pereyekî bi dest bixe bi mebestek bazirganî derdikeve.

Ji xwe ev Ilerî Yurta di dest Efem Dolak de pirr nedihat çapkirin. 25-30 hejmar derdiket û ew jî bi piranî ji bo daîre û meqamên fermî bû. Kes nakire û kes jî naxwîne. ji xwe tiştekî mirov tê de bixwîne tune ye. Yê mayî em bi gotinên Apê Mûsa Anter temam bikin:

”Bi parêzer Canib Yildirim re me ban Evdirehman Dolak kir. Me gotyê, biner Evdirehman, tu wer vê rojnamê dewrî me bike. Canib bila bibe gerînendeyê Giştî, ez jî dê tê de binivîsînim. Tê bîra te me berî bi çend salan Şark Postasi diweşand. Tu rojnamê bide me wê wek wê rojnamê, deng bi rojnameya te bikeve. Em dê bixebitin û heger pêwist be emê mesrefa te jî bidin te û bila fêda wê jî ji te re be. Qebûlkir, nîvtop kaxetên wî hebûn. Hin aliyên rojnameya wî nedihate xwendin.“

“Min jê pirsî çima rojname wuha belekbelekî derdikeve. Di bersiva xwe de gote min ku mişkan merdana çapxanê xwarine û ji ber ku ew dever hibrê naxwin hin aliyên rojnamê wuha sipî dimînin. Me merdane û herfên kêm kirîn û me dest pê kir û me rojname weşand.“

Mûsa rojnama Ilerî Yurt derdixe û hejmara ewil bi belaş bela dike. Piştre hêdî hêdî hayê xelkê ji rojnamê çêdibe û rojname popûler dibe, deng pê dikeve, dikeve jiyana xelkê, dibe dabaş û gotina civatan, qehwexane û çayxaneyan.

Dewam dike Apê Mûsa Anter:

„Bi sedan kesan ji bajarên din ji bo abonebûyînê serî li  me dan û rojname ji me xwestin. Me rojname hata bi Stenbol û Enqerê ji zanîngehên metrepolan re şand.“

Dirêj be jî ev jêgirana me ji berhema Apê Mûsa „BÎranînên Min“ girt, ji ber ku şahdebûneke dîrokî ye û ji ber ku li ser rojnamgeriya Apê mûsa jî, gera wî ya di nav gel de jî fikrekê dide mirov, bila hinekî din dewam bike:

„Rojekê li hewşa Mizgefta Mezin min keçek parsek dît, agir ket kezeba min..... zaroka biçûk destên xwe vekirbûn û li pey hev tim wuha digot: ji bo Xwedê, ji bo Xwedê sedeqekê. Min çend qurûş pere xistin destên wê. Min jê pirsî ka bi tirkî zane yan na.»

„Keçikê got ku ew fêm dike belê nikare vegerîne. Piştî ku ez ji cem bi rêketim, keçikê teqnekî bi dû min de nerî û her digot Xwedê gunehê te efû bike.“

„Van gotinan ez yekcar hejandim û aqil di serê min de nehişt. Min ji gotinên keçikê ev derdixist, wek ku ji me re bêje hûn çima min di vî halî de dihêlin, hun gunehkar in.“

„Min jî xwe di cih û şûna gunehkaran de hiskir... Roja din min bi sernivîsa `ji bo Xwedê sedeqakê´ meqaleyek nivîsî û min bi riya rojnamê xiste nav xelkê.“

„Nivîsandina min di stûna ´Welatê Pêşketî` de bi çeşnek­qerfpêkir ´çi welatekî pêşketî !!` de kete weşanê.“

Mîna ku bombeyek biteqe nivîsa Apê Mûsa her deverê dihejîne û wek berqê li her deverê bela dibe. Dozgerên dewletê derhal, di cih de dawê li Apê Mûsa vedikin. Mîna ku bêje tu kî ye û tu gihayî ku tu bi kurdî tiştan binivîsînî. Ji ber ku Apê Mûsa di her hevpeyvîna ku çêdikir de hinek kurdî jî direşand nav.

Belê îmkan tune, kes nikare Apê Mûsa bisekinîne. Helbet her nivîsandin dibû sebeba dawe û dadgehek nû.

Hevpeyvînên Apê Mûsa bi piranî xeyalî û fikirlêkirî ne, giş siyasî û li ser derdên Kurdîstanê ne. Wek nimûne hevpey­vîneke Apê Mûsa bi mirovekî pîr re ye. Di hevpeyvînê de dipirse çima tu parsê dikî? Kalê reben bi kurdî vedigerîne:

„Ma ez çi bikim, tu dibînî, ez ji herdû çavên xwe kor im. Kurekî min hebû ew bi dar vekirin. Diya wî jî bi dû wî de ji kerban re mir. Ez jî mame li van rastan bêxwedî û bêxwe­dan.“ (BÎranînên Min 143)

Êdî nivîsandinên Mûsa û dadgeh hevdû taqîb dikin. Bi dû her nivîsandinekê de dawek nû tê û li dawên Mûsa daweyek din zêde dibe, dawe û derketina himber dadgehê dibin zerazeng û didin dû hev.

Ne bi tenê li Kurdistanê belê li Stenbol û Enqera jî hayê xel­kê, rewşenîran, mirovên muxalîf û rojnamevan ji meh­kemên Mûsa çêdibe.

Piştre çibû, mesele gihaşte ku, heta bi ku çû û li ku teqiya, em dê cardî ji Apê mêrxas û zîrek alîkariyê bixwazin, bila ew ji pênûsa xwe me serwext bike:

„Rojekê ez ji xwe re fikirîm û min got xwe: Ezbenî! Çawa be tu her roj li dadgehan î, madem wuha ye, tiştekî bike ku hêja be. Rabû min helbestek dirêj bi kurdî, belê ji awura edebî ne zêde binirx nivîsand û navê Qimil lêkir, di tenişta wê de min wergera wê jî bi tirkî çapkir. Di dawiya helbestê de jî min ji qehremanê helbestê re ku keçek xemgîn bû ev got:

„Bes xeman bux keça delal, birayên te yên ku te ji zerer û çewsandina qimil û çewsêneran rizgar bikin îro gihane. Helbestê wuha dest pê dikir: «bi çiyan ketim lo Apo, çiya melûl bûn rebeno...“ 

Piştî ku ev helbest belabû, bêj hema giş xortên Kurdan ew jiber kirin û bi leza birûskê di nav xortan de li zanîngehan belabû.

Agir dikeve çapemeniyaTirkiye. Rojnamevan li dijê Mûsa li dahola hewarê didin, li Stenbol, Enqere û Izmîrê, heta bi Uşakê, bajarên biçûktir mîna Odemîşê li dijê Mûsa dibin cebheyek û dinivîsînin.

Kef bi devê wan ketiye, çi tê ber devê wan dibêjin, giş sînor derbas kirine, bi navê edebê û exlaq tiştek nehiştine, nas nakin, dane nav. Ev giş li aliyekî, nivîskar û romanivîsê navdar û di zemanê xwe de berdevkê Mustefa Kemal Falih Rifki Atay jî di Rojnameya Ulusê de dawa jêkirina serê Apê Mûsa dike.

Xwendevanên Kurd li zanîngehên Stenbol û Enqerê kirin şahî û dawet, ji kêfan re ku baskên wan hebûna wê bifiriyana. Bi sedan telgiraf û pîrozname diçin ji Apê Mûsa re. Rojname bi serê xwe dibe qewimandin û rûdaweke mezin ji yên qonaxê.

Hilbijartinên li Tirkiye nêzîk bûne, kempanya hilbijartinê dest pê kiriye. Ismet Paşa li hawîrdorên Tirkiye digere, bi hesanî nakeve her bajarî, xwe digihîne bajarê Uşakê. Li dijê Partiya Demokrat xwepêşandaneke mezin li dar dixe.

Ismet Paşa çawa ji trênê dadikeve danakeve yek kevirekî li serê wî dide. Mûsa Anter jî li ser vê bûyerê di rojnameya xwe de vê kirinê rexne dike. Belê bi kurdî dinivîsîne û wergera wê jî bi tirkî dixe rojnamê. Helbet li vir mesele şikenandina qanûnên li dijê zimanê kurdî ye, qulkirina dîwarên li ser riya her tiştê ku bêhna Kurd û Kurdistanê ji wan tê ye. Piştî du rojan bi îmzeya Ismet Inonu telegirafek ji Apê Mûsa re tê. Di Telgirafê de wuha dinivîsîne:

„Mûsa Anter ji bo xebata we ku hun ji bo demokrasiyê didin ez we pîroz dikim û ez têm çavên te.“

Mûsa jî vê telegirafê bi nivîsandineke wuha dixe rojnamê:

„Gava ku min porê sipî yê Ismet Paşa di nav xwîna sor de dît Çiyayên Kurdistanê yên bixwîn û biberf hatin bîra min. Çiyayên Araratê, Sasonê û D êrsimê“.

Li vir tiştê ku Mûsa dike, meseleyekê wek ya Ismet Inonu digre û ji bo rakirina tabûyên li ser Kurd û Kurdistanê bikar tîne û vê jî bi hosteyî û koneyîyeke xweser, stîl û îfadeyeke mûsayî dike.

Li vir wê di cihê xwe de be ku mirov behsa sitîla Mûsayî bike û li ser, tezên xwe binivîsîne. Belê divê mirov behsa stîla Mûsa bike. Bi rastî heger mirov bike ne tiştekî bêcih û sub­jektîf e. Li ser vî alî em divê hinekî din kûrtir bibin. Stîla kurdî, stîla Mûsa ye, stîleke aqilmendane, zelal, biwate, hedefbîn û biîsabet, bêhna Sokrat jê tê, bêhna qerf û henekan, zanebûneke kûr, samîmiyet û humanîzmek mezin jê tê.

Em vegerin cihê em lê mabûn û cardî bila Apê Mûsa bi wî zimanê xwe yê şêrîn û zelal dewam bike:

„Em bi lezek xurt ketin sala 1959´an. Êdî rojnameya me ne organekî normal yê weşanê, belê di nezer û awura xelkê de bûbû organê serhildanê.“

Di dawa gurûbê 49 kesî de xortê hêja û hemşeriyê Mûsa ji Nisêbînê Emîn Batu şehîd dikeve. Piştî du salan ku Mûsayê rojnamevan ji zîndanê derdikeve dide pey şopa Emîn Batu, dixwaze gora wî tap bike, nas bike bê ka li ku ye:

„Min dizanîbû ku laşê wî birine nexweşxaneya leşkerî ya Haydarpaşa. Min katibên nexweşxanê dîtin, pere dan wan û min ji wan rica kir ku qeyda wî bidin min.“

„Derket ku Emîn li goristana Karacaahmet hatiye gorkirin, hejmara ber serê wî dan min. Min hejmara wî ya textînî girt û berê xwe da goristana Karacaehmedê. Belê gor vala bû. Berî em herin wur, xwiyaye xebera emniyetê jê çêbûbû û hestiyên Emîn derxistibûn, biribûn cihekî nenas.“

Ev bûyera Apê Mûsa behs dike û serpêhatiya gora Emîn Batu serpêhatiya Seîdê Kurdî jî tîne bîra mirov. Ew jî dewletê heman tişt anîbû serê wî. Cenazê wî ji goristana Urfa-Ruhayê derxsitibûn û biribûn cihekî ku heta niha jî kes nizane li ku ye. Belkî cenazê ewil wuha dewlet wunda dike û ji gorê derdixe ewil yê Emîn Batû û  piştre jî yê Seîdê Kurdî be.

Salên dawî tiştên wuha gelek bûn û bi hezaran Kurd ji aliyê dewletê hatin kuştin û di gorên tomerî de hatin binaxkirin.Ev ne cara ewile dewlet vê dike û cenazeyê mirovê Kurd davêje cihên nenas. Heta gotinên wuha hene ku bi helîkopteran avêtine deryayê.

Hê jî gora Emîn Batu û Seîdê Kurdî mandela ne. Gelo rojek heye dewlet li kirinên xwe mikur bê û doza lêborîna xwe ji Kurdan bike ? Ev dewlet gunehkar û tawanbar e.

Mûsa dema rojnameyên wî digirtin yan jî ji ber sebebekê ji sebeban rojnameyên xwe disekinandin di rojname û kovarên din de dinivîsî. Ji ber ku Mûsa têra xwe popûler bû û stîlekî wî yê bihêz û cazîb hebû, xwe dida xwendin. Xwendevan lê digeriyan. Popûlertiya Mûsa jî ne bi tenê li Kurdistanê belê li aliyê Tirkiye jî derbas dibû, di nav Tirkan de jî xwendevanên wî û hezkiriyên meqaleyên wî hebûn.

Ev popûlarîte ji jiyana dirêj li Stenbolê, têkiliyên bi kesayeti­yên nas û xwiya re, ji nameyên ku ji rewşenbîr û kesayetiyên siyasî û serokên partiyan heta serokdewlet û serokwezÎran re dinivîsand dihat. Wextekê piştî ji nav hucrên zîndanê, tarî û kûr derdikeve di Bariş Dunyasi de dinivîsîne. Helbet ji bo van nivîsandinan jî dikeve mehkeman û dibe sebebê ku mirovên mîna A. Hamdi Başar ku hevalê nêzîk yê Mustefa Kemal bû ew jî pêre demxa kurdbûnê bixwe.“Belê ya hê xerîb û seyrtir heye. Sala 1987´an ji bo daweya kovara ´2000´e Dogru´ min Ataturk jî kir Kurd û herçendî min nedixwest jî, ez bi ruhê wî re li ser heman kursiyê mehkûmiyetê rûniştim“ (rp. 186)

Di salên Mûsa Ilerî Yurt birêve dibe û di weşîne de Partiya Demokratê genimê jehirkirî di meha Nîsanê de li axa û begên Kurdan bela dike. Ev genim nayê xwarin, lewra bi çend şikil jehrê jehirkirî ye. Ne ji bo xarinê ji bo çandiniyê ye. Belê bi giştî li Kurdistanê, nemaze li Başûrê Rojhilat xelk di meha Çiriyê de genim diçîne. Axan ev genim hinekî bi buhayekî kêmtir difrot gelê Kurd. Xelkê feqîr jî ev genim dibir êş, dihêrt, dikir nan û dixwar.

Dewletê û partiya li ser kar ev bi zanebûn dikir û mebest li vir qirkirina gelê kurd bi destên Kurdan bû. Di demek kurt de genimê jehirkirî di nav xelkê de û bi taybetî di nav zarokan de bandêra xwe nîşan da. Jehrê di laşê zarokan de birînên kûr û xedar vekirin. Di nav xelkê de ji van birînan re digotin Birîna Reş.

Mûsa di rojnameya xwe de çend caran bala xelkê û xwen­devanan dikşîne ser vê boblatê û dixwaze raya giştî li ser vê meselê nişmî û hestiyar bike. Mûsa di navekê re li dora Amedê li qezayên Cunguş, Dicle, Hezro, lîce, Hîlwan, Çinar û Bismilê digere. Serî li navendên bijûndariyê ku gelek ji wan bêdoktor in, dide:

„Min li vir bi sedan zarokên ferqa wan ji meymûnan nemaye di nav birîn, elem û edabê de xeniqîne, dîtin.

Wechê zarokan giş reş û di nav pirçê de mabû. Ji ruwê wan, pirr deverên laşê wan, goştê wan weşiyabû. Laşê wan tije birînên bêderman bûbûn û êdî rehetbûna wan ne mikun bû. Hejmara mezin ji zarokan dimirin.“

Sala 1990´î di bÎranînên xwe de Mûsa wiha vê bûyerê behs dike ku sala 1958´an qewimiye: “Îro îstatîstîkek bê çêkirin, bahwer nakim yek zarokên vê salê û çend salan piştre jî çêbûne, mabin li heyatê bin.” Ji xwe ev bûyer e ya ku Mûsa dehfî ser nivîsandina şanoya bi navê Birîna Reş dike.

Nivîsandinên Mûsa dengekî mezin didin û Wezareta Bijûndariyê bi xwe jî dest davêje vê meselê û xwe naçar dibîne bi meselê dakeve. Belê bi rengekî xerab û xayinane ku qet bi sonda Hîpokrat re û misyona mirovên doktor re nagunce. Bi dehan raporên sexte durust dike û hewil dide ku îspat bike ku na ev nexweşî û birînên di laşên zarokan de, ne ji ber genim e, belê ji ber sebebên din in. Sala 2006´an di mesela Şewba Çûkan de jî dewletê heman mesele kir û Wezareta Tendusutiyê demeke dirêj nexweşî veşart.

Dabaşa genimê jehirkirî ewçendî bela dibe ku sînorên Tirkiye û Kurdistanê jî derbas dike, li Moskova digihe heta bi helbestvanê navdar Nazim Hikmet û ew jî li ser vî bingehî helbestekê dinivîsîne û navê wê dike „Ka, ku Wezîrê Bijûndariyê bi xwe jî bi nexweşiya Brîna Reş biketiba, wê wextê wê zanibûya ka ev nexweşî çawa ye“ (rp. 192-193)

Sala 1-2-1989´an Kovara Emek Dunyasi bi Apê Mûsa re hevpeyvînekê dike û di nav pirsên xwe de vê pirsê jî dipirse:

“Tu dikarî di derbara Dicle kaynagi, Şark postasi û Rojna­meya Ilerî Yurt de me hinekî serwext bikî ?“

Bersiva Apê mûsa wuha  ye:“Ev weşan bi giştî mîzahî ne, hewla wan yek e. Ew jî teşhîrkirina neheqiyan ku li rojhilatê dibin, derewên ku dihatin kirin bûn.“ (Vakayiname, 114)

Di encamê de mirov ji bo rojnamevaniya Apê Mûsa Anter divê bêje ku ew di vî cebhî de piştî Komara Tirk ava dibe, pêşeng û kesê serkêş e, mirovê dûrbîn e û karê xwe gelekî bi hosteyî dike. Di destpêkê de rewşê saxtî dike, ewil destên xwe dipelîne. Wek kesê demeke dirêj xwe veşaratibe, deme­ke dirêj di bin erdê de, li cihekî xalî dûr ji sêpil û çûnûhatinê xwe hilanîbe, nependî kiribe û piştî zemanekî dirêj derbas dibe hêdîka, gelekî bi haydarî serê xwe ji qula xwe derdixe, li çep û rastên xwe dinere, derkeve, gavekê du gavan bavêje, piştre bisekine, bihishise, ku kes heye, tuneye, piştre bê nav xelkê binere reaksiyon çawa ne. Tiştê Apê Mûsa salên di 1940´î de, di rojnameya Vakit û piştre Cumhuriyetê de û hê piştretirî vê, hinekî bi pêştir dixe bi derxistna rojnameyên xwe Şark Postasi û Dicle Kaynagi de dike ev e.

Çend salan piştre piştî vê destpelandin û ceribandinê, çend gavên tedbÎrane û têperbûnane, ew êdî gaveke din davêje, şerê xwe vekirîtir, zimanê xwe deqarûtir dike û bi Kimil û Birîna Reş re ala xwe bi temamî radike jor.

Dema Apê Mûsa bi ciwanekî Kurd re wek kevirê xitmê ji bo nîqaşa xwe bi siyasetmedarên Kurd re vê gotina navdar dike, mebesta wî ew e ku bîne bala ciwamêrê li himberê xwe ku ew bi hesanî nehatine vir, negihiştine van rojan mîna ew texmîn dike. „Me ji bin sifrê xebat anî vî cihî“ dibêje.

Mûsa hosteyê meqaleyên kin, barkirî û wek peyvên pêşiyan bihêz û puxte ye. Herwuha ew di aliyê çêkirina sohbet û hevpeyvînên xeyalî de jî xurt bû. Vê jî pişta xwe dida tecrûbeyeke dewlemend ya jiyanê û têkiliyên xurt bi mirovên Kurd ji her kategorî û tebeqê re.

Polemîkên wî jî xurt û biîsabet bûn û kesên berê xwe dida wan saqoçermo dikirin, tepetoz radikir li wan, bi gotinên Amed Tîgris ew perîşan dikirin û wa li wan dikir ku êdî riya ber lingên xwe bi hesanî nedidîtin.

Polemîkên wî ji çend damaran bixwedî dibûn. Yek ji van kultureke ji awura jiyanê, dîrokê, civak û psîkolojiyê û bi taybetî ji awura naskirinê rengarengî û dewelmendî bû.

Em vî beşî jî bi gotinên Amed Tîgrîs bidawî bikin: “Mirov  dema li nivîsarên wî yên ku di rojname û kovarên wekî Dicle Kaynagi, Şark Postasi, Ileri Yurt, Deng, Bariş Dunyasi û di van salên dawî de jî li yên Yeni Ulke, Welat, hwd. derketine dinere, dibe heyranê hunermendiya wî ya polemîk û mizahiyên wî yên siyasî”

Instîtûta Kurdî

ji bo lêkolîn û zanist

li Almanya

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

II.      BAKUR

112 salên bi meşaqet

Abdurrahman GOK

Rojnamevaniya Kurd bi rojnameya Kurdistan ya di 22’yê nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Qahîreyê ku ji hêla Mîqdat Mîdhat Bedîrxan ve hatiye derxistin dest pê dike. Ev 112 sal in digel hemû zorî û zehmetî, astengî, girtin û kuştinan rojnamevaniya Kurd didome.

Rojnamevaniya Kurd cara yekem di 22’yê nîsana 1898’an de li Qahîreyê rojnameya Kurdistan, bi tîpê erebî derkete ser sahneya dîrokê. Rojnameya ku ji hêla Miqdat Mîdhat Bedirxan ve dihate derxistin ji ber zextên Osmaniyan piştî hejmara 6’an, ji hêla kurê Bedirxan ê din Abdurrahman Bey ve li Cenevreyê weşana xwe domand. Hin hejmarên Kurdis­tan bi tevahî kurdî bûn hinek jî bi kurdî û tirkî bûn. Rojname heya sala 1902’an li cihê wek Qahîre, Cenevre, Londra û Folkston weşana xwe domand. Rojname ji ber ku ji hêla rêveberiya Osmaniyan ve hatibû qedexe kirin bi riyên veşartî li Kurdistanê, li herema Edene, Şam û hwd. li Ewropa dihate belav kirin.

Rojnameyên di navbera salên 1908,1914'an de

Di dema II’yemîn Meşrûyetê de ji hêla Cemiyeta Kurd Teavun û Terakkî ve bi heman navî ji hêla şairê Kurd Pîremerd ve rojnameyek hate derxistin. Rojnameya ku di sala 1908’an li Stenbolê dest bi weşanê kir ji ber ku legal bû, bi hêsanî li van deverên din jî dihate belavkirin. Vê rojnameyê bi lehçeyên kurmancî û soranî weşana xwe dikir. Di heman salê de rojnameya Şark û Kurdistan jî dest bi weşanê kir û rojnameya Kurdistan ku li Qahîreyê derdiket jî di vê salê de li Stenbolê weşana xwe domand. Salek şûnda di sala 1909’an de rojname hate girtin. Di heman salê de li Stenbolê bi zimanê tirkî rojnameya Ameda Reş ku tenê 6 hejmar derket û li Amedê jî rojnameya Peyman ku piştî hejmara 47’an hate girtin, dest bi weşanê kirin. Di 6’ê Pûşber’a 1913’an de jî ji hêla Cemiyeta Hêvî ve kovara Rojî Kurd hate derxistin. Piştî hejmara 4’an ji ber ku rojname ji hêla hukûmeta demê ve hate girtin ev car kovarê bi Hetawî Kurd navê xwe guherand û weşana xwe domand. Di seferberiya şerê 1914’an de, ji ber ku rewşenbîr û ciwanên mensûbê Hêvî neçar man çûn leşke­riyê weşana kovarê jî rawestiya. Di sala 1913’an de her wiha li Stenbolê rojnameya Yekbûn ku tenê 3 hejmar derket, jî dest bi weşanê kiribû.

Piştî sala 1918’an

Piştî 1’emîn Şerê Cihanê rojnamevaniya Kurd jî bi riya weşanên cûr be cûr domiya. Di sala 1918’an de weşana Cemiyeta Kurdîstan Tealî, Kovara Jîn derket. Di kovara ku li Stenbolê 25 hejmar derket de digel kurmancî û soranî her wiha nivîsê tirkî jî hebûn. Di heman salê de bi heman navî rojnameyeke heftane jî bi zimanê kurdî û tirkî hate weşandin. Di sala 1919’an de li Stenbolê di pêşengiya Mehmet Mîhrî de bi zimanê tirkî rojnameya Kurdîstan ku 19 hejmar derket dest bi weşanê kir. Li Amedê jî di heman salê de ji hêla Şaxa Cemiyeta Kurd Teavun û Terakki ve rojnameya Gazî  hate derxistin.

Demên despêkê yên Komara Tirkiyeyê

Demên destpêka Komara Tirkiyeyê ku serhildanên kurd, rêxistin û weşanên muxalif dihatin fetisandin de rojname­vaniya Kurd jî, bi piranî herêmî ma. Di 22’ê Nîsana 1923’an de li Sîwerekê rojnameya Îrfan, di 1929’an de rojnameya Agirî, di 1948’an de li Stenbolê Dicle Kaynagi, dîsa di 1950’ê de li Stenbolê Şark Mecmuasi ku tenê yek hejmar derket, di heman salê de rojnameya heftane Şarkin Sesi û Demokrat Doğu, di 1953’an de li Enqerê Kovara Agirî, di 1954’an de li Amedê Şark Postasi, di 1955’an de li Enqerê kovara Henek, di 1956’an de kovara Cudî, di 1957’an de li Enqerê kovara Dêrsim, di heman salê de li Stenbolê Rojnameya Cerîde-î Dêrsim, di 1959’an de li Amedê kovara Mezopotamya, dîsa di heman salê de rojnameya Îleri Yurt rojname û kovarên ku di destpêka komarê de hatine weşandin û bi piranî herêmî mane ne.

Salên 1960’an

Piştî Makezagona 27’ê Gulanê ji hêla Kurdan ve gelek weşan hatin derxistin. Li Stenbolê di 1962’an de rojnameya mehane ku 8 hejmar derket Dicle-Firat, Bariş Dunyasi ku 7 hejmar derket, li Farqînê Sîlvan Sesî, di 1963’an de li Enqereyê Keko, li Stenbolê Deng ku 5 hejmar derket, Roja Newê ku yek hejmar derket, Rêya Rast, di 1965’an de li Enqereyê Kormişkan, Çira ku 3 hejmar derket, di 1966’an de li Enqereyê Yeni Akiş ku 4 hejmar derket, li Stenbolê Dengê Taze, li Enqerê Havar, di 1967’an de li Enqerê Uyaniş, Çikiş, Diyarbakir Kultur, di 1968’an de li Stenbol’ê Siverek, li Enqereyê Hinistan Sesler li Dêrsimê Ezilenler, di 1969’an de li Stenbolê Karakoçan, li Enqerê Diriliş-Mardinin Sesi, li Stenbolê Doğu, Dengê Sêrek, Mezra Botan, di 1970’ê de li Bazidê Şêresiyar, li Enqerê Gimgim, li Stenbolê Adiyaman, li Enqereyê Bultena Nuçeyan a DDKO û Bazalt Kent hatin weşandin.

Salên 1970’an

Piştî darbeya 12'ê Adara 1971’ê rojnamevaniya Kurd carek din neçar dimîne û radiweste. Di 1975’an de li Stenbolê bi rojnameyên wek Doğu Notları, Ozgurluk Yolu, weşana THKO Heval/Yoldaş û rojnameya Azad ku 44 hejmar derket û heya sala 1979’an derket rojnamevaniya Kurd carek din derkete sehneyê. Di 1976’an de weşana TKDP’ê Xebat, di 1979’an de Rizgarî ku 9 hejmar û 10 pêvek derket, li Sêrtê Son Soz, di 1977’an de li Enqerê Rêya Sor, Pêşeng ji bo Şoreş, Roja Welat ku 12 hejmar bi kurdî û tirkî derket, Li Agirî Demokrasi, di 1978’an de Xebat ji bo Rizgariya Kur­distan, li Stenbolê Kawa, Devrimci Demokrat Gençlik ku 11 hejmar derket, di 1979’an de li Enqereyê Dengê Kawa ku yek hejmar derket, li Bismil Haber Bulteni, li Stenbolê Ala Riz­garî, Şoreş, li Wanê Jîna Nû, li Colemêrgê Ozgurluk Şafagi ku 2 hejmar derket, li Îzmîrê Ozgurluk û Tîrêj, li Dîlokê we­şana PKK’ê Serxwebûn, weşana Tevgera Têkoşîn Têkoşîn, li Êlihê Sesleniş, li Amedê Yekbûn di dîroka rojnamevaniya Kurd de cihê xwe girtin.

 

Salên 1980’an

Di salên 1980’an de jî ev kovar û rojname hatin weşandin: Di 1980’ê de li Amedê weşana PKK’ê ku 2 hejmar derket Yurttan Haberler, Beşiriye Uyaniş ku 15 hejmar derket, we­şana KUK’ê Têkoşer, di 1981’ê de weşana PDK’ê Xebat Ser Riya Barzanî ku 3 hejmar derket, di 1988’an de li Stenbolê Medya Guneşi ku di 8 salan de 63 hejmar derket, di heman salê de li Enqereyê kovara Ozgur Gelecek ku 8 hejmar der­ket, di 1989’an de li Stenbolê Vatan Guneşi ku 8 hejmar derket û biryara daneheva tevan hate dayin, li Enqereyê Seçmeler ku yek hejmar derket û her wiha Kovara Deng ku li Stenbolê dest bi weşanê kir û piştî 2005’an li Amedê riya xwe domand.

Salên 1990’an

Di salên 1990’i de jî gelek kovar û rojname dest bi weşanê kirin. Di 1991’ê de li Stenbolê Newroz, li Rihayê Halay, li Stenbolê Rojname, Newroz Ateşi, di 1992’an de li Stenbolê Serketin, Azadî, Nûbihar, di 1994’an de li Stenbolê Jiyana Nû, Dengê Azadî, Zend, di 1995’an de li Amed’ê Govend, li Stenbolê Ronahî, Armanc, Roj, di 1996’an de li Stenbolê Nû Roj, Hêvî, di 1999’an de li Stenbol’ê Roja Taze, Jin û Jiyan rojname û kovarên ku di salên 90’î de hatine weşandin in.

Salên 2000’an

Di salên 2000’an de jî weşanên cur be cur derketin. Di 2001’ê de li Amedê Dema Nû, di 2002’an de li Stenbolê Tîroj, di 2003’an de li Stenbolê Nû Jin û Jiyan, Kovara zazakî Vate, di 2004’an de li Stenbolê Mizgîn, di 2005’an de li Sten­bolê Esmer, li Amedê Kovara W, di 2008’an de li Amedê Çirûsk, li Stenbolê Multîkulti, di 2009’an de li Dêrsimê Ne­wede Dersim, li Stenbolê Toplum ve Kuram, li Amedê Kelha Amed, li Wanê Nûpelda, li Îzmîrê Hinar, li Stenbolê Do-Jîn, di 2010’an de li Stenbolê Dipnot jî kovar û rojnameyên ku di dîroka rojnamevaniya Kurd de cihê xwe girtine ne.

Çapemeniya Azad

Ji destpêka çapemeniya azad ku di 15’ê HezÎran 1988’an de bi Toplumsal Diriliş derkete rê û heya niha di ser 50’î rojnameyî de weşan hatine derxistin. Ji bilî Toplumsal Diriliş ku di demeke kin de hate îmha kirin, gava yekemîn di 22’ê Nîsana 1990’an de bi Halk Gerçeği ku tenê 9 hejmar hate we­şandin û di bin pêşengiya derhênerê weşanê Huseyin Aykol de derket hate avêtin. Piştre Yeni Halk Gerçeği jî tenê 3 hej­mar derket û ji hêla rêvebiriya rojnamê ve hate girtin. Di 20’ê cotmeh 1990’i Yeni Ulke dest bi weşanê kir û di roja ewil de buroya wê ya Amed’ê ji hêla Rêxistina Îslamî Cihat ve hate bombe kirin.

Di 30’ê gulana 1992’an de rojnameya rojane Ozgur Gundem dest bi weşanê kir. Ji 580 hejmarê rojnameyê der barê 486’an de doz hate vekirin û 147 sal ceza li editor û rojnamevanê wê hate birîn. Rojnameya ku biryara rêvebiriya wê hate girtin di 26’ê Nîsana 1993’an de di pêşengiya Gurbetelli Ersoz de ca­rek din dest bi weşanê kir. Di 10’ê Kanûna 1993’yan de bi se­dan polîsan bi ser rojnameyê de girt û xebatkarên wê tev xis­tin bin çavan. Piştre Ozgur Ulke di 28 Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. 3 buroyê vê rojnamê jî di 4’ê Kanûn 1994’an de di heman demê de hatin bombekirin. Di êrîşa bombeyî de Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Piştre bi belgeyan derkete holê ku emrê bombeyan Se­rokwezîra demê Tansu Çiller daye. Digel vê êrîşê jî rojna­meyê navber neda weşana xwe.

Piştî vê gelek rojname derketin û hatin girtin, lê seruveniya rojnamevaniya gelê Kurd her berdewam dike.

Seruvena Rojnameya Kurdî Welat

Rojnameya Kurdî Welat di 22’ê Sibata 1992’an de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawestand û pişt re jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996’an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di 15’ê Tebaxa 2006’an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem dem weşana Azadiya Welat hate rawestandin ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24’ê Adara 2007’an de Dengê Welat, di Mijdara 2008’de Welat, di 16’ê Nîsana 2009’an de Rojev, di 6’ê Gulana 2009’an de Hawar, di 13’ê Mijdara 2009’an de Rojev û herî dawî di 31’ê Adara 2010’an de carek din Rojev derket. Ji mudurê karê nivîsê Vedat Kurşun ku niha di girtîgehê de ye re 525 sal ceza tê xwestin û herî dawî ji ber ku mudûrê karê nivîsê yê nû Mehdi Tanrikulu di dadgehê de xwest bi kurdî îfade bide hate girtin.

Ajansên Kurd

Rojnamevaniya Kurd her wiha di hêla servîskirina nuçeyan de jî di nava hinek hewildanan de ye. Bi vê armancê cara yekem di salê 1990’an de bi navê DEM Ajans li Almanya ajansek hate damezirandin. Piştre navê xwe bi Mezopotamya Haber Ajansı (MHA) guherand. Di 5’ê Îlona 2005’an de polîsê Alman bi ser saziya MHA’yê de girt û weşana wê rawesitand. Li ser vê yekê di 26’ê cotmeha 2005’an Ajansa Nuçeyan a Firat (ANF)  hate damezirandin. Li Tirkiye’yê jî di 4’ê Nîsana 2002’an de bi tirkî, kurdî û ingilîzî Ajansa Nuçeyan a Dicle (DIHA)  hate damezirandin. Li Herema Kurdistana Federal jî di cotmiha 2008’an de AK News hate damezirandin. Dîsa Payamner News Agency (PNA) û PUKmedia jî ajansên ku nûçeyan servîs dikin in.

Rojnamevanên Kurd yên ku hatine kuştin

Di 25’ê Sibata 1992’an de li Êlihê nuçegihanê Yeni Ulke Cengiz Altun, di 2’ê HezÎrana 1992’an de li Nisêbînê nuçe­gihanê Yeni Ulke Mecit Akgun, di 8’ê HezÎrana 1992’an de nuçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir, di 29’ê Tirmeha 1992’an de li Êlihê xebatkarê kovara Ozgur Halkê Çetin Ababay, di 9’ê Tebaxa 1992’an de li cotmiha nuçegihanê Ozgur Gundemê Yahya Orhan, di 9’ê Tebaxa 1992’an de li Serê Kaniyê nuçegihanê Ozgur Gundemê Huseyin Deniz, di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê nivîskarê Ozgur Gundemê Musa Anter, di 19’ê Çileyê 1993’an de li Wanê nuçegihanê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 18’ê Sibata 1993’an de li Rihayê nuçegihanê Yeni Ulkeyê Kemal Kiliç, di 28’ê Tirmehê 1993’an de li Bedlîsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 12’ê Adara 1994’an de li Sîwerekê nuçe­gihanê Gundemê Nazim Babaoglu, di 29’ê Gulanê 1994’an de li Êlihê nuçegihanê Ozgur Ulke Îsmaîl Agay, di 3’ê Berfambara 1994’an de li Stenbolê xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersin Yildiz, di 28’ê Tebaxa 1995’an de li Bedlîsê nuçe­gihanê Yenî Politikayê Seyfettin Tepe û dîsa Mehmet Şenol ji hêla kontrayan ve hate qetilkirin.

Belavkarên ku hatine kuştin

Belavkarê rojnameyan yên ku hatine qetil kirin jî ev in: Di 21’ê Mijdara 1992’an de Halîl Adanir, di 31’ê Berfambara 1992’an de Lokman Gunduz, di 16’ê Mijdara 1993’an de Kemal Ekinci, di 5’ê HezÎrana 1993’an de Tegmen Demir, di 14’ê HezÎrana 1993’an de Haşim Yaşa, di 28’ê Îlona 1993’an de Zulkuf Akaya, di 9’ê Mijdara 1993’an de Adil Başkan, di 10’ê HezÎrana 1993’an de Yalçin Yaşa, di 19’ê Mijdara 1993’an de Kadir İpeksumer, di 27’ê Mijdara 1993’an de Adnan Işik, di 3’yê Berfambara 1993’an de Mehmet Sencer, di sala 1998’an de Nihat Yakut, di 2003’an de Hikmet Yakut, Mehmetcan ..., İhsan Yakut, Siraç Pençe, Yahya Yakut û herî dawî li Eden’ê di 3’ê Nîsana 2010’an de Metin Alataş ji hêla hêzên tarî ve hatin qetilkirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rojnamegeriya kurdî

Azîz OGUR

Tevî ku kurdî zimanê herî qedîm yê Rojhilata Navîn e, xwedî hêz û feyzeke xurt e jî ji ber polîtikayên mêtînger, siyaseta tinehesibandin, biçûkxistin û asîmilasyonê di hişê Kurdan bi xwe de jî têkildarî dewlemendî û asta bilind a zimanê kurdî şik û guman hatibûn afirandin.

Li Tirkiyeyê ji ber siyaseta înkarê heta salên 1970'yî dikare were gotin ku di biencamkirina vê siyasetê û jiholêrakirina ziman, çand û dewlemendiyên Kurdan ên kevneşopî de êdî demeke dirêj nemabû.

Lê belê di noqteya ku hema hema hêvî bi dawî bûbûn û êdî herkesî ev yek mîna çarenûsekê qebûl kiribû de çirûskek pêket. Navê vê çirûskê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.

Şoreşeke mezin a bi sedan ji şoreşên biçûk pêk tê. Bi vê destpêkê re bi berdêl, ked û xwêdanê hemû hebûnên Kurdan ên hatibûn desteserkirin yeko yeko bi paş de hatin zivÎrandin.

Ji afirandina kesayeteke azad û berxwedêr bigire heta bi afirîna hestên netewî, ji serobinokirina pêşhûkmiya derbarê Kurdan de bigire heta bi rûxandina statuyên ji aliyê cihana 'modern' ve li ser wan hatiye ferzkirin, ji naskirin, jiyîna çand, hûner û kevneşopiyên Kurd heta bi raxistina ber çavên herkesî ya dewlemendiya zimanê kurdî.

Bêgûman bi dehan şoreşên ku di nava şoreşa mezin de pêk tên û di roja me de jî em di qonaxeke hebûn û tinebûnê re derbas dibin xwedî bekgrawdeke berfireh e.

Berdelên hatin dayin, fedakarî û keda pîroz ya di vê rêyê de hêjayî wî nirxî ye ku mirov di her kêliya jiyanê de di hişê xwe de bihêle, mirov tim di nava liv û tevgereke layiqî vê pîrozweriyê de be.

Bi pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê û xwe gihandina van rojan de ji eniya rojnamegerî ve jî Kurd bûne xwediyê destkeftî û çeperên giranbûha.

Ji demên tarî ku bajar, eşîr an herêma cÎran piştî mehan, salan ji serhildan, tevkujî, nefîkirin û dek û dolabên pêk dihatin heydar dibûn em gihiştine cihekî ku bi hemû sazî û dezgehên xwe yên ragihandin û çapemeniyê li tekel, holdîngên hêzên navnetewî û mêtîngeran mîna alternatîfeke ku ji her eniyê ve dikare bibe bersiv.

Di roja me de bi dehan hejmarê televizyonên bi kurdî weşanê dikin, radyo, rojname, kovar, ajans û bi sedan malperên înternetê.

Heger ji nifşên nu bigihin re heger em qal bikin ku beriya 30 salî bi navê ragihandina kurdî saziyeke bi tenê jî tune bû dê matmayineke çawa bijîn diyar e.

Lê belê di serî de Rêber û Tevgera Azadiya Kurdistanê, pak­rêwanên ku ji bo azadî û mafên Kurd canê xwe kirin qurban, xabatkar, kedkarên ragihandin û çapemeniya Kurd, gelê Kurd ê têkoşêr bi xwe hem şahîd  hem jî afrînerê vê asta ji tinebûnê em gihiştinê ye.

Heger niha bi serbilindî em dikarin bêjin em jî hene û serî ji hevkarî, hêz û artêşên bêhempa re natewînin bê gûman ev tev tê wateya daneheviya vê keda pîroz.

Rojnamegeriya nivîskî

Heta çend salên dawî jî tevî televizyonên kurdî ên 24 saetan weşanê dikin, radyo, kovar û rojnameyên heftane yên xwuru bi zimanê Kurdî hebûn jî rojnameyên rojane tim di rojev, girtînameyên nivîskî ên komcivîn, kongre û konferansan de diman.

Têgihiştin û pêşhikmiya ku deshilatdar, mêtîngeran li ser me ferz kiribû bandorên wê beyî em bizanibin di helwest û tevgera me de jî xwe dida der.

Di derxistina rojnameyeke xwurû kurdî a rojane de hem xwestek hebû, hem fikar ên ka emê karibin biser  bikevin an na di zik hev de dihatin jiyîn.

Têgihiştina derbasdar a dabûn qebûlkirin bi rengê, 'Zimanê kurdî zimanê gundiya ye, hin aliyê xwezayî xurt in lê belê di qadên zanist, rojnamegerî, teknolojî û aboriyê de ne derbas­dar e´ di her helwestê de xwe dida der. Asta herî pêşketî ya derbarê zimanê kurdî de nirxandina, 'Kurdî zimanê wêjeyê ye' bû.

Rojnameya rojane û Yenî Ozgur Polîtika

Lê belê dema Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka li Ewropayê hate damezirandin rêzecivînên ji bo konsept û naverokê bi guftugoyên tund derbas dibûn.

Rojanevanên Kurd ên herî zêde dixwestin rojnameyeke bi kurdî hebe jî, dema mijara rûpelên kurdî dihate rojevê bi fikar tevdigeriyan û tim pêşniyara 'bila pêvekeke hefteyî were amade kirin' bû.

Lê di wir de hişmendî bixwe û bi hêza zimanê kurdî nebawerî serdest bû. Rojnameya Yenî Ozgur Polîtikayê di 16'ê Çile yê 2006'an de dest bi weşanê kir.

Bi rojane veqetandina 2 rûpelan a tevahî ji nûçe û aktualîteyê di demeke kin de pêşhukmî û fikarên heyî ji holê rakirin.

Bi vê gavavêtinê me hem ji xwe re hem jî ji tevahiya serdes­tên ku li pey rêbaz û tezên 'lawaz', 'tune' hesibandina kurdî re îsbat kir ku kurdî zimanê rojnamgeriyê ye, zimanê ragihan­dinê, zimanê aborî û teknolojiyê û zimanekî wisa qedîme, ji destpêka dîrokê hatiye û heta dawiya dîrokê jî dê karibe hemû pêşketin û astê himbêz bike û bipêş bikeve ye.

Bi sala ye em rojane 2 rûpelên kurdî diweşînin û em dibînin ku kapasîte û potansiyela me ya rojane derxistina rojaneme­yeke 12-16, heta 20 rûpelî xwuru kurdî heye.

Şoreşa Zimanê Kurdî Rojanebûna Azadiya Welat

Piştî vê ceribandin û gavavêtina serkeftî ya li Frankfurt a Almanyayê hate destpêkirin ne bi gelekî, proje û niyeta li dilê Kurdistanê Amedê derxistina rojnameyeke rojane ya xwurû kurdî bi lez û bez kete pratîkê.

Komek rojnavanên Kurd ên dilsozên ziman û çanda xwe bi kedeke bêhempa tevî hemû bêderfetî, zext û astengiyan jî tecrûbe û xabata ku bi salan mîna rojnameya hefteyî berhem dida wergerandin karê rojnameyeke rojane.

Di 15'ê Tebaxa 2006'an de Azadiya Welat rojnameyeke xwuru kurdî ya ji 12 rûpelan pêk tê dest bi weşanê kir.

Ji nûçeyên civakî heta bi sporê, ji pêşketinên teknolojîk heta bi çand, hûnerê, ji polîtîkayê heta bi rojeva cihanê ji wê demê ve li Amedê rojane rojnameya Kurdî tê çapkirin.

Ev pêngava dîrokî ku dikare mîna şoreşeke ziman û rojname­geriya kurdî were navlêkirin, di heman demê de jî tê wateya valaderxistin, pûçkirina hemû tez û spartekên siyaseta înkarê.

Kurdiya ku heta beriya çend salan tûne bû di derfeta herî bûçuk de mîna rojnameyeke 12 rûpelî li Amedê derdikeve û li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê belav dibe.

Heger  ev aliyê wê li ber çavan were girtin, sedema hevqasî bi çavsorî êrîşkariya li hember Azadiya Welat û xabatkarên wê jî were fêmkirin.

Her wiha rol û mîsyona ragihandinê ya di pêşketina gelê kurd û berfirehbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê de heger baş werê dîtin dîsa herkes dê têbigije ka çima desilatdar û hêzên mêtînger beriya her tiştî êrîşî ragihandina Kurd dikin.

Rojnamegeriya Kurd berhemek ji yê ku ji aliyê têkoşîna azadiyê ve hatiye afirandin e. Her wiha di pêşketina têkoşînê, rohnîbûna gelê Kurd û civakê de xwedî rol û mîsyoneke diyarker e.

Lewra parastin û xwedîderketina ragihandin û çapemeniya azad a Kurd tê wateya xwedîderketin û parastina hemû nirxên gelê Kurd.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

III.    ROJHILAT

Dîroka Kar û Xebata Rojnamevaniyê di Rojhilata Kurdistanê de

Kakşar OREMAR

Destpêk:

Gelê Kurd di her perçeke Kurdistana mezin de, li gor derfetên ku jê re afirîne, di hemû warên siyasî, civakî û çandî de pên­gavên pêşdeçûnê avêtine.

Yekemîn rojnameya Kurdî di Rojhilata Kurdistanê de di çaxê serhildana lîderê navdarê Kurd Simkoyê Şikak de li paytexta desthilatdariya wî (bajarê Urmiyê) hat weşandin. Hinek jêder didin diyarkirin ku sala 1908´an çaxê ku agirê şoreşa Simko­yê Şikak li dijî desthilatdarên Îranê germ û gur bû, Ebdulre­zaq Bedirxan rojnameyek bi her du zimanên kurdî û tirkî ku navê wê (Kurdistan) bû, li bajarê Urmiyê diweşand. Lê piştî ku Ebdulrezaq Bedirxan ji aliyê Rusan ve bi dîlî ber bi Rusiya Qeyserî ve hat dûrxistin, serokê Kurd Simkoyê Şikak ji rewşenbîrê Kurd (Mihemed Turcanîzade) dawakir ku weşandina rojnameya Kurdistan berdewam bike. Weşandina rojnameya Kurdistan heya sala 1914´an li bajarê Urmiyê berdewam bû. Hinek jêderên din jî didin xuyakirin ku Kur­distan ziman halê rewşa şoreşa Simkoyê Şikak bû û di hemû hejmarên rojnamê de xeber û nûçeyên wan şerên ku di nav­bera şervanên Kurd û artêşa dewleta navendiya Îranê de diqe­wimîn, di nava rûpelên rojnamê de cih digirtin.

Li gor bÎranînên Mihemed Turcanîzade, Simko berevajî wê hindê ku hinek PanÎranîstên nifşparêz û pênûsfiroş wî mîna mirovekî rêgir û xwînrêj didin nasandin, mirovekî pêşkeftin­xwaz bû ku ji netewa xwe re azadî û dewletek serbixwe dixwest. Mihemed Turcanîzade dide diyarkirin dema ku Simko yekemîn hejmara rojnama Kurdistanê dibîne, lîreyekî zêr davêje ser rojnamê û mîna xelat pêşkêş dike, ji bo ku hemû giregir, axa û begên derdora wî jî vî karê dîrokî yê nivîskarên Kurd teşwîq bikin û biqedrînin. Wê rojê di rûyê Simko de şahî û dilxweşiyek mezin dihat dîtin û mirov pêdihesiya ku ew di karekî dîrokî de pîroz bûye. Herwiha Simko û şoreşa wî bû sedem ku yekemîn xwendingeha bi zimanê kurdî jî sala 1913´an de li bajarê Xoyê bê damezran­din û zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê zikmakî têde dersê bixwînin.(1)

Di Rojhilata Kurdistanê de li gor jêderên dîrokî derketina rojnama Kurdistan pêngava yekemîn e ku piştî derxistina rojnama Kurdistan(ya Mêqdad Bedirxan) di sala 1898´an li Qahirê daye weşandin, hatiye avêtin.

Rewşa Çandî û Karê Rojnamevanî Beriya Damezrandina Komarê û Di Çaxê Komara Demokratîka Kurdistan Da.

(22.01.1946 li Mihabadê)

Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî rewşenbîr û li gor pîvanên rewşenbîriya wê demê di warê civakî û siyasî de şehrezayekî pir hosta bû. Dema ku di dîroka azadîxwaziya netewekî de serokekî şiyar û agehdar li ser rewşa cihanê, kar û barê welatê wan bigire destê xwe, civak jî bi hizir û ramanên wî, tê avdan û dikare ji hemû aliyên xwe ve bipêş bikeve.

Ji bona wê jî di çaxê yazde meh û çend rojên ku komarek demokratîk bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed li pareke axa Rojhilata Kurdistanê hat damezrandin, li rex pêşkeftinên si­yasî, aborî û civakî nûjeniyeke dîrokî jî ket nava canê rojna­mevaniya kurdî.

Pêwîst e bê gotin ku berî damezrandina komarê li nîvê sala 1943´an kovara (Nîştiman) ku bîr û rayên Komeley Jiyan­ewey Kurd(J.K) belav dikirin bi awayekî nihênî li bajarê Tebrêzê hat weşandin û li herêma Mukrîyan di nava endamên J.K da dest bi dest digeriya. Nîştiman kovareke edebî, civakî û siyasî bû ku mehê carekê dihat weşandin. Mamosta Ebdul­rehman Zebîhî û Mihemed Şapesendî ji nivîskar û birêve­berên kovarê bûn. Heya Februarî sala 1943´an an jî di serde­ma çalakîyên Komeley Jiyanewey Kurd de 9 hejmarên vê kovarê hatine weşandin û piştî têkçûna komara Kurdistan, mamosta Mihemed Şapesendî li gundê (Sîtek) yê girêdayê bajarê Silêmaniyê hejmara 10 mîn jî daye çapkirin.(2)

Li Tehranê bi destûra PanÎranîstên ku dilê wan ji bizava netewîya Kurdan dilerizî, kovarek bi navê Kohistan hat weşandin ku durist li dijî (hemberî) kovara Nîştiman bû û pênûsfiroşên mîna Dr. Mistefa Erdelan(ji Kurdên Sinê bû) kovara Kohistan amade dikirin. Di “Kohistan”ê de li dijî cudayîxwazî, Kurdayetî û azadiya Kurdistanê gotar û nivîs dihatin weşandin.

Herwiha li dijî kovara Kurdistan ku Hizbî Demokratî Kur­distan li bajarê Mihabadê dida weşandin, li Tehranê kovareke din jî bi navê Kurdistan ku ji aliyê Kurdan bêtir bi nave (Kurdistanî Taran) dihat nasandin, dihat weşandin. Dr. Sidîq Moftîzade û Reşîd Yasimî di vê kovara rejîma Îranê de dinivîsandin û dixwestin Kurdan mîna Îranî bidin nasandin û damezrînerên komarê xiyanetkar dihesibandin.

Navê kovareke din ya binavê ( Dîyarî Lawan ) ku bi zimanê kurdî hatiye weşandin jî beriya damezrandina Hizbî Demok­ratî Kurdistan (KDP) û komara Kurdistanê heye ku yekemîn hejmara wê di pirtûkxaneya (Siwas) li Ingilistanê hatiye parastin.(3)

Beriya damezrandina komara Kurdistan, di sala 1945´an de kovareke 30 rûpelî bi navê (Hawarî Kurd) jî hatiye weşan­din, lê nayê xuyakirin ka ji aliyê kê û çawa hatiye amade­kirin!!.  

Ji roja 25´ê Gelavêja sala 1945´an heya têkçûna komara Kur­distan ev kovar û rojnameyên jêr hatin weşandin ku piraniya wan li paytexta komarê (bajarê Mihabad) dihatin weşandin:

Kovara Kurdistan

Rojnama Kurdistan

Kovara Helale

Kovara Girûgalî Minalanî Kurd

Kovara Awat

Kovara Hawarî Nîştiman

Kovara Kurdistan bîr û ramanên hizbî demokratî Kurdistanê (KDP) didan xuyakirin û kovareke edebî, civakî û siyasî bû ku her 15 rojan carekê dihat weşandin. Di kovara Kurdistan de gelek endamên komela J.K û endamên HDK bi navê nehênî nivîsên xwe diweşandin. Ev kovar li serhev 16 hejmar jê hatine weşandin û hejmara yekemîn di 6´ê Kanûna sala 1945´an de li weşanxana Kurdistan li bajarê Mihabadê hatiye çapkirin. Berpirsyar û rêveberê kovarê nemir Mela Qadir Muderisî bû ku piştî têkçûna komarê jî carna kovar bi awayekî nihînî hatiye weşandin.

Rojnama (Kurdistan) organa fermîya Hizbî Demokratî Kurdistan bû û herwiha rojnama resmîya Komarê jî bû. Êdîtorê kovarê Seyîd Mihemd Hemîdî bû û rojname bi awayekî rêkûpêk hemû rojên şemî, duşem û çarşemê dihat weşandin. Di serdema jiyana komarê de ti rojname, kovar an jî pirtûk bi qasî rojnama Kurdistan nehatine weşandin. Carna bi rêya Kurdên ku hatin û çûyîna Başûrê Kurdistanê dikirin, ev rojname digihişte nava Kurdên başûr jî.

Rojnameya Kurdistan jî mîna siyasetmedarên Kurd gelek derbiderî kişandine, lê jiyana xwe heya roja îro jî didomîne. Roja 10´ê Çileyê sala 1946´an yekemîn hejmara vê rojnamê hat weşandin û heya çaxê ku komara Kurdistan hat hilwe­şandin, li serhev 116 hejmar jê hatine weşandin.

Piştî wê hinek ji endamên HDK ji zivistana sala 1948´an bi qasî 14 salan rojnama Kurdistan di rûpelekê de bi rojnama Azerbayican (organa fêrmiya Firqa Demokrata Azerbayi­cana başûr-Îran) re li bajarê Bako didan weşandin. Yanî rojnameya “Azerbayican” di çar rûpelan de derdiket ku rûpelek jî tê de bi navê rojnama Kurdistan dihat weşandin. Li Bakoyê jî di wan 14 salan de 1337 hejmar ji rojnama Kurdis­tan hatin weşandin.

Sala 1954´an li Îranê derbeyek leşkerî çêbû sedem ku desthi­latdariya Dr. Mihemed Musediq û azadiya bîr û ramanên serbest bê berbendkirin û desthilatdariya Mihemed Riza şahê Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî careke din bê bi cihwarkirin. Hizba Tode û hemû partiyên din yên siyasî hatin yasaxkirin. Ji ber van astengên siyasî yekemîn hejmara rojna­meya Kurdistan di 25´ê Avrêla sala 1954´an de bi awayekî nehênî li bajarê Tebrêz û di weşanxaneya Firqeya Demokrata Azerbayicanê de hat çapkirin. Lê di wê salê de tenê 4 hejmar jê derketin û hejmara 5mîn berî ku bigehe destê xelkê, tev ketin destê polîsên rejîmê.

Vê carê berpirsiyarên Hizbî Demokratî Kurdistan cihê rojnama Kurdistan vegûhaztin Ewropa. Şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya çend hevalên xwe di Sibata sala 1965´an de li bajarê (Pirag) rojnama Kurdistan belavkirin. Lê vê carê Kurdistan bi navê organa navendiya Hizbî Demokratî Kurdistan (Îran) nedihat weşandin. Ji sala 1965´an heya Îlona 1970´an 26 hejmar ji vê rojnamê hatine weşandin ku di rûpelên mezin de dihat weşandin. Di roja îro de li rex rojnama Kurdistan gelek kovar û rojname­yên din bi rêya HDK-Îran tên weşandin.

Rojnama Kurdistan di roja îro de him li Kurdistanê û him jî li Ewropa bi du zimanên Kurdî û Farsî tê weşandin ku organa komîteya navendiya Hizbî Dêmokratî Kurdistanî Îran e. Heya 22´ê Gelavêja sala 2006´an 443 hejmar ji Kurdistanê hatine weşandin. Heya beriya kongira 13mîn ya HDK-Îran hertim li ser bergê yekemîn yê rojnama Kurdistanê bi tîpên Erebî wiha dihat nivîsandin:"(Dêmokrasî bo Îran, Xudmoxtarî bo Kurdistan)". Lê ji kongira 13´an û pêda bi tîpên Erebî û zarava Soranî gotineke wiha tê nivîsandin:” Dabînkirdinî mafe netewayetîyekanî gelî Kurd le çiwarçêwey Îranêkî dêmokratîkî fîdîral da”. Rojnama Kurdistan niha bi rêya enternetê di malpera (www.kurdistanmedia.com) jî tê weşandin.

Kovara " Awat " sala 1945´an bi rêya mamosta Mihemed Şapesendî hatiye weşandin û êdîtorê kovarê jî ew bi xwe bû. Awat kovarek civakî, wêjeyî û zanistî bû û tenê sê hejmar jê hatine weşandin.

Di March (mars)a sala 1946´an de komîta HDK li bajarê Bokan kovara " Helale " daye çapkirin. Sernivîserê wê çîroknivîsê Kurd mamosta Hesen Qizilcî bû. Helale kovarek siyasî, çandî û giştî bû ku di warê siyasî de bîr û rayên HDK didan weşandin. Tenê sê hejmar ji kovara Helale hatine weşandin. Di vê kovarê de bêtir babetên edebî tên dîtin.

Kovara "Girrûgalî Minalanî Kurd" ji aliyê karkerên çapxana Kurdistan li bajarê Mihabad hatiye weşandin. Birê­veberê giştiyê çapxanê nemir Qadir Muderisî bû ku dixwest li rex weşandina rojnama Kurdistan, ji bo zarokên Kurd jî kovara Girrûgalî Minalanî Kurd biweşînin. Li jêr navê kovarê di rûpelê yekemîn de wiha hatiye nivîsîn:" Bîrî kargeranî çapxaney Kurdistan". Di hejmarên du û sê yên vê kovarê de çend dersên erdnigarî û ziman hatine belavkirin ku têde bi zimanekî sade coxrafiya Kurdistanê bi zarokên Kurd didin hînkirin.

Ev cara yekê bû ku heya wê demê di nava weşanên Kurdî de ji bo zarokên Kurd jî kovareke taybetî dihat weşandin. Ev di halekî de ye ku heta di roja îro de jî rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo karekî wiha girîng hê jî xemsar in û bihayekî giran nadin mediya zarokan.

Kovara" Hawarî Nîştiman " di 21.03.1946´an de li bajarê Mihabad ji bo ciwanên Kurd hatiye weşandin. Li ser rûpelê kovarê yê yekemîn wiha hatiye nivîsandin:" Bilawkerewey bîrî yekîtî cewananî dîmokrat". Birêveberê kovara Hawarî Niştiman Sidîq Encîrî bû û tenê hejmarek jê hatiye weşan­din. Di naveroka vê kovarê de bîr û rayên Marksîstî tên dîtin û li jor navê kovarê wiha hatiye nivîsandin:" Basewad bixêwênêtewe bo bêsewad".(4)

Di rewş û çaxekî de ku komara Kurdistan di hemû war û aliyan de hatibû dorpêçkirin, desthilatdarên komara Kurdistan di coxrafiya xwe de atmosfereke gelek azad afirandbûn. Bîr, hizir û raman azad bûn û hemû çînên civakê xwe di nava maleke azad û serbest de his dikirin. Derfet û îmkan ji bo weşandina kovar û rojnameyan di çaxê komara Kurdistan de pir kêm bûn, lê birêveberên komarê bêtir li ser çêkirina bingeha şoreşek rewşenbîrî û zanistî disekinîn.

Di 330 rojên temenê komarê de zimanê Kurdî bi awayekî fermî zimanê birêvebirina destgehên komarê bû û xwendin û nivîsandin jî bi zimanê Kurdî bû. Di qada nasandina dîrok û wêjeya Kurdî de şehreza, nivîskar û helbestvanên Kurdan dest bi karê vejandina dîrok, ziman, wêje û folklora Kurdî kirin û bo yekemîn car koma şanoyê jî hat damezrandin. Herwiha istasyona radioyê jî li bajarê Mihabadê hat damez­randin û hemû rojê karê radiyoyê bi marşa netewî" Ey reqib her mawe qewmî Kurdziman..." dest pê dikir.

Bizava rewşenbîrî di çaxê komarê de riheke nû girt ber xwe. Çimkî li her du bajarên Mihabad û Bokanê çapxaneya bi navê Kurdistan hat damezrandin û di wê dema kurt da gelek kovar û pirtûk hatin weşandin.

Mamosta Hêmin Mihabadî ku ji aliyê Pêşewa Qazî Mihe­med ve mîna helbestvanê millî hatiye bi nav kirin, derheqê bizava rewşenbîrî de wiha dinivîse:

" Min di komisyona propagandeya hizbê(HDK) de dest bi kar kir. Di hemû weşanên hizbê(partiyê) de min dest bi nivîsînê kir. Di rojnameya Kurdistan, kovara Kurdistan, Hawarî Kurd, Hawarî Nîştiman, Girûgalî Minalanî Kurd û kovara Helale da min gotar û helbest belav dikirin û di mîtîngên hizbê de beşdar dibûm. Di komekê de ku ji bo danana pirtûkên Kurdî ji xwendingehên Kurdistanê re kar dikirin, endam bûm. Endamên vê komîtê weke ku di bîra min de mane, Ebdulrehman Zebîhî, Hejar, Birayîmî Nadirî, Dilşad Resûlî û ez bûm. Pêşewa bi xwe û çend mamostayên şehreza jî hevkariya me dikirin. Herçend tukes ji me di vî karî de bispor nebûn, lê ji ber ku me pir bi dilsojî kar dikir, ez di wê baweriyê deme ku pirtûkên amadekirî ku mixabin nehatin weşandin, xirab nebûn...." (5)

Rewşa Weşana Kurdî Piştî Têkçûna Komara Kurdistan:

Piştî ku komara Kurdistan têkçû, rojname û kovarên jêr bi awayê nehênî an jî bi izina dewletê hatine weşandin:

Rojnama Rêga 1949: Sala 1949´an mamosta Hesen Qizilcî rojnama (Rêga) bi awayekî pir nehênî da weşandin û bi navê nehênî yê ( Pênaw) û Xenî Bilûryan jî bi navê nehênîyê (Teymor) gotar têde nivîsandine. Rêga mîna organa komeley jiyanewey Kurd hatiye weşandin.

Belavoka Rawêj 1952: Bi awayekî nehênî ji aliyê komeke siyasî ve dihat weşandin û nasnama vê belavokê xuya nîne.

Rojnama Xornişîn 1951: Heftename bû û bi zimanên kurdî û farsî li bajarê Tehranê dihat weşandin. Birêveberê vê rojnamê Dr. Wekîlî Kurdistanî bû û ji aliyê hinek rewşenbîr û dilsojên ziman û çanda Kurdistanê piştgîrî jê re dihat kirin. Ev rojname bi awayekî fêrmî û azad dihat weşandin.

Kovara Bixistan 1952: Ev kovar ji aliyê îdara radiyoya Îranê ve dihat weşandin û Dr. Mihemed Mûkirî berpirsyar û birêveberê kovarê bû.

Rojnama Roj 1967: Mîna ku mamosta Cemal Xeznedar dide diyarkirin, Roj rojnameyek siyasî bûye û şehîdê nemir Silêman Moînî serokê nivîsînên rojnamê bûye. Tenê du hejmar ji vê rojnamê hatine weşandin.

Belavoka Tîşk 1966 û 1967: Sekerterê giştiyê KDP-Îran birêz Ebdulah Hesenzade di bÎranînên xwe de derheqa vê belavokê de dibêje:" Komîta şoreşê ya hizbî demokratî Kurdistan ku kek Silêman Moînî jî endamê wê bûye, pirtûkek biçûk bi navê Tîşk weşand ku ji ber nebûna destgehê çapkirinê tenê çend hejmar jê hatine weşandin.(6)

Rojnama Kurdistan 1959: Birêveber û berpirsyarê giştiyê vê rojnamê Ebdulhemîd Bedîûlzemanî bû. Desteya nivîska­rên vê rojnamê jî: Dr. Mihemed Sidîq Miftîzade(êdîtor), Ebdulrehman Moftîzade, Ehmed Moftîzade, Şukrulah Baban, Abid Siracedînî, Xosiro Şêx Kanloyî Mîlanî bûn. Rojname her heftê carekê dihat weşandin û naveroka wê siyasî, wêjeyî, civakî û zanistî bû. Weşana vê rojnamê heya sala 1964´an berdewam bû.

Kovara Têkoşer 1972: Hejmara wê ya yekemîn di sala 1972´an de hatiye weşandin. Weşaneke KDP-Îranê ye ku niha ji aliyê komisyona siyasî-leşkerîya vê partyê ve bi awayê werzî tê weşandin.

Rewşa Weşana Kurdî Piştî Têkçûna Rejîma Padişahî (Pehlewîyan):

Piştî ku hemû gelên Îranê bi hevre li dijî rejîma Pehlewî serî hildan, piraniya axa Rojhilata Kurdistanê ket destê her du partiyên Kurdan KDP-Îran û Komelê (şaxê Hizbî Komo­nîstî Îran li Kurdistan).

Kovar û rojnameyên ku PDK dane weşandin wihane:

Kovara Pêşewa 1979: Organa KDP-Îran li bajarê Mihbadê bû. Kovarek mehane bû û tenê 26 hejmar jê hatine weşandin û piştî sala 1983´an ku artêşa komara îslamî Kurdistan dagir­kir, nehatiye weşandin.

Kovara Dengî Jinanî Kurdistan 1979: Li bajarê Mihabdê ji aliyê şaxê yekîtiya jinên Kurdistanê li vî bajarî hatiye weşandin û tenê 2 hejmar jê hatine belavkirin.

Kovara Hawarî Nîştiman 1979: Organa rêxistina ciwanên PDK-Îran bû û tenê 3 hejmar jê hatine weşandin.

Kovara Dengî Kurd: Komîta PDK li bajrê Tehranê dida weşandin. Ji bihara sala 1979´an Dengî Kurd bi awayekî nehênî li weşanxanên bajarê Tehranê dihat weşandin. Di Gelavêja sala 1979an de piştî ku bi çendîn şerên giran artêş û pasdarên Îranê nekarîn li hemberî Kurdan biserbikevin, dîktator û qesabê azadîxwazan Aytulah Xumêynî li dijî şoreşa netewa Kurd di 19.08.1979´an de cihad (zibare) da îlankirin û kovar jî piştî ku 5 hejmar jê hatibûn weşandin, ji weşandinê sekinî. Piştî vê biryara hovaneya Xumêynî, Sadiq Xelxalî mîna xûlamekî ku ji bo kiryarên hovane ti sinor ji xwe re nas nedikirin, bi hizaran keç, xort û azadîxwazên Kurd bêdadgehkirin, golebaran kirin.

Kovara Şehîd 1979: Organa komîta bajarê Banê ya girêdayî KDP-Îranê bû. Heya sala 1981´an karê xwe yê weşandinê domandiye.

Kovara Zaniyarî Pêşmerge 1979 û 1980: Ji aliyê komîta KDP-Îranê li bajarê Sine hatiye weşandin û tenê 4 hejmar jê hatine weşandin.

Kovara Gelavêj 1980: Ji aliyê Yekîtî Lawanî (ciwanên) Dîmokratî Kurdistanî-Îran ve li bajarê Mihabadê hatiye weşandin.

Kovara Dengî Lawan 1980: Kovarek mehane û Organa Yekîtîya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê bû û li Mihabadê dihat weşandin.

Kovara Nekeroz 1981: Komîta PDK li bajarê Seqiz diwe­şand û nêzî deh hejmaran jê hatine weşandin.

Kovara Kêleşîn 1981: Komîta PDK li bajarê Şino belav dikir. Hejmara wê ya yekemîn bi navê (Rendul) û piştre hemû hejmarên din bi navê Kêleşîn hatine weşandin.

Kovara Yekîtî 1981: Kovarek mehane bû û komîta PDK li bajarê Nexede diweşand nêzî 10 hejmaran jê hatine weşan­din.

Kovara Riwangey Lawan 1981: Organa Ciwanên Demok­ratî Kurdistanî Îran li bajarê Banê bû. Lê piştre li ser biryara PDK bi navê Lawan hatiye weşandin.

Kovara Lawan 1981: Organa komîta birêveberiya Yekîtî La­wanî Dîmokratî Kurdistanî Îran diweşand. Heya sala 1993´an 56 hejmar jê hatine weşandin.

Nûçenameya Piling 1982-83: Komîta PDK li bajarê Pîran­şar belav dikir û tenê 6 hejmar jê hatine weşandin. Di vê nûçenamê de cinayetên rejîma îslamî li girtîgeh, bajar û gundên Kurdistanê û çalakîyên pêşmergeyên PDK.Îran diha­tin weşandin.

Kovara 26î Sermawez 1984-87: Kovarek werzî û organa ko­misyona Pêşmergeyên PDK-Îran bû. Piştî ku navê komisyonê bû komisyona siyasî-leşkerî, ev kovar jî bû organa komisyona siyasî-leşkerî ya PDK-Îranê.

Namîlka Komel 1985-86: Di vê namîlkê (resalê) de raportên kar û têkoşana ew beşên girêdayî komisyonên civakî mîna para hînkirin, rewşa girtîgehan, nexweşxane, rê û jiyana şehîdan cih digirtin.

Namîlka Ararat: Ji aliyê komîta Ararat ya PDK li bakurê Rojhilata Kurdistanê (herêma Kirmanc nişîn) dihat weşan­din û tenê 4 hejmar jê hatine weşandin.

Namîlka Terexe: Ji aliyê komîta bajarê Bokan ya girêdayî PDK-Îran hatiye weşandin û karê wê yê weşandinê zêde dewam nekiriye.

Piştî ku Rêberayetî Şoreşger di bin serokatiya rêzdar Celîl Gadanî da ji Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran cuda bûn, ji sala 1988an heya sala 1997an birêveberên vê partiyê jî rojna­mek û du kovar di nava gel de belavkirin:

Kurdistan Juyîya 1988 (dewra sêyemîn): Organa navendi­ya "Hizbî Dîmokratî Kurdistanî Îran, rêberayetî şoreşgêr" bû. Ji Hezîrana sala 1988´an bi awayekî mehane hatiye weşandin û heya Desembra sala 1996an 80 hejmar jê hatin weşandin. Piştî ku di Çileyê sala 1997an de her du bizav (PDK û PDK-Rêberayetî Şoreşgêr) bûn yek ev rojname jî sekinî.

Kovara 26´î Sermawez 1988: Di çaxê 9 salan de ku Rêbera­yetî şoreşger ji PDK-Îran cuda bibû, 20 hejmar ji vê kovarê hatin weşandin û hejmara wê ya yekemîn di Gulana sala 1988´an de hatiye belavkirin.

Kovara Riwangey Lawan 1989: Bihara sala 1989an ji aliyê Rêberayetî Şoreşger ve hatiye weşandin û heya havîna sala 1993an deh hejmar jê hatine weşandin.

Rojname û Kovarên ku ji Aliyê Hizbî Komonîstî Îran (Komele) li Kurdistanê Hatine Weşandin:

Komele bêtir li başûrê Rojhilata Kurdistanê aktîve û li serhev kovarek û rojnamek weşandine:

Rojnama Pêşrew 1984: Organa navendiya Komelê ye û her mehê hejmarek jê tê weşandin. Pêşrew niha jî tê weşandin û zêdetir ji 100 hejmaran jê hatine belavkirin. Weşandina wê niha jî berdewame.

Kovara Pêşeng: Heya sala 1982´an ji aliyê para edebiyat û hunerîya karkerên Komelê ve dihat weşandin.

Weşanên rêxistina (Xebat) û rêxistina (Xebatî Şoreşgêr):

Kovara Têkoşan: Organa navendiya rêxistina Xebat (Rêxrawî Xebatî Netewayetî Îslamî Kurdistan) e û hejmara wê ya yekemîn sala 1985´an hatiye weşandin. Kovareke din jî dîsan bi navê Têkoşan li sala 1985´an hatiye weşandin, lê organa Rêxrawî Xebatî Şoreşgêr bûye û heya niha 45 hejmar jê hatine weşandin.

Kovara Bêstan 1992: Kovareke siyasî, olî, çandî û civakîye ku ji aliyê komisyona weşan û propaganda rêxistina Xebatî Şoreşgêrî Kurdistana Îranê hatiye weşandin. Wisa xuyaye ku niha nayê weşandin.

Rojnama Yekîtî 1992: Organa "Yekîtî Şoreşgêranî Gelî Kurdistan" bû. Hejmara wê ya yekemîn di Marda 1992´an de hatiye belavkirin û heya sala 1996´an 26 hejmar jê hatine weşandin.

Kovara Helmet 1994: Organa navendiya Şiwra Merkeziya Kurdistana Îranê ye û heya sala 1998´an 17 hejmar jê hati­ne weşandin.

Kovara Tiroske 1979: Piştî ku şoreşa gelên Îranê li sala 1979´an pîroz bû, Kurdên bajarê Tehranê ev kovar dane we­şandin. Kovarek mehane bû û bi zimanê Farsî û Kurdî gotar têde hebûn. Piştî şerê li dijî doza Kurdistanê ku Xumêynî li dijî Kurdan cihad da îlankirin, ev kovar jî ji weşanê ket.

Kovar û Rojnameyên ku Di Çaxê Desthilatdariya Komara Îslamîya Îranê Bi Izina Dewletê Hatine Weşandin:

Piştî ku rejîma Xumêynî bi awayekî dîktatorane li hemû Îran û Rojhilata Kurdistanê desthilatdariya xwe dasepand, kovar û rojnameyên jêr, dest bi weşanê kirin. Lê hejayî gotinêye ku tev li jêr kontrola beşa parastin (istixbarat)ê tên weşandin, hinek ji wan jî êdî hatin girtin:

Kovara Girşey Kurdistan 1981: Mamosta Mela Mihemed Salih Îbrahîmî êdîtorê kovarê bû û naveroka wê edebî, dîrokî û olî bû. Ji ber sedemên siyasî û maddî tenê 9 hejmar jê hatine weşandin.

Kovara Sirwe 1985: Kovarek wêjeyî û çandî ye. Bihara 1985´an mamosta Hêmin Mihabadî di weşanxana Selahed­dînê Eyyûbî da êdîtorê wê bû û heya niha zêdetir ji 200 hejmarên wê hatine weşandin. Bi her du zaravên Kurmancî û Soranî tê weşandin. Êdîtorê kovarê niha mamosta Ehmed Qazî ye. Piştî ku Ehmedînejad bû serokkomarê Îranê êdîtor û nivîskarên kovarê Ehmed Qazî, Kafî Elewî, Siware Fitûhî û yên din li jêr zext û zehmetiyên ku dewletê ji wan re çêkirin, dest ji karê weşanxanê kişandin. Cihê weşandina Selahedînê Eyyûbî ji cihê xwe yê berê hate gûherandin ku pewendiya weşanxanê û gelê Kurd li herêmê kêmtir bikin.

Kovara Girûgal 1979: Sala 1979´an bi xebata Mihsin Şasi­warî hatiye belavkirin û li bajarê Kirmaşanê tenê du hejmar jê hatine weşandin.

Kovara Awêne 1989: Kovarek çandî, wêjeyî û civakî ye û du mehan carekê tê weşandin. Êdîtorê kovarê Seyîd Mihemed Elî Çawişî ye. Di hemû hejmaran de para dawiyê bi zimanê Farsî tê weşandin, lê babetên wê tev li ser dîrok, wêje û jiyana Kurdan in.

Kovara Amanc: Kovarek bû ku ji aliyê Yekîtîya Birayên Misilman bi herdu zaravên Soranî û Kurmancî dihat weşan­din. Tê de ji bo zarokan jî kovareke biçûk bi navê (Amanca Zarokan) dihat weşandin.

Rojnama Awyer 1996: Her heftê carekê bi zimanê Kurdî û Farsî li bajarê Sine tê weşandin û heftenameyek rewşenbîrî, hunerî û civakîye. Sernovîserê wê Behram Welîdbêgî bû ku niha li enstîtûya Kurdî li Tehranê berpirsiyarê giştîye. Ev heftename ji aliyê walîyê wilayeta Kurdistan li bajarê Sine tê weşandin.

Kovara Tavge: Kovara encumena Mulewî Kurd e ku li bajarê Sine tê weşandin û bi hevkariya şiwra nivîskarên Kurd li bajarê Sine tê çapkirin. Heya niha çend hejmar jê hatine belavkirin.

Kovara Zêwye 1997: Kovareke taybetîye ku encumena wêjeyî û çandîya bajarê Seqiz diweşînin û li jêr çavdêriya îdara ferheng û îrşadî îslamîya bajarê Seqiz di formê pirûkê de belav dibe.(7)

Rewşa Kovar û Rojnameyên Kurdî Piştî Hatina Mihemed Xatemî(Serkkomarê Îranê yê Niha):

Piştî ku Mihemed Xatemî di sala 1997´an de bi dirûşmên reformxwaziyê bû serokkomarê dewleta Îranê, Kurdan her pênc wilaytên Rojhilata Kurdistanê(Urmiye, Sine, Kirma­şan, Îlam û Loristan) jî bi germî di hilbijartinan de beşdarî kirin. Lê Xatemî peymanên xwe bi cih neanîn û ji bona wê rew­şenbîr û xwendevanên Kurd ji bo bilindkirina dengê xwe li zanistgehên hemû Îran û Kurdistanê kovar û mehnameyên cur bi cur weşandin ku hinek ji wan hê jî berdewamin û hinekên din jî ji ber sedemên siyasî, maddî û nebûna îmkanên belavkirinê, êdî nayên weşandin.

Balkêşe ku di tevaya van kovar û rojnameyan de piraniya babetan li ser dîroka serhildanên her çar perçên Kurdistanê, rewşa siyasîya bizav û partiyên Kurdan li hemû Kurdistana mezin, rewşa zarokan bi giştî û zarokên Kurdistanê bi taybetî, civak û genc, hevpeyvîn bi nûnerên bajarên Rojhilata Kurdis­tanê re, daxwaza reforman, belavkirina narkotîk (tiryak, heşîş û hiroyîn) di nava ciwanên Kurd de ku para is­tixbarata komara îslamî vî karê dûr ji exlaqê mirovanetiyê dikin û hwd têde hatine weşandin.

Bi rêya van kovar û rojnameyan mirov pêdihese ku rewşen­bîriya siyasî û civakî di Rojhilata Kurdistanê de gehiştiye pileyeke pir bilind. Pêwîst e bê gotin ku bandora şoreşa Baku­rê Kurdistan û bizav û xizmeta ziman û rojnamevaniya Başûrê Kurdistan li ser van liv û lebatên Kurdên Rojhilata Kurdis­tanê diyar in. Hereketa Bakurê Kurdistanê karî di van 20 salên derbasbûyî de pirsgirêka Kurd bi raya hemû cihanê bide pejirandin û yekemîn bizava Kurdistanîye ku ji hemû deverên Kurdistana mezin endamên wê hene. Dewleta herê­mîya Başûrê Kurdistanê jî di warê ragehandin, avedankirin û hemû warên din yên siyasî, civakî û rewşenbîrî de guherandi­nên bingehîn di vî perçê welatê me de pêkanîne û bandoreke rasterast li ser Kurdên Rojhilata Kurdistanê çêkirine.

Navê kovarên ku hatine weşandin an jî hinek ji wan hîn jî tên weşandin, evin:

1. Pêyik- kurdî û farsî (Zanistgeha Îlam), 2. Rave(Zanistgeha Tehran), 3. Roja Nû (Zanistgeha Urmiyê), 4. Riwange (Kolê­ca nujdariyê-tib-li bajarê Tebrêz), 5. Çirîke(Zanistgeha Meş­hed), 6. Tirîfe(Zanistgeha Erak), 7. Çiya(Zanistgeha Isfehan), 8. Jiwan(Kolêca nujdariyê li bajarê Sine), 9. Awat (Zanis­tgeha Ehwaz), 10. Kirmanc (Zanistgeha Meşhed), 11. Agirî (Zanistgeha Zabul), 12. Zîlan (Zanistgeha Urmiye), 13. Zaye­le (Zanistgeha Tebirîz), 14. Zirêbar-Kurdî(Merîwan), 15. Ko­vara Mihabad (Mihabad), 16. Sîrwan (Zanistgeha Sine), 17. Kurdistan (Enstîtûya Tehran), 18. Birûske (Kolêja nûjdariyê li bajarê Kirmaşan), 19. Beyan (Kolêca Ebu Elî Sîna li Hemedan), 20. Mûkriyanî (Zanistgeha azad li Mihabad), 21. Aso (Encumena edebîya bajarê Ciwanrud), 22. Sarêj (Kolêca nujdarîyê li bajarê Tehran), 23. Mange Şew (Zanistgeha Te­batebayî li Tehran), 24. Wêra (Zanistgeha Îlam), 25. Rawe (Zanistgeha Tehran), 26. Dahatû (Bokan), 27. Hejaran (Zanistgeha Sine), 28. Soma (Zanistgeha Sine ), 29. Sinor (Zanistgeha Peyamî Nur li Mihabad), 30. Mirgewer (Zanistgeha nujdariyê li Urmiyê) û ...hwd.

Pêwîst e bê gotin ku di naveroka tevaya van kovar û weşanan de xwendevanên zanistgehan bi taybetî û gelê Kurd bi giştî dawakarên refirandomên e û komareke demokratîk dixwazin. Hinek ji van kovaran jî li her çar perçên Kurdistanê digerin û bigiştî behsa wê xeleka windabûyî dikin ku di navbera dewlet û millet da wenda bûye. Ji van kovaran gişkan (Rave) kovarek akademîk û zanistîye û (Riwange) jî ji yên din Kurdistanîtir e.(8)

Rewşa rojnamegeriya Kurdî di çaxê Ehmedînejad da

Hemû azadî û destkeftên ku di çaxê serokkomariya Mihemed Xatemî da Kurdan di warê siyasî û ragehandinê da bidest xistibûn, piştî hatina Ehmedînejad hêdî-hêdî ji destê wan hatin standin. Piraniya rojnamevan û nivîskarên ku di vê qadê da xwedî kar û xebateke berçav bûn, niha an di girtîgehê dane an hatine îdam kirin an jî neçar ji Îranê derketine û li welatên Ewropî an jî welatên cÎran bûne penaber. Rejîma îslamî ji bo tirsandina xelkê û tevlînebûna wan ya di karê siyasî û kur­dîniyê da herkesê ku li ser çapemeniya azad û mafê mirova biaxive, binivîse an jî xwedî çalakî be bi tawana „cudayî­xwaziyê û peywendiya bi rêxitinên dij şoreşê“ digire û piştî şikencekirina cismî û manewî hukimê îdamê dide wan!!. Dersbêj Ferzad Kemanger, mafperwer Dr. Sidîq Kebûdvend, Hebîbulah Letîfî, Zeyneb Bayezîdî, Ronak Sefazade û bi dehan kesên din ji wan ciwanên Kurd in ku bi qedereke wiha ra rû û bi rû mane.

Ev rewşa li dijî hemû zagûn û pirensîpên ragehandinê li Îran û girantir ji wê jî li rojhelatê Kurdistanê hêşta jî bi dijwarî berdewame.

Di qada siyasî da jî Kurd çalak in, lê fraksoyna Kurda ya di parlmana Îranê da piştî mirina bi şubhe ya Mihendis Biha­edînê Edeb (ji bajarê Sine) ji hev belav bûye.

Di roja îro da tevî ku Kurd bi hejmara xwe piştî Fars û Aze­riya nêzî 17% nifûsa hemû Îranê pêktînin û di dereca sêyemîn da tên, lê piraniya girtiyên siyasî li hemû Îranê Kurd in. Ev jî nişaneke ji bo wê rastiyê ku Kurd bi çêbûna biçûkitirîn derfetê, dixwazin bigehin hemû mafên xwe yên netewî, siyasî û civakî.

 

 

Têbînî û Jêrnivîs:

1. - a: Urmiye di çaxê şerê cihanî ye yekemîn de (bi zimanê Farsî)_ Mihemed Temedun. M. Temedun herçend nivîskar nebû lê piştî têkçûna serhildana Simkoyê Şikak bÎranînên xwe nivîsîn û têde behsa rojnamegeriya Kurdî kiriye.

b: BÎranînên Mihemed Turcanîzade bi nivîskî.

2. - Hevpeyvîn bi mamosta Xenî Bilûryan re.

3. - Hevpeyvîn bi mamosta Enwer Sultanî re.

4. - Yanî mirovê xwende ji yê nexwende re bixwîne.

5. - Le kiwê bo kiwê: Pêşgotina dîwana mamosta Hêmin ya bi navê (Tarîk û Ron) ku wî bixwe nivîsandiye.

6 .- Nêw sede têkoşan_ Mamosta Ebdulah Hesenzade.  

7. - Rojnama Kurdistan hejmar 257( Organî Komîtey Nawendî Hizbî Dêmokratî Kurdistanî Îran).

8. - Çend hejmar ji van kovarên ku navê wan hatiye nivîsandin min bi rêya navûnîşanên wan yên înternetê xwendin û çend hejmar jî mudratorê bernameya Çiwar Çira birêz Hesen Qazî li Medya TV dan min ku bixwînim.

Têbînîyek Taybet li ser armanca amadekirina vê nivîsê: Di Apirîla sala 2003´an da di Seher TV(Tvya sataleîta komara Îranê) de bernameyek li ser dîroka rojnamegeriya Kurdî di Rojhilata Kurdistanê de hat weşandin ku di wê bernamê de bi ti awayekî behsa rewşa rojnamevanîyê di çaxê serhildana Simkoyê Şikak û serdema damezrandina Komara Kurdistanê nehat kirin. Tenê behsa wê hindê hat kirin ku komara îslamî ji bo rojnamevaniya Kurdî wiha kiriye, wiha anîye û... tenê pesna xwe û rejîma dîktatora îslamî dan. Min ev nivîs ji bo wê hindê amade kir ku him bersivek be û him jî derewên wan bêtir bên kifşê û di çaxê satalît û înternetê de jî dîroka Kurdan bi şaşîyên wiha eşkera, neşêwînin û şaş nenirxînin.

 

 

 

 

 

 

Rojnamegeriya Kurdî li Rojhilata Kurdistanê pêr, duh û îro

Yekemîn çapxaneya ku karê rojnamegeriya kurdî kiriye li bajarê Urmiyê bûye jê ra “Çapxaneya Xêyret“ digotin. 1913’an li bajarê Xoyê ‘Rojnameya Kurdistan’ dest bi weşa­nê kir. Di dîroka rojnamegeriya Kurdistanê de pişt M. Bedir-Xan ew rojanameya duyemîn bû ku li ser axa Kurdis­tanê ji dayik bû.

Kakşar OREMAR

Bi qasî ku bê bîra min benda 15’an ji daxuyaniya cihanî ya mafê mirovan wiha dibêje:

a) Herkes mafdar e ku xwedî miliyet be.

b) Kes nikare tu kesekî bi daxwaza xwe (an jî bi îrade û tena serê xwe) ji miliyeta xwe an jî mafê guherandina miliyetê bêpar bike.

Ev zagon li Îranê xwedî biçûktirîn biha jî nîn e. Çima?

Li gor piraniya nasyonalîstên Iranî tenê ‘Fars’ netewe ne û yên din jî wek ‘qewim’ têne binavkirin. Ji 75 milyon nifûsa hemû Îranê, rêjeya nifûsa Farsa ji sedî 48 in û ya neteweyên din jî Azerî, Kurd, Belûç, Ereb, Tirkmen û hwd ji sedî 52 ye. Di ferhenga siyasî a Iraniyan da ‘qewim’ ê komên biçûk ên etinîkî ku hejmara wan pir kêm û di dirêjahiya dîrokê da ne xwedî dewleteke serbixwe bûne û ne jî zimanê wan ê xwendin û nivîsandinê hebûye.

Ev siyaseta şovenîst û mezhebî ji çaxê Sefewiya dest pêkir û heya roja îro jî berdewam e.

Ji bo bidestxistina nasnama xwe ya neteweyî, siyasî û belkî di cih da be ku mirov bêje li Îranê Kurdan zêdetirîn kar û xebat kirine. Bêguman zêdetirîn fîdakarî û xwîn jî di vê riya dirêj da Kurdan pêşkêşî doza azadîxwaziyê neteweyên Iranî kirine. Li dijî vê siyaseta Sefewiyan cara yekê mîrê Kurdan ‘Emîr­xanê Lebzêrîn’ bi dirustkirina kela Dim-Dim şerekî dijwar da meşandin.

Bi hatina Qacariyan ra Şêx Ubeydulahê Nehrî konferansa serok eşîret û mezinên Kurdan çêkirin û şerekî dijwar di nav­bera kurd û Qecera de, destpêkir. Hevgirtina her du impara­toriyên Osmanî û Qacarî li dijî şoreşa Kurdan nehişt ku Şêxê Şemzînî bigehe armancên xwe.

Herçiqas ku siyaseta înkar û îmhakirina Kurdan dijwartir dibû, siyaset jî li rojhelatê Kurdistanê germtir dibû. Cefer Axayê Şikak doza Şêx Ubeydulahê Şemzînî domand, lê ew jî mîna ên berî xwe hate xapandin û teror kirin. Cihê wî serokê Kurd ê naskirî ‘Simkoyê Şikak’ girt. Wî şoreşeke nû û berfi­rehtir da destpêkirin, lê xala balkêş ew bû ku vê carê ji bo zindîkirina kesayetiya Kurd a tehqîrkirî, pêngavên mezin­tir hatin hilanîn. Bi destûra wî çapxane kete karê çapkirinê û yekemîn çapxana ku karê rojnamegeriya kurdî kiriye li Urmiyê bû ku jêra ‘Çapxaneya Xêyret’ digotin.

Di sala 1913’an de li bajarê Xoyê ‘Rojnameya Kurdistan’ dest bi weşanê kir. Di dîroka rojnamegeriya Kurdistana mezin da piştî “Kurdistan”a M. Bedirxan ew rojanameya duyemîn bû ku li ser axa Kurdistanê ji dayik bû. Komela bi navê ‘Cihandanî’ hate damezrandin û ji her karekî girîngtir bo yekemîn car di Rojhilata Kurdistanê da xwendingehek li bajarê Xoyê hate çêkirin û xwendevanên kurd dest bi xwendina dersên bi zimanê kurdî kirin. Serkêşê tevayî van karên dîrokî Ebdulrezaq Bedirxan bû ku bêguman piştgîrî û teşwîqa lîderê Kurd Simkoyê Şikak li pişta van pêşdeçûnên mezin bû. Jiber ku li gel Simko endamên malbata ‘Bedirxani­yên Cizîra Botan’ xwedî qedrekî bilind bûn. Ger ew nebûya Ebdulrezaq Bedirxan bi wê peymana hevkariyê a ku di nav­bera Iran û Tirkiyê da hebû, li nav sinorên Iranê hatibû girtin û dirustkirin di çaxê ku eskerên Iranî ew ber bi sînor dibirin ku teslîmî rayedarên Tirk bikin, siwar û mêrxasên Simkoyê Şikak bi şerekî giran ew ji destê wan rizgar kirin.

Ferman û pêşniyarên ku wî ji Simko re dikirin, zû dihatin pe­jirandin. Ji wir û şûnda E. Bedirxan heya roja ku hate şehîd­kirin, di jiyanê de xwe gelekî deyndarî Simko dizanî.

Pêngava mezintir li rojhelatê Kurdistanê wê demê hate avêtin ku li pey şerên dijwar zêdetir ji nîva axa rojhelatê Kurdistanê hate rizgarkirin û Simko li paytexta desthilatdariya xwe Ur­miyeyê dest bi dirustkirina çapxane û weşandina rojname­kê bi navê ‘Kurd’ kir ku sernivîserê wê ‘Mela Mihemed Turca­nîzade Qizilcî’ bû. Di rûpelê yekê yê rojnamê da hertim wiha dihate nivîsandin: ‘Meqalatêk menfitî Kurdanî têda bî, wer­degîrê…’

Xetên telefonê hatin kişandin û îdarên dewletî dest bi karê xwe kirin.

Mezintrîn destkefta wê rêxistina siyasî ew bû ku şexsiyeta Kurd a şikestî, sivikbûyî û tehqîrkirî careke din mîna gulekê bişikvî. Kurd pêhesiyan ku ew jî xwedî ziman û ferhenga xwe ya netewî ne û ger derfet jî ji wan ra hebe, dikarin layêqbûna xwe a desthilatdariyeke dadmendane li ser axa xwe bidene meşandin.

Dirûşma Riza Pehlewî jî mîna a Kemalîstan: ‘Yek netewe, yek ziman û yek hakim’ bû. Lê bi ked û xebata Kurdan ew proja wî li Kurdistanê rastî şikestê hat. Kesên ku ji wan ra wek“ Qewim“ dihatin hesibandin, weke miletekî xwedî ziman û çanda xwe a milî hebûna xwe bi wan da selmandin.

Di serdema Komara Kurdistan 1946’an da rewşa rojname­geriya kurdî derbasî qonaxeke zêrîn bû. Ji derveyî weşandina rojname û kovaran, êdî çapkirina pirtûkan, hebûna şano, sînema û radioya herêmî jî bûn sedem ku dewlemendiya ziman û çanda kurdî rûyê xwe yê rastîn baştir derxîne pêşberî ronahiyê. Dîroka edebiyata kurdî a nivîskî eşkera bû û li piraniya mala diwanên Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Wefayî û Melayê Cizîrî ketin kêleka pirtûkên pîroz. Helbest­vanên milî Hejar û Hêmin, marşa netweî (Ey Reqîb), kovara zaroka ‘Helale’ û çêkirina xwendingehan bi şêweyên moderin jiyana Kurda ji her hêlekê ve gûherand.

Wê demê li Tehranê hakimên Fars û Kurdan wek: ‘xayîn, cudayîxwaz û xûlamên Rusya’ binav dikirin û bi rêya hinek Kurdên xwefiroş li dijî bizava Kurdan a siyasî dest bi tev­gerekê kirin ku biser neketin.

Di çaxê selteneta Mihemed Riza Pehlewî da rojnamegeriya Kurdî tunebû. Ger destûra çapkirina rojnameyek weke Kohis­tan jî dabûn, tenê li Tehranê bû û nedihiştin ku bi rihetî di nava gel da belav bibe. Ew rojname wek organa fêrmiya rejîma Pehlewî bi kurdî û farsî dihate weşandin. Dema ku şoreşa Kurdên başûr di bin serokatiya nemir Mistefa Barzanî da geş bû, ji bo vemirandina ‘agirê bin xuliyê’ li Tehran, Kirmaşan û Urmiyê radyoyên kurdî dest bi belavkirina nûçe, şano û stranên kurdî kirin. Di hemû bernameyan da propa­ganda “Iranî bûnê” mercekî bingehîn bû û herkes jî nedikarî di wan saziyan da kar bike. Her tişt ji sedî 100 di bin kontro­leke dijwar da bû. Êdî wê demê ji ber rewşa siyasî a Kurdan wek: ‘Îranîyên herî esîl, Arîyên herî kevnar, mêvanperwer û…’ dihatin binav kirin, lê ger kesek ji Kurdan li dijî eskerekî rejîmê fîşekek biteqanda, li Kurdistanê bi operasyonên mezin ter û hişk bi hev re dişewitandin. Terora wan heya Başûrê Kurdistanê jî çû. Ger name bi zimanê kurdî bihata nivîsandin, li postxanê berî ku bigehin destê xwediyên xwe dihatin ve­kirin û xwediyên nama dihatin girtin û heta di bin îşkenceyên giran da dihatin kuştin jî. Ger li malekê an jî di destê kesekî da belavokek bi zimanê kurdî bihata dîtin, qedera xwediyê malê tenê mirin bû.

Wê demê miletê serdest û bilind tenê ‘fars’ bûn û bi fardî axaftin  îftixareke mezin bû!!.

Li wilayetên Kirmaşan, Îlam û Sine siyaseta asîmîlekirinê hêdî hêdî biser diket. Lê bextewerên şoreşa gelên Iranê li sala 1979’an rê li ber vê armanca Pehlewî ya gemar girt.

Rejîma îslamê bi ked û xwîna gelên Iranê hate ser kar. Kurdistan azad bû, lê tenê nêzî du sala ew azadî berdewam bû. Atmosfêrê tijî reşahî û serkûtkirina gelan şikest, lê kişan­dina tama azadiyê zêde nedomî.

Wê demê pirtûk, kovar, heftename û rojanameyên bi zimanê kurdî hebûn, lê piraniya wan ên rêxistinên siyasî bûn ku wê demê ên herî aktîv ‘HDK.Iran, Komele, Çirîk Fedayî û hwd’ bûn.

Şerê di navbera Iran û Iraqê de ji hêlekê û şerê di navbera partiyên rojhelatê Kurdistanê û komara îslamî da jî bi sedem ku ji bo bêdengkirina Kurdan sê kovar li Tehran û Urmiyê dest bi weşanê bikin: Li Tehranê Amanc û Awêne, li Urmiyê jî kovara Sirwe. Lê weşandina van kovara di bin çavdêriya wezareta ferheng û êtlaata Iranê da bû û gotarên ku biçûktrîn bêhna kurdîniyê û mesajên siyasî têda hebûna, diketin goris­tana arşîvê. Radio jî xwedî rewşeke wiha bûn. Wê demê Seher TV’yê jî çend saeta di rojê da bi zimanê kurdî weşan dikir, lê dema li sala 1988’an şerê du dewletan bidawî bû, ew bernamên kurdî jî êdî neman.

Piştî ku Mihemed Xatemî ji Tebaxa sala 1997’an heya Tebaxa 2005’an bû serokkomarê Iranê, di jiyana rojnamege­riya kurdî de jî bizavayek nû dest pêkir. Li wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Loristan, Îlam û Kurdistana Xurasanê bi sedan rojname û kovar ji aliyê rewşenbîr, komele, saziyên çandî û xwendekarên zanîngeh û zankoyan de dest bi weşanê kirin. Ew germahiya ku di bizava siyasî a Bakurê Kurdistanê da hebû, li rojhelatê Kurdistanê jî kete nava gel. Riheke nû kete ber jiyana rojnamegeriya kurdî û teşwîqa ji bo xwendina zimanê kurdî jî sal bi sal zêdetir bû. Kurdan di çarçova zagûna Iranê a bingehîn de daxwaz kirin ku zimanê kurdî jî bi awayekî fermî li xwendingeh û zanîngehan bê xwendin. Ji hêla din jî hinek Farsên şovenîst û PanÎranîstên faşîst ev daxwazên Kurdan wek ‘pêngavên destpêka cudaxwaziyê’ binav dikirin û bi tundî li dijî dewleta M. Xatemî disekinîn.

Kar û xebata rojnamegeriya kurdî di rojên destpêka serokko­mariya Mehmûd Ehmedînejad rastî qedexekirinê hat. Sal bi sal ew meydan li ber karê rojnamegeriya kurdî tengtir kirin. Bi awayekî ku niha heta yek rojname jî bi zimanê kurdî li Iranê nayê weşandin!!. Ehmedînejad çendîn cara li parlmana Iranê bi aşkira ji fraksioyna parlmenterên kurd ra gotiye: ‘Vira ne Tirkiyeye û heddê xwe bizanîbîn…’

Niha rewşa ragehandin û siyaseta Kurd li Iranê tirajîk e. Piraniya rojnamevan û çalakvanên mafê mirovan li rojhelatê Kurdistanê hatine girtin û tawana wan a herî mezin jî: ‘miro­vên empiryalîzimê, hevkarîkirina partiyên dijberî şoreşa îsla­mîya Iranê, şerê bi Xudê ra, casûsî û hwd’ bûne. Kesên wiha li gor zagûna Iranê rastî şikenceyên ruhî fîzîkî, zindanên domdirêj û heta îdamê jî tên.

Di roja îro da mirov rihet dikare bêje ku heta ‘rojnamegeriya nîv azad’ jî li Îranê tune û kesên ku bixwazin di vê qadê de bixebitin jî, neçarin berê bîr û ramanên xwe sansûr û piştre jî pênûsa xwe bêxin gerê. Gotarên ku berjewendiya Kurdan têde hebe, tên pejirandin.

Ji herêmên Kurdan li wilayeta Xurasanê ra ‘Kurdistana Xurasanê’ jî tê gotin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

V.               BAŞÛR

Karîgeriya Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawar li Başûrê Kurdistanê

Musediq TUV - Duhok

Mîr Celadet Bedirxan; tîpên latînî, kovarên Hawar, Ronahî û kitêbxana Hawarê, çend navekên diyar ên dîroka bizava riz­garîxwaz a kurdî, rewşenbîrî û rojnamevaniya kurdî ne di nîva yekem de ji sed saliya bîstê. Her yek ji van navan girin­giya xwe, rengvedana xwe û karîgeriya xwe di vê qunaxê da heye. Ji ber ku Mîr Celadet hêmayekê xebata siyasî-rewşen­bîrî ya kurdî ye, di nîva yekê ji sedsaliya bîstê da, tîpên latînî yên Mîr Celadetî destpêka qunaxeke nû ye di dîroka ziman û rewşenbîrîya kurdî da. Ev tîp berhemên mandûbûn, dûvçûn û vekolîna Mîr Celadetî ya 13 salan e li 15´ê Gulan a 1932´an bi derçûna kovara Hawar re ketine di warê pê xwandin û nivî­sînê da. Berî wan û piştî wan jî çend bizav ji bo danana şêwa­zekê din yên tîpên latînî yên kurdî hatine kirin. Lê belê çi ji wan nekarîne cihê tîpên latînî yên Mîr Celadetî bigirin û ev tîp bûyîne tîpên serekî yên xwandin û nivîsîna zimanê kurdî li cem pişkek mezin ji gelê Kurd.

Her bi vî rengî jî kovarên Hawar û Ronahî pertûkên Hawarê, ne tenê yekemîn berhemên kurdî ne ku bi van tîpan hatîne çapkirin, belkî jêderên dewlemend ên ziman û rewşenbîriya kurdî ne û ji destpêka dehsaliya sîhan, ji sedsaliya bîstê heta niha bi dehan hezar Kurd bê xwandingehên resmî di rêka van tîpan ra fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bûyîne, wisa jî li dîrok û rewşenbîriya kurdî aşna bûne. Heya îro bi sedan babet û vekolîn li ser hatîne nivîsîn û bûne babetên çendîn nameyên xwendinên bilind.

Kurt û kirmancî: Mîr Celadet û berhemên xwe şoreşek rewşenbîrî bûn, ev şoreş berdewamiya şoreşên netewayetiyên gelê kurd bû di sed saliya nozdeh û bîstê da. Vê şoreşê li 15´ê Gulana 1932´an bi belavbûna yekemîn hejmara kovara Hawar û daneniyasîna tîpên latînî yên zimanê kurdî li Şamê dest pê kir, di demeke kurt de tîşkên vê şoreşa rewşenbîrî sînorên destkirdên nêvbera parçên Kurdistanê da şikandin û seranserî welat vegirt.

Dibît pirsyarek bête kirin: Gelo çima ev karê Mîr Celadetî bi şoreş dihête binavkirin? Di bersivê de, dê bêjîn; şoreş guherîn e yan gorankarî ye ji qunaxekê bo qunaxeke baştir? Ev karê Mîr Celadetî jî şoreş bû, belê şoreşek rewşenbîrî û kurd ji qunaxeke paşvemayî di warên rewşenbîrî da beref qunaxek ronîtir birin. Ji ber ku piştî bi dawî hatina şerê cîhanê yê yekem û dabeşkirna Kurdistanê li ser çiwar dewletên dagirker û piştî ku Kemal Ataturkî  komara Tirkiyeyê damezirand, li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne tenê yek peyva kurdî nehati bû çapkirin, belkî peyivîn jî bi zimanê kurdî qedexe bû. Li rojhelat û rojavayê Kurdistanê û devera Bah­dînan a Başûrê Kurdistanê kawdan her nêzîkî vî rengî bû. Tenê li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk û Hewlêrê li hindek xwendingehên seretayî zimanê kurdî dihate xwandin, li van bajaran û Bexda bi rengekî berteng hindek çapkirinên kurdî derdiketin.

Di vê demê da Mîr Celadet Bedirxanî li 15´ê Gulana 1932´an dest bi şoreşa xwe ya rewşenbîrî kir. Dema kovara Hawar (15´ê Gulana 1932 – Hejmar 57 l5/8/ 1943) li Shamê belav­kirî û bi kovara (Ronahî 1942-1945) û pertûkên Hawarê û kovarên Mîr KamÎranî (Roja Nû û Stêr 1943- 1945) li Bêrûtê berdewamî bi vê şoreşê da, texeka nivîskar û xwen­devanên Kurd bi tîpên latînî peyda bûn û binwaşek bi hêz ji bo rewşenbîriya kurdî li vê parçê hate danan. Sereray hindê ku ji nîva duwê ji salên çilan ve û piştî ku rêgezperestên ereb li Suriyeyê desthelat girtiye dest û hemû çalakiyên rewşenbîrî û çapkirinên kurdî li Suriyeyê hatine qedexekirin, ev binwa­şeye hindê bi hêz û karîger bû. Her delîveke ji bo kurdên vî welatî helketî her li ser vê binyatê ya Mîr Celadetî danayî ya dest bi çap û weşana berhemên kurdî kirî û ji salên heştêyan ji sedsaliya çûyî ve serhildanek rewşenbîrî ya kurdî li Suriye­yê dest pê kiriye û binyata wê jî heman şoreşa Mîr Celadet Bedirxanî ye.

Hindî peywendî bi Bakurê Kurdistanê ve heye ku pişka mezin a Kurdistanê ye, ev şoreşa Mîr Celadetî bi xwe berde­wamiya bizava neteweyî û rewşenbîriya kurdî bû. Ewa li des­pêka sedsaliya bîstê li Stenbola paytexta Osmanî dest pê kirî û her wesan berdewamiya şoreşên netewayetî yên Bakurê Kurdistanê bû. Piştî sala 1921´an ev bizave hatîne kipkirin. Helgirên xetîr ên berahiyê yên vê şoreşa Mîr Celadetî heman serkirde û şoreşger û rewşenbîr bûn ên li Stenbolê û Bakurê Kurdistanê dest pê kirî . Piştî mişext bûyîna rojavayê Kur­distanê û Suriyeyê li Shamê ser ji nû dest pê kiriye, lewma jî berî her parçeka din ev şoreşe ya arastekirî bûye ji bo Bakurê Kurdistanê.

Di vê serdemê de û dê wê kawdana Bakurê Kurdistanê tê de dijiya; agir û asnî hukim lê dikir, ne tenê çapkirinên kurdî û xwendina kurdî qedexe bûn, belkî ji wê serdemê û heta berî çend salekan jî peyivîn bi zimanî kurdî û xwe bi kurd dane­niyasîn li dûv yasayên dewletê gunehên mezin bûn û sizayên giran li ser dihatine dayîn.

Jêderên berdest diyar naken, kanî kovar û çapkiriyên Mîr Celadetî di wê çaxê de digehiştine Bakurê Kurdistanê yan ne? Eger digehiştin çawan digehiştin û belav dibûn? Belê ya xuya û diyar e, vê şoreşa rewşenbîrî karîgeriyek giring li Bakurê Kurdistanê kiriye û ji sala 1932´an ve heya îro her bizavek rewşenbîriya kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibîte kirin yan revendên wê parçê li derveyê welatî kiribît, li ser wê binyatê hatiye kirin, yê Mîr Celadetî li sala 1932´an dana­yî û her berhemeke bi kurdî belav kiribît, bi tîpên latînî yên Mîr Celadetî çapkiriye. Bo nimûne; em dikarîn amaje bi kovara Dengê Kurdistan urgana lawên Kurd li Ewropa bikeyin ku ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê li Ewropa- Swîsra li sala 1949´an hejmar jê hatine belavkirin, dihate belavkirin, her wesan kovara Dîcle û Firat ku heşt hejmar li salên 1962- 1963´an li Stenbolê hatine belavkirin, her wesan kovara Deng ku li sala 1963´an tenê du hejmar li Stenbolê jê hatîne belavkirin, bikeyin.(1) Wek destpêk ji bo bizavên rewşenbîrî û rojnamevaniyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê bikeyin û bi hizra min ev serhildana rewşenbîrî ya serê bîstê salekane Bakurê Kurdistanê û welatê Tirkiyeyê û revenda vê parça welatî li Ewropa vegirtî û gehiştiye astê belavbûna xwendin û nivîsîna kurdî. Belavbûna rojnamên rojane û heftiyane û vekirina kanalên radîo û têlefziyonên kurdî berde­wamiya wê şoreşa rewşenbîrî ya Mîr Celadetî li 15´ê Gulana 1932´an li ser berperên kovara Hawar li Shamê ragehandî.

Hindî peywendî bi Başûrê Kurdistanê û Kurdên Îraqê ve heyî di wê serdemê de li wê parça welatî heta astekê kawdan pirtir ji parçên din ji bo ziman û rewşenbîriya kurdî yê harîkar bû. Destûra wê serdemê yê Îraqê bawerî bi hindek mafên rewşen­bîrî yên Kurdan îna bû. Li hindek cihan, li qunaxa seretayî xwandin bi zimanê kurdî bû. Rê li ber çapkirina hindek ber­hem û çapkiriyên kurdî vekirî bû. Komeke nivîskar û ziman­van û rojnamevanên Kurd di vî warî da kar dikir. Lewma her zû Mîr Celadet û kovara Hawar, berhemên wî, tîpên latînî yên wî cihê xwe li vê parça welatî kir. Berhemên nivîskarên vê parçê di kovara Hawar de hatin weşandin. Naveroka Hawar ê û tîpên latînî yên Mîr Celadetî serinca rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê rakêşa û hindekan dest bi fêrbûn û bikaranîna van tîpan kirin.

Li vê rê dibît pirsyarek bête kirin: Erê Mîr Celadetî berî 15´ê Gulana 1932´ê têkelî û peywendî di gel rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê hebûne? Ku wesan bi berfirehî Hawar gehandiye vê parça welatî û ji hejmar 3´yan ya Hawarê ve dest bi belavkirina berhemên nivîskarên vê parça welatî kiriye. Di 22 hejmarên berahiyê yên kovarê de 26 berhemên nivîskarên Başûrê Kurdistanê tê de hene.(2)

Ji bo bersiva pirsyara çûyî pêdiviye pêda çûnekê bi jiyan û çalakî yên Mîr Celadetî de bikeyn.

Mîr Celadet li 26´ê Nîsana 1893´an li Stenbolê hatiye ser dinyayê, (15/7/1951 miriye), Wê çaxê malbata wan ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû dûrêxistin û li vî bajarî dijiyan. (3) Vê malbatê di nêv nêvendên rewşenbîrî û neteweyî sengek mezin hebû. Di heman dem û di wê serdemê da Stenbol na­venda rewşenbîr, welatparêz û navdarên Kurd ên hemû Kur­distanê bû. Ji sala 1908´an ve Mîr Celadet wek kesayetiyek rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd hatiye niyasîn (4) û di vê qunaxê da peywendî di gel Kurdên hemû Kurdistanê ji wan jî Başûrê Kurdistanê hebûn. Di wê demê de hêj welat bi vî rengî nehatibû parçekirin.

Piştî şerê cîhanê yê yekem Mîr Celadet di gel bab û mamên xwe pişkdariyê di damezrandina komela pêşketina Kurdan û paştir komela rêkxistinên civakî yên kurdî diket. Li sala 1919´an di gel Mîr KamÎran, Ekrem Cemîl Paşa, Fayîq Tufîq û Mîcer Noêl geşteka Bakurê Kurdistanê diken. (5)

Her wekî me amaje pê kirî, di vê qunaxê de Stenbol navenda xirvebûna kesayetî û rewşenbîrên hemû Kurdistanê bûye. Guman tê de nîne ji encama bi hev re karkirina Mîr Celadetî têkelî û peywendî di gel rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê hebûne. Ev peywendî piştî zivirîna wan ji bo Îraqa nû dame­zirandî di berdewam bûn.

Piştî ragehandina Komara Tirkiyeyê li sala 1921´ê Mîr Cela­det wek piraniya malbata xwe mişext dibît li Almanya û Misrê û li Libnanê dijît, li 5/10/1927´an pişikdariya di dame­zirandna Xoybûnê de diket û wek yekem serokê wê dihête helbijartin. (6)

Li vê rê qunaxek nû ji jiyana Mîr Celadet û peywendiyên wî di gel Başûrê Kurdistanê dest pê diket. Sînorê karê Xoybûnê wek partiyek yan civateke siyasî ya kurdî seranserê Kurdis­tanê bû. Her zû liqên wê li parçên din yên Kurdistanê hatine vekirin. Li dûv belgenaman liqekê mezin ê Xoybûnê li çiriya yekem 1928´an li Silêmaniyê hebû û hejmareke rewşenbîrên kurdperwer tê de endam bûn. (7)

Mîr Celadet wek serokê Xoybûn di navbera salên 1927- 1932´an mijûlî serperiştiya rêkxistinên Xoybûnê bûye. (8) Guman tê de nîne, di encamên van peywendiyên rêkxistinî de, dê peywendiyên wî bi her rengekî hebît. Di gel rewşen­bîrên ser bi rêkxistnên xwe ve hebin û dê agahdarî serûberê rewşenbîriyê wan deveran bît yên wan rêkxistin lê heyîn.

Li vê rê em dikarîn amaje bi belgenameke wezareta derve ya Birîtaniya bikeyn ku di ya daştanamekê de Mîr Celadet Bedirxan bi navê Komîta Navîn a Xoybûn li 17´ê Nîsana 1931´an ji bo Komela Netewan hinartî û tê de piştevaniya Xoybûn ji bo daxwazên Tufîq Wehbî diyar diket. Yên wî ji Komela Netewan û komîsyona bilind a întîdabê li dûr mafên gelê Kurd li Îraqê kirîn. (9)

Ev e bi xwe nîşana peywendiyên bi hêzên Mîr Celadetî ye di gel Kurdên Îraqê û agahdariya wî ye li ser kawdanên wan. Ji aliyekê dive piştî ku Mîr Celadet di encamê pişkdariyê di şoreşa Agrî da li sala 1930´ê mişextî Îranê dibît. Paştir şahê Îranê wî desteserkirî dihnêrîte Îraqê, li Îraqê jî desthelatdarên înglîzî ber pên wî teng diken û wî naçar diken bilez vege­rîteve Suriyeyê. (10) Li vê rê diyar nîne kanê Mîr Celadet çend li Îraqê maye, kanê peywendî digel rewşenbîrên Kurdên Îraqê kirîne yan ne?

Di encama vê pêdaçûnê da, em dkarîn bêjîn Mîr Celadet çi wek kesayetiyek ji malbateka rewşenbîr û kurdperwer, çi wek serokê partiyeke neteweyî, çi di encama geşt, geryane û mişextiya wî li çendîn bajêr û welatên cuda çendîn rengên peywendiyan digel kesayetî û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê hebûne? Ev peywendiye jî bûyîne eger her zû kovara Hawar bi berfrehî gehiştiye rewşenbîrên Kurdên Îraqê û her di hijmarên berahiyê yên vê kovarê da van rewşenîran pişk­dariyeke xurt di berperên wê da kiriye. Chespandina peyva „kovar“ ji hijmar pêncê kovarê ve ku heta hijmar çiwar peyva komel li şûna (alimcle) ya 'erebî dihate bi karînan, berhemê vê peywendî û pişkdariyê ye.

Bo pitir selmandna van peywendiyan dê amaje du ji van peywendiyan bikeyn:

Di namekê da ya ku Mîr Celadetî li 3´ê Tîrmeha 1932´an bo Husên Huznî Mukiryanî hinartî, anku di heman rojda ya ku hijmara çiwar ya Hawarê derketî, diyar dibît ku berî vê rojê bi 13 salan anku di nêvbera 1919- 1920´an de digel Mukir­yanî gehiştîne hev û di vê hevdîtinê da derbarey rewşenbîriya kurdî û belavkirina rojnameka kurdî  da peyivîne. Di vê namê da diyar dibît ku name guherîn nêvbera wan da hebûye û wê serdemê Mîr Celadet agahdarî kovara zar kirmancî bûye ku di wê serdemê da ya rawestiyayî bû. Mukiryanî ser ji nû berhevî bo dubare belavkirina wê dikirin û di hijmarên paştir yên vê „Hawar“ê da amaje bi vê çendê hatiye kirin. (11) Her di vê nameyê da Mîr Celadetî daxwaz ji Mukiryanî kiriye ku navûnîşanên wan kesan bo bihnêrît yên Hawarê divêt da bo wan bihnêrît. (12)

Her wesan berî derketina Hawar ê Mîr Celadetî digel zanayê navdar Tufîq Wehbî: (1891- 1984) peywendî hebûne û dîdar kirîne, berî 15ê Gulana 1932´an bi du salan herwekî Mîr Celadet dibêjît: „Pêrar li Shamê hevdu dîtine.“ Herduyan tîpên xwe yên latînî (wî çaxî Tufîq Wehbî jî hindek tîpên latînî bo zimanê kurdî berhev kirbûn) hevber kirîne û Mîr Celadetî viyaye van du tîpan bigehînin hev û yek şêwaz tîpên nû û hevgirtî jê bibijêrin, belav biken. Belê herwekî diyar e Tufîq Wehbî li dûv vê çendê nehatiye û gîrubûna belavkirina Hawarê her bo vê çendê dizivrîteve, çinku Mîr Celadetî li 16´ê çiriya yekem 1930´an muleta wê wergirtiye û berhevi­yên çapkirina wî li şubata 1932´an bi dawî hatîne. Belê bi hêviya bersivên (di binyat da nehinartî) Tufîq Wehbî, belav­kirna Hawarê heta 15´ê Gulana 1932´an vekêşaye. (13)

Di vê pêdaçûnî diyar dibît peywendiyên Mîr Celadet Bedirxanî digel xelkê Başûrê Kurdistanê nemaze rewşenbîran di astekî da bûne ne tenê zû kovar gehandiye wan, belkî di demekê kurt da berhemên hijmareka zor ji nivîskarên Başûrê Kurdistanê gehiştîne Hawar ê û li ser ber perên wê belav bûyîne.  

Pêdivî ye bêjîn egerekê dî yê harîkar bo vê çendê ew bû, di wê salê da ku Hawar tê da derketî rojnamevaniya kurdî li Îraqê di kawdanekê lawaz da bû. Kovara Zar kirmancî Adara 1926- Temuza 1932) ya rawestiyayî bû. (14) Take rojnama kurdî Jiyan a heftiyane ku li Silêmaniyê dihate belavkrin, di encama kawdanê siyasî bi taybet raperînî berderkî seray Silêmanî ya îluna 1930 an pitir pûte dida. Babetên edebî û civakî (15). Lewma Hawar dibîte sekuyek rewşenbîrên Kur­dên başûr lê kom dibin û berhemên xwe yên derbirînê ji hesta wan ya neteweyî diken, tê da belav diken.

Herwesan navdariya Mîr Celadetî û malbata wan bi şoreşgerî û kurdperweriyê faktorekê dî yê xirvebûna rewşenbîrên Kurdên başûr bû li Mîr Celadetî û kovara Hawarê, ku wan berê xwe dida Mîr Celadetî wek serkirdekê cihê hêvî û umê­dan. Eve jî di çendîn babetan da diyar dibît yên ev rewşenbîre tê da pesna Mîr Celadetî û malbata wî diken.

Hamd Ferec yekemîn rewşenbîrê Kurdên başûr e yê bi nameka pîrozbayê pişkdariyê di hijmara 3´ê ya Hawarê da diket û bi navê gişt lawên Kurdên Îraqê ve di pîrozbayiya vê kovarê da dibêjît:“Le paş dest guşîn. demêk bû çawerwanî sitareyeke gelawêjî Kurdman dekird. Ta ku diwênê be çawî xoman dîman, ke ewîş kovarî Hawar e ke çawî hemû Kurdekî ronkirdewe, hîwaman waye ku be tînî pirîşkî gişt Kurdistan ronak katewe û hemû Kurdêk be dem Hawarewe biçê ta bikewête ser rêgay bo yekêtî Kurdan hewl bideyn.“ (16)

Hawar; li cem Shakir Fetahê şehîd 19- 198 di çavên hemû Kurdan da dihête xwandin. dengê lê qewmayên Kurd e, gaziya guristanên nemrên Eyubî û Bedirxaniyan e heta dibêjît:“Hawar nemamêke be destêkî zana le zewiyekî be pîta nêjrawe, belam bo emey beru bom bida debê çawdêrî bikrê ta gewre debê.“ Paştir ev şehîde nemre hawara xwe dibete ber gişt Kurdan yên paredar, nivîskar, zana û xwandevan xo li Hawarê bikene xudan. çunke em kovare her pîtey (qiseyey) be destî yekêkî zana û têgeyiştû nûsrawetewe, her qisey le dilêk hatûte derewe, be naskî wek perey gol, be qayîmî bo parastinî xuşewîstî Kurd wek sinuqî pula weha ye. Her bîrey le mêşkî yekêk hatûte derew e, Kurd û Kurdistan wek heyke­lêkî gewre û bilind hemîşe le pêş çawiyaye, le xewda bewewe xerîke, le bêdarîş da her be wewe xerîke.(17)

Her bi vî rengî Mîr Celadet û kovara Hawar bûyine îlham bexşên şa'îrên Başûrê Kurdistanê. Helbest bi helketa derke­tina wê vehandîne ji wana jî mamosta navek, li 28´ê HezÎrana 1932´an di pesna Hawarê da dibêjît:

Herdem be demî hawar pêk de kuş û hawar

Huşyar debna Kurdan ladeben şîna welat

Ez guriya bangê te me. (18)

Sha'îrekî dî yê Sharezurî bi navekê xwazraw (Aptîn) di pesna Mîr Celadet û malbata wî da û rolê wan di bizava rizgarî­xwazî û rewşenbîriya kurdî da dibêjêt:

Emîrî muhterem ey fexrî milet Mîr Celadet beg

Newey mîrî Cizîr û qehremanî mullkî Botan î

Be rastî xanedantan layîqî te'zîm û tebcîl e

Le ser Kurd lazm e daîm biken 'erzî sena xwanî

Le naw qelbî hemû lawêkî Kurd em şê're nûsrawe

Ke şayestey supas û şukre famîlyayî Bedirxan î. (19)

Gêncekê Kurd bi navê (Lawêkî Kurd 'Ewnî) li 24 Kanûna duwê 1933´an ji bajarê Koyê ve di dastane helbestekê da Bedirxaniyan bi helgirên rêbaza netewayetî û xodan dîroka pirqurbanîdan û serifraziya Kurdan cihê hêvî û umêda wan di rizgarî û serbexweyê da didanît û di dawiya helbestê da dbêjît:

«Ewî duşmin be kurdan e hîlakî jehrî maryan key

Xuda ew qewm e nazdar e ke hefzî çawezariyan key

Le dinya şad û xanedan û bilind û bextiyariyan key

Xudaya kameran û serfîraz û payedariyan key

Newey şêranî kurdan ye'nî xêzanî  Bedirxanî» (20)

Kurdên başûr bi vî rengî pêşwaziya Mîr Celadet û kovara Hawarê kir, ew kovar wek Dr. Kemal Mezher dibêjît: «Hawar take kovara kurdî bû di sê salên berahiyê yên jiyê xwe da mîna şemalkê di tarî şeva nezaniyê da disût û ronahî dida çiwar kinarê nixwe.» (21)

 Bi vê çendê Hawar wek mînbereka azad bû, çaktirîn rewşen­bîrên Başûrê Kurdistanê berhemên xwe yên şoreşgerî û netewayetî  tê da belav dikirin. Ew berhemên di wê serdemê da ew nedikarîn li Îraqê belav biken. Derbareyê vê çendê Dr. Kemal Mezher dibêjît: »Dergay Hawar bo jimareyek nûser û şa'îrî be nawbangî Kurdî Îraq dekrêtewe û beşêkyan bo ye­kem car le ser laperekanî Hawar berheme benawbangekanî xoyan bilawkirdotewe û ewe bo te handerêkî niwê bo geşepê­kirdinî edebî hawçerxî kurdî Îraqî.» (22)

Ji wan berhemên kurdên başûr yên bo yekem car di Hawar da belavbûyîn, yan ji ber egerên siyasî di şiyanda nebû di wê serdemê da li Îraqê bêne belavkrin, em dikarîn amaje bi hindekan ji wan bikeyin:

Helbesta «Wefdî Kurdistan» ya Pîremêrdê şa'îrê nemir, ewa bi raperînî berderkî seray Silêmanî ya eylula 1930´an gotî û egerên danana helbestê jî di kovarê da hatîne diyarkirin ku tê da dibêjît:

„Wefdî Kurdistan weten firuşan

Herze wekîlê şarî xamuşan

Paşe berey bax wêran weten

çun bayquş be halî weten xende zen...“

Heta li dawiya helbestê dibêjît:

“Min bûye rengî surm xuş dewê

mijdey şefeqî lê derekewê.“ (23)

Helbesta Sînûr ya şa'îr 'Ebdulxaliq Esîrî ku tê da dibêjît:

Kurde dezanî le kiwê cêgîre xizmanî to

gû gire bo tî bilêm cêge xêlanî tu

Kêwî Toros û 'umqî hewzî Eskenderun

xerbî ta Behrî Reş sinûrî meydanî tu.“ (24)

Helbesta Yadî Weten ya şa'îrê mezin Bêkes, helbesta (sika­layek le girdî seywan) ya şa'îrekî dî bi navê Hêmin, pexşana (le Kurdistanî xwênîn), helbesta (bo xawenî Hawar) (25) û çend berhemên dî yên kurdên başûr giruvê vê rastiyê ne.

Layenekê dî yê karîgeriya Mîr Celadetî û kovara Hawar li Başûrê Kurdistanê babeta zimanê kurdî, diyalektên zimanê kurdî, şêwazên li hevnêzîkirina van diyalektan û li hev nêzî­kirina van diyalektan babetê peydakirina zimanekî yekgirtî bû.

Bêguman destpêka edebiyata kurdî bi helbestê dest pê kiriye. Helbesta kurdî paştir hindek rengên dî yên edebî bi hemû di­yalektên kurdî hatîne nivîsîn. Belê digel peydabûna rojname­vaniya kurdî li 22´ê Nîsana 1898´an bi taybet destpêka rojnamevaniya kurdî ya Stenbolê li sala 1908´ê û paştir anku qunaxa navbera 1908- 1920 herdu şêwe zimanên sereke yên kurdî kirmanciya bakur û başûr wek şêwe zimanên edebî û rojnamevaniyên kurdî diyar bûn. Di vê qunaxêda jî hindek caran hizir li zimanekî edebî yê yekgirtî hatiye kirin.

Belê piştî şerê cîhanê yê yekem û damezirandina komara Tirkiyeyê û girtina hemû delîve û dergehên belavkirina ziman û rewşenbîriya kurdî li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê, biza­vên rewşenbîrî û rojnamevaniya kurdî li Başûrê Kurdistanê, li Îraqê despêkirneve. Herçende ev despêke dizivirîteve sala 1914´an belavbûna Bangî Kurd û li belavbûna rojnama Têgeyiştinî Rastî li sala 1918´an li Bexda. (26)

Ev qunaxe di dîroka rojnamevaniya kurdî û çapemeniyên kurdî da qunaxek nû bû. Gişt nivîskarên vê qunaxê yên başûr bûn û diyalekta wan kirmanciya başûr bû. Ne kesekî hizir li diyalektên dîtir û ne li zimanê yekgirtî dikir. Belê bi belavbû­na kovara Hawar li 15´ê Gulana 1930´ê û gehiştina hijmarên wê bo Başûrê Kurdistanê û Îraqê, li ser berperên vê kovarê babeta zimanê yekgirtî û li yek nêzîkirina diyalektên kurdî hate vekirin.

Hamîd Ferec wek yekem nivîskarê Başûrê Kurdistanê pişk­dariyê di hijmar 3´ê ya Hawarê da diket û piştî pîrozbayiya Hawarê bi navê gişt gencên Kurdên Îraqê daxwaza bizavên yekirina diyalektên kurdî ji Hawarê diket:“Reca ekeyn lemewdwa hewl biden bo tewhîdî lehcat ta weku hemû Kurd wek yek îstifade li Hawar tan biken.“ (27)

Mîr Celadet jî di heman hijmar da piştevaniya daxwaza wî diket û didet diyarkrin ku eve yek ji armancên kovarê ye di xala duwê ya bernamê kovarê da di yekem hijmara wê da hatiye belavkrin.

Di babetekê dî da, li jêr navê (Eksî êeday Hawar) nivîskarekî dî yê başûr bi navê (Pîrut) dibêjît:“Bîrî duwemim le babet lehcey Kurdistanî xwaru û seru weweye, herweku carêk kovarêkî înglîsî nûsîbûy (tebî'etîş beramber miletî Kurd xedar e) û be mewan'î tebî'ye Kurdistanî be new'êk le yek cyakir­dûtewe ke danîştwanî xwaru le giftuguy danîştwanî seru tê nagat...hitd)) û nivîskar arîşa ji hevdu negehiştnê di navbera herdu diyalektan da berçav diket û bi erkê xwandevanê Kurd dizanît bizavê bo (yekxistnî lehcekanî zimanî kurdî hewl biden) û paştir dibêjît:“Be lay minewe guvarî Hawar etwanê lem babetewe yarmetiyekî başî bikat,“ li dûvra çend nimûnek bo vê meremê berçav kirîne. Wek bikarînana peyvên hevpişk di herdu diyalektan da, bikarînana wan peyvan yên herdu alî bi sanahî têbigehin û paştir berhevkirina ferhengeke hevpişk bo peyvên herdu diyalektan, li dawiyê jî bi hêvî ye vê rêkê bigrîte ber bo peydakirina diyalekteka hevpişk. (28).

Bi vî rengî babeta yekirina diyalektên kurdî pûte pêkirinek girîng ji aliyê kovara Hawarê ve heye û nivîskarên başûr pirtir ev babete azrandiye. ji wan nvîskaran yên girîngî bi wî babetî dayî (Hevindê Surî) ye di hijmar 16´an da babet azran­diye, sê pirsyar ji xwandevanan kirîne derbarey çawaniya pakirina zimanê kurdî, çawaniya ji yeknêzîkirina şêwezarên kurdî ku hemû Kurd le lehcekanî yektrî tê bigen û çawaniya pêşvebirina zimanê kurdî û daxwaz ji xwandevanan kiriye ku hizir û boçûnên xwe li ser van pirsyaran diyarken. (29)    

Belê ji ber ku ji hijmar 14 ve belavkirina Hawarê li Îraqê hatiye qedexekirin; kovar negihiştiye rewşenbîrên kurdên başûr. Tenê bersiva (Lawêkî Kurd) di hijmara 21an da û bersiva (Ceger Xwîn) û (Lacê Hênî) di hijmara 23´ê da hatîne belavkirin.

Hawarê di 23 hijmarên berahiyê da karîgeriyek dîtir di zimanê kurdî da kiriye. Ew jî bikarînana peyvên diyalektên kurdî yên cuda, dê bînîn nivîskarên başûr peyvên kirmanciya bakur bikarînane û yên bakur jî peyvên kirmanciya başûr bikarînayne. Li vê rê pêdivî ye amaje bi hindê bikeyn ku di Hawarê da çend nivîsîn bi kirmanciya başûr bi navê kovarê yan xwediyê kovarê hatîne belavkirin.  Gelo ev nivîsîne Mîr Celadetî bi xwe nivîsîne? Erê Mîr Celadetî kirmanciya başûr zaniye? Eve jî babetek dî ye û pêdivî vekolîneke dî heye.

Karîgeryieke dî ya Hawarê li Başûrê Kurdistanê kirî belav­kirina tîpên latînî yên zimanê kurdî ye li vê parça welatî. Herwekî li berahiya babetî hatiye diyarkrin berî Mîr Celadetî û piştî wî jî hindekan bizavên danana tîpên latînî yên kurdî kirîne. Belê çi Ji wana mîna tîpên latînî yên Mîr Celadetî neşiyane cihê xwe bigirin. Hêja ye bêjîn digel berhev yên Mîr Celadetî bo ragehandina tîpên xwe yên latînî, Tufîq Wehbî jî li Îraqê şêwazekê dî yê tîpên latînî berhev dikirin, berî belavkirina Hawarê li 15´ê Gulana 1932´an bi du salan Mîr Celadetî û Tufîq Wehbî li Shamê hevdu dîtîne û tîpên xwe berawird kirîne, biryar dane tîpên xwe biken yek û elîfbayeka yekgirtî ragêhînin. Belê wek diyar dibît ji ber her egereke bîtin Tufîq Wehbî di vî warî da harîkar nebûye, eve jî bûye egera gîwbûna derçûna kovarê heta 15´ê Gulana 1932´an û her vê çendê pal bi nivîskar (Lawêkî Kurdperwer) ve naye li jêr navê (Kaxezî aşkra bo gewherî taqaney Kurdan Tufîq Wehbî beg)) di hijmar 15´ê ya kovarê da gazindeka dijwar ji Tufîq Wehbî biket ji ber ku di vî warî da neyê harîkar bûye digel Mîr Celadetî: (30) Paştir Tufîq Wehbî tîpên latînî yên xwe wek xwe li sala 1932´an di pertûkekê da belavkirin. Hêja ye bêjîn wan tîpên latînî ne li cihekî ne jî li çi serdemekî cihê xwe girtiye û ne pê hatiye xwandin ne jî nivîsandin.

Girîng ew e bi derçûna kovara Hawar di demekê kurt da tîpên latînî yên Mîr Celadetî li Başûrê Kurdistanê dengvedan; serinca rewşenbîran rakêşa xwe. ji nivîskarên başûrê Kurdistanî (Pîrut) di babetê ('eksî êeday Hawar)da pişte­vaniya van tîpên latînî kiriye û dibêjît: Ewey ziyatir hêwa ebexşêt û tîn edat be tiwana, ew rêgay tecedud û tazegiyeye ke kirdutane benîşane. hewel gewahî eme wergirtin û biaw­kirdnewey tîp (hiruf) î ferengî ye, ke berastî bo jiyandnewey Kurd û edebiyatî kurdî eme hengawêkî palewanane ye.(31) Hawar 10.

Piştî belavbûna Hawar ê bi demeke kurt rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi erkekê neteweyî dizanî fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi van tîpan bibin. Zêdebarî vê çendê babetê bikarînana van tîpan bibû babetê danûstandinê li navendên rewşenbî­riyên kurdî. Her bo nimûne kovara Gelawêj (1939-1949) di hijmara 9´an ya sala 1943´ê da pirsyarek ji xwandevanan kiri­ye (ke beşêweyekî rast û zanistî ray xoyan sebaret be nûsînî kurdî be elf û bêy 'erebî yan latînî derbirin). Di hijmarên paştir da çend rewşenbîrên wê serdemê bersiv dane û piraniya bersivan jî nivîsîna kurdî bi latînî pesend diken. (32)

Ev gengeşe û danûstandine di navbera rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê derbarey tîpên latînî yên Mîr Celadetî berdewam dibin, heta li sala 1957 ê Cemal Nebez pertûkek taybet bi navê (nûsînî kurdî be tîpî latînî li Bexda çap diket û tê da tîpên latînî yên Mîr Celadetî bi baştirîn tîpên latînî yên kurdî pesend diket. (33) Piştî vê jî heta evro bi dehan pertûk û vekolîn li ser vê babetê li Başûrê Kurdistanê û li Îraqê hatîne belavkirin.

Di qunaxa duwê ya jiyê Hawar da (Hijmar 27 Nîsana 1943- Hijmar 57 Tebaxa 1944) karîgeriya Hawarê li devera Bah­dînan ya Başûrê Kurdistanê pirtir lê hatiye, wek di çendîn dîdaran da yên me gel rewşenbîr û xwandevanên wê qunaxê kirîn, kovara Hawar di wê demê da bi handan yan bi rêka rêkxistinên komela Hîwa bi berifirehî li deverê belav bûye û nîmçe xwandingehên milî bo fêrkirina xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî li deverê hatîne vekirin. Herwekî Shehîd Enwer Mayî (1919- 1963) li xwandingeha mizgefta gundê Mayê devera Berwariyan li sala 1942´ê qutabiyên xwe digel dersên ayînî fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî dikirîn. Mihemed Ermexanî ji nivîskarên kovara Ronahî ya Shamê di hijmara 12 da amaje bi vê xwandingehê kiriye û dibêjît şêxê gundî şêx Mezher di jiyê pêncî salî da xwe fêrî van tîpan kiriye û piştevanî lê kiriye. (34)

Her bi vî rengî li çend cihên dî wek Bamernê, Germava û Dihokê xelkî bi şiyanên xwe yên taybet xulên fêrkirna xwandin û nvîsîna kurdî bi tîpên latînî vekirîne. Her di vî warî da Mihemed Se'îd Miftî (1922- 2009) ku li dawiya salên sîhan û despêka çilan ji sedsaliya çûyî qutabiyê qunaxa navincî bû li Musilê dibêjît:“Di sala 1939 bi rêka seyda Salih îwisfî şaneka hizba Hîwa li Dihokê hate damezrandin. Paştir dibêjît: Belavok û kovar bo me ji Suriyê dihatin herçend rojekan carekê kesek bi navê Mistefa Botanî ji Suriyeyê dihat û bo me kovarên kurdî yên latînî dînan, her wî jî em fêrî tîpên latînî dikrîn. (35)

Bi vî rengî eger aviryekê li xwandevan û rewşenbîrên devera Bahdînan yên salên çilan û pênciyan vedeyn dê bînîn gelek ji wan bi rêka nîmçe xwandingehên milî û rêkxistinên komela Hîwa û şiyanên xweyî û karîgeriya kovarên Hawar û Ronahî pertûkên kitêbxana Hawarê xwe fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî kirine.

Li vê rê dê zivrîneve qunaxa berahêy ya jiyê Hawarê anku 23 hijmarên berahiyê, herwek hatiye diyarkrin her ji hijmarên berahiyê ve li Başûrê Kurdistanê pêşwaziyek mezin li Hawa­rê hatiye kirin û rewşenbîrên vê parçeya welat pişkdariyek berfireh di berperên wê da kiriye. Belê wek diyar gehiştina kovarê bo Kurdên Îraqê û karîgeriya wê ne bi dilê rejêma melîkî ya Îraqê bû lewma wek Dr. Kemal Mezher dibêjît: “Helbet bo karbedestanî rojgarî paşayî deste neda û zorî nexayand Hawar bûwe zadî raporte nehênyekan û (namey ême û namey berêztan) dest pê dekat û rojî 24 Kanûna duwe 1933´an fermanî wezîrî nawxo Nacî Shewket ke her bo xoyşî serok wezîran bû, bo qedexekirdinî Hawar derdeçêt.) , (36) anku rojekê berî belavbûna hijmar 15 li 23´ê Kanûna duwê 1933 û 24 rojan piştî derçûna hijmar 14 li 31 Kanûna yekem 1932´an ev biryare derdikevît.

Eve dibîte egerê nîgeraniya xwandevanên kovarê li Îraqê û bi naman agahdariya Mîr Celadetî diken. Ew jî li 12 ê Adara wê salê nameka taybet bo wezîrê navxweyê Îraqê dihnêrît û tê da diyar diket ku piştî hijmar 14 kovar negêhiştiye xwendevanên wê li Îraqê û hijmarên paştir jî dest bi ser da hatiye girtin. Her çende kovar kovareke edebî zanistî ye û bi çi rengan mayê xwe di siyaseta Îraqê da nekiriye û paştir dibêjît:“Eve du heyv li ser qedexekirina kovarê li Îraqê borîn û sê hijmar hatine belavkirin, wî hîç helwest beramberî vê çendê werne­girtîne, pêgîr bûye bi niyaz paqijiya xwe û neviyaye bi nehênî kovarê bigehînte Îraqê ku di şiyanên wî da bûye. Li dawiyê daxwazê diket: “Dubare hikumeta Îraqê muleta belavkirina kovarê bidet û ew hijmarên dest bi ser da hatiye girtin bige­hînte xwandevanan. (37)

Bi vê çendê xwandevanên başûrê ji Hawarê dihêne bêbeş­kirin û ji hijmar 14 û paştir ve bi kêmî berhemên wan di ko­varê da dihêne dîtin.(38)

Ev qedexe kirine ya berdewam bûye, ne daxwaza Mîr Celadetî bo wezîrê navxweyê Îraqê maf daye û ne çend bizavên dîtir herwekî Mîr Celadetî bi xwe di hijmar 21´ê ya 5´ê HezÎrana 1933´ê da dibêjît: “Eve şeş meh in ku hikumeta Îraqê nahêle kovara me bikevît erdê Îraqê, heta nihu, ku bi hêvî ya ku hikumeta Îraqê emrê memnu'yetê rakit û wek berê destûra kovara me bidet me deng nekir, me çend caran merace'et kir, me ji wan ra da zanîn ku Hawar kovareka edebî ye û 'eleyhî darya Îraqê nekiriye û nakît jî. Paştir ne xwe û ne xwandevanên başûr bê hêvî diket û diyar diket ku dê helwes­tekê li ser vê çendê wergirît û dibêjît:“Me xwest, îro jî em dixwazin vê meseleyê bi qencî û dilxuşî safî bikeyin, bi hev mekevin, lê heke nebû hingî em jî fikir û gotina xo ser vê meseleyê bibêjin. Lê êdî bila li me negirin, me bihna xwe şeş mehan fireh kir, herwekî bi xwe dibêjin sûcê despêkerye (albadîء avlim). (39) Herwekî di van peyvan da diyar dibît Mîr Celadetî viyaye bi her rengekî hebît kovar bigihîte xwandevanên wê li Îraqê, eger dewlet razî bû û mulet da eve baştir e û eger mulet jî neda eve wî hizra xwe li dergehekê dî kiriye bo belavkirina kovarê li Îraqê. Piştî vê hijmarê tenê du hijmarên 22 û 23 yên kovarê li tîrmeha 1933´an derdikevin û di wan hijmaran da jî nîşanek diyar nîne ku dergehên Îraqê li ber Hawarê hatibine vekirin.

Hijmar 24 ya kovarê piştî şeş mehan anku yekê nîsana 1934´an dihête belavkrin. Di vê hijmarê da guherînek nû di Hawar ê da dirust bûye ku hemû berperên wê bûyîne latînî. Kovarê egera vê çendê diyar nekiriye, belê bi hizra min egera vê çendê ewe, 23 hijmarên berahiyê wek qunaxeka ezmûnî bûn bo tîpên latînî yên Mîr Celadetî, di van 23 hijmaran da ku kovar bi herdu tîpên 'erebî û latînî derdiket, tîpên latînî chê xwe girt û xwandevan lê aşna bûn. Nivîskar bi van tîpan hatine berhevkirin û ev qunaxe bi dawî hat, wisa jî dest bi rênivîsa nû ya tîpên latînî hate kirin.

Piştî hijmar 24 tenê du hijmarên kovarê hijmar 25 li 19 Tebaxa 1934´an û piştî wê bi salekê hijmar 26 li 18 Tebaxa 1935´an hatine belavkrin. Êdî kovar bo demê nêzîkî şeş salan dirawestît heta hijmar 27 li 15´ê Nîsana 1941´an derdikevît. Paştir kovar berdewam dibît heta diwa hijmara wê hijmar 57 li 15´ê Tîrmeha 1943´an dihête belavkrin.

Hindî peywendiya bi Başûrê Kurdistanê ve heyî, tenê yek babetê (Lawêkî Pişderî) di hijmar 24´an da bi navê (Mijde) û bebetekê Tufîq Wehbî di hijmar 26´an da bi navê (Mame Yare) ji berhemên nivîskarên başûr di van hijmaran da hatîne belavkrin. Ji vê qunaxê beref paş babetên nivîskarên vê parçeyê beref kêmiyê diçin. Dibît eve jî ji ber çend egeran bît. Ji wan jî: Nemana pişka rênivîsa 'erebî di kovarê da, negihişt­ina kovarê bi rêkûpêkî û berifirehî bo Îraqê. Derketina hindek kovarên dî li Îraqê wek kovara Gelawêj 1939- 1949´an ku ew valahiya nebûna cihekê belavkirinê li cem nivîskarên başûr pir kiriye.

Di qunaxa paştir da anku qunaxa piştî nîsana 1941´an nivîs­karên Başûrê Kurdistanê belê vê carê yên devera Bahdînan û yên bi diyalekta kirmanciya jûrî dipeyivin berhemên xwe li ser berperên Hawarê belav diken. Destpêka wan jî Seyda Salih îwisfî (1918- 1981) ye yê ku bi navê Salih Bamernî helbestek li jêr navê „Hêviya Me“ di hijmar 39 ya 15´ê şubata 1942´ê da belav kirî û piştî wî helbestvanên wek şêx Memduhê Birîfkanî û Enwer Mayî berhemên xwe tê da belav kirîne.

Xwediyê kovarê di hijmar 24´an da bi navê (Name le bo lawanî kurd le 'Îraq) nivîsînek belav kiriye. Tê da diyar dibît ku qedexekirina Hawar ê li Îraqê hêj ya berdewam e. Belê ya xwediyê Hawar ê di vê namê da lê digerît û pirsyar diket eve: Boçî lawanî Îraqî wek pêşu meqale û şê'ri bo Hawar nanûsin? Belê lew rojewe ke hikumete 'Îraq Hawar ê bo 'Îraq bendkir­duwe. lawanî Îraqîş destî xoyan lê kêşawetewe. Ebwaye weha nebuwaye. Xwediyê Hawar di vê nameyê da didet diyarkirin ku berhemên nIvîskarên başûr nagehine kovarê Ji ber ku kovar nagehîte Îraqê û herwekî ew nivîskare di dilên xwe da bêjin: Nûsrawêk ke min le şiklî çap da neybînim boçî û bo kêy binûsim.(40) Paştir xwediyê kovarê rexnê li vê boçûnê digrît û daxwazê ji nivîskarên başûr diket berdewa­miyê bi nivîsînê bo Hawar biden. Eger ew jî berhemên xwe yên çapkirî di Hawarê da nebînin dê neweyên (nivşên) paşerojê bînin.

Piştî nêzîkî şeş salên rawestiyanê qunaxa duwê ji jiyê Hawar bi hijmar 27 li 15´ê Nîsana 1941´ê dest pê diket. Di van şeş salan da çend guherîn di kawdanê siyasî yê Kurdistanê û cîhanê da rûdiden.

Li sala 1939 (Komela Hîwa) li Başûrê Kurdistanê dihête damezrandin. Rêkxistinên wê seranserî Başûrê Kurdistanê vedigrin, kadir û endamên Hîwa rolekê di rewşenbîrkirin û hişyarkirina xelkê, belavkirina kovara Hawar û çapkiriyên dî yên Bedirxan. Fêrkirina xelkê bi xwandin û nvîsîna kurdî bi tîpên latînî digerin. Di vî warî da hijmareke endamên komela Hîwa 1939- 1943 li Dihokê tekîd diken ku Hawar digehişte wan hemûyan, wan jî li deverê bi qutabî û cutyan dida xwandin. (41) Ji aliyekî dî ve destpêkirina şerê cîhanê duwê delîve li ber Mîr Celadetî vekirin ser ji nû li 15´ê Nîsana 1941´an dest bi belavkirina Hawarê biket û paştir kar di belavkirna kovara (Ronahî- Sham) Nîsana 1942- 1945 biket.

Wesan diyar e di vê qunaxê da qedexekirina Hawar ê li Îraqê nemaye yan jî siviktir bûye û di vê qunaxê da kovar bi berfirehî digehişte Başûrê Kurdistanê û seranserî Îraqê. Lîsta aboneyên Hawarê ya nivîskar Dîlawer Zengî ji deftereka Mîr Celadetî wergirtî, belavkirî û bi pêdaçûna navên vê lîstê diyar e ev aboneye yên vê qunaxê ne. Li dûv serijimêriya me di vê lîstê da kirî 243 kesan li seranserî Îraqê pişkdarî di Hawar ê da hebûye. Ev pişkdare ne tenê li bajêr û bajarokên Kurdis­tanê bûne. Belkî li paytext û bajêrên naverast û jêriya Îraqê jî bûne. Gişt tex û cuynên xelkê Başûrê Kurdistanê ji serkirde û kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskar, rojname­van, zana­yên ayînî, şêxên terîqetê û serok 'eşîret, qutabî û mamosta û fermanber û kasbkar, dadwer û parêzer, efserên kurd di supa­yê Îraqê da, çend dezgehên rewşenbîrî û civakî yên kurdî, biyanî li Îraqî vegirtîne. (42) Eve jî nîşana hindê ye ku di vê qunaxê da Hawar bi berifirehî li nav kurdên 'Îraqê belavbûye û digehişte gişt tex û cuynên cuda cuda. Her divê qunaxê da wek pêştir jî hatiye diyarkirin bi karîgeriya Hawar û çapki­riyên dî yên Bedirxaniyan, bi handana komela Hîwa li Başûrê Kurdistanê bi taybet devera Bahdînan bizavên fêr­kirina xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî bi rengekî baş belave bûye.

Li vê rê hêja ye bêjîn pişkdariya nivîskarên Başûrê Kurdis­tanê ew ên di qunaxa êkê ya jiyê Hawar da bi berifirehî pişk­darî di berperên vê kovarê da kirî, di vê qunaxê da zor ya kêm bû yan jî ya degmen bû, bi hizra me eve jî dizivrîteve bo çend egerekan, ji wan jî:

Di vê qunaxêd a Hawar ne tê bi tîpên latînî hatiye belavkirin û ew nivîskarên başûr yên di qunaxa êkê da pişkdarî kirî ew bûn yên bi tîpên 'erebî berhemên xwe belav dikirin.

Di vê qunaxê da rojnamevaniya kurdî li Îraqê di kawdanekê baştir da bû, Pirtir delîve li ber nivîskarên başûr hebû. Berhe­mên xwe li kovar û rojnamên kurdî yên Îraqê wek (Gelawêj 1939- 1949) û rojnama (jîn) da belav biken. Belê di dawiya vê qunaxê ji jiyê Hawar ê da nivîskarên devera Bahdînan ya Başûrê Kurdistanê pêgihiştin û dest bi belavkirina berhemên xwe bi tîpên latînî di Hawar ê da kir, Eve jî despêkeke nû bû, Yekem car bû nivîskarên vê deverê pişkdariyê di rojnameva­niya kurdî da biken û pêşengê van nivîskaran jî (Salih îwisvî 1918- 1980) bû yê bi navê Salih Bamernî bi helbestekê pişk­darî di hijmar 39 ya 15 ê şubata 1942 ê da kirî, Piştî wî jî şêx Memduh di hijmar 50 da û Mela Enwer (Mayî) di hijmar 52´ê da û careka dî Salih Bamernî di hijmar 55´an da, paştir wan û hindek nivîskarên dî yên vê deverê pişkdarî di berperên kovara (Ronahî- şam :1942- 1945) da kiriye. (43)

Li dawiya bebetî dêbêjîn zêdebarî karîgeriya Mîr Celadetî û kovara Hawar ê, çapkiriyên dî yên Bedirxaniyan li Başûrê Kurdistanê eger kawdan bi vî rengî yê berdewam ba dê Hawar bi vî rengî berdewam ba û gehiştiba deverê. bizavên fêrkirina latînî di berdewam bane, em di wê baweriyê da ne sereray bê beşkirina devera Bahdînan di wê serdemê da ji xwandina kurdî bi rengekî resmî û bê beşkirina wê ji jêderên rewşenbîriya kurdî da bizaveke xwandevanî, rewşenbîriya kurdî ya xurt li deverê peyda bît. Chinku şûnewarên wê texa xwandevanan yên bi karîgeriya Hawar ê û berhemên dî yên Mîr Celadetî di wê qunaxê da fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî li deverê bûyîn heta van salên çûyî jî ya diyar bû.

Jêder û perawêz:

1.       'Ebdulla zengene û Refîq Salih, raberî Rojnamenûsî kurdî, kovara rojnamevanî, hijmar 11- 12, Hewlêr 2003, bip 144- 156.

2.       Cemşîd Heyderî, kovara Hawar, kovara Rojnamevanî, hijmar 5, Hewlêr 2001.

3.       Konê Reş, Alamîr Celadet Bedirxan (Hyate û fikre), Dîmeşq - 1992, bip 46.

4.       Konê Reş, jêderê çûyî, bip 49.

5.      Konê Reş, jêderê çûyî, bip 50.

6.      Rohat Alakom, Xoybun û Pure Akrî,mrac'e:şkur mêgfî, (Arbîl:1999), bip290.

7.      Dr. Kemal Mezher, çend lapereyek le mêjûy kurd, bergî duwem, (Hewlêr:2001), bip 209. - Hejiye li vê rê bêjîn liqekê Xoybun li bajêrê Musilê jî hebû. binêred. 'bdaliftah 'lî Botanî, alhyae alhizbye fî alimwêl,(Arbîl:2003), bip314 – 315

8.      Rohat Alakom, heman jêder, bip24.

9.      Kurdistanî 'îra qle bellgenamekanî wezaretî derewey Berîtaniya da, û: Selman 'Elî, (binkey jîn- Slêmanî: 2005), bip83.

10.  Konê Reş, heman jêder, bip 5- 10.

11.   Le Celadet Bedirxanewe bo Huznî Mukiryanî, û: Dr. Osman Reşîd Muftî, kovara rojnamevanî, (Hijmar 9: Havîna 2002),bip 108 .- Bo hemû hijmarên kovara Hawar me mifa ji çapa kombenda kawe, (Hewlêr:2001) wergirtiye û deqên me ji kovarê wergirtîn tenê me li dûv rênivîsa niha guherîne.

12.  Heman jêder.

13.  Xweyî yê Hawarê, kovara Hawar, (hijmar 10: çiriya berî 1932), bip 6- 8.

14.  Kovara Zar Kirmancî ku hijmara wê ya yekem li 25/5/1926 derketî, ji hijmar 23 ya 4 ê HezÎrana 1930 ve rawestiyaye û dubare hijmar 24 li 23 tîrmeha 1932 derketiye, dubare li bo diwa car rawestyayeve.

15.  Tîşkêk bo ser govara Rojnamevanî, (Hijmar: 5-sala 2001), bip 7.

16.  Hawar, (Hijmar3:15 xzÎran1932), bip3.

17.  Hawar, (Hijmar 6:8 Tebax1932), bip1- 2.

18.  Hawar, (Hijmar 8: 21 îluna 1932), bip 8.

19.  Hawar, (Hijmar14: 13 çileya berê 1932), bip 4.

20.  Hawar, (Hijmar 22: yekê Tîrmeha 1933), bip 5.

21.  DR.Kemal Mezher, jêderê çûyî, bip 353.

22.  Heman jêder, bip 384.

23.  Hawar, (Hijmar 22: Tîrmeha 1933), bip 4.

24.  Hawar, (Hijmar11:10çiriya paşî 1932), bip 4.

25.  Hawar, hijmarên 12  û 14.

26.  DR. Kemal Mezher, heman jêder, bip.

27.  Hawar, (Hijmar3: 15 HezÎran 1932), bip 3.

28.  Hawar, (Hijmar 10: 23 chiriya berê 1932), bip 1- 2

29.  Hawar, (Hijmar 11: şubata 1933), bip 1- 2.

30.  Hawar, (Hijmar 21: 22 çileya paşî 1932), bip 2- 4.

31.  Hawar, (Hijmar 10: 23 çiriya berê 1932), bip 1- 3.

32.  D. Ewrehmanî Hacî Marf, nûsînî kurdî be elf û bêy 'erebî, (Bexda:1986), bip 15- 25.

33.  Cemal Nebez, nûsînî kurdî be tîpî latînî, (Bexda:1957), bip 5.

34.  Kovara Ronahî, (Hijmar 1: Sham- Adara 1943), bip 10- 11.

35.  Kovara Dihok, dîdarek digel hêja Mihemed Se'îd Miftî, (Hijmar 17 - Tîrmeha 2002), bip 20.

36.  DR. Kemal Mezher, heman jêder, bip 335.

37.  Heman jêder, bip 354- 356, deqê namê bi 'erebye û hîçjayê Dr.  Kemal Mezher ji badekên nvîsîngeha taybeta wezareta navixweya 'Îraqê wergirtiye.

38.  Heman jêder, bip 358.

39.  Hawar, (Hijmar 21: 5 HezÎrana 1933), bip 1.

40.  Hawar, (Hijmar 24: 1 Nîsana 1933), bip 9.

41.  Selah Hirurî, me endamên Hîwa ji bîr kirîne, rojnama Birayetî, hijmar 2289- 2290,Adara 1997.

42.  Kovara Pris, (Hijmar15: Payîza 1988).

43.  Musedeq Tovî: Ronahî Vekwaynek Dîrokî Rewşenbîrî, (Hewlêr: 2005), bip 18 - 19.

 

 

Ragihandina Başûr Navgîna Populîzmê ye 

Serbest RÊZAN

23/04/2010

Neteweya Kurd bi kesayeta ronakbîr Mîqdat Mîdhat Bedir­xan 112 sal berî niha li Qahîreya Misrê bi navê Kurdistan hîmê rojnamegeriya kurdî avêt. Piştî 112 salan, li ser vî hîmê ku hatiye danîn niha bi dehan televîzyon, radyo, rojname, kovar û ajans û malperan weşana xwe dikin. Her wiha di warê ragihandina dengê kurdî ya ji bo raya giştî ya cihanê jî xwedî erkek mezin e. Li aliyê din gelê Kurd li Bakurê Kur­distanê bi destpêkirina şoreşa vejînê ya PKK’ê re şorşeke din ya çandî, Ronakbîrî di kevneşopiya rojnameya Kurdistan de bi pêşxist û di mercên zehmet de bi dehan rojname û kova­rên bi zimanê dayikê kurdî derxistin.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi hilweşandina rêjîma Baas re li seranserî Herêma Kurdistanê derfetên ku amûrên ragihandinê zêde bibin çêbûn. Bi sedan dezgehên ragihandinê weke roj­name, kovar û TV’ên herêmî û neteweyî hatin avakirin. Xi­lasbûna ji rejîma Bass’ê weke di hemû qadan de di qada ragihandinê de jî li Herêma Kurdistanê pêşveçûnek bi xwe re aniye. Lê dema em vê yekê tînin ziman nayê wê wateyê ku em neyînî û kêmasiyên di ragihandina kurdî de li Başûrê Kurdistanê rexne nekin û weke rojev negirin rojeva xwe.

Başûrê Kurdistanê piştî raperîna sala 1991’an dema xwe a herî baş jiya, ji ber cara yekemîn bû Kurd di dîroka başûrê welêt de derfeta saziyên çapemeniyê di bin sêwana rêvebiriya Kurdan de dîtin û jiyan, lê mixabin ji ber bêtecrûbetiya parti­yên kurdî li Başûrê Kurdistanê di warê ragihandinê û cûdahi­yên di navbêra partiyên li başûr, asta tê xwestin di warê ragihandinê de nehat girtin. Di sala 1991’an û vir ve bi sedan Rojname, Kovar û bi dehan TV’ên herêmî û esmanî dest bi weşanê kirin. Helbet ev cihê şanaziya civaka Kurdane.

 

Ragihandin di Destê Desthilatê de ye

Qûnaxa rojnemegeriyê li Herêma Kurdistanê, pişti Raperîna sala 1991’an bi rêveberî û aliyên siyasî ve hate pêşxistin, lê mirov dikare ji bo Başûrê Kurdistanê vê weke despêkekê bi  nav bike. Her çiqas bi têkçûna rejîma Baas re li Herêma Kur­distanê hin dezgehên ragihandinê ên serbixwe hatibin damez­randin jî lê di bingeha xwe de rojnamegeriya kurdî li başûr ji bin siya desthilatdariyê bi awayekî klasîk heya roja îro jî berdawam dike.

Li Herêma Federal a Kurdistanê du xalên sereke ên di ragi­handinan de hene, her gav xwe didin der. Xala yekemîn ne­bûna sansûra li ser ragihandinê ye. Nebûna sansûra tund, her çend tê wateya ku li Başûr azadiya ragihandinê heye, lê ev di wetayeke din de jî, em nikarin bêjin rojnamevan li Başûr azad in, ji ber vê xalê dema nirxandin li ser sansûrê tê kirin mirov matmayî dimine, hem sansûr nîn e, hem jî azadiya ragihan­dinê nîne. Ev nakokiya ku derdikeve ji ber ragihandina Herêma Kurdistanê serbixwe nîn e û ragihandineke girêdayî hêzên siyasî û partiyan heye.

Raginadin li Herêma Kurdistanê bûye ragihandinên hizbî, rojname û kovarên derdikevin hemû weke kirasê partiyan e, ev şêwazê ragihandinê nikare bibe hilbijêr û nikare ragihan­dina muxalîf derxin.

Xala duyemîn heya demekê nebûna zagoneke ragihandinê bû. Zagona ragihandinê ya ku ji aliyê Perlamana Herêma Kurdis­tanê ve di sala 2009’an de hatibû pejirandin jî, ji aliyê sendî­kaya Rojnemavanên Kurdistanê ve û ji aliyê gelek rojnamev­anan ve nehate pejirandin. Ji ber ku di nava zagonê de xalên bi nakok hebûn. Xala rastî nerazîbûnên rojnamevaniyê hat, xala 4’an bû ku rojnamevan bi xalên terorê tê darizandin.

Dema rojname yan rojnemevan agahiyên şaş yan nûçeyên xelet di derbarê rayedarên Başûrê Kurdistanê de çêkin û bi armanca siyasî bi kar bînin yekser xala 4’an a darazê dikeve meriyetê. Herwiha zagona ku ji aliyê Hikumeta Herêma Kur­distanê ve mafê mîsogerkirina jiyan û pêşeroja rojnamegeran nîn e. Ev mijar rastî nerazîbûnê hat.

 

Gihandina Başûr û Helwesta Neteweyî

Ji ber rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê rojnamegeriya kurdî di warê yekîtiya netewî de xwedî hewlestên lewaz û cihê rexneyê ne, lê belê her çende ev yek cihê rexneyê be jî em dikarin bêjin ev yek hêdî hêdî tê rakirin û hêviya pêşveçûna rojnemegeriyê li Kurdistanê pêş dixe. Weke mînak çalakiya şiknandina ambargoya li ser Qendîlê, ku ji aliyê komek rojna­mevanê Herêma Kurdistanê ve hatibû destpêkirin, dîsa piştgi­riya ku ji aliyê rojnamevanê Başûrê Kurdistanê ji bo çapeme­niya azad li Bakurê Kurdistanê û piştgiriya sendîkaya rojna­mevanê Kurdistanê û xwedîderketina rojnamevanê Başûrê Kurdistanê li siyastmedarê Kurd Ahmed Turk di dema êrîşê û xwedî derketin li Leyla Zana û şandina nameya ji NY û saziyên navneteweyî re, pêngavên pîroz in.

Xala din pêwîst e bê ziman erka rojnamevanê Kurd ên vegu­hestina bûyerên ku li perçeyên din ên Kurdistanê diqewimin ne. Li perçeyên dîn ên Kurdistanê û buyerên li Başûrê Kurdistanê di qewimin bi awayekî zindî ragihînin cihanê û civaka Kurd. Ji ber civak bi buyerên xwe ên xweş û nexweş dibine yek. Di vî derbarî de roleke pîroz dikeve ser rojname­geriya Başûrê Kurdistanê, ger karibe vê rola xwe bilîze. Lê mixabin bi dengê kanalên Tv ne jî rojnameyê başûr ên bi taybet nêzî desthilatê li hember buyer û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi bêdengiya xwe parastin û di çarçoveya berjewendiyên xwe ên aborî bi Tirkiyeyê re, tu tiştê din nedîtin.

Bûyerên Bakurê Kurdistanê tirajediya desthilatên başûr û ragihandina viya datîne holê. Dîsa propagandaya hilbijartina Iraqê a 7’ê Adara îsal tabloyeke reş nîşanî raya giştî da. Ragihandina başûr bûye navgîna şerê di navbera aliyên siyasî û tasifiyekirina hesabên navxwe ye. Weke mînak dezgeha Xanda ragihandinê û rojnameya ASO ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Behrem Salih ve tê bi rêvebirin, li dijî Rojnameya Nêşîrwan Mustafa dinivîse û berovajî vê rojna­meyê jî li dijî ASO bi şermezarkirinê dinivîsîne. Dîsa rojna­meya Camawer ji aliyê Mele Bextiyar ve tê birêve birin li dijî dezgeha Aras ya çap û belav kirinê ji aliyê Bedran Hebîb ku yek ji endamê DPK’ê ye dinîvîsîne û hrw.

Ragihandin Navgîna Reklamê ye

Şêwazekî din yê ragihandina Başûr ew e ku berdewam partî û aliyên siyasî bixwazin rojnameyên serbixwe ava bikin, beriya her tiştî şirketê avadikin û di siwana şîrketê de rojnameyan derdixin. Ev rojname her çendê di dîtinê de serbixwe û di naverok de girêdayî aliya ne.

Weke mînak rojnameya Hewlêr Post ku xwe weke rojname­yeke serbixwe nîşan dide. Lê ew ji aliyê Nêçîrvan Berzanî ve tê fînansekirin û bi hevkariya Fethullah Gulen û Ajansa CIHAN bi zimanê tirkî li Hewlêrê derdikeve. Rojnameya Berzan navê wê rojnameya serbixwe ye, lê di bingeh de a PDK’ê ye. Ji wan rojnameyan hin nimûne:

Rojnameya Hawalatî bi dengê muhalefetê tê naskirinê, hêza wê ya muhalefetê kêm e.

Rojnameya Berzan ji aliyê Şîrketa Berzan ve derdikeve û xwe serbixwe nîşan didin.

Rojnameya Rojname ji aliyê Şîrketa Wişe ve derdikeve roj­nameya fermî a Tevgera Goran e

Rojnameya Rudaw ji aliyê Şîrketa Rudaw ve derdikeve û fînansa xwe ji Hikûmeta herêmê digire.

Her weke van rojnameyan bi dehan kovar û radyo hene bi vî rengî derdikevin.

Ji derveyî mijarên ku li jorê hatine nîşandan, mirov di kare lawaziya ragihandinê di hin xalên din de jî rêz bike. Rojna­megeriya kurdî hîna negiştiye qalibê pisporiyê. Dibe ku hin saziyên ragihandinê li başûr çalak bin, lê di warê berhem girtinê de lewaz in.

Di ragihandinê de rexne û perspektîf heye, lê ev dê çawa bê sererastkirin rêbaz nîn e. Di wateyeke din de li başûr rojna­megeriyeke seqet heye. Xala herî giring jî ragihandina Başûr hîna negihştiye asta ragihandineke berfireh. Berovajî vê yekê di bin navê ragihandina azad û ragihandineke alternaltîf de rêbazên ku civaka Kurd napejirîne didin jiyandin. Ji van rêbazan ji pirsgirêkên esas zêdetir bi pirsgirêkên dawî re mijûl bûn. Mêjiyê civakê tevlî hev kirin. Hevkariya bi ragihandinê welatên weke Tirkiye û Iran li ser hesabê hêz û aliyên din ê Kurdistanê, ev mijarên ku min anîne ziman li başûr kevneşopiya rojnamegeriya kurdî dide winda kirin û xwendekarên xwe winda dike.

Gihandina Azad Civaka Azad e

Weke encam li Herêma Federal a Kurdistanê ragihandineke xwedî pêşketinên teknolojiyeke dewlemend e, lê ev pêşke­tinên teknolojîk û derfetên madî nayên veguhestin, azmûneke pisporî, ku guhertineke zihnî û zanistî bi xwe re biafrîne. Li başûr ragihandin bi armanca berhevkirina sermayedariyê mi­jûl dibe, ji bo vê yekê weke ku ragihandin giringiyê dide Reklam û çanda populist, giringiyê nade çand û meseleyên neteweyî ên Kurdistanê. Feraseta ragihandina Herêma Kur­distanê, feraseta desthilatdariya kapîtalîzmê ye. Pêşxistina rojnamegeriya kurdî li başûr di riya pêşxistina ragihandineke sivîl û serbixwe re derbas dibe. Ji bo pêşxistineke azadiya ramanê di qadê civakî de, pêwistiya civakê bi ragihandineke azad heye. Bi ragihandineke azad û bi rojnamegeriyeke birû­met em dikarin xwe ji bandora ragihandineke bi dûvik û girê­dayî desthilatê xilas bikin. Ji bo em karibin erka xweparastina ji asîmlasyona çandî pêkbînin û bigînin ragihandineke layîq gelê kurd û mirovahiyê. Divê em xwe bigihînin ragihan­dineke serbixwe û azad ku bingeha xwe ji Mezopotamiyayê bigre.

Li Başûr Mîhrîcana Rojnamegeriya Kurdî

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê (KJS) Ferhad Awnî, 112 saliya çapkirina yekemîn rojnameya kurdî li rojna­megerên Kurd pîroz kir. Awnî diyar kir ku îsal bi mîhrîcane­kê vê rojê bi bîr tînin û got: “ Şikefta Casane ya ku ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî di demê tengasiyê de rojnameya ‘Bangê Heq’ lê hatîye derxistin tê ziyaret kirin.”

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Ferhad Awnî, ji ajansa me DÎHA’ê re axivî balkişand ser Mîhrîcana 112 mîn saliya derketina Rojnameya Kurdistan di 22’ê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ev hatiye derxisin. Rojnamayê Kurdistan tenê 31 jimar jê hatiye belavkirin û heya niha tenê 30 hejmarên wê hatine dîtin û peydakirin. Awnî anî ziman ku Şikefta Casane ya ku ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî di demê tengasiyê de rojnameya ‘Bangê Heq’ lê hatîye derxistin tê ziyaret kirin.

Şikefta Şêx Mehmûd rojname lê derxistî tê ziyaretkirin

Awnî, derbirî ku ji ber di 22’ê Nîsanê de yekemîn rojnameya kurdî hatiye belavkirin, ev roj wek roja rojnamegeriya kurdî hersal tê bi bîranîn û wiha got: “Di roja dûyemîn a mîhrîcanê de roja 22’ê Nîsanê li Şikefta Casane mîhrîcan tê lidarxistin. Ev yek jî ji ber ku Şikefta Casane ya ku ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî di demê tengasiyê de, ku ji aliyê Inglîzan ve hatiye mecbûrkirin ku ji bajarê Silêmaniyê derkeve. Wê çaxê rojnameya ‘Bangê Heq’ lê hatîye derxistin tê ziyaretkirin.”

Yekemîn Çapxaneya Hatiye Başûr jî nayê jibîrkirin

Awnî, derbirî ku di rojê 22-23’ê Nîsanê de li bajêrê Hewlêrê gelek semîner û çalakiyên cur bi cur di derbarê rojnamegeriyê de tên birêvebirin. Awnî da zanîn ku yekemîn çapxaneya hatiye başûr jî nayê ji bîrkirin û wiha dom kir: “Ji ber vê roja 25’ê Nîsanê jî mîhrîcan li Qezaya Rewandûz tê lidarxistin. Ji ber ku sala 1925’an rojnameger Hûsên Hûznî Mukiryanî, bo cara yekemîn çapxane ji bajarê Heleba Rojavayê Kurdistanê aniye Başûrê Kurdistanê. Ev çapxane li Rewandûz bi kar anîye û rojnameya zaravayê kurmancî bi vê çapxaneyê çap kiriye.” Ferhad Awnî, silavê xwe ji bo malbatê Bedirxaniyan şand û destnîşan kir ku rola malbata Bedirxaniyan di çapmeniya kurdî de mezin e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

VI.           BAŞÛRÊ ROJAVA

Danasîneke Kurt bi  Kovar û Rojnameyên Rojavayê Kurdistanê

Elî CEFER

10. 5. 2010

Bi helkeftina salvegera 112´mîn a rojnamegeriya kurdî. Bi boney derçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê „Kurdistan“ ewa ku mûma xwe ya pêşin di 22ýê Nîsana sala 1898´an de, bi pênûsa Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîre, paytexta Misrê pêxist. Me xwest danasînek zor kurt bi rojname û kovarên Rojavayê Kurdistanê yên li ser kaxezê; çi yên xurû bi kurdî, û çi yên bi kurdî û erebî weşîne û diweşin, ji xwendevanên kovara "Lekolîn" ya Instituta Kurdî pêşkêş bikim.

Me baştir dît ku nivîsa me, li ser du xelekan were dabeş kirin. Di xeleka yekem de, emê kovar û rojnameyên ku li welêt weşîne û diweşin, bidin nasîn. Û di xeleka duhem de, yên ku li dervayî welêt weşîne bi xwendevanan bidin nasîn.

Hêjayî gotinê ye, ku wê gelekî baş biba, ger me karîba li ser kovarên ku dîroknivîs û rojnamevanê Kurd ê navdar Husên Hiznî Mokiryanî; ewên ku di navbera sala 1915-1925´an, li bajarê Helebê diweşandin: „Çiyayê Kurmanc“, „Dîyarbekir“, „Soran“, „Botan“, „Kurdistan“ rawestiyana, lê sed mixabin ev kovarên hanê li tu cihî nayên dîtin.

Weşanên li welêt derçûne û derdiçin

KOVAR:

1- Hawar: Piştî têkçûna gelek serhildan û şoreşên kurdî, mîr Celadet Bedirxan û birayê xwe Kamiran digihên wê baweriyê ku Kurd û Kurdistan tenê bi hilgirtina çekan ji nîrê bindestî û nezaniyê rizgar nabin. Li rex mêrxwasiyê pêdiviya Kurdan bi şoreşeke çandî û zanînê heye, loma mîr Celadet dest bi weşandina kovara „Hawar„ ê kir. Di sergotara hejmara yekê de weha hatiye: (Hawar dengê zanînê ye. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e).

Helbet wek em tev dizanin ku berî çapkirina Hawarê bi çend salan mîr Celadet mijolî Alfebeya kurdî bi tîpên latînî kiribû û bi weşandina Hawarê re belav kir. Eva han jî cara yekemîn bû ku Kurda dest bi nivisandina tîpên latînî kir, ku roja îro sêçarîkên gelê Kurd van tîpan bikar tîne.

Hejmara pêşin ya vê kovarê di 15 Gulana 1932´yan de, ronî dît. Xwedêgiravî ev kovar du hefteyî ye. Hejmara dawî (57) di 15´ê Tebaxa 1943´yan de, derçûye. Hemî hejmarên vê ko­varê di bin serpereştiya mîr Celadet û li bajarê Şamê li „ Çapxana Kerem„ çap bûne. Ev kovar li Şam, Cizîr, Efrîn û Kobaniyê bi giştî belav dibû. Hejmarin hindik jî li Başûrî welêt û Bexdadê, û hin dewletên din dihat belavkirin, wek Urdin û Misirê.

Celadet Bedirxan bi gelek navan di Hawarê de nivîsên xwe belav kirine. Herweha nivîsên Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn û gelekê dîtir cihê xwe di kovarê de girtine.

Pirtirî carekê hemî hejmarên kovara „Hawar„ ê li Ewropayê ji nû ve hatine çapkirin. Çapa dawî ya kovara „Nûdem„ ê, sala 1998´an bû; ku hejmara 1-23´an, di cildê 1´ê de, û ji 24-57´an di cildê 2´yan de hatine çapkirin. 

Li rex çapkirina kovarê, 13 pirtûkên curbicur bi navê weşa­nên Hawarê hatine çapkirin.  

2-Ronahî: Kovara duwemîne ya ku mîr Celadet Bedirxan derxistiye. Hemî hejmarên wê jî di bin çavdêriya wî de li Şamê çap bûne. Hejmara pêş di roja Çarşemê 1´ê Nîsana sala 1942´yan de, derçûye, û ya dawî 28´ê di Adara 1945´an de derketiye.

Du tiştên balkêş di vê kovarê de peyda dibin. Ya pêşîn, ku xurû bi kurdiya latînî derçûye, û ya duhem, naveroka wê bi giranî li ser bûyerên cenga cihanê ya duwem, ligel wêneyan e. Hemî hejmarên vê kovarê di yek cildî de, ji lay weşanxana „Jîna Nû„ li Swêdê di sala 1985´an de, hatine çapkirin.

Lê, wekî me li ser zimanê hevjîna wî Rewşen Bedirxan bihîs­tiye, herweha di hin cihan de xwendiye, ku sedema rawestan­dina „Hawar„ê tenê diravî bû. Heya tê gotin ku carekê mîr Celadet neçar dibe tiştên mala xwe bifroşe da Hawarê çap bike. Ne tenê hew, belê wekî tê gotin; da ku C. Bedirxan kovara xwe derîne, neçar dibe here li dora Şamê çandinêyê bike, û wekî em hemî dizanin li wir di 15.7.1951´ê de, di bîrê wer dibe û diçe ser dilovaniya xwe. Vêca pirs li vir ew e: Gelo eger wisa be, ma çima Celadet Bedirxan wê di salekê de du kovaran bi hev re derîne?. Çima nivîsên Ronahî bi giranî li ser çenga cihanê ne? Bi dawîbûna cenga cihanê re, Rohanî jî hat rawestan? Gelo tu girêdan di navbera wan de heye??

3-Agahî: Piştî rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan “Hawar û Ronahî”, yekemîn kovar derçûye. Hejma­ra pêşin di sala 1966´an de, hatiye weşandin. Hejmara dawî 19´ê, dîroka derçûna wê bi dest me de nîne. Kovareke serbi­xwe bû. Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar) bi tenê diwe­şand. Li ser eniya wê wisa hatiye: „Kovareke Siyasî, Tarîxî, Edebî ye. Bi daxuwazek xuser dertê“. Li gorî xwediyê wê dibêje, ku: „armanc ji derxistina vê kovara nihênî, ya ku li ser tîpni­vîs çêbûye; wekî diyare ji rewşenbîr ve, û bi sedema zor û sitem li Rojhilata Navîn; hînkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li Kurdistanê, tiştekî tawanbar e, bi qasî tawan­bariya bazirganiya bi muxedîrat, belê jê bêhtir.“

Em Kurd ji bo xwe ne, ne dûvikê Rohilat û Roava ne, berî her tiştî girîng e, baweriya me bi me hebe. Ebada hejmara yekemîn (20-40) bûye. Rûpelên wê di navbera (14-34) bûn. Gotarên ku tê de dihatin weşandin jî, hemû ji nivîsên xwediyê wê bûn. Tenê du helbest û nameyek ne yên wî bûne; helbestek ya helbestvan Ehmedê Palo bûye, û ya dinê ya Hemze Beg bû. Name jî ya Profîsor Qanatê Kurdo bû, ewî ev name di sala 1956´an de, ji “Komela Zanistî û Hevkariya Kurd“ re şandibû.

belê, gelek kes ji rewşenbîr û hevdemên Hesen Hişyar dibêjin ku ev kovar di nav Kurdan de, belav nebûye, heger ewqas hejmar jî nivisîbin, ewî hemû li ba xwe hêştine. Lê pirs ew e: Gelo ji bo çi mirovekî wek H. Hişyar wê hejmarên kovarê binivîse û li mal veşêre? Ez wer guman dikim ku  ewî newîrîbû kovara xwe bi firehî belav bikira, ta ku ew neyê girtin. Mirov vê encamê ji gotina kurê wî “Gorgîn“ jî bîhn dike, gava dibêje: “Agahî “ di derfeteke rêzanî zor-zehmet de derdiket...

4-Gulistan: Yekemîn kovar, bi şêweyekî giştî derçûye û hatiye belavkirin di nav Kurdan de. Hejmara pêşin di Nîsana sala 1968´an de, derçûye. Ya dawî (28) di sala 1996´an de weşiyaye. Gulistan xwe wisa dide nasîn: „Kovarek torevanî û civakî ye.“ Di bin çavdêrî û rêveberiya “Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê ” ew derdiçû û dihat belavkirin, bê ku navê partiyê li ser hebe. Helbestvanê Kurd yê gewre Ceger­xwîn sernûserê wê bû.

Piştî koçbarkirina seydayê Cegerxwîn, di bin serpereştiya Ezîz Dawid de, derdiçû, lê dema (PDPKS) bû du qet, nivîskar Ferhad Çelebî bû sernûserê wê, û sê hejmarên dawî bi çapeke orcînal ciwan, bi ebada (14/20) weşandin. Çend tablowên, rengîn xweşik ji rex çend hunermendên Kurd ve hatine nîgarkirin, di hejmara dawî de, hatine. Sala 1997´an tevî kovara „Bihar„ê bû û nema diweşe.

Hêjaye em bêjin ku kovara “Gulistan” bi kesayetiya Ceger­xwîn hemû rewşenbîr û nivîsevanên wê demê li dor xwe civandin û roleke wê ya payebilind di pêşxistina çanda kurdî de hebû, bi taybetî di hînkirin û fêrbûna zimanê kurdî de. Seydayê Cegerxwîn bi va malikan, “Gulistan”ê pêşkêşî xwendevanan kir:

Ev kovar kovara te ye

Ev bax û gulzara te ye

Têde darek xweş biçîne

Ev dar nivîsara te ye

Wekî têbîn, hin hejmarên dawî yên kovara “Gulistan“ê bi navê “Gulîstan“ hatine weşandin, ango li şûna (i) bûye (î). Eva han şaşiyeke gewre ye, çimkî  cudahiyek mezin di navbera herdu wişan de heye.

5- Pêşeng: Rêxistina “Girêdana Marksîstên Kurd”, kovareke bi navê “Pêşeng“ di bin serpereştiya mamoste Menanê Qenterê li Efrînê (Çiyayê Kurmênc), dihat diweşandin. Li ser daxwaza me, Dr. Ebdilmecîd Şêxo (ew bi xwe endamekî Girêdanê bû), ev agahî dan me: Hejmara yekem di sala 1976´an de, derket. “Pêşeng” kovareke rêzanî, çandeyî, wê­jeyî û civakî bû. Ta sala 1982´an (6) hejmar jê derketin, rûpe­lên wê derdora (40-50) rûpelî bûn. Piştî cidabûnên rêzanî têkel di nav endamên rêvebiriya (GMK) li Ewropa çêbûn; sedemên wê jî, bi du xalan têne kurtkirin: 1- Helwesta Girê­danê ji Sovyet û siyaseta wê li hundir û derve. 2- Helwesta Girêdanê ji hêzên Kurdistana Bakur û bi taybet ji (PKK), ango, „Girêdan„ ligel şoreşa nû, ji bo serxwebûnê ye, lê na? Beşekî digot erê, em ligel in û pêwîst e em piştvaniya vê baweriya nû di kovarê de bikin. Û beşa din, digot na; ji ber ku, ev rêxistina nû, partiyeke çeprewe û nikare şoreşeke pêşverû bike. Û ta ku “Girêdan“ ne be du girêdan û hejma­rên partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê pirtir nebin, hevalên Girêdanê bê şer û devavêtinên vekirî, karê xwe raw­estandin, û nema “Pêşeng“ derket .

4- Rêk: KovaraPartiya Sosyalîsta Kurd li Sûriyê” bû. Di bin serpereştiya nivîskar Miherem Hesen (Cankurd) de, diweşiya. Li gor Cankurd dibêje, ku li ser sîngê wê weha ni­visîbû: „Xebat ji bo pêkanîna Sosyalîstê li welêt. -Xudmixtarî (El-Îdare El-Miheliye) ji bo gelê Kurd li Sûriyê„.

Kovara “Rêk“ bi zimanê erebî û kurdî diweşî. Beşê bi zimanê kurdî, tenê ji bo çanda kurdî hatibû terxandin. Rûpelên wê derdora (30) rûpelî, bi ebada (14/20) bû. Sernûserê wê Can­kurd ji me re got: “Kovara me “Rêk“, li gor texmîna min (6-7) hejmar ta sala 1979´an, derçûn”. Lê em jî texmîn dikin, ku kovara “Rêk“ piştî sala 1979´an, ji ber sedemên rêzanî, nehat weşandin. 

5- Gelawêj: Hejmara yekem di sala 1979´an de derçûye. Hejmara dawî (27-28) di sala 1996´an de, weşiye. Gelawêj xwe weha dinasîne: “Kovareke rewşebîrî giştî ye”. (Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê -El-Partî-) diweşand û belav dikir. Çend hejmarên pêşî navê partiyê li ser hebû, lê pê re nav ji ser hate hilanîn. Pirê hejmarên wê bi ebada (21/29) li ser daktîlo hatine çapkirin, lê hindikên dawî bi ebada (17/25) weşîne. Di sala 1997´an de, ew jî tevlî kovara “Bihar“ bû. Ji rêdaksiyona wê: Mecît Haco hebû. 

Lê piştî parçebûna dawî ya partiya “El-Partî“, sala 1999´an ku El-Partî, baskê bi rêveberiya Nezîr Mustefa çend hejmar weşandin û ya dawî derçûye (33) ê, di sala 2007´an de bû.

6- Gelawêj 2: Belê piştî hejmara (10)´ê, kovara “Gelawêj” li gorî parçebûna PDKS-El-Partî- bû du “Gelawêj”. Yek wekî me li jor nîşan kir ku -El-Partî- diweşand. Û ya dinê ji hejmar (11-19) “Partiya Kar ya Demoqrata Kurd li Sûriyê”, li ser daktîloyê diweşand, hîngê navê partiyê bi tîpên pêşin li ser hebû. Ebada wê (21/29) bû. Helbet P.K. pêre li tevlîbûnekê bû “Partiya Yekbûyî“, evê partiyê jî (5) hejmar Gelawêjê, ji hejmara (20-24) bi kirasekî bedew, ango bi çapeke ciwan û xweşik, bi ebada (17/25) derxist, bê ku navê partiyê li ser were dayîn. Li ser eniya wê wisa hatibû dayîn: “Kovareke çandî, torevanî û serbixwe ye, her sê mehan hejmarek dertê”. Ev dûrişme jî li ser bergê pêşin hene: “Armacên kovarê ev in: A- Fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê dê. B- Paras­tina folklora gelê me ji wendabûnê û danasîna wê. C- Hezki­rina aştî, dostanî û merovperestiyê”. Pêre wekî tê zanîn Gelawêj ligel kovara „Rê„ ya Partiya Pale ya Kurd li Sûriyê, ya ku bi zimanê erebî derdixist, û „Stêr„ (hejmara sêwî), ya Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê – Baskê Hesen Salih û Fuad Elîko, tev lihev bûn, û kovareke din bi navê “Pirs” li şûna wan derket.

7- Stêr: Hejmara yekem di serê sala kurdî de; Newroza 1983´an de derçûye. Li ser sîngê wê wiha nivisîye: “Kovara wêjeyî û çandî”. Û di pêşgotina jimara yekê de weha hatiye: “… hemî şaxên xebata mirovanî ya gelê me pêşveçûneke diyar dibînin. Meyzênin li saz û stranên kurdî, weke kulîlkên biharê li her derê Kurdistanê şîn û tên. Pirtûk, ferheng, hel­best, çîrok, wêne–carna tiyatro û sîneme jî– karên kûltûrî yên din, tevlî pêwendiyên çetin roj ji ya din bêhtir dibin û digihin pêpelûkê bilintir. Rewşa siyasî ya gelê me çetintir dibe, lê tegiştinên kûrtir ji vê rewşê re peyda bûne û pir rêkxirawên Kurd çareyên rêyal di xebatê de sipertî xwe dikin. Ji bona guhertina vê rewşa ne dirist.”

Ev Kovara dinav destê we de jî, netîcek mezinbûna vê xebata mirovanî, kûltûrî yê gelê me ye. Ji alîkî ve hijmara xwende­vanên zimanê kurdî û yên xweşiya wî nasdikin bêhtir bûne, ji aliyê dinve jî nivîsên bi kurdî bêhtir bûne, xweştir û giranbihatir bûne. Bê goman, em pir kêfxweş û şan e bi der­xistina kovara “Stêr“ di destpêka sala kurdî nû de -Newroza 2595´an-. Komîta kovarê hemî pîr û kal, jin û mêr, keç û xortên miletê xwe bi baq û gurzên gul û beybûnan pîroz dikin, hêvîkariya xweşî û geşî û pêşveçûna wan dikin. Cejna we pîroz be.”

Hejmara dawî (25) di sala 1994ê de, derketiye. Her çendê navê partiyê li ser bergê wê nehatiye, lê ji hemû rewşenbîr û cemawerê kurd ve diyar bû, ku “ Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê ” wê diweşîne û belav dike. Ji rêdaksiyona wê: Nivîskarê rastgo Rezo Osê yê ku di 4. 3. 2010´an de çûye ser dilovaniya xwe û Zagrosê Haco (Bilorvan) hebû. Ebada pirê hejmarên wê (21/29) li ser daktîlo çap bûne, ji bilî çend hejmarên dawî bi ebada (17/25) derçûne. Ew jî sala 1997´an de, tevî kovara “Bihar“ bû, û nema derket. 

Pêwîste em bidin nîşankirin ku bi hejmara 21ê, du “ Stêr “ derketin. Ya cuda baskê kêmanî ya (PHGK) bi çapeke orjînal, weşand, piştî wê tevlî kovara “Pirs“ bû, ango hejmareke sêwî bû.

8- Xunav: Hejmara pêşî di Tebaxa 1986´an de, derçûye. Hejmara dawî (18) di Payîza 1995´an de, weşiye. “Partiya Demoqrata Kurd a Sûrî ”ew diweşand. Navê partiyê jî li ser bergê kovarê hebûye, ango ji nav kovarên kurdî yên ku par­tiyan diweşandin, tenê kovara Xunav û Roj bi wêrekî navê partiya xwe ta hejmarên dawî nîşan kiribûn. Li ser daktîlo dihat çapkirin. Ebada hemû hejmarên wê (21/29) bû. Ji rêdak­siyona wê: Bavê Narîn (Mehmûd Dawid), yê ku niha li Al­manyayê dimîne, û Evîndarê Xemgîn (Mehmûd Sebrî) hebû. Di sala 1997´an de, ew jî tevlî kerwanê kovara “Bihar“ bû. 

9- Gurzek gul: Hejmara yekemîn ji vê kovara serbixwe di Adara 1989´an de, derçûye. Ya dawî (15) di Bihara sala 1992´an de, derçûye. Wisa li ser eniya wê hatibû: “Kovara folklorî û çandeyî”. Piştî wê nema derket. Hejmara pêşin Konê Reş bi tenha derxist. Lê paşdemê Ebdilbaqî Huseynî jî wekî rêdaksiyon tevê bû. Fotokopî dihat çapkirin. Ebada hemû hejmarên wê (12/17) bûye.

10- Torevan: Zor mixabin me bixwe, tu hejmar ji vê kovarê nedîtine, tenê me pê bihîstiye. Ev kovar di bin serpereştiya Dilbixwîn Dara de, dihat weşandin. Nivîsevan Jan Dost û Hekîm Sefkan jî alîkariya wî dikirin. Li gorî agahiyên me ji sernûserê wê girtine: „Ku hejmara pêşin di sala 1989´an de, derketiye û hejmara dawî ya sêhem, bi bergekî rengîn di sala 1990´î de, weşiye.“Torevan” kovareke toreyî, giştî serbixwe bû“. Lê, em dizanin ev kovar bêhtir di nav alîgirên PKK´ê de, li Başûrê Rojavayê welêt bi destan dihat belavkirin. Hu­nermendê şêwekar Yahya Silo jî, derxistina wê ya hunerî bi rêve dibir.  

11- Zanîn: Hejmara yekem di Tîrmeha sala 1991´an de derketiye. Xudiyê wê Ebdilbaqî Huseynî weha kovara xwe daye nasîn:

„-Zanîn, kovareke serbixwe û azaye, çi berhemên ku têde belavdibin, ramanên nivîskara ne.

-Zanîn her du mehan carekê dertê.

–Zanîn, berhemên hemî torevan û xwendevanan hembêz di“

Di sergotara jimara pêşin de, Zanîn xwe wisa pêşkêşî xwen­devanan dike:

„Zanî, mîna peyaleke av e, ji bo têhinşikestina her qirikek ziwa, …

Zanîn, ji ber gelek rewş û sedemên kurdî hatiye damezrandin weke.

- Hin ji azadiya ku em pê hest dibin.  

- Valebîna meydana toreyî li nik me.   - Hembêzkirina xortên torevan.   

- Pêşxistina tore û çanda kurdî.   

- Parastina zargotinê ( folklorê ) û nivîsandina wê.”

Hejmara dawî (12) di Havîna 1997´an de, ji (128) rûpelan derçûye. Li ser eniya hejmarên pêşin wiha nivisîye: „Kovara torevanî û çandeyî”: û li ser çend hejmarên paşin wiha hati­ye nivîsîn : “Kovara tore û çanda kurdî.” Navê herdu berpirsi­yarên wê: E. Huseynî û F. Çelebî, û navnîşan, ligel telefona wê jî aşkere di rûpela pêşin de, di hejmarên de dawî hatiye.“ Zanîn ” Kovareke serbixwe bû. Çend hejmarên pêşîn nivîskar E. Huseynî bi tenha diweşand, pêre Ferhad Çelebî jî tevlî berpirsyariya wê bû. Ebada hemû hejmarên wê (14/20) bûye, bi çapeke ciwan û orcînal diweşî. E. Huseynî roja îro li Nerwicê dimîne.

12- Roj: Hejmara yekemîn di Çileya sala 1991´ê de, derçûye. Di bin serpereştiya Qado Şêrîn û Ehmed Silêman Icê de, hej­mara pêşin ronî dîtiye. Li ser eniya wê weha hatiye nivisîn: „Roja keleporî, torevanî û çandî“. Li gorî nivîskar Qado Şêrîn, ji me re gotî: „Ku di sazkirina wê de, divyabû kovareke serbixwe be, lê piştî hejmara pêşin derçû û navê ´Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê´ li ser hatibû nivisîn, min xwe ji rêdaksiyona wê vekşand“.

Bi boney derçûna kovara “Roj“, di pêşgotina wê de wisa hatiye nivisîn: „ … Bê guman kovara ´Roja´ wê xurtiyek nû, pencereke nû, ji tevgera torê kurdî re vedike. Êş û derdên torevanan bi xwe dibêje, wêjeyekî nû dide zayîn, wêjeyekî li gor, dema roja îro. Ku ji miletê Kurd re, pêwîst û girîng e. .. derketina kovara ´Roja´ xebatek rist û manî ye û piştgêr e ji daxwaz, û armanca miletê Kurd re parastin û pêşxistina ziman û foloklorê kurdî û rêcberê wî bibe…. Kovara ´Roj wê bibe armanca azadiyê û êş, derdên miletê Kurd bide nasîn „

Hejmara (12-13) di sala 2000î de, derçûye. “Roj“ bi ebada (14 /20) dihat weşandin.

13- ASO: Jimara pêşî di sala 1992´an de, derçûye. Xwe bi va gotininan pêşkêşî xwendevanan dike:

“…. Paşî bêhtirî salekê ji vekolînin hûr em kovara ´Aso´ didamezrînin mîna parçekî ji erkê meyî niştimanperwerî ko em dikarin pê rabin bi giyanekî hevaltî bi kovarên din re û ber beriyek durust bi bal pêşxis­tina ziman û toreya kurdî de.”

Karê Kovarê di her çar xalên jêrîn de kom dibe.

1-       Parastina folklorê kurdî ji wendabûnê û danasîna xwendevanên Kurd bi berhemên kilasîkên wan.

2-       2-Bendewariya bi dahênan û afiran­dinên nivîskar û hinermendên Kurd.

3-       3- Danasîna xwende­vanan bi toreyên biyanî.

4-       4- Sayîkirin û pêşxistina zimanê kurdî. … hêviya me dimîne ko kovara Aso karibe asone nû û fireh li ber nivîskar û torevanên kurd veke …  . 

Li rûpela pêşin jî weha hatiye nivisîn:

“- Kovareke demsalî serbixwe ye.

- Bendewariyê bi dahênan û afrandinên rewşenbîrên Kurd dike”.

Hejmara (15)´an di sala 2008´an de derçûye. “Aso“ bi çapeke qeşeng û ciwan dertê, ji alî form û derxistina hunerî ve kovara herî bedew û sipehî ye, ji nav kovarên Rojavayî Kur­distanê. Car-caran hin rûpelên hundir jî rengîn tên weşandin. Rêdaksiyona wê ta hejmara (4)´an sê kes bûn: Siyamend Brahîm, Ebdilhefîz û Ebdilselam Darî. Derxistina hunerî jî ji rex hunermend Reşîd Hiso ve bû. Lê ji hejmara (5) û bi şûn ve, Siyamend Brahîm bi tenha serkêşiya wê dike. Ebada wê (17/25) e.

Li ser sedemên derengmayîna derçûna kovara „Aso” xudiyê wê S. Brahîm, weha bersiva pirsa me da: “… ev bû du sal ez nikarim hejmara 16´ê, ji Aso çap bikim, gelek zext û guşar li ser min hene, ez neçar im biçim Beyrûtê da ku Aso çap bikim“. Lê, liger baweriya me, derengmayîna derçûna kovarê ne tenê zehmetiyên çapê ne.

14- Pirs: Hejmara yekem di Newroza sala 1993´an de, derçûye. Li ser sîngê wê wiha hatiye nivîsîn: “Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye”. Ebada wê (17/25) ye, hemî hej­marên wê bi çapeke ciwan derçûne. Hejmara (45-46) an, ya Bihar û Havîna sala 2009´an di sersala 2010´an de derket pêşberî xwedevanan. Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ- wê diweşîne û belavdike. Hin nivîsevanên serbixwe jî di rêdaksiyona wê de, cî girtine. Li gorî dîtina me, ku „Pirs„ ji hêla naverokê de, kovara herî dagirtî û dewlemend e. Hêja ye em li vir bînin ziman, ku ji nav hemî kovarên bi zimanê kurdî, yên ku li welêt diweşin, tenê kovara “Pirs” ê, sala kurdî, ligel sala Zayinî bikar tîne. “Pirs” hê jî jiyana xwe ya weşanê dom dike. Ji rêdaksiyona wê: Berzo, Rezo, Dilawerê Zengî hene. Ta sala 1999´an Dr. Ebdilmecît Şêxo, Heyder Omer, Tengezarê Marînî, Merwan Osman, Azad Ehmed (Bavê Şihîn) û Kamêran Bêkes jî di rêdaksiyona wê de cî digirtin.

15- Bihar: Jimara pêşî di sala 1994´an de, derçûye. Di ser­gotara jimara pêşin de, rêvebirên wê bi van gotinan kovara xwe pêşkêşî xwendevanan kirine:

“… Ji ber ku pêşveçûna torevanî pêşenge ji xebata konevanî û rizgariyê re, Hevbendiya me li Sûriyê (Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê – daner) pêwîst dît ku pişkdariyekê di pêşvebirin û vejîna tore û pêmayê Kurd de bikin, û kovare­ke zanîstî û torevanî derînin, bi navê “Bihar”.

Desteka berpirs umîdewar e ku ev kovar nimûneyek pejirandî be li nik gelê Kurd û xwendevanan. Ev desteka berpirs bi hêvî ye ku karibe bi erkê xwe yê bilind rabe, di pêşvebirina toreya kurdî de. Gelê me jî çavnêrê biharek geş e, û bendewarê azadiyê ye bi dilsozî û bi ûmîda ku roja biharê derkeve ji bin e’wrên zivistana bindestiya rûtirş….”.

Hejmara dawî (7)´an, di Bihara 1999´an de, weşiye. Li ser sîngê wê weha hatiye nivisîn:Kovara rewşenbîrî û folklorî ye“. Ebada wê (17/25) ye. Hemî hejmarên wê bi çapeke orcînal derketine. Di bin çavdêrî û rêveberiya “Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê” de dihat weşandin û belavkirin.

Dema partiyên “Hevbendiyê”, (ji xeynî PYDS ), kovarên xwe (Gelawêj, Stêr, Xunav û Gulistan) dan rawestan, û ji dêvlî wan kovara “Bihar” weşandin: “Me kovarên xwe dan rawes­tan. ji bo du sedemên sereke; ya pêşin; ji bo em karibin kova­reke dewlemend û xurt biweşînin. Û ya duwem, ji ber ku xwendevanên van hemû kovaran her yek in.” Lê zor mixabin di maweya (7) salan de, tenê (7) hejmar, bi naverokeke qels û gelek şaşiyên çapê derçûne. Lewra mirov dighê wê encamê ku rastiya rawestandina van kovaran ew bû; ku xudiyên wan nema karîbûn di weşandinê de berdewam bikin. 

16- Rojda: Çi heyf e, ji vê kovarê jî, me tu hejmar nedîtine, lê li gor agahiyên me wergirtine, ku kovareke toreyî bû. Hejmara yekem ji vê kovarê di Bihara 1998´an de, derketiye. Hejmara dawî (13) di Gulan û Hezîrana sala 2000´î de, weşi­ye. Kovareke ji rex alîgirên PKK li Rojava dihat weşandin. Ebada wê (14/20).

17- Zevî: Kovareke rewşenbîrî serbixwe bû. Ligor nivîskar Arşevê Oskan ji me re gotî ku; biryara derçûna wê ji alî wî û nivîskar Xemgînê Remo ve hate standin. Îsa Oskan jî bi karê teknîkî radibû. Hejmara yekem ji vê kovara demsalî piştî Newroza 2001´ê kete destê xwendevanan. Di pêşgotina wê de, weha hatibû nivîsîn: “.... Dema me da ber çavên xwe ku em ê zeviyeke çandeyî biçînin, .... da ku deriyekî serbixwe û bêsînor li pêşiya me vebe, da ku em derbasî zeviyeke rengîn bibin û keda xwe tê de bibînin....”.

Abada wê 14 bi 20 bûye. Hejmara rûpelên wê di navbera 70 û 120´an de, bûne. Hejmara 10´an a dawî di dawiya sala 2003´an de derçûye. Eger em 10 hejmarên derçûne ji Newro­za 2001´an û ta dawiya 2003´an, bidin ber hev emê bibînin ku «Zevî «yekemîn kovara demsalî li Rojavayî Kurdistanê sozên xwe bi xwendevanên xwe re bi cih anîne û di dema xwe de her deh hejmarên wê derçûne.

Mixabin ji ber rewşa tendirustiya xwe, sernûserê “ Zevî ” A. Oskan tê  Elmanya, û ev kovar jî bi hatina wî re tê rawes­tandin.

19- Hevind: Kovareke folklorî û rewşenbîrî bû. Hejmara pêşîn (1) di sala 2004´an de derketiye. Hejmara dawî (7) di dawiya sala 2006´an de derketiye û êdî nema derketiye. Em nizanin ji lay kê ve dihat weşandin.

20- Vîn: Kovareke rewşenbîrî serbixwe bû. Hejmara pêşîn di Buhara 2006´an de derketiye, ta niha bi tenê ev hejmar e. Her dîsa agahî bi dest me de nînin ku ji lay kê ve ev hejmar hate weşandin

21- Helez: Kovareke werzî, serbixwe bû. Li ser bergê wê wiha hatiye nivîsandin: “Kovareke rewşenbîrî û folklorî ye”. Hejmara pêşîn (1) di Havîna 2007´an de derketiye. Hejmara dawîn (2) di Payîza 2007´an de derketiye. Mixabin tu agahî li ser vê kovarê bi dest me de nînin.

22- Perwan: Kovareke bi zimanê kurdî û erebî dertê. Wisa li ser bergê wê hatiye nivîsîn: “Belavoka Komîta Ciwanên Kurd li Sûriyê“. Hejmara pêşîn (1) di Îlona 2001´an de hatiye we­şandin. Hejmara dawîn (22) di Çileyê Paşî 2008´an de derketiye, hêjî berdewame.

“Komela Ciwanên Kurd li Sûriyê“ vê kovarê diweşîne. Ev komele jî di bin serpereştiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) de ye.

23- Zar: Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye. Ew jî, ji rex “Saziya Fêrbûna Zimanê Kurdî“ ve tête weşandin. Hejmara (0) di Adara 2008´an de derketiye. Hejmara (2)´an di Çileya Paşîn 2008´an de derketiye.

ROJNAME:

1- Dengê Kurd: “Zarê serkoma Partiya Demoqratî Kurd li Sûriyê“ weha li ser sîngê hejmara (32)´an hatiye nivisîn. Roj­nameyeke siyasî, xwerû û bi kurdiya latînî bû.

Zor mixabin agahî li ser vê rojnameyê di nav Kurdên Rojava de, zor kêm in. Em bi vê boneyê ji mamoste M. Mile Ehmed, yê ku berî çend mehan çû ser dilovaniya xwe, dipirsin; wiha ji mere got:

“Dengê Kurd„ hîna di salên 1958´an de, xwerû bi kurdî dest bi weşanê kir, pê re di encama girtina pêşin ya rêvebirên partiyê sala 1960´î de hat rawestan“.

Li gorî agahiyên bi dest me de, ku piştî serbestkirina serkarên partiyê careke dîtir “Dengê Kurd“ derket pêşberî hezkiriyên zimanê kurdî. Lê herwekî em dizanin ku di encama girtina duwem ya Bîroya Polîtiya “PDKS“, di Gulana 1964´a, li Helebê, hemû tîpnivîsên hatin girtin û nekokiyên ramanî û siyasî di navbera komîta navendî de, serî hildan. Pêre bi maweyekê, ango di sala 1965´an de, Partî bû du qet, û weha dîsa “Dengê Kurd“ hat rawestan. Ji nivîskarên wê Osman Sebrî, Dr. Nûredîn Zaza û Reşîd Hemo û ...

Li gorî sergotara hejmara bi dest me de; hejmara (32ê) , sala 1969´an, gava dibêje:

“Vê paşiyê serdariya partiyê xwastibû ku du rûpelan bi zarê Kurmancî di rex zimanê erebî de ji Dengê Kurd zêde bike. Vaye em ji vê jimarê de dest bi nivîsana vî birê han dikin. Em ji partîzanên ku di xwe de şîna nivîsandina Kurmancî dibînin hêvî dikin ku di nav sînorê siyaseta partiyê de ji me re nivîsarên xwe bişînin. Dîsa em ji wan partîzanan hêvî dikin gava nivîsarên ku şandine di Dengê Kurd de belav nebûn dilên xwe negirin ji ber ku çi nivîsana di warê ziman de qels be, an ji xeta partiyê bi derkeve belav nabe“.

Dêmek mera tê digihê ku aligirên baskê ku bi rast hatiye nîşandan, ya ku mamoste Hemîd Derwêş serkêşa wê ta roja îro dike dest bi weşandina “Dengê Kurd” birê Kurmancî kiriye. Lê kes nizane çend hejmar weşîne. Baskê çep, nemaze piştî ku têkoşer û torevan Osman Sebrî dev ji serokatiya wê berda, nikarîbû “Dengê Kurd” bi zarê Kurmancî biweşîne.

Dengê Kurd yekemîn belavoka siyasî, çandî li Rojavayî Kurdistanê bû. 

3-Gel: Rojnameyeke siyasî, çandî bû. Orgena “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê“ parêzgeha Helebê bû. Di bingeha xwe de, wekî rojnameyeke bi zimanê erebî derçûye, lê piştî hejmara.... birekî zimanê makî jî, têde hat weşandin. Zor bidaxaza me kir ku bizanibin gelo ji kîjan hejmarê dest bi birê kurdî bûye, lê em bê sûd man. Belê li gor agahiyên bi dest me de, ku ev rojname ji sala 1987´an ta 1992´yan, weşa­na xwe kiriye.  

3-NEWROZ: Rojname xurû bi zimanê kurdî ye. Hejmara pêşin di Nîsan û Gulana sala 1995´an de, weşiyaye. Di sergo­tara hejmara pêşin de, û bi sebaret derçûna xwe, û di bin nav­nîşana: “Newroz? çima rojnameya Newrozê?” weha hatiye:

  Mezinan gewrî li xwe ziwa kirine û her tim gotine, ziman kilît e, navnîşan e … lewra jî, zimanê me hatiye qedexe kirin, da ku Kurd weke milet xwe ji bîr bikin, xwe nas nekin, û hêdî hêdî di nav gelên dî de bêne pişaftin. Rêberê kurdîtî û miletperweriyê seydayê mezin Ehmedê Xanî, ji berî (300) sal tiliya xwe danîbû ser birînê, û bi dilşewatî gaziya xwe kiribû Kurdan, da ku, ew pêşî guh bidin zimanê xwe yê şêrîn, bi êş û xemgînî jî gote dora xwe û nivisî: ´ … lê ez çi bikim sûk kesade …´ yanê sûka xwendin û rewşenbîriyê sekiniye. Bila dilê seydayê me yê gewre rûne, û di gora xwe de şa bibe, di roja îro de sûk ne pir kesade ….. gelê me yê Kurd li Sûriyê, ser û ber bi zimanê xwe yê kurdî deng dike, lê pirsa me ya mezin, di fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî de ye, lewra jî derxistina vê rojnamê ji ber vê yekê bû, …. „.

Hejmara dawî (90) di Sibata 2010´an de, derçûye. Rojname­yeke siyasî-çandî ye, xwedêgiravî her du mehan carekê dertê. Wêneyê herdû têkoşer û ronakbîrên kurd: Dr. Nûredîn Zaza û Osman Sebrî li ser eniya wê hatiye. Ta hejmara (9ê), dengê komîta herêma parêzgeha Helebê ya “PYDKS” bû. Belê ji hejmara (10´an) û pê ve bûye: „Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-„.  Ev silogan li ser eniya wê hene:

Xebat ji bo:

- Zordarî ji ser gelê Kurd li Sûriyê rabe.   

- Azadiya demoqrat û rêzgirtina mafên mirovan. 

- Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de.

Sernûserê wê ta hejmara (12´an), rojnamevan Dr. Ebdilmecît Şêxo bû. Piştre li gor pêşniyaza wî, Dr. Kamêran Hacî Ebdo (K. Bêkes), sernûseriya wê dike ta hejmara (29´an). Li van salên dawiyê, Dr. Rozad Elî bûye sernûserê wê. Helbet ev navekî lexeme, em ji bo parastina wî naxwazin li vir navê wî yê rast bêjin. 

Bi vê boneyê em pêwîst dibînin ku, were diyarkirin, wekî keda Dr. E. M. Şêxo di derxistina û amadekirina rojnameya “Newroz”ê, de, berz û bilind de, û ewî bi navê Dr. Dilşad Sindî, di Newrozê de, nivîsên xwe belavkirine.

Rojnama „Newroz„ bi (4) rûpelan dest pêkir, lê pêre giha (12) rûpelan, carna jî bi (16) rûpela dertê. Fotokopî çapdibe. Ebada wê (21/29) ye. Ji rêdaksiyona wê: Apê Osnebir, Sînorê Yekta (Şêx Alî), Dr. Rozad Elî, û Reşoyê Pîrê hene.

4- Hêvî: Hejmara pêşîn ji vê rojnameya xwendekaran di sala 1994ê de, hatiye weşandin. Rojnameyeke serbixwe bû. Bi zimanê erebî û kurdî diweşî, lê giraniya xwe bi zimanê erebî bû. Koşeya kurdî pirtir bo fêrbûn û hînbûna zimanê makî bû. Xwe wek; dengê xwendekarên kurd di zanîngeha Şam û Helebê dida xuya kirin. Hejmara dawî (7) di sala 1995´an de weşî û nema diweşe. Rêvebirê wê  Behzad Îsmaîl bû. Ji (4) rûpelan dest pêkir ta giha (16) rûpelan. Ebada hejmarên pêşî (21/29) bûye, û wekî fotokopî dihat çapkirin, lê du hejmarên dawî bi ebada (29/60) bi çapeke orcînal  derket.

Rojnameya “Hêvî“ bi rastî cihê balkêşiyê bû, û hêvîne bilind tê de hebûn, lê belê zor bidaxawa alîkariya wê nehat kirin. Her partiyeke kurdî xwest wê di bin basikên xwe ke, ligel hinde problêmên sernûserê wê, weha beravêtî kirin.

5- Xwendevan: Hejmara pêşî (0-1) di sala 1997ê de weşiye. Xwe wek dengê xwendekarên Kurd di zanîngeha Heleb û Şamê dida nîşan. Her du mehan carekê derdiket. Ji weşanên “ Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ- “ bû. Hejmara dawî (13) di sala 2001´an de, hatiye weşandin, û pêre rawestiya.

6- Delav: Hejmara yekem, ji 16 rûpelan pêk hatiye, di sala 1995´an de, weşiye. Hejmara duwem ya dawî di sala 1996 án de derçû û hat rawestan. Li ser sîngê wê wiha hatiye: „Rojnameyeke toreyî, çandeyî û serbixwe ye“. Ji rex hevalên “ Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ- “ yên herêma Serêkaniyê û Dirbasiyê ve dihat weşandin. Ebada wê (21/29), bi çapeke ciwan dihat weşandin.

7- Rewşebîr: Hejmara yekem di sala 1995´an de, weşiye. Hejmara dawîn (6) di sala 1999´an de derçûye. Her çiqas navê tu rêxistinan li ser eniya wê nîne, lê di rastiya xwe de, ji rex “Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê”, baskê Ezîz Dawid ya îro bi navê «Partiya Wekhevî Kurd li Sûriyê« ve, dihat weşandin û belavkirin.

8- Deng: Hejmara (0) di Tabaxa 1995´an de derçîye. Ya dawî (114ê) di Nîsana 2010´an de derketiye pêşberî xwendevanên xwe. Di sazkirina wê de, ku rojnameyeke mehaneye; siyasî û çandiye. “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê” ew diweşand û belavdikir.

“Deng” bi çar rûpelan dest pêkir, ta giha 12 rûpelan. Ebada wê (21/29) ye. Destpêkê fotokopî dihat çapkirin, lê li va salên dawî bi çapeke ciwan û rengîn fermî  tê der. Demekê hat rawestandin, lê piştî Partiya Hevgirtina Gel û Partiya Çepê Kurd bûne yek, û nav li xwe kir „Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê „, rojnama „Deng“ dîsa deng bi xwe xist û hê jî jiyana xwe ya weşanê berdewame.

Li ser sîngê wê, ev silogan hatiye: „Demoqratî ji welêt re, û venasîna bi heyîna milletê Kurd wek netewa duwem di destûrê welêt de“. Herweha li dawiyê ev silogan hatiye: “Azadî ji girtiyên siyasetvan û girtiyên niherînê re, di welêt de“. Wêneyê Celadet Bedirxan li alîyekî û simbola Partiya Azadî ya Kurd li alîyekî “Deng”. Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ye. Lê wekî têbîn li rex sala 2010 Z, 2710 ya kurdî hatiye. Û li ser rojnama “ Newroz ”ê, li rex sala Zayînî, 2621 K hatiye!??. Vêca li vir em tê nagînin, gelo çima Kurd du sal cuda ku navbera wan de (89) sal hene bikar tînin!!? (Emê duwarojê hewil bidin li ser vê babetê nivîseke xweser binivîsin ).    

9- Siba: Hejmara pêşin ji vê rojnameya xwendekaran, ji 12 rûpelan pêk tê, di serê sala kurdî (Avdar) 2612´an de, weşiye, bê ku sala zayinî li ser were dayîn, (2612K. / 2000 Z). Weha li ser sîngê wê hatiye: „Rojnameyeke xwendekarî serbixwe­ye“. Hejmara çarem ya sala 2000´î, di Berçileyê de, derketiye pêşberî xwendekaran, ji (20) rûpelan pêk tê.

“Siba“, bi zimanê erebî û kurdî, wekî fotokopî dihat weşan­din. Ebada wê (21/29), lê çi heyfe pirê rûpelên wê bi zimanê erebî ne. Herçiqas jî hatiye ku: Rojnameyeke xwendekarî serbixweye, lê di rastiya xwe de, xwendekarên “Partiya Yekîtî ya Demoqrata a Kurd li Sûriyê” yên zanîngeha Heleb û Şamê wê diweşandin.    

10- Jîn: Rojnameyeke bi zimanê kurdî û erebî ye. Mixabin em nizanin kengî hejmara pêşin derçûye, lê hejmara dawî “102“di sala 2007´an de derketiye. Komîta herêma Şam ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê –El-Partî– vê rojnamê diweşîne.

12- Yekîtî: Weşana “Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî“ ye. Xurû bi zimanê kurdî ye. Hejmara “1´ê “  di Hezêrana 2008 z/2620 k de derketiye. Li ser sîngê wê ev diruşim hene:

„-Xebat ji bo: - Rakirina zorê ji ser gelê Kurd.

- Azadiyên demoqratî û rêzgirtina mafê mirovan.

– Dirikandina destûrî bi gelê Kurd wek duwemîn netewe di welêt de.

– Çareserkirina doza kurdî wek doza xak û gel.

Hejmara 22´yan, di Avdara 2010 Z/ 2622 K ji 9 rûpelan, bi ebada 21/30´î, derçûye. Hêjî ev weşan berdewame. “Yekîtî“ weşaneke siyasî û çandî ye.

12- Dîmoqratî: Belavokeke siyasî, çandî ye. Hejmara „ 0 „ di dawiya Êlûna 2008ê de derketiye. Weşana Komîta Navendî ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya ye. Hejmara dawiyê „20„ di destpêka Gulanê 2010´an de derketiye. Xwedêgiravî rojnameke mehane ye. Xurû bi kurdî diweşe. Ji armancên wê:

- Xebat ji bo azadiyên giştî û belavkirina dimoqratiyê.

- Pêkanîna wekheviyê û mafên civakû. Pêkanîna mafên netewî ji bo gelê Kurd li Sûriyê. “

Dîmoqratî ”bi çapeke orcînal derdiçe.

13- Ziman: Wiha li ser hatiye nivîsandin: Belavokek Rew­şenbîrî Mehane ye. Revebirî û amadekirin; Derwêşê Xalib. Ev belavok ji rex „Saziya Fêrbûna Zimanê Kurdî „ ve tê we­şandin. Ev sazî di roja 15´ê Tîrmeha 2003´an de hatiye dame­zirandin ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve. Hejmara pêşîn «1´ê», ji belavoka “Ziman“, di 12´ê Avdara 2004´an de der­ketiye. Hejmara dawî «32» di Çilleya Paşîn 2008´an de derketiye

14- Roj: Destpêkê ev belavok xurû bi zimanê erebî ji aliyê rêxistina Cizîrê a Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) derdiket. Piştre ji hejmara .... hinek rûpelên kurdî bi ser ve bûne. Hejmara ( 100´î)  di Çiriya Paşîn 2009´an, bi wêneyên rengîn xurû bi kurdî ji çar rûpelan pêkhatiye. 

Weşanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa

- Xeleka 2

Berî em li ser derçûna weşanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa rawestin, divê em çend tiştan ronî bikin û bêjin ku derçûna weşanên kurdî li van welatan bi hebûna Kurdan, nemaze xwendekaran ve girêdayî ye.

Li dawiya salên çelî ji sedsala bîstan xwendekarên Kurd xwastin kar û barê xwe bi damezrandina komelekê orgenîze bikin. Ji lewra di Çileya Paşîn sala 1949´an de, - li gor Dr. Nûredîn Zaza dibêje – (Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa ) li Lozanê – Swîsrê tê damezrandin û vê komelê dest bi weşandina kovara „Kurdistan“ kir, evê kovarê bi zimanên kurdî, elmanî û îngilîzî li Firansa dest bi weşanê kir.

Kovara „Kurdistan“ yekemîn weşana kurdî li Ewropa ye. Piştre di sala 1963´an de, nivîskar û têkoşerê navdar Hemreş Reşo kovara „Çiya“ weşand, û wisa zincîra weşanên kurdî kişiya.

Ta sala 1975´an, xebat û tevgera xwendekar û siyasetmedarên Kurd bona avakirina Kurdistana yekgirtî û serbixwe bû. Lê piştî têkçûna şoreşa Başûrê Kurdistanê, ya ku serokê nemir Mustefa Berzanî serkêşê wê bû, ew bîr û bawerî hêdî hêdî qels û sist bû, û pê re jî yekîtiya xwendekaran têk çû; komele bû du parçe, û ew bi xwe jî, bûn sê û çar û …  Wirde wirde Kurdên her beşekî Kurdistanê berê xebata xwe dan beşê xwe.

Di vê xelekê de, emê dîsa zor bi kurtî kovar û rojnameyên Rojavayê Kurdistanê, yên ku agahiyên me li ser hene, didin nasîn.

KOVAR:

1- DEM: Kovareke rêzanî û çandî bû, ew bi xwe berdewa­miya rojnameya „Yekîtî„ ye; Orgena komela „Yekîtiya Kurdên Sûriyê„. Sernûserê “Demê” Cankurd bûye. Hejmara yekem ji vê kovarê di dawiya Gulana sala 1982´yan de, weşîye. Ji hejmara (1- 6)  bi zimanê kurdî û erebî weşiye, lê ji wê pê ve hin gotar bi zimanê elmanî jî tê de cih girtine. Hejmara dawî ya (9)´an, di Çileyê Pêşin sala 1987´an de, tenê bi zimanê kurdî û elmanî weşiye.

Ji hejmara (6)´an û pê ve ”Dem“ dibe orgena „Komela Demokratên Kurdistana Sûriyê li Elmanya Rojava“. Hemû hejmarên Dem ê fotokopî hatine weşandin. Belê bi boney rojnameya “Yekîtî“ ya me li jor bi nav kirî, Cankurd gote me; me 3 hejmar jê derxistin, pêre me ew kire kovar û nav lê kir “Dem“.

Çendî bi giranî naveroka hemî hejmarên vê kovarê rêzanî li ser rewşa Rojavayî welête, lê xwe ji rewşa bêşên din yên welêt bêpar nekiriye. Nemaze Bakur û Başûrê welêt. Mirov dikare “Dem“ê kovareke kurdistanî bibîne.

2- Dengê Komelê: Weşaneke kulturî çandî û komelayetî bû, orgena “Komela Demoqratên Kurdê Sûriyê li Elmanya“ bûye. Bi zimanê kurdî û erebî hatiye weşandin. „Dengê Komelê“ wekî nîv kovarekê ye. Jimareke sêwî, di Tebaxa 1993´an de, derçûye. Endamên rêdaksiyona vê kovarê ji bawerên curbicur bûne, lewre jî ezîtî û partîtiyê zû di jiyana vê komelê û rêdaksiyona “Dengê Komelê” de, xwe daye pêş, û eva han bû sedema jihevketina komelê.

3- Hevgirtin: Berîpêş divê em bidin xuyanîkirin, û li gor Dr. Mehmûd Brahîm, yek ji endamê rêdeksiyona kovara“ Hev­girtin” e, ji me re gotî ku: „Rêxistina derve ya partiya me, di sala 1978´an de, li Berlînê kovareke bi navê “Şoreşgêr“ bi zimanê kurdî û erebî diweşand. Ji vê kovarê sê hejmar derçû­ne, û çend rûpel bi zimanê elmanî jî, di hejmara duwem de, hatibû weşandin.“

Hevgirtin, kovareke rêzanî û çandî, bi zimanê kurdî û erebî ye. Ew jî zimanê rêxistina derve ya “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê“ ye. Di derbarê hejmarên pêşin de, em dîsa ji Dr. Brahîm Mehmûd dipirsin, wiha ji me re, peyivî: „Sê hejmarên pêşin, ji vê kovarê bi navê “ Jîn “ li Bilgaryayê, di navbera salên 1986-1988´an, derçûne, lê hejmara 4´an û pêve, bi navê xwe yê jorîn weşîne.“

Ji hejmara yek´ê ta hejmara 14´an, “Hevgirtin“ fotokopî weşîne. Lê ji hejmara 15´an û ta ya dawiyê bi çapeke ciwan derçûne. Zor mixabin hejmara 38 û 39-40´î, ya dawiyê tenê bi zimanê erebî di Çiriya Pêşîn-Çileyê Paşîn 2002´an de, weşîye, pêre hat rawestan. 

4- Lalişa Nuranî: Ev kovara hanê wekî, orgena “Navenda ola Êzdî/Zerdeştiya“ li bajarê Bonê – Elmanya bûye. Mijarên ku têde hatine weşandin tev li ser ola Êzîdî terxandîne. Her sê gotinên Zerdeşt: „Baweriya baş. Gotina baş. Berxwadana baş.“ Li ser sîngê kovarê cih girtine. Hejmara pêşin ji vê kovarê di 14. 04. 1993´an de, hatiye weşandin. 

Li gor pirsîna me ji şêx Derwêş Hiso ku: „8 hejmar ji ´Lalişa Nuranî´ hatine weşandin“. Belê bidaxeza dîroka derçûna hejmara dawî bi dest me de nîne. Dîsa li gor şêx Derwêş dibêje ku: „Kovara me bi zimanê elmanî û kurdî dihat weşandin. Lê di hejmarên dawî de, hin perçen kurt bi zimanê turkî û erebî jî weşîne, ji ber ku Kurdên Bakur jî di Navenda me de, hevbeş bûn“. 

5- Dugir: Kovareke çandî, wêjeyî, xwerû bi zimanê kurdî; kurmanciya jorîn weşîye. Hejmara yekemîn di Hezirana 1995´an de, weşiye. Hejmara dawî (10) di Nîsana 1999´an de, derçûye.

Tiştê balkêş di vê kovarê de, ew e, ku herdeh hejmarên wê li gor alfebaya, vekît û rêzimana mîr Celadet Bedirxan weşîne. goranî pir nivîskarên me, li gor rêzimanên cuda cuda dini­vîsin. Ta endamên rêdaksiyonên gelek kovar û rojnameyên me Kurdan, her yekî bi rêzimanekî dinivisîne.

Divê em bêjin jî, ku herçiqas rast e, navê tu rêxistina li ser sîngê vê kovarê nehatiye, lê ji lay “Partiya Yekîtî a Kurd li Sûriyê“ ve dihat belavkirin. Sernivîserê vê kovarê Dr. Seîd Mele, yê ku ji zû de li Swêdê rûdine ye.

6- Hawar: Kovareke siyasî û çandî, bi zimanê kurdî û erebî ye. Tenê hejmarek di Tebaxa sala 1997´an de, weşiye, pêra rawestiya.

Weha li ser bergê wê hatiye; “Hawar (hawara Kurdistana Sûriyê ye). Lê diyare nikarîbû di ber vê dirûşmê de raba. Xwediyê vê kovarê jî komela “Yekîtiya Demokrata Kurdistana Sûriyê bû. Ev hejmar di bin serperştiya nivîsevan Cankurd de derçûye.

7- Al-Îstîqlal “Serxwebûn”: Di bingeha xwe de, ev kovar wekî rojnameyeke siyasî û çandî, bi zimanê erebî diweşî. Organa “Partiya Îslamiya Kurdistanê“ bû. Lê ev hejmara tekane, ya (46) ´an, di Çileyê Pêşîn, sala 1999´an de, wekî kovar, bi zimanê kurdî û erebî weşiye, pêre hatiye rawestan. Sedema ku hêştiye em vê kovarê ji weşanên Rojavayî Kurditanê bihejmêrin ew e, ku rêvebirê wê nivîsevan Cankurd de. Pêre wekî “PÎK“ xwe partiyekî Kurdistanî didît.

8- Pênûs: Kovareke rewşenbîrî giştî ye. Jimara yekemîn “1“ di Çileyê Paşin - Sibata sala 1999´an de, derçûye. Ji weşanên Rêxistina Ewropa ya “Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê –Yekît – bû. Hejmara pêşin di bin serpereştiya xudiye vê nivîsê (Elî Cefer) de weşiye.

“Pênûs” bi zimanê kurdî û erebî diweşî. Lê giraniya wê bi zimanê makî ye. Hijmara dawî (20) di Buhara sala 2006´an de weşiye. Zor mixabin hejmara (8) fotokopî hatiye weşan­din, lê ji lay naveroka xwe ve ta radeyekê dewlemend de, nemaze piştî çend nivîsevanên rastgo mîna: Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Keça Kurd, Heyder Omer, Dr. Kamêran Bêkes û Cume Dawod derbazî rêdaksiyona wê bûn.

Ji hejmara “1´ê ta 6´an“ bi ebada 21/30 derçûye. Ji hejmar “7´an ta 9´an“ bi ebada 14/20 derçûye. Ji jimar “10´an ta 20´an“ bi ebada 17/25 derçûye. Bidaxewe piştî hejmara dawî  derçû, Rêxistina Ewropa ya PYDKS bê agahiya desteya rêvebir ya kovarê hay jê hebe biryara rawestandina vê kovarê dan bi behaneya ku em zirara diravî ji pişt weşana wê dibînin. Eva han jî nimûneke ku partî û rêxistinên me; di dema ku mafên gelê Kurd yê fêrkirina zimanê bavûbapîran bi taybetî û mafên çandî bi gelemperî ji dijminên xwe dixwazin, lê ew bi xwe wê mafî bin pê dikin.

9- Yekîtî: Piştî ku di sala 1985–1986´an de gelek xwendeka­rên me yên ji Kurdistana Rojava li Yoguslaviyaya berê gihane hev şaxeke UKSEY (Yekîtiya Xwendekar û Lawên Kurdistan li Ewropa) li wir damezrandin û kovareke bi zimanê kurdî û erebî, bi navê “Yekîtî“ derxistin. Piştî du hejmaran, ev kovara ligel hinde kovarên din ku li Yogus­laviya derdiketin dibe yek û kovareke hevbeş bi navê hemû komeleyên Kurd, bi navê “Çar Çira“ hate meydanê. Ew êdî kovareke Kurdistanî bû, ji ber ku di desteya wê de Kurdên beşên din jî cî girtî bûn.

10- Pêl: Kovara “Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Rojava – li Elmaniya“. Xurû bi zimanê zikmakî derketiye. Kovareke wêjeyî rewşenbîriye. Hejmara pêşin di Gulana 2002 de ronî dîtiye. Bi boney derçûna hejmara yekemîn û 105 saliya jidayîkbûna mîr Celadet Bedirxan û 70 saliya derçûna kovara wî “Hawar”, “YNKRE“ ahengek di 1. 6. 2002´an de li bajarê „Bielefeld-Elmaniya„ li darxist. Di wir de hejmara yekemîn ji kovara „Pêl„ hate belavkirin.

Hejmara (2) ya dawî di Gulana 2003´an derçûye û nema diweşe, ji ber ku YNKE ji hev ket.

11- Rojhilat: Ev weşan di destpêkê de, belavokek xurû bi zimanê erebî bû. Çendî ev weşan zimanê rêxistina „Partî Demoqratî Çepê Kurd li Libnanê„ û pêre dibe zimanê: „Hevgirtina Gelê Kurd li Libanên„. Lê di rastiya xwe de, ev rêxistin şaxê Libnanê yê „Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê„ ya ku têkoşerê navdar Selah Bedirdîn serkêşa wê dikir bû.

Piştî hejmara ….. hin rûpelin bi zimanê kurdî bi ser ve bûn û pêre ji hejmara …. dibe kovarek mihane.

Dema di sala 1982´an de, dewleta Israîl êrîşî Bizava Rizgarîxwaza Felestînî dike û bajarê Beyrûtê dagîr dike, ev kovar tê rawestandin. Hejmara dawî ya …. bû.  

12- Rêber: Kovara “Komela Çandî û Civakî ya Kurdî li Libnanê“ bû. Ev komele jî girêdayî PHGK. li Sûriyê bû. 4 hejmar ji kovarê derçûne. Bi zimanê kurdî û erebî bû. Mixabin dema em li welêt hemî hejmarên vê kovarê li ba me hebûn, lê ji ber ku em ji zû de ji welêt koçber bûne dîroka derçûna wê bi dest me de nîne, lê bi teqez berî sala 1982´an bû.

12- Urkêş: Kovareke demsalî wêjeyî rewşenbîrî bû. Ji lay “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê“ derdiket. Hejmara pêşin (1) di sala 2006ê de weşiye. Ya dawî (2) di sala 2007´an derçûye, û nema dertê, çukê weha xuya ye, ku HRRK tevî  ku nehatiye raghandin jî, hatiye sarkirin.

Berpirsê giştî yê vê kovarê nivîsevan Zagrosê Haco bû, û gelek nivîsevanên navdar jî di desteya birêvebir de cihê xwe digirtin.

Hêjayî gotinê ye ku “Yekîtiya Nivîskarên Kurd–Tayê Diho­kê“ ev kovar fînense dikir.

ROJNAME:

1- Riya Rast: Rojnameyeke siyasî û çandî, xwerû bi bi kurdiya jorîn derdiket. Orgena derve ya rêxistina “Girêdana Marksîstên Kurd“ bû. Hejmara yekem “1“ ji vê rojnameyê wekî daxuyanî hatiye weşandin, û dîroka derçûnê li ser neha­tiye nivisîn. Lê hejmara “2“ duwem di sala 1977´an de, derketiye. Hejmara dawî “12“ di sala 1980´î de, derçûye.   

“Riya Rast“ rojnameyeke siyasî ye, bi rawestandina kar û barê “GMK” re, hatiye rawestan.

2- Avesta: Hejmara pêşin “1“ di Têrmeha 2000´î de derçûye. Avesta rojnameyeke mehane bû. Bi zimanê kurdî û erebî diweşî. Rêdaksiyona beşê kurdî herdu nivîsevan Dilbixwîn Dara û Jan Dost bûn û ya beşê erebî Husên Mihemed Hebeş bû. Mervan Dêrkî jî, derxistina hunerî dikir. Hêjaye em bêjin ku “Avesta” bi kirasekî qeşeng û bedew derdiket.

Avesta di demeke kin de  nav da û ta hejmara dawî “9“ bi xwedevanê xwe re li ser soza xwe bû, ango di dema xwe de derdiçû. Mercên rojnamevaniyê têde dihatin dîtin, çimkê herwekî em tev dizanin ku zorbey zorê rojname û kovarên me di dema xwe de dernayên. Avesta ne alîgirê tu rêxistinan bû, û li gorî hin agahiyên bi dest me de, ku li welêt bi şêweyekî baş dihat belav kirin. Lê sed heyf û mixabin hejmara “10“ di bin çapê de, rawestiya, ango ronî nedît. Li gorî rêdaksiyonê ku: „… Ji ber hinek astengiyên madî emê niha bêhnekê bidin Avesta …..“. Lê li gorî rastiya xwe; ku rawestandina Avesta ji ber hoyên ramanên cuda-cuda di navbera desteya wê de, bûn.  

Hin têbîn:

Piştî me, kovar û rojnameyên Kurdên Rojavayî welêt bi kurtî rêzkirin, vê gavê em dixwazim zanibin kêmasiyên wan çine? Lê berî em wan kêmasiyan bêjin, pêwîst e, em bala xwende­vanan bikşînin ser sê xalên sereke ku bi nerîna me ziyaneke gewre gihandine pêşxistin û bihêzkirina weşanên kurdî li vî beşî. Ew jî ev in:

1- Hemî rojname û kovar bi taybetî, û weşanên kurdî bi gel­emperî li Rojavayî Kurdistanê û Sûriyê bi şêweyekî nihênî, ango bê rêdan û bi zehmetî tên çapkirin û bi destan tên belav kirin. Lê derçûna zagona çapemeniyê ya sala 2008´an çapki­rina bê rêdan zor û zor zehmet kiriye. Vê lomê gelek nivîse­vanên me, nemaze yên li welêt dimînin û rewşa siyasî dişopî­nin neçar dibin di bin navên lexem de (nerast) nivîs û berhe­mên xwe belav bikin.  

2- Ligel ku di nav Kurdên Rojava de kesên bi şêweyekî pisporî û zanistî rojnamegerî xwendine kêmin û hejmara wan tiliya herdu destan derbas nake, lê mixabin zorbey zorê, ger em nebêjin tevayî rêdaksiyonên rojname û kovarên kurdî ji van kesan bêpar in, ji ber ku piraniya van weşanan bi partiyan ve girêdayî ne û ewanan kesên pispor û serbixwe nikarin bi­pejirînin.  Me nimûna çawaniya rawestandina kovara “ Pênûs “li jor da zanîn).

3- Partî û rêxistinên kurdî, ligel ku yek ji dirûşimên wan a sereke li Rojava parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî ye, lê bi dax û keserek mezin li erkên xwe xudî dernakevin. Bo nimûne, ewanan pirê caran bi hîç şêweyekî rojname, an kova­rek serbixwe re nebûne alîkar. Ji wê wêdetir gelek caran di nav heval û alîgirên xwe de, li dijî belavok û weşanên kurdî ne. Ji lewra gunehê wan di rawestandina gelek rojname û kovarên kurdî heye.

Kêmasiyên kovara û rojnameyan kurdî:

1-Ji bilî rojnameya “Newroz“, “Deng“, “Yekîtî“, “Demoq­ratî“, “Riya Ras “, naveroka hemî kovar û rojnamên kurdî wêjeyî ne.

2- Nivîsên rexneyî yên li ser mijarên curbicur di rojname û kovarên kurdî de pir kêm in.

3- Werger ji zimanê din bo zimanê kurdî di kovar û rojname­yên kurdî de zor kêm e, ger em nebêjin hema hema nayê dîtin. Ev jî bandoreke neyênî li ser pêşxistina wêje û zimanê kurdî dike. Nemaze gava em bizanibin ku piraniya kovar û rojnameyên me xwe wek weşaneke rewşenbîrî pêşkêşî xwendevanan dikin. 

4- Kovar, an rojnameyên taybet bi dîrok, pirsgirêka zarok û mendalan, jin û xortan ta roja îro li ba Kurdên Rojava nîn in. Eva han dibe sedema dûrxistina beşekî gewre ji civaka kurd ji kar û barê kurdayetiyê, û berê vî beşî berve karên talûkê dide. Û li gor gelek agahiyên cihê baweriyê ku roja îro qutbûneke berbiçav di navbera nifşên yekemîn nîvsedsal bihurî û yên nû de heye. Ev bi xwe jî metirsiyek mezine giraniya xwe dide ser duwaroja nifşên nûhatî. 

5- Ta berî çend salan, ji ber hindikbûna nivîsevanên zimanê kurdî. Nivîskarên kurd neçar dibûn destên xwe bavêjinn babetên curbecur, û eva han jî qelsî dixist berhemên wan, lê roja îro bi dehan û dehan nivîsevan di nav Kurdan de peyda dibin, êdî divê berê nivîsevanên me berve pisporiyê here. Kî çi cureyê nivîsînê ji xwe re vedibrêje, divê xwe tenê di wir de mijûl bike, da ku berhemeke kêrhatî pêşkêşî civaka xwe û mirovatiyê bike, û guleke rengîn bi ser baxçê çanda kurdî ve bike.

6- Hîngî cihana me pir biçûk bûye, hêştiye hemî pirsgirêk bi hev ve bêne girêdan, ji lewre pêwîstiya me Kurdan bi zanîna bîr û boçûna siyasî ya biyaniyan beramberî pirsgirêkên cihanî bi giştî û pirsa rewa ya gelê me bi taybetî heye. Ev ton nivîs em di herçar rojnameyên li welêt jiyana xwe berdewam dike de nabînin.   

7- Tu kovar, an rojname ku li gor rêbaza olî pirsgirêka dinirxînin (çi Îslamî, çi Êzîdî û ...) di nav weşanên kurdî nîn in, wek çawa kovara “Nûbihar“ li Tirkiyê û bakurî Kurdis­tanê, û “Laleş“ li Başûrê welêt. Loranî pirê, ger em nebêjin tevê kovar û rojnameyên me li gorî rêbaza çepîtiyê ne. Li gorî dîtina me, hebûna kovarên wisa, baxçê weşana kurdî dewlemend û rengîn dike, tevî ku metirsî ji geşkirina ola, - çi ol dibe bila bibe - heye.

 Li dawiya herdu xelekan, dibe ku me hin kovar, an rojname jibîrkiribin. Em pêşda lêborînê ji xudiyên wan lava dikin. Herwisa eger em li ser hin kovar, rojname bi aweyekî fireh nerawestîbin, belê, me li gor çavkaniyên ku bi dest me da hene, me nivisîye. Ez hêvîdar im, ku pênûsên çalak, di vê derbarê de, lêkolînên xwe raberî zanistiya rojnamegeriyê û çanda kurdî bikin, û valahiyên lêkolînên çapemeniyê tijî bikin.

Pirsa ku em li dawiyê bikin ew e: Gelo li gorî pîvanên rojna­mevaniyê, ango merc û stûnên wê, mirov dikare weşanên me di herdu xelekan de bi nav kirine, weko rojnamegerî bipijrîne, an na? Em bersiva vê pirsê ji pisporên rojnamegeriyê re dihêlin.

Cejna rojnamegeriya kurdî li we û me hemiyan pîroz be.

 

 

 

VII.        KURDÊN KAFKASYAYÊ

Di ser çapkirina ‘Kurdistan’ re 112 sal, di ser ‘Riya Teze’ re jî 80 sal derbas bûn

Roja Rojnamegeriya Kurdî’

Salihê KEVIRBIRÎ

293 sal piştî derketina rojnameya yekem, di sala 1898’an de kurd bûn xwediyê rojnameya xwe ya yekem. Rojnameya bi navê “Wettliycke Tiddinghe” ku ji hêla Abraham Verhoeven ve, di sala 1605’an de, li Anversa Belçîkayê bi periyodên 15 rojî û bi zimanên fransizî-flamanî dest bi weşana xwe kir, wekî yekemîn rojnameya di dîrokê de hatiye qeydkirin. Herçî yekemîn rojnameya bi kurdî “Kurdistan” e, di “Çapxaneya El-Hîlalê”, di 22’yê Nîsana 1898’an de li Kahîreya Paytexta Misrê, ji hêla Mîqdad Mîdhet Bedirxanê yek ji endamên bijare yê malbata Bedirxaniyan ve hate weşandin. Rojnameya ku ji 15 rojan carekê dihate weşandin, bi giştî 31 hejmar derketiye. Piraniya hejmarên rojnameya ku 10’ê Nîsana 1902’yan dawî li weşana xwe anî, li Kahîreyê; hinek ji wan li Cenevreyê, hinek ji wan jî li Folkstonê hatine çapkirin. 

Li ser berga hejmara pêşîn a rojnameyê wiha hatiye nivîsîn: “Kurdistan 1315, Kurdlerî îkad we tehsîl, sin’et teşwîq îçûn şimdiliq on beş gunde bir neşir olunur kurdçe xeztedir.”

Di sala 1973’yan de, bi gotineke din 75 sal piştî weşandina rojnameya Kurdistanê, li Kurdistana Îraqê 22’yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hatiye pejirandin û ji wê rojê heta niha gelek rêzeçalakî têne kirin. Yekîtiya Rojnamegerên Kurdistanê ku kar û barên xwe li derveyî welat berdewam dike, di salên derbasbûyî de, bi biryareke weha, 22’yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” heband.

Rojnameya “Welat” ku di destpêka salên 90’î de, bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir û yek ji hîmên bingehîn ê rojname­geriya kurdî tê hesibandin, di 22’yê Nîsana 1992’yan de dest bi jiyana xwe ya weşanê kiriye. Rojnameya Welat, ji ber sedemên cuda pêşî bi navê “Welatê Me”, paşê jî bi navê “Azadiya Welat” weşana xwe berdewam kiriye. Rojnameya Azadiya Welat ku li Stenbolê, bi periyoda heftane dest bi weşana xwe kir, paşê cih guhest Diyarbekirê. Rojname, ji 15’ê Tebaxa 2006’an ve, bi awayeke rojane diçe ber destên xwendevanên xwe. 

Di 100 salan de 1200 weşan

Ji rojnameya yekem bigire heta niha, ligel tevahiya zehmetî û bêderfetiyan Kurdan ji 1000’î bêhtir weşan derxistine û ev hejmar, di 10 salên dawî de her diçe zêdetir dibe. Rojname­gerê Kurd Mehmûd Lewendî ku jiyana xwe li Stockholma Swêdê –ev çend sal in li Parîsa Fransayê ye- berdewam dikir, vê yekê bi lêkolîna xwe ya ku pêşkêşî çalakiyên sebaret “100 Saliya Rojnamegeriya Kurdî” kiriye diselmîne: “Di maweya 100 salên di navbera 1898-1998’an de Kurdan 1200 rojname, kovar û belavok/bulten derxistine. 730 hebên ji wan, ji hêla partî û rêxistinên cihê cihê ve hatine derxistin. Ji vê hejmarê bi tenê 295’ê wan bi kurdî bûne ku piraniya wan bi zaravayê soranî, paşê jî bi kurmancî û dimilkî ne. Weşanên mayî tirkî, erebî, farisî; qismek ji wan jî, bi tirkî-kurdî, erebî-kurdî ronahiyê dîtine. 35 weşan jî bi zimanên biyanî ango ingilîzî, almanî, swêdî, yewnanî, rûsî û fînî derketine. Ji van weşanan 630 hebên wê bi awayê îllegal jiyana xwe ya weşanê berde­wam kirine…” 

Rojnamegeriya Kurdî peywireke îdeolojîk hilda ser milên xwe

Rojnamegerî ji bo Kurdan, ne tenê bû qadeke pîşeyî. Her wiha wê peywireke girîng a îdeolojîk û siyasî jî da ser milên xwe. Lewre jî dibe ku ji ber vê sedemê, Rojnamegeriya Kurdî ji aliyê pîşeyî ve bi têra xwe bi pêş neket û negiha cihê ku heq dike. Ligel tevahiya zehmetî, çewisandin, pest-kotekî û sansûrê, rojname û kovarên bi navê Rojî Kurdistan, Hetawî Kurd, Rojî Kurd, Kurdistan, Helale, Hawar, Ronahî, Nişti­man, Gelawêj û Hîwa di dem û dewrana xwe de merhaleyên baş bi dest xistine, di qadên çand, ziman û siyasetê de barên ketiye stûyên wan bi layiqî hilgirtine û pêşengiya ronakbîriya Kurdan kirine. 

Rêje û îstatîstîkên heyî bi me didin nîşandan ku halîhazir li hûndir û derveyî welat bêhtirî 200 kovar û rojnameyên Kurdan têne weşandin. Bi tenê li Başûrê Kurdistanê behsa 140 kovar û rojnameyan tê kirin. Kurdistanî Nwe, Birayetî, Xebat, Raman, Sixurme û Gelawêj ji wan bi tenê çend nav in. Li bakurê welêt, Azadiya Welat, Zend, Nûbihar, Rewşen­name, Tîroj, Vesta, Çirûsk, Hinar, Nûbîn; li rojhilat ango li Kurdistana Îranê Zirebar, Sirwe, Awêne; li Kurdistana Suri­yeyê Pirs, Zanîn; li derveyî welat jî Kurd, Peyam, Hîwa, Seko, Kurdistanî İmro, Amara çend navên girîng in ku çend nav ne di nav de, piraniya wan heta niha jî weşana xwe berdewam dikin. Tevahiya weşanên min li jorê navên wan da, bi latînî an jî bi alfabeya erebî lê bi zimanê kurdî têne weşandin û dihatin weşandin. Dihatin weşandin dibêjim, ji ber ku çendek ji wan weşanan îro dernakevin.   

Rûdaw û Le Monde Dîplomatîk Kurdî.

Şayanê gotinê ye ku em di vê nivîsara xwe de behsa du hîmên bingehîn ên rojnamegeriyê bikin ku nêzî salekê ye bi heyecaneke baş navên wan tê hildan: Rûdaw û Le Monde Diplomatique Kurdî. Rojnameya Rûdawê ku li Hewlêra Paytexta Kurdistana Federal ronahiyê didît, bi vê hejmara di destên we de, ev 41 hefte ne, bi çapa xwe ya Ewropayê ku li Kolnê derdikeve, ji çar parçeyên Kurdistanê, Ermenîstan, Gurcîstan, Qefqasya, Rûsya, Australya, Kanada û Amerîkayê deng û behsên Kurdan, tevî siyaset, çand, edebiyat û maga­zîna wan tîne nêv mala me. Rojname 16 rûpel bi alfabeya latînî, 16 rûpel jî bi alfabeya erebî, bi giştî 32 rûpel e.

Herçî Le Monde Diplomaique Kurdî ye, di sermaweza 2009’an de hejmara xwe ya yekem belav kir. Rojnameya ku li Kurdistana Federal çapa xwe bi zaravayê soranî dike, li Ewropayê bi zaravayê kurmancî xwe digihîne ber destê xwendevanên xwe. Her wekî Rûdawê, Le Monde Diplo­maique Kurdî jî 32 rûpel xwerû bi kurdî derdikeve. Şayanê gotinê ye ku rojnameya navdar a fransî, zimanê kurdî jî di nav de, li 46 welatan bi 25 zimanan tê weşandin û tîraja wê li dor 2 milyon û nîv e.

 

Azmûna Sovyetê û Rojnameya Riya Teze

Helbet gava em behsa deverên ku Kurd lê niştecih bûne bikin, em nikarin berê xwe ji Ermenîstan û Gurcistanê bidin alî. Bi taybetî Kurdên ku piştî salên 1915’an ji dorhêlên Agirî-Qers-Bedlîs-Sason û Wanê, berê xwe dan aliyê din ê Çiyayê Araratê, Çemê Arasê û herêmên Erîvan û Tiblîsê bi cih û war bûn, bi piştevaniya Sovyeta Sosyalîst di warê çand, huner, edebiyat û zimên de gavên mezin avêtin û karên hêja pêk anîn. Ligel ku dema wê ya weşanê kurt jî bûye, “Beşê Kurdî yê Radyoya Erîvanê” ji sala 1955’an heta niha pêlên xwe digihîne nav malên Kurdan. Li hêla din Rojnameya “Riya Teze” ku tevî çerçirandin, tunebûn û zehmetiyên giran, ji sala 1930’yî heta niha 80 sal in weşana xwe berdewam dike, divê ji bo Kurdan nîşaneya rûmetê be! Lê hezar mixabin ku sazî-dezgeh û serpereştên Kurdan dest navêjin vê rojna­meyê, heye ku rojnameya li ber girtinê deriyê xwe heta hetayê dade!.. 

Riya Teze ya ku heta sala 1937’an bi alfabeya latînî weşana xwe kir, paşê bi alfabeya kîrîlî weşana xwe ya kurdî berde­wam kir. Dema ku min di salên 2001 û 2002’yan de li Erîvanê serdana rojnameyê kiribû de, kedkarê 40 salan ê rojnameyê Emerîkê Serdar diyar kiribû ku ev salek e ew derbasî alfabeya latînî bûne.

Ligel ku Salvegera 112 saliya Rojnameya Kurdistanê ye, her wisa jî îsal 80 saliya Rojnameya Riya Teze ye. Ji ber vê yekê dixwazim behsa serpêhatiya vê rojnameya giranbiha bikim. Divê bidim zanîn ku min beşek ji van agahdariyên li ser Riya Teze di qismek weşanên Kurdan û kitêba xwe ya bi navê “Gera Pênûsê” de jî weşand. Em vegerin ser serpêhatiya Roj­nameya Riya Teze.

Di sala 1929’an de Erebê Şemo û Îsheq Maragulovê aşûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîsînê dikin; di dibistan û gundên Kurdan de perwerdehiya kurdî didin. Hinek cudahî di nav­bera alfabeya wan û ya Celadet Bedirxan de heye. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê gavê di nav Kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek şûnde, ango di sala 1930´î de, di bin banê dewletê de Rojnameya Riya Teze li Erîvanê dest bi weşana xwe dike. Ji ber ku ji nav Kurdan kesên serwerî bikin nîn in, heta sala 1934’an rojname di bin rêveberiya ermeniyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan, ên ku fermalûyên Anatolî û Mezopota­myayê ne û baş bi kurdî dizanin, derdikeve. Piştî berpirsiya­riya her sê kesên Ermen, êdî ji sala 1934’an û pê ve berpirsiyarî dikeve destên Kurdan. Ji sala 1934’an heta 1937’an Cêrdoyê Genco berpirsiyariya rojnameyê kiriye.

Di sala 1937’an de, dema Stalîn e û şev û roj li Kurdan herimî ye. Bi navê kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexe kirin. Heta 1955’an rewş wisa kambax e, ji bo Kurdên Ermenistanê. Di sala 1955’an de li gel Radyoya Kurdî û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze dîsa ji xwendevanên xwe re dibêje 'Merheba'. Ji sala 1955’an heta 1989’an Mîroyê Esed bi qasî 34 salan berpirsiyariyê dike. Piştre bi qasî sal û nîvekê Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991’ê heta du-sê sal beriya niha jî Emerîkê Serdar berpirsê rojnameyê bû. Lê ji ber sedemên tendirûstiyê, Emerîkê Serdar cihê xwe spartiye Grîşayê Memê.

Emerîkê Serdar di sala 1959’an de wekî spîker (axaftvan) dikeve radyoyê û 2 salan karê spîkeriyê berdewam dike. Di sala 1962’an de dikeve nav xebata Riya Teze û nêzî 50 salan xebata xwe berdewam dike.

Riya Teze di dema Yekîtiya Sovyetê de, li Ermenistanê yekem rojnameya kurdî bû. Heta sala 1994’an, di hefteyê de du caran derdiket. Lê niha ji ber sedema aborî ji du-sê mehan carekê derdikeve. Rojname 4 rûpel e. Heta sala 1990’î, ku Sovyet hilweşiya 4 rojnameyên sereke yên Ermenistanê hebûn. Ew jî bi ermenkî, rûsî, azerî û kurdî bûn. Rojnameya bi kurdî Riya Teze bû. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenistanê, her wisa li seranserê Sovyetîstanê belav dibû; diçû Ewropa, Emerîka û Kanadayê jî. 4000 heb çap dibû û bi riya abonetiyê hemû jî belav dibûn. Rojname piştî hilweşina Sovyetê bi tenê li Ermenistanê tê belavkirin û tîraja wê jî daketiye 500’î. Emerîkê Serdar di serdana me de diyar dikir ku ew vê hejmarê jî bêheq li nav gundên Kurdan belav dikin. Li odeya biçûk a rojnameyê hîn bibûm ku nûçegihan, ango li gorî bilêvkirina Kurdên Erîvanê miqaledar, ango nûçegihanê 50 salî Mirazê Cemal yek bi yek li gundên Kurdan digere û rojnameyê belav dike.

Di destpêka salên 2000’î de Rojnameya Riya Teze xebata xwe bi çar kesan berdewam dikir: Emerîkê Serdar (Berpirsi­yarê Giştî-Redaktor), Grîşayê Memê (Cîgirê Redaktor), Riz­ganê Cango (Katibê Cabdar) û Mirazê Cemal (Nûçegihan). Sebaret vê nivîsarê min xwe gihand Dîrokzan-Nivîskar Celîlê Celîl û Şaîr-Nivîskar Eskerê Boyîk û hîn bûm ku niha bi tenê Grîşayê Memê û Mirazê Cemal mane li rojnamê.

Heta hilweşîna Sovyetê, Riya Teze weşana Partiya Komûnîst bûye. Lewma jî wan salan rewşa rojnameyê baş bûye. Grîşa­yê Memê li avahiya rojnamê diyar kiribû ku di salên Yekîtiya Sovyetê de, ji 14 qatên avahiya ku ew tê de ne, bi qasî qatekê ango 11 ode ji bo wan hatibû terxankirin, lê niha ew di nav du odeyên biçûk de hewl didin ku bijîn. Di heman hevdîtina me de, Emerîkê Serdar jî diyar kiribû ku di dema Sovyetê de 25 xebatkarên wan ên kurd hebûne, lê ew niha mane 4 kes.

Helbet ji bilî vê rojnameyê, Kurdên Qefqasyayê bingeha gelek rojname û kovarên din jî avêtine. Bi taybetî di dawiya salên 90’î û destpêka salên 2000’î de çend weşanên Kurdan derketine ku navên wan ev in: Welatê Rojê, Mezopotamya, Dostanî û Axîna Welat a ku li Moskovayê derdiket.

Sê hîmên bingehîn

Bi awayeke giştî em dikarin Rojnamegeriya Kurdî di bin banê sê xalan de kom bikin.

Rojnamegeriya Kurdî ya demên dawî yên Împaratoriya Osmanî û salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê:

Di vê serdemê de, bi taybetî piştî kar û xebatên rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê gelek kovar û rojname hatine weşandin. Çend kovar û rojnameyên girîng ên wê demê ev bûn; Şark ve Kurdistan 1908, Rojî Kurd 1913, Kurdistan 1918, Jîn 1918.

Serdema ku li Kurdistana Suriyeyê bi “Hawar” û “Ronahî”yê pêk hat:

Hawar’a ku ji hêla Celadet Bedirxan ve hate weşandin, di navbera salên 1932-1943’yan de li Şamê weşana xwe berdewam kir.

Serdema piştî 1990’î ku Tevgera Siyasî ya Kurd lez da xebatên xwe:

Bi gotineke din, kevneşopiya “Çapemeniya Azad” ku li Tirkiyeyê bi pêş diket. Di vê serdemê de, di serî de Yenî Ulke ya heftane, paşê jî rojnameyên bi navê; Özgür Gundem, Yenî Polîtîka, Demokrasî û Ozgur Bakiş yên rojane rastî pest-kotekî û çewisandinên giran hatin. Nûçegihan û nivîskarên van rojnameyên Kurdan ku bi tirkî derdiketin, ji hêla hêzên tarî ve hatin qetilkirin, gelekên wan birîndar bûn, îşkence dîtin, seqet man, cezayên giran xwarin, an jî terkeserê dinya­yê bûn û bûn penaber. Rojnameyek ji wan hate bombekirin. Tevahiya rojnameyên ku min navên wan da, hatin qedexe­kirin, cezayên giran xwarin û hatin girtin.

Li hêla din kevneşopiya rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat ku di sala 1992’yan de destpê kir û min bixwe jî bênavber 8 salan ked lê daye, peywira xwe ya bi navê “Dibistana Kurdî” heta îro jî bi şanazî meşandiye û dimeşîne.

Ligel tevahiya van geşedan û pêşketinan, Rojnamegeriya Kurdî tu caran ji nîrê “sirgunê” rizgar nebû. Rojnameyên ku di dîroka çapemeniyê de nav dane, bi piranî li Kahîreyê, Şamê, Stockholmê, Erîvanê, Moskovayê û Stenbolê bang li xwendevanên xwe kirin. Bi hêviya ku Rojnamegeriya Kurdî li Diyarbekirê, Li Silêmaniyeyê, li Mehebadê û li Qamîşloyê gur û geş bibe…

Bi hêviya gelek salên din...

rojnameger(at)hotmail.com  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

“Riya Teze ewledê min e, ez ewledê riya teze me!”

Hevpeyvîn bi Nivîskar Emerîkê SERDAR re

Salihê KEVIRBIRÎ

Rojnameger û Nivîskarê kurd ê eyan Emerîkê Serdar, di sala 1935’an de ji dayik bûye. Li gundê Sîpanê ya dorhêla Ele­gezê hatiye dinyayê. Pêşiyê wan jê re "Pampa Kurdan" digo­tin. Ev çend sal in navê gund guhertine û kirine Sîpan. 170-180 sal berê kal-bavên wî, ji dorhêla Qersê hatine Ermenîs­tanê. Ew ji eşîra 'Saniyan' e.

Serdar, piştî kutakirina 'Mekteba Elegezê' di sala 1954’an de li 'Fakulteya Zimên û Dîrokê ya Enstîtuya Ermenîstanê-Beşê Pedagojiyê' de hatiye qebûlkirin. Di sala 1959’an de xwendi­na xwe diqedîne. Sê salan li gundê Elegezê, dersdarî kiriye. Ew dersdarê Ziman û Edebiyata Kurdî û Ermenî bûye. Ser­dar, paşê dikeve nava xebata Radyoya Erîvanê Para Kurdî. Di dawiya sala 1959’an de dest bi vî karî dike, heta sala 1962’yan, wekî bêjer kar dike. Dîsa di sala 1962’yan de dikeve nava xebata Rojnameya Riya Teze û heta sala 2006’an bênavber 46 salan vî karî dimeşîne.

Emerîkê Serdar ji Erîvana Ermenîstanê pirsên me bersivan­din…

***

S.K.: Ezbenî rewşa tendirustiya te çawa ye? Rojên teçawa derbas dibin?

E.S.: Hema bêje temamiya rojê di mal de me. Çavên min xerab dibînin. Lingê min jî diêşin. Zehf kêm ji mal derdikevim. Guhdariya radyoyê dikim. Keça min Nurê ji min re pirtûkan dixwîne.

S.K.: Gelo civat li te diqeside an na? Dost, heval û hogirên te yên berê têne serdana te?

E.S.: Bawer bike na! Ez diçim cem wan. Heftê carekê bi qasî saetekê du saetan diçim cem hevalan. Lê gelek caran ji derveyî welat telefonê min dikin, li halê min dipirsin. Ji Ukraynayê, ji Rusya û Ewropayê pirsa min dikin.

S.K.: Mamê Emerîk ev çend sal in te dev ji rojnamê berdaye?

E.S.: Ev bûn sê sal. Rewşa rojnamê ne baş e. Sê çar mehan carekê jî dernakeve. Serkariya rojnameyê baş karê xwe nake û rewş xerab e. Hejmarên derdikevin jî, naçe nava gel.

S.K.: 80 sal in ku rojnameya Riya Teze heye. Nêzîkî 50 sal in ku keda te di nav xebata rojnamê de heye. Bi rastî jî gava behsa Riya Teze bê kirin, navê cenabê te di nava sê-çar kesan de ye. Keda te gelek mezin e. Gelo tu bêriya xebata li nav rojnamê dikî?

E.S.: Salih can tu hatî cem me û bi rewşa min baş dizanî. Tiştê ez bêjim, dibe ku ji aqilan der be! Gelek caran ez di xewna xwe de dibînim ku ez li rojnamê kar dikim, dixwînim, dinivîsim. Ev xewna min a sereke bûye. 46 salan bênavber min li rojnamê kar kir. Ez bûme ewledê wê rojnamê, rojname jî bûye ewledê min. Rojname ketiye dilê min û rûhê min, lê heyf ku niha rojname ne li cihê ku heq dike ye. Ev tişt gelek li min çetin tê, ez gelek li ber xwe dikevim.

S.K.: Gelo tê bîra te gava nivîsa te ya ewil di rojnamê de derket. Kîjan sal bû, nivîs li ser çi bû? Piştî wê nivîsê hest û ramanên çawa li te peyda bûn?

E.S.: Li ser vê pirsê keneke biteqil dike, paşê berdewam dike- Salihê bira spas bo vê pirsê! Baş tê bîra min. Sala 1955, meha sibatê bû. Min helbestek nivîsî bû. Li ser aştiyê bû. Min dixwend, lê min ji çavên xwe bawer nedikir ku navê min di rojnamê de hatiye nivîsandin. Min li kuçe û kolanan, li her derê nivîsa xwe nîşanî hevalan dida û digot va ye nivîsa min di Riya Teze de derketiye.

S.K.: Ji wê demê heta niha hejmara nivîsar-makale-roportajên te yên di rojnamê de derketî gelek in ne wisa?

E.S.: Erê lê çawa? Rastî ji birayê xwe re bêjim, hema ji hezarî zêdetir nivîsên min ên li ser edebiyata kurdî çap bûne. Di sala 1966’an de, ilimdar û zanyarekî îngilîz li ser Edebi­yata Kurdên Sovyetê pirtûkek çap dike. Tê de dinivîse ku Emerîkê Serdar di nav Edebiyata Kurdên Sovyetê de mirovê pêşin e ku bi rexnekirina edebiyatê ve mijûl e.  

S.K.: Siheta te xweş ezbenî. Bêguman Emerîkê Serdar di nava edebiyata Kurdên Sovyetê de navekî sereke ye û şayanê rûmetdayîn û xelatkirinan e. Te bixwe çend xelat jî wergirtine. Yek ji wan xelatan, te çendek berê wergirt. Gelo dikarî hinek behsa wê xelatê bikî?

E.S.: Belê serçavan! Navenda Bîyografî ya Navneteweyî (International Biography Center) ku li Cambridge’a Îngilîs­tanê karê xwe dimeşîne, bi navê “Profosyonelê Cihanê yê Mezin-2009” ez xelat kirim...

S.K.: Xelat kete destê te?

E.S.: Belê çawa? Ji min re şandin. Vê gavê ew xelat li mala min, li ber destê min e… Berê jî, di sala 1986’an de ji hêla Hikûmeta Ermenistanê ve ez hatime rûmetkirin.

S.K.: Wekî tê zanîn cenabê te xwediyê gelek berheman e jî...

E.S.: Rast e! Heta niha 7 kitêbên min derketine. 5 ji wan bi kurdî ne. 2 heb ji wan li rûsî hatine wergerandin. Min bi qasî 10 kitêb jî, ji rûsî û ermenkî wergerandine kurdî.

S.K.: Mamoste Emerîk ez dîsa vegerim ser Riya Teze. Gelo çi ye sedem ku rojname heta niha weşana xwe berdewam dike. Ev hêz ji ku tê? Piştî hilweşîna Sovye­tê, di nava şert û mercên gelek dijwar de -ku ne av, ne elektrîk, ne gaz hebûye- te serpereştiya Riya Tezeyê kiriye. Gelo ev eşq û evîna mezin ji ku tê?

E.S.: Meqseda te piştî salên 90’î ye. Min ji sala 1991’ê heta 2006’an berpirsiyariya rojnamê kiriye. Gotinekî me Kurdan heye. Dibêjin; “min bi neynûkên destan kir!” Bi rastî jî min bi neynûkên tiliya xwe rojname xweyî kir û parast. Hikûmet nedibû xweyî, ez diketim gundan. Gund bi gund digeriyam û min karê rojnamê dimeşand. Te got eşq û evîn. Mamoste hebûn ku qirûş bi qirûş pere ji şagirtên xwe berhev dikirin, dianîn didan me ku rojname nesekine û berdewam bike. Li hêla din neteweperestên ermeniyan û cehşên êzîdiyan hebûn li dijî min derdiketin. Sedem jî ev bû. Tu jî dizanî, rojname heta sala 2000’î bi alfabeya kîrîlî derdiket. Min biryar girt ku bi tîpê latînî çap bikim. Lewre dijminatiya min gelek hate kirin.

S.K.: Ezbenî fikir û ramanên te li ser 112. Rojnamege­riya Kurdî û 80 saliya Riya Teze çi ne?

E.S.: Bi tenê ez dibêjim şikir ji Xwedê re ku 113 sal berê bi saya rojnameya Kurdistan, dinya bi me hesiya ku em kurd xwediyê rojnameyekê ne. Her wiha dibêjim rehma Xwedê li Mîthed Mîqdat Bedirxan be, cihê wî bihuşt be. Her wiha kovarên bi navê Hawar û Ronahî jî şanaziya edebiyata me Kurdan e. Zehf razî me ku kurd xwediyên wan kovar û rojnameyan bûne. Ew stêrkên geş in di asîmanên rojname­geriya me de.

Ez bêm ser Riya Teze. Rastî mala Xwedê, heta sala 2006’an jî rojname karê xwe bi serfirazî kir. Heta wê salê jî, Riya Teze, neynika tevahiya Kurdên Sovyetê bû. Piştî min dev ji rojnamê berda, kesên li pey min, karên rojnameyê baş name­şînin. Ji ber ku kadroyên me yên sereke neman. Derketin û çûn! Berê kesên wekî Prof. Celîlê Celîl, Babayê Keleş û Eskerê Boyik hebûn.  Gotinekî me kurmancan heye, dibêje; “dasa mêra, maye ji kundê dêra!”

S.K.: Emerîkê Serdar careke din bihata dinyayê, cara ewil dixwest çi bike?

E.S.: Ez careke din bihatama dinyayê, minê dîsa bixwesta karê rojnamegerî û nivîskariyê bikira. Li hêla din, ne tenê li nav gundên Ermenistanê, ezê li seranserê gundên Kurdistanê bigeriyama. Ev daxwaz, baristana dilê min e.

S.K.: Ezbenî pirsa min a dawiyê ev e; tiştê di dilê te de maye û heta niha te nekiriye çi ye? Tiştek heye ku tu dibêjî, “xwezî min ew jî bikira çi dibû bila bibû­ya…”

E.S.: Min dixwest heta roja mirinê min di rojnamê de kar bikira û di nava xebatê de bimama.

S.K.: Mamoste Emerîkê Serdar siheta te xweş. Xwedê qewet û tendirûstiyê bide. Fikra min ew e ku tu li rojnamê jî bî, ne li wir jî bî, tu yek ji sembolên Riya Teze û Rojnamegeriya Kurdî bixwe yî… Mala te ava be ezbenî…

E.S.: Avatir birê min, zehf razî me…

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Lİ ERÎVANÊ ROJNAMEYEKE KURDAN:

WELATÊ ROJÊ

Salihê KEVIRBIRÎ

Gava mirov bixwaze li ser çand, wêje û çapemeniya Kurdên me yên li Qefqasyayê lêkolîneke berfireh bike, dê mirov bi hêsanî bibîne ku guncantirîn cih ango dever Ermenîstan û paytexta wê Erîvan e. Bi rastî jî Kurdên me yên li wî aliyê ‘Arasê’, piştî nefî û fermalîbûna fileh û êzidiyan, di warê kurdewarîbûnê de gavên berbiçav avêtin û di vî warî de xwe ‘qerase’ kirin.

Weşana ‘Mala Kurdan, ‘Welatê Rojê’ ji sibata 1999´an û vir ve derdikeve. Di destpêkê de rojnameya ku 15 rojî bû, niha mehane derdikeve. Berê bi 4 rûpelî bû. Piştre bû 8 rûpel niha jî wekî 16 rûpel derdikeve. Her çiqas du rûpelên dawî bi kurdî û tîpên latînî bin jî, giraniya rojnameyê bi ermenkî ye. Serkarê Giştî yê Rojnameyê Akademîsyen û Nivîskar Çerkezê Reş sedema vê yekê wiha diyar dike: ‘Me xwest gelê Ermenî çand, dîrok û edebiyeta me binase...’

Heger mirov behsa naveroka rojnameyê bike mirov dikare bibêje ku çandî, wêjeyî û siyasî ye. Lê Çerkezê Reş dibêje ku ew rojnameyeke îdeolojîk û siyasî ye û nikarin xwe ji rewşa tevgera gelê Kurd bişon. Li gorî îdîaya berpirsiyarê rojname­yê, çara ewil li Ermenîstanê ‘Edebiyata Kurdan a Qirna Navîn’ di rojnameya wan de hatiye nivîsîn. Wekî mînak jî dibêje ku wî cara ewil di dîrokê de helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî tercûmeyî ermenîkî kirine û di rojnameyê de weşandine. Niha jî rojname li ser Nîzamî Gencewî disekine ku di sedsala 12’an de wekî fikirdar û helbestvanekî mezin tê hesibandin. Çerkezê Reş diyar dike ku li aliyekî azerî, li aliyê din faris li Gencewî xwedî derdikevin, lê ew bixwe Kurd e û bixwe ji Gencê bûyê ku wê demê di destê Kurdên Şidadî de bûye.

Bi tevahî 3 kes xebata rojnamayê dimeşînin: Çerkezê Reş, Derya Botan û Karîne Usubyan. Berê tîraja rojnamayê 1200 heb bû, niha tîraj daketiye 700’î. Lê xebatkara rojnameyê Karîne Usubyan diyar dike ku ev tîraj têrê nake, lewre pêwîst e ku ew tîrajê zêde bikin. Dema me xwest ku Usubyan behsa nêzîktêdayîna gelê Ermenî ji me re bike wiha dibêje: ‘Gelê Ermenî bi kêfxweşî li rojnameya me mêze dike. Ji ber ku giraniya zimanê rojnameya me bi ermenikî ye, hê bêhtir aleqa nîşan didin. Çend kes ji gelê Ermen hene ku tên li rojnameyê dipirsin...

Rojname di varê teknîkê de di nava kêmasiyan de ye. Pêdivî bi kompîtûr û skaynerekê heye. Her wiha Çerkezê Reş dibêje ku ew di warê bernameya zimanê kurdî ya li ser kompîtûrê de jî zehmetiyê dikişînin.

Berpirsiyarê rojnameyê Çerkezê Reş xwediyê portreyeke ci­hêreng e. Ew di sala 1955’an de li nehiyeya Ecmîedzînê ya Erîvanê hatiye dinê. Li Znîngeha Erîvanê Fîlolojiya ermenkî qedandiye. Di 24 saliya xwe di li heman zanîngehê dibe  mamosteyê dîroka edebiyata Ermeniyan. Çerkezê Reş teza xwe bi navê; ‘Têkiliya Kurd û Ermeniyan di nava dîroka wêjeya Ermenî de’ pêk aniye. Ew 22 sal in ku dersê dîrok û zimanê ermeniyan nîşanî kurd û Ermeniyan dide. Sê kjitêbên Çerkezê Reş hene:

‘Şoreşa Xebera’ ‘Du pa eşqê qîza şevîn’ û ‘Veçêkirinên Zargotina Kurdan di nav edebiyata Ermeniyan de’ Nêzîkî 150 gotar û nivîsarên wî di Radyoya Erîvanê û Rojnameya Riya Teze de hatine weşandin. Çerkezê Reş, li Moskovayê 4 salan di redaksiyona Kovara Kurdistan Report de xebitiye.

Berfanbar 2002. Erîvan- Ermanîstan 

 

 

 

 

 

 

 

 

VII.        RADYO Û TELEVÎZYON

NÊRÎNEK LI WEŞANÊN ÇANDÎ YÊN TV´YÊN KURD

Burhan ERDEM

Ji ber ku ev salên dirêj in ez di nava vî karê televîzyonvaniyê de me, ji xwe re wî mafî dibînim ku, li ser tv´yên Kurd biaxivim. Dîsa ji ber van salên dirêj ên xebata xwe, ez baş dizanim ku damezrandin û xebitandina kanaleke tv´yê çawa zehmet e. 

Ev kanalên hene bi kedeke gelekî mezin hatine damezirandin û pereyekî xwediyê mîqtareke hêja li van diçe. Helbet li gorî vê kedê, mirov dil dike ku ev kanalên hanê baş bin. Bi xwe ez ne tenê başbûna kanala jê re dixebitim ROJTV dixwazim, daxwaza min başbûna giş kanalan e. Ji bo vê yekê jî îhtiyacî bi rexneyan heye, ku min ev yek ji xwe re kiriye mijara vê nivîsê.

Sedema îhtiyaca van rexneyan jî ew e ku, di van demên dawî de baweriyek bi min re çêbûye li ser tv´yan. Ez gihiştime wê qineetê ku van salên derbasbûyî yên duhezaran li medyaya Kurd nehatiye. 

Baş dizanim ku ji serî ve em ne xwediyê medyayeke têkçûyî bûn, vê medyaya me ya îroj di destpêkê de baştir bû. Ne tenê ji aliyê televizyonên Kurd ve, ji aliyê hemû organên weşan­geriyê ve, em demên gelekî nexweş dijîn. Ji ber ku min jiyaye, ez dikanim bi dilrihetî bêjim ku, salên nodî xweştir bûn. Ne ku ez nostaljiyê dikim, na! Ji wê nostaljiyê zêdetir, ji bêrîkirina hevalên wê demê zêdetir tiştek heye.

Di rojên pêşîn ê karê televîzyonvaniya Kurd de xebitîm. Min coşa destpêka televîzyona Kurdî, li welêt jiya, ji xwe beriya wê jî, min ya rojnameya rojane jiyabû. Îcar ji bo min şans bû ku di dema jîna wê coşê de ez yek ji xebatkarên wan bûm. Belkî jî ew coşa wî nifşî ye, niha vê rexneyê bi min dide gotin, lê ez dîsa bêjim, ez bi xwe nizanim. Lê ez behsa çimanî û çawaniya gihîştina xwe ya vê qeneatê bikim.

Ji ber ku karê ez dikim vê dihundirîne, ez piraniya rojname­yên Kurdan dixwînim, li´tv yan temaşe dikim û ji hemûyan zêdetir jî, li malperên li rûyê cihana înternetê mêze dikim, ji ber rewşa heyî ya weşangeriyê bêmoral dibim! Bi taybetî jî, ji ber ew malperên girseya wê ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk têne de. Yên bi tîpên latînî. Vana ji sibê heta êvarê dijû­nan diweşînin û di têbiniyên mijarên nivîsandî de –ku dijûn in- çêrî hev dikin. Mixabin navên van malperan jî, bi Kurd û Kurdistanê hatine nivîsîn. Ev çend meh in, ne ji mecbûrî be, ji bo agahdariyê (!) ez nema vana dixwînim, ku vê helwesta hanê niha hinekî psîkolojiya min baştir kiriye.

Lê vêcarê kanalên televîzyonên xwedî nasnameya Kurd û ji bo gelê Kurd weşanê dikin, min gelekî nerehet dikin. Ez ne yekî wisa me ku bi hêsanî nerehet bibim. Min nerehetiya ji weşana heyî ya siyasî, terikandiye. Rewşa çand û hunerê, nêzikatiya kanalên tv yên Kurd a giştî jî min nerehet dike. Û di encamê de rexneyên min bi xwe re tîne.

Kanalên xwediyê navên `Kurd û Kurdistan`ê ji nûçeyên protokolê zêdetir karekî nakin û ciddiyeta wan a siyasî tenê ji rêxistina wan damezrandî re ye. Di bernameyên wan ên civakî de, çanda populer tê bi pêşxistin û kalîteya wan ji ya tirkan jêrdetir e. Televîzyona ez tê de dixebitim jî di nav de, tu kanalek nîn e ku, ji bo zarokan bernameyeke hêja çêkiri­bin. Medtv û Medyatv ji vî alî ve, ji hemû kanalên heyî baştir bûn û bi qasî hemû kanalên heyî bernameyên wan ên ji bo zarokan hebûn. Herçiqasî navê PKK`ê li ser hebû jî, ji hemû tv yên niha zêdetir neteweyî bûn. Alîkariya pêşxistina sîne­ma, muzîk û şanoya Kurd dikirin. Ev jî ne wekî ku hin kanal aniha dikin, tenê çêkirina du klîban bû û tenê ji hunermendên rêxistina xwe re...

Îcar çareserî jî ne ew e ku, hin kesên bi îddiaya li dervî rêxistinan in, rabin kanalan damezrînin. Çare ne ew e ku, kapîtalîstên Kurd dest biavêjin vî karî.  Lewra wê hesabên wan ji partiyan zêdetir zirarê bide civakê. Hin kes hene wisa bi îddîaya lîberalîzekirina medyaya Kurd derketine pêş. Lê gereke mirov xwe ji vana biparêze. Bi ya min çareserî ew e ku rêxistinên li pişta van kanalên tv´yan, bêtir neteweyî bifikirin ji bo weşanên xwe û bi taybetî zarok, pêşxistina civakê ya ji aliyê perwerdehiyê bikin armanca xwe. Eger ew nekin ewê hin kesên din bikin. Hina ji vana ji niha ve dest pêkirine!

Di Tvyên Kurdan de çand û huner

Wekî televîzyoneke neteweyî kanaleke Kurd a xwediyê weşana giştî –ne tematîk-, bi famana berfireh a çandê kar dike. Vê famana berfireh jî awayê jiyanê, kevneşopî, avadanî, xwarin, şert û awayê xebata mirovan, têkelî û danûstandinên di nava mirovan de, ol û baweriyên gel û hwd. dihundirîne. Ji bo ragihandina vana ya ji gel re jî rêbaza li pêş, divê famana teng a çandê be. Ev famana teng a çandê jî, wekî heft hunerên xweş mirov dikane kurteber bike. Vana jî wekî tema ji bo her kanalên giştî pêwistiyek e. Lê rewşa Kurdan ne ew rewş e, ku kanalek bikanibe bibe xwediyê bersiva ji bo vê pêwistiyê.

Kanala tv´yê medyûmek e, ku tiştê li nava jiyana rojane heye, ji xwe re dike tema û bi programên cihê diweşîne. Bi wî şertî ku ne tv´yeke li ser temayekê be. Lewra di roja me de ev kanal wisa zêde bûne ku, êdî tenê kanaleke muzîkê jî ji bo Kurdan heye. An jî kanaleke tenê ya nûçeyan.

Mijara me kanaleke giştî ye û awayê peydakirina mijarên xwe ye. Ji ber vê jî mirov mecbûr dimîne, ku li nava civakê binêre û tiştên heyî bi kirina mijarên bernameyan bi kar bîne. Ji vî alî ve îhtiyacî bi hunerê heye, ku hin mirov vî karê bernameçêkirinê jî wekî huner dihesibînin. Lê kanala tv´yekî mediyûmeke ku dikane tenê di destên hin kesan de bibe huner. Tenê di rewşeke wisa de dikare wan heft hunerên xweş, bi xweşahiya hunerê tv´çêkirinê re bike yek û ji gel re ragihîne.

Gava ku mirov li tv´yên heyî yên Kurdan dinêre, kanalên gelekî bi îddîa jî di nava wan de, hunera xweş tenê wekî huner girtine dest. Yanî bi gotina` bila di kanala me de ev jî hebe` mirov dikare rewşa wan îzah bike. Di kanala ez lê dixebitim de, di Kanala Rojtv`yê de, belkî ji aliyê îdeolojiyê ve nêrîneke sererasttir a li çandê heye, him ji aliyê famana berfireh û him jî ji aliyê famana teng ve, çand û huner ji bo gel e. Lê di encamê de, çand û huner tenê ji bo tv´yê heye. Min di hevoka xwe ya jor de gotina `belkî bi kar anî. Ne belkî ye, ez jê bawer im ku di aliyê îdeolojiyê de nêrîna rêveberên tv´yê ya li çand û hunerê, nêrîneke rast e. Lê tevî vê nêrînê di encamê de, mirov nikane bahsa cihêtiyeke wê ya ji kanalên din heyî jî bike. 

Kanalên heyî çand û hunerê wekî pergala reklama firotina malê xwe dibînin. Malê wan jî propagandayeke tund e. Ez nabêjim gereke propaganda neyê kirin. Na! Gelekî berovajî we, pêwistiyeke mezin a propagandayê heye. Lewra rewşa welatê Kurdan muhtacî vê yekê ye. Lê ne wisa bi tundî. Hin ji kanalan dest bi weşandina film û serîyên Holiwood û Boliwoodê kirine û bi vê yekê xwe wekî kanaleke pêşketî ya Kurdan dihesibînin. Yanî Kurd ji wana kêm bimînin ewê azad nebin. Bi dîtineke wisa derketine weşanê û wê bi van fîlm û seriyan gel perwerde bikin.

Soap-serie`yên me gelekî zêdebûne û him jî bi zaravayê soranî, di kurmancî de hînê kêm in, lê ji bo kurmancî jî reality-show di rojevê de ne. Li kanala me hemkareke me xwediyê rexneyan bû, li ser bûyerên tacîz û tecawizê em kêm rawestiyane û wekî mîna bahsa bûyera li Sêrtê dikir. Lê awayê çêkirina programeke îdeala wê, di devê wê de bû û di demên bîhnvedanan de, ji herkesî re bahs dikir. Ne hewce ye mirov bahsa naveroka wê bike, lê awayê wê vedigot, ew awayê reality-show bû. Yanî wê mirov bidana axaftin, ew qurbanên bûyerê, li binê muzîkeke pirça mirov diweşîne û ji serê deqeyê jingle û hwd. Wê bixemilandiba li gorî famana xwe ewê wê mefhûma ku wekî  çanda tecawizê tê navandin, bi çend programên wisa ji hole rabiba. Lê fikrekî din hebû, ku li ser bersiva vê pêşniyarê dihate axaftin, ji bo ji holêrakirina wê çandê, çanda tecawizê, diviyabû bi çanda tekoşînê hatiba dayin. Li ser bûyera li sêrtê çêkirineke stranekê û ji bo wê stranê jî klîbek pêşniyar dikir.

Ev jî nêzîkatiyeke din a balkêş e, ji çand û hunerê re. Temam huner ne tenê ji bo huner e, ji bo gel e. Ji bo ragihandina çanda di famana berfireh de, ya ji bo nifşên dahatûyê huner amûra herî baş e. Gereke huner xwe bigihêjîne gel û gel bigi­hêjîne weşana kanaleke tv´yê, lê ne bi nêzîkatiyeke li ser esasê bikaranînê. Jixwe hunermend endamekî civakê ye û ger mejî jî tevî hest pêre hebe ewê rewşa civakê bibîne û li ser wî esasî şikil bide hunerê. Ne hewce ye, ku kes an rêxistin û an jî kanaleke tv´yê bide sparîşkirin.

Eger mirov ji famana teng a çandê dest pê bike û li rewşa Kurdan binêre di hemû hunerê me de wê mesaja `neteweyî` hebe. Yanî jixwe bi kurdî be ew mesajek bi xwe ye. Hin lîstikên dewletê di van demên dawî de li ser vê kurdîbûnê peyda bûne, ez vê nahesibînim! Lê ji bo min bi kurdîbûn wê mesaja neteweyî dide, yên ji vî alî ve bêtir dewlemend jî wê bêtir werin hebandin. Karê tv´yên Kurdan jî hêsankirina vê hebandinê ye, ango ragihandina wê ya ji gel re ye.  Ez dibêjim gereke tv´yên me bazara hunerê nekin, tenê piştgiriyê bidinê. Bi taybetî jî piştgiriya tiyatro, sînema û dansê bikin. Bêyî berhemên van beşên hunera xweş, jiyana kanaleke tv´yê ne mumkun e. Tabîî, her kanal niha ji aliyê xwe ve piştgiriyê dide, lê tenê piştgiriya wan kesan dikin ku, propagandaya wan a siyasî bikin. Vana ji bîr dikin ku, yên biryardar gel e.

Ji me re MEDTV divê!

Weke rojnamevanekî tv yê, min dixwest kanaleke hebûya ku, rûyê weşana wê, li aliyê pêşxistina gel û têkoşîna wê bûya. Lê mixabin kanalên tv´yên me, ne xwediyên rûyekî wisa ne. Hin kanal derketin, `xwerû bi Kurdî`, û xwedê giravî bêyî hesabên siyasî yên rêxistinî, lê di warê xwegihandina gel de qels man. Hesabên wan ên siyasî nîn bin jî, hesabekî wan î giran ê aborî heye. Ez bawer nakim ku, ticarî kanalek bikanibe xwe bighîne serkeftina siyasî û çandî ya MEDTV yê. Lewra ew rihê bi pîonerên vî karî re, ew pêşengên vî karî wê careke din neyên peyda kirin! Bersiva çimaniya vê yekê jî, famana hingê û ya îroj e.

Ew pêşengên damezrendêrên MEDTV`yê xwediyê wê dîtinê bûn ku, dixwestin çanda Kurd biparêzin daku ji nifşên dahatûyê re ragihînin. Ji bo vê jî pêvajoyeke afirandine ku li ser berdewamkirinê ye. Domandina tv´yê armanca wan a sereke bû. Û ez niha bi hêsanî dikanim bibêjim ku ew gihaş­tine wê armanca xwe. Zimanê li ber sekratan bi saya wê gava wan bû zimanê medyayê. Herçiqasî ew çanda domînant, ku li ser serê Kurdan wekî şûrê demokles mabe jî, tiştê MEDTVyê bi xwe re anî, rêlibergirtina wendakirina çandê bû.

Cara pêşîn ji çarperçeyên welêt ewqas mirov gihaştibûn hevdû û fêrî pevrekarkirinê bûbûn. Emansîpasyona jina Kurd, ticarî bi qasî dema weşana MEDTV´yê ewqasî bipêşneketiye. Bixwehesîna ji Kurdan re ya ku MEDTV´yê daye îroj jî bingeha têkoşînê ye. Kurdên bi zimanên din xwe `enterteint` dikirin, niha li berhemên xwe xwedî derdikevin. Ez dubare bikim; bi ya min ji van aliyan ve ticarî ewê tv´yeke din bi qasî MEDTV´yê serkeftî nebe.

Ev serkeftin herçiqasî ne di rojevê de be jî, kes bahsa wê neke jî, ji herkesî re eşkere ye. Ji aliyê din ve pêvajoya berdewamkirinê ango domandina tvya kurdî jî serkeftî ye. Zextên gelekî giran li dijî MEDTVyê hebûn. Di şertên gelekî zahmet ên hiqûqî de, weşan dikir. Kontrola li ser wê, li devereke din a cihanê tunebû. Cezayên pereyan yên li weşana wê dihatin birîn, bi qasî yên hemû dîroka rojnamegeriya kurd e. Tevî vê yekê xwe domand. MEDTV yê, xwedîlêderketina li organeke weşangeriyê kiribû çanda Kurdan. Di roja me de kurd gihaştine wê rewşê ku, ewê hertim xwediyên tv ya xwe bin. Operasyona dawîn a li dijî ROJ TV`yê îşareta vê yekê ye. Êdî wê armanca sereke ya ddomandina karûbarê tvyeke kurd, bûye veguhezandina civakê. Hemû tvyên Kurdan jî ketine nava hewldana veguhezandina bi aliyê xwe ve ya çand û hunerê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ROJA SALVEGERA MEZIN

Mîrhem YÎGÎT

27´ê Gulanê, roja damezrandina Radyoya Dengê Mezopo­tamyayê ye. Radyo wek îro berî bi 9 salan ji diya xwe bû û bi gotinên dê û bavên zarwên nûxurî, sala 2001´ê çavên xwe li jiyanê vekirin.

Bi Radyoya Dengê mezepotamya li saziyên neteweyî yeke din zêde bû û ew jî wek hejmarek saziyên din mohra Tevgera rizgarîxwazî hildigre ku wek xizmeteke dîrokî kete lîsteya projeyên sînornenas û sînorqevêz.

Di van 25–30 salên dawî de tevgera rizgarîxwazî li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê çendalî bi qevzên mezin bi pêşket.

Di van salan de Kurdan guhertin û pêşketinên di sedsalan de nedîtibûn, nas nedikirin, bi dest nexistibûn berlep kirin û ber bi qonaxeke berhemdartir, hişmendanetir ketin rê.

Kurd ji rewşeke gelekî lipaşmayî, jihevketî, bêtifaq û li dijê xwe derketin cihekî pirr cihê. 

Kurdan di mêjî û dilê xwe de navçegerî, malbatperestî, ezbet­perestî û bavikperestî şikenand û li ser asteke berz û neteweyî xwe di her aliyê jiyanê de ji nû ve avakirin.

Kultureke siyasî, neteweyî, demokratîk û xwebirêvebirinê anîn pê. 

Bi gotineke din, Kurd, bûn xwedî serokayetî, xwedî rêxistin, medya satelîtî, radyo û butçyeke neteweyî.

Di vê demê de hejmarek Instîtû, yekîtî û hejmarek saziyên civakî, kulturî, hunerî, federasyonî û medyayî, girêdayê cebhê weşan û çapemeniyê çêbûn.

Kurdan nas kir û di nav ketin û rabûnê de bi bedêleke giran dîtin ku hêz û xurtiya neteweyekî di derece û nisbeta organî­zebûyîna wî û xwedîmedyabûna wî de ye. Şik û gomana wan nema ku bi qasî medya xwe tu heyî û xwedî gotin î.

Giş dîroka siyasetê dide qebûlkirin ku neteweyek çendî xwe bi rê bixe û ev rêxistin jî çendî heralî be û giş aliyên jiyanê bigre, herwuha çendî vê organîzebûyînê, xwe bi medya û derfetên medyayî, dariştibe, çendî heralî û bikêr be, hemdem û bi teknolojiyeke pêşketî xwe rapêçabe, ewçendî çarenûs û siberoja netewe jî garantî û ewle dibe û ewçendî jî netewe li dijê êrîşên ji derveyî xwe, dibe xwedî karîn, da ku xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne.

Zemanekî awe û şêweyê xwebirêxistinkirina Kurdan gelekî tiradisyonel, ne bi zeman û hevçerxê xwe re û kevnarane bû. Kurd bê rojname, bê radyo û bê televizyon bûn. 

Li aliyê din ev şêwerêxistinên hebûn jî yekalî, teng û gelekî bisînor bûn, ne li gora demê û ne li ser asta xelk û welatên hemdem bûn.

Îro rewş bi temamî bi awayekî din e. Kurd bûne xwedî komele, enstîtu, akademî, federasyon, Konfederasyon, sazî û heralî xwe bi rêxistine û çerx û aşê medya di destên Kurdan û di xizmeta wan de jî ne kêmî ya hinek xelkên xwedîdewlet e.

Di serî de Med Tv û piştre hejmarek televizyonên din yên ezmanî ketin jiyana weşanê. Hejmara televizyonên ezmanî îro di nav 15-20 kanalan re ye û hê jî di nav zêdebûnê de.

Cardî ev 20-30 salên mijara gotinê ji ber jidaykbûna ewqas saziyên neteweyî ku gelek ji wan cara ewil di dîroka Kurdan de ketin jiyanê, ev sal bi cebhe û rûyekî xwe jî bûn salên salvegeran.

Salvegera rojnamegeriya kurdî, salvegera festîvala ewil, salvegera mihrîcana ewil, salvegera yekemîn parlamentoya Kurdistan li derveyî welat, salvegera damezrandina Kongra Neteweyî, salvegera PENa Kurd, salvegera yekemîn satelîta kurdî, Radyoya Dengê Mezepotamya û Hwd. bi tenê çend nimûne ne.

Yek ji van salvegerên girîng di dîroka me de salveger û salroja Radyoya Dengê Mezepotamya ye.

Radyoya Dengê Mezepotamya berî bi 9 salan, sala 2001´ê di 27´ê meha Gulanê de dest bi weşana xwe ya tecrûbeyî kir.

Di van salên buhurî yê hezarsala nû de vebûna Radyoya Dengê Mezepotamya bi serê xwe jî yek ji bûyerên helî biban­dêr û xwedîşop e, di dîroka medya Kurdan de.

Radyoya Dengê Mezepotamya di nav van 9 salan de ketiye jiyana milyonan... Hejmara guhdarên radyo sal bi sal zêde­tir dibe û ev jî ji telefon û ji bernameyên coceror tê dîtin.

Coxrafya guhdarîkirinê firehtir e îro ji hercar. Radyo ketiye zîndanan, bi sedan name ji zîndanên Kurdistan û Turkiye tên ji radyo re.

Herwuha tê zanîn ku di nav şervanên azadiyê de jî weşanên radyo bi germayî û dilovaniyeke bêpayan tê guhdarîkirin.

Radyoyeke di nav çend salan de guhdarên wê ewçendî zêdebibin, wuha bibin bi milyonan, ewçendî ji bo Kurdên cihanê bibe navnîşana hevbeş, çênebûye.

Bi vê minasebetê, bi minasebeta nehemîn salroja Radyoya Dengê Mezepotamya me pêwist dît em vê roja pîroz, hinekî li ser dîroka vê radyoyê, rola wê, coxrafya xîtabkirin û xwegihandina wê, bername û hejmara zaraveyên wê û gelek aliyên din ku ji bo guhdarên me cihê meraqê ne, bisekinin.

Lê berî wê em dixwazin bi çend gotinan û gelekî bi kurtî be jî çavekî bavêjin dîrok û pêşketina radyo û radyoyên kurdî û dawî jî bên ser Radyoya Dengê Mezepotamya.

Çend gotin li ser dîroka radyo:

Radyo bi nisbet telegiraf û telefonê derengtir ketiye jiyanê. Tu li eslê wê binerî keşfa telgiraf û telefonê du gavên wiha ne ku yek ji ya din ji diya xwe bûye, yek ji ya din re bûye dayik û pîrik û herduwan jî bi hev re çêbûna radyo han dane.

Ji ber ku gelek ji prensîpên wan yên xebatê hevbeş in. Ligora agehdariyên li ser dîroka radyoyê ber bi dawiya salên 1800´î û li dora 1900´î li Mecarîstanê bi navê “Budapeşt register” radyoya bi qeblo pêde bûye.

Telefon heta bi demekê wek navgîneke ragihandina di nav kesan de rola xwe lîstibû û di encamê de tiştê ji telefonê dihate xwestin û gerek bianiya cih jî ev têkiliya di nav kesan de bû.

Ev teknîk û teknolojî di nav 15- 20 salan de çend gavên din bi pêş dikeve û bi her pêşketinê re fonksiyonên ev teknolojî tîne cih, bihêztir, kamiltir û pratîktir dibin.

Û Ji cihekî û pê de telefon dest pêdike fonksiyonên tîne cih zêdetir, dewlemendtir û bihêztir bîne cih.

Ku ew jî ew e ku wek navgîneke ragihandina muzîkê û nûçe­dayin û nûçeragihandinê ye.

Hêjayê gotinê ye ku kesên xwedî telefon bûn, telefonên xwe bi sentiraleke navendî û hevbeş ve girêdidan û di dema weşa­nê de, bi hev re guhdarî dikirin.

Belê di wateya temam de weşana radyoyî sala 1920´an li Emerîka li Pittsburgê çavên xwe vedike.

Salên piştî 1920´an şîrketên navdar RCA û Marconi şarezayî û îmkanên alimên mîna Maxwell û Hertz Tesla jî dixin xizmeta teknolojiya heye û bi saya lembeya navdar û efsûnî yan jî aletê ku jê re “Tupê Vakum” tê gotin û ji aliyê Forest hatiye bipêşxistin, dibe xwediyê dereceyek berztir ber bi kamilbûnê de.

Hewcedariya bi radyo û xwesteka civakî çêkirina hejmara stêner û dayendeyan han dide û ev jî bi pêşketinên din yên temamker û kamilkir, coxrafya guhdarên xwe firehtir dike.

Siyasetmedar bi hêza radyo dihesin:

Hemle û qevzeke din wê wextê tê, dema ku siyasetmedar bi hêza civakî û rola ev hêz kare bilîze dihesin tê avêtin.

Ev aliyê radyo bala siyasiyan û bi taybetî di dema Şerê Duhe­mîn yê Cihanî de bala Naziyan dikşîne û radyo bi awayekî heta wê rojê nebûye, nehatiye dîtin bi kar tê anîn.

Her ji ber vê bikaranîna fireh û bi şev û roj e ku navekî vî şerî jî dibe şerê di nav radyoyan de.

Salên piştretir wek dirêjayî û dewama van hemleyên berî xwe, radyoya BBC World Service, Dengê Emerîka /VOA/ Radio Moscow û Hwd. Bipêş dikevin.

Teknîka Fm û radyo:

Sala 1933´yan teknîka FM û  di salên 1960´î de jî teknîka stereo hate dîtin û têkiliya di nav radyo, muzîkê û endustriyê de kete rojevê.

Sala 1948´an li Emerîka di laboratûwarên Bell de îcadkirina tiransîstorê hem radyo erzantir kir û hem jî karekterekî bi hereket dayê.

Êdî radyoyên bêrîk û ereban derketin. Adetên guhdarîkirina li radyoyan hatin guhertin. Êdî li her der û her cihî îmkan û mecala guhdarîkirina li radyo çêbû.

Piştre bazirganî û qezenc kete weşanên radyo. Li himberê radyoyên pişta xwe bi tenê didan alternatîvên bazirganî, rad­yoyên lokal, mikro radyo, radyoyên binerdîn wek alternatîv pêde bûn.

Radyoyên bi zimanê kurdî

a-    Radyoya Êrîvanê:

Di nav salên 1939´an û salên piştre gelek radyoyên kurdî vebûn. Heta salên dawî ev radyo bi piranî çend radyo, ne têde ev radyo ne serbixwe bûn û ne di bin destên Kurdan de bûn.

Sala 1958'an Radyoya Bexdadê dest bi weşana Kurdî kir, wê wextê Soranîaxêfan jî fersend û mecal dîtin ku bikaribin guhdarîya Kurmancî bikin.

Di 1948'an de Radyoya Hayfa jî bi Kurmancî program diweşandin û ji bo pêwendî û lihevnêzîkbûna lehçeyan kêm be jî feydeyek wê hebû.

Salên 1930´î Sovyet, bi mebestên propegendeyî û ji ber dijberiyên bi Emerîka re û hinekî jî ji bo Turkiye bikşîne aliyê xwe Radyoya Êrîvanê Beşê Kurdî vekir.

Ji xwe piraniya radyoyên ewil ku beşek ji weşana xwe bi zimanê kurdî dikirin ne yên Kurdan bûn, ne Kurd, belê dewlet li pey wan bûn yan jî ew birêve dibirin û mebest jî ne xizmet ji Kurdan re, dîrok û zimanê wan re bû, ji van zêdetir ji bo mebesteke siyasî û îdeolojîk bûn û wek navgînên zextê li ser wan welatan bû ku Kurd di nav xwe de perçe kirine.

Belê ev aliyek e, aliyekî din jî heye ku di dawiya dawî de Radyo bi mebesteke ne rasterasta girêdayê Kurdan ketibe kar jî, di nav sal û çend salan de, Radyoya Êrîvanê dibe kanaleke têkiliya Kurdan bi nasnameya wan re û li aliyê din jî dibe têkiliyek di nav Kurdên çendaliyên sînor de.

Radyoya Êrîvanê ku di destpêka salên 1930´î de vebibû, di sala 1939´an de hate girtin, lê di salên 50´îyan de, piştî mirina Stalîn û hatina Kuruşov cardî hate vekirin.

Demeke dirêj bi taybetî ji bo beşek ji Kurdan û di dereceya yekem de ji bo Kurdên li bakur Radyoya Êrîvanê mabû nav­gîna bi tenê di navbera Kurdan de.

Radyo roleke çendalî dilîst. Mirov dikare behsa hejmarek xiz­metên wê bike. Xizmetek ji xizmetên wê tomarkirina stranên kurdî, çîrok û destanên kurdî bû.

U bêgoman û helbet derxistina dengbêjan û parastina dengbê­jiyê ji mirinê jî divê di nav xizmetên vê radyoyê de bêne hejmartin.

Ji ber ku bi taybetî li Bakurê welat piştî Komara Turkiye avabû, sal bi sal cih li dengbîjiyê û her kelepora kurdî teng bûbû, ji cihekî û pê de bûbûn mîna sûc û gunehekî û wek beşek ji kultura kurdî dengbêjî jî çilmisîbû, ji germ û guriya xwe ketibû û serberjêr diçû.

Dengbêjiya di nav Kurdan de ku Kurdan bi saya Radyoya Êrîvanê careke din bi gelek stranên xwe re têkiliya xwe binûve kirin û bi taybetî cîlên nû û taze hayê wan ji van stran û kelepora dewlemend ya folklorîk çêbû.

Piştre radyoyên Bexda, Kirmaşan, Libnan, Hayfa û hwd. yên bi zimanê kurdî weşan dikirin hatin vekirin.

Îro jî bi dehan radyoyên herêmî û yên ne herîmî bi zimanê kurdî weşanê dikin hene.

Herweha dengê Amerîka jî -her çiqas sedemê weşana wê ne kêmî sedemên weşandina radyoya Êrîvanê bi zimanê kurdî ye jî, her roj bi zimanê kurdî weşanê dike û li seranserê cihanê dikare were guhdarî kirin. 

Mirov dikare hejmara radyoyên bi heman misyonê hatine avakirin zêde bike:

Radyoya Dengê Mizgînî, weşana dêra protestanan e û her hefte bi kurdî weşana olî dike û weşana wê dikare li Elman­ya, Tirkiye û li Kurdistanê li ser pêla navîn were guhdarî kirin.

Niha gelek radyoyên Kurdan vebûne, yên karbidest û mode­ratorên wan Kurd in û bi zimanê kurdî weşanê dikin.

„Dengê Mezopotamya“ rojê 16 saetan û heger mirov yên internetê jî hesab bike mirov kare bêje ku 24 seetan bi zimanê kurdî weşaneke zengîn û rêkûpêk dike. Ev radyo li Ewropa û tevayiya rojhilata navîn dikare were guhdar kirin.

Herweha li ser înternetê Radyoya Azadî, Radyoya Zeyale, Radyoya Aştî, Radyoya Avustralyayê û hêjayî gotinê ye ku Dengê Mezopotamya jî bi rêya înternetê xwe digihînin Kur­dên seranserê cihanê.

Radyoyên herêmî:

Li gelek bajarên Ewropayê û bi teybetî li Elmanya, li Siwêd radyoyên herêmî yên ku li ser wan mafê weşana bi zimanê zikmakî didin hene. Gelek ji van radyoyan bi tabetî yên li Stokholmê erda guhdarîkirina wan bi bajêr sînorkirî ye.

Cara yekem ji berya 29 salan li bajarê Freiburga Elmanyayê radyoya herêmî a otonom bi navê Radio Dreyecland hate weşandin û niha li zêdeyî 12 eyalêtên Elmanya li bajarên cûre cûre radyoyên herêmî weşanê dikin.

Radyoya Dengê Mezepotamya:

Radyoya Dengê mezepotamya ber û berhemê guhertinên van 25-30 salên dawî ye. Di van salan de gelek proje ketin jiyanê.

Ev sal salên xwedîsazîbûyîna Kurdan in. Ji bo gelê Kurd her saziyek ji van serketinek e li giş perçan û ji bo giş zaraveyan.

Hewcedariya gelê Kurd bi radyoyeke wuha hebû. Dereceya hişyariya gel, asta siyasîbûn û hişmendiya gel, hest û ruhê yekîtiyê ku van salên dawî di hejmarek çalakî de bi laş û gewd bûbû, radyoyek wuha dixwest.

Li aliyê din em dizanin gelê Kurd li her aliyê welat nikare li televizyonên hene temaşa bike, îmkanên temaşekirinê bisînor in.

Aliyên qedexeyîyan heye, aliyê madî hene, bi roj bi taybetî mirov li ser kar û emelê xwe ne.Televizyon jî ji rojê zêdetir ji bo şevê ne. Belê Radyo zêdetir ji bo rojê û ewqasî ji bo şevê ye.

Çima ev nav?

Em ewil ji navê Radyo dest pê bikin û bi vê pirsa Çima ev nav, çima navê Radyoya Dengê Mezepotamya ?

Mezepotamya Dayika şaristaniyetên ewil e, xwedî nav û rûmet e. Li ser vê  axê kultur, ol û mezheb û meylên cihê, hatine û çûne û her yekê ji wan li xezîneya hevbeş tiştek zêde kiriye.

Çêbûn û jidayikbûneke pirrdamarî, hezarûyeketnîsîteyî û xelkên herrengî rastiya serdest e. 

Ademîzad li vir çavên xwe vekiriye, xwe li vir naskiriye. Keşfên ewil reng û mohra vir hildigrin û ketine xizmeta miro­vayetiyê.

Beşek ji kultur û olên em û ew di nav hev de dijîn jî xelkên Mezepotamya ne.Wek Asûrî-Suryanî, Faris û hwd.

Radyoya Dengê Mezepotamya dixwaze bi vî navê hevbeş bihevrebûyîn û dinavhevdejiyana xelkên binecih binûveke, ji nûve û li ser bingehekî din û bi karekterekî din ava bike.

Û Kurd dixwazin bibin xeleka nav kulturên çi kevin ku der­basbûne û çi jî kultur, ziman û şaristaniyet û xelk û netewên ku îro li ser vê axê dijîn. Ev radyo vî karî dike û ev xelek bixwe ye.

Radyoya Dengê Mezepotamya, hewil dide bibe dengê van kulturan, hurmeta ji kulturan re derxe pêş û vê yekê girîng dibîne.

Bi ya me, kultur gerek ji hev re hurmetê bikin, dost û aşîna bin bi hev re, hevdû xurt û bihêz bikin, kêmaniyên hev te­mam bikin û valahiyên hev dagrin.

Radyo ji bo bibe radyoyeke însanî û pira nav gel û kulturan, ol û mezheban, ji bo demokratîkrina xelkên navçê û demok­rasiyê dixebite.

Deshelatdarên bi navên kultur, ziman û welat û neteweyên cihê li ser kar in di pey berjewendên xwe yên teng de ne, dîrokê bihewedarî û şaşî çêdikin, înformasyon û agehdariyên xerab didin.

Medya û îmkanên di destên xwe de, ne li xêr û qenciya xelkên birêve dibin, bi kartînin.

Medya gerek objektîf be û ji gelên li vir re bibe alîkar. Radyoya Dengê mezepotamya vê dike, di nav hewleke wuha de ye.

Gelên herêmê gerek li ser derbasbûna xwe, li ser dîroka xwe, bibin xwedî raman û dîtineke rastir.

Siyaset û sitratejiya Radyoya Dengê Mezepotamya:

Li paş siyaseta R.D.M felsefeyeke însanî û neteweyî heye. Berî her tiştî radyo ji bo yekîtiya gelê Kurd kar dike, dixebite.

Ji programê kurt û kin heta bi programê herî dirêj, ji progra­mên kulturî, heta bi yên siyasî, heta bi yên hunermendî, her core û her kategorî program, vê felsefê ji xwe re dike bingeh. 

Yanî ji bo ku kurd li dora îdeolojiyekê, îdeolojiya parastina berjewendên xwe, xwedîderketina li berjewendên xwe, hezki­rina ji hev, hurmet û rêzdariya ji hev re û ji bo ev çêbibin radyo kar dike. 

Ya duhem jî ji bo zarava û devokên kurdî lihevnêzîk bibin û têkiliyên Kurdan bi dîroka wan û bi zimanê wan re binûve be û kurd gav bi gav ber bi zimanekî standard de herin radyo kar dike. 

Çandina tovê hezkirina huner, folklor, zargotin û wêjeya kurdî jî di nav erkên radyo de ne û di nav xalên serekî de cih digrin.

Herwuha radyo kursiyeke daxwaz û xwestekên gel e, xiz­metkarê aştî û birayetiya nav xwe, pirş û belavbûna zimanê gel e, li dijê şerê navxwe û xwebixwe ye, dijberekî şerên wuha ye.

Hewil dide bibe dibistan û xwendegeha xwenaskirin û bixwehesînê. Dixwaze û hewil dide bi şîrove û nûçeyên xwe bibe dengê agehdarî û çi dibe û çi diqewime.

Hedefek din ew e ku radyo bibe cihê tolerans, diyaloga nav alî û baskên corecor.

Hedef Alîkarbûyîn e ji bo ku kurd berjewendên xwe nas bikin, baş û xerab ji hev derbixin, ji bo ku bikaribin çi ji bo wan e, çi li dijê wan e bibînin.

Herwuha radyo dixebite da ku Ji bo kûrtirbûna heralî, huner­mendên perçeyekî li perçên din bên hez kirin, nivîskarên zaraveyekî ji aliyê xwendevanên zaravayê din bêne xwendin, bêne naskirin, ji bo ji nav qalibên lokal derkevin, ji bo ku şêwetêkilî û dayin standineke xurt çêbibe.

Ji bo ku ev radyo bibe organek, bibe kursî û navendeke pêr­gîhevbûyîna heralî kar dike.

Ji bo siyaseta radyo giş zarava xoşewîst in, yek ne di ser yekî re ye. Ew zarawayê ku hejmara helî biçûk pê qise dike bi qasî zaravê ku hejmara helî mezin pê diaxive ji bo me binirx e. 

Her zarava, Ji bo me dewlemendiyek e, kanî û serçaviyeke xwebihêzkirin û jêbixwedîbûyînê ye. Ev e stratejî, siyaset û çarçewa Radyoya Dengê Mezepotamya.

Ferqa vê radyoyê ji piraniya radyoyên me binav kirin di fele­sefeya li paş radyo de ye. Ev felsefe siyasîtir, neteweyîtir û Kurdîstanîtir e.

Programên vê radyoyê pirr dewlemend in, bi giş zarava û teq­rîben giş devokên kurdî ne.Yeke girîngtir jî ji gişan, fînansa radyo jî kurd bixwe dikin.

Li vir em tên ser cihêyî û xweseriyek din ku ew jî siyaseteke serbixwe ye ku gelekî girêdayê vê fînansekirinê ye.

Li gora vê felsefê çêkirina kurdê nû, kurdê hişyar, hemdem û bi zemanê xwe re jî, divê di nav stratejiyên vê radyoyê de bêne dîtin..

Cardî perwerdekirina guhdaran jî yek ji mebestên radyo ye, asta reaksiyonan, awayê reaksiyondiyarkirinê, Polîtîzekirin û demokratîkirina reaksiyonan jî di nav hedefan de ne.

Dawî: Bername heta bi cihekî diyar rûniştine, di kat û dema xwe de têne çêkirin û îro bi awayekî zindî û bi rengê pakêtan bi dehan bername heftê têne pêşkêşkirin.

Weşan bi zarava û devokên Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hew­remanî û Kelhûrî dibe. Dibe ku bi vî aliyê xwe radyoyeke din ku bikaribe lingên xwe li yên vê radyoyê bide tune

Muzîk û stran jî bi giş zarava û devokan in. Girêdayê cebhên zarava û muzîk û kilaman jî hewleke neteweyî, kurdîstanî û demokratîk xaleke serekî ye ji stratejiya radyo.

Di vî alî de pêkanîna balanseke baş di nav perçên welat de, di nav zarava, di nav dengbêj û hunermendan de, di nav kilasîk û hemdem de yek ji çend lingên amancên radyo ye.

Li aliyekî din radyo bi riya hinek bernameyên xwe ku bi tay­betî berê wan li gerîla û li zîndanan e dibe xeleka di nav girti­yên zîndanan û çiyê, çiya û zîndanan, çiya, zîndan û malbatên wan de.   

Tiştekî din divê bê gotin ku radyo di nav salan de bi rengekî jî dibe mîna zanîngeh û unîwersîteyekê. Ne ji bo beşekî welat belê ji bo giş beş û diyalektan.

Di nav 9 sal tecrûbe de hate dîtin ku her bername nebe jî beşek ji bernameyan bernameçêkerên xwe dixe nav lêkolînan û ne bi tenê ji bo guhdaran, belê ji bo programçêkeran bi xwe jî dibe faktorekî pêşketin û kûrbûnê.

Radyo rengek dibistan û zanîngeh e. Kesê bixwaze li vir bi pêşbikeve sînor jê re tune ne.

Di encamê de gelek ji daxwaz û xewnên Kurdan bi riya Rad­yoya Dengê Mezepotamya têne cih.

Di demekê de ku radyo neh salên xwe temam dike û dikeve sala dehan em ji giş rêvebir, xebatkar û guhdarên radyo re silav û rêzên xwe pêşkêş dikin, salên bi ber, berhemdartir û programên serketîtir hêvî dikin ji wan