Lêkolîn

24. Çile 2017

ETÎMOLOJİYA YANZDEH, DONZDEH ..... NOZDE


Di Zimanê Kurdî de di navbera jimarên deh û bîstan de du cure jimartin hene:

1.     yanzdeh, donzdeh, sêzdeh, çardeh, panzdeh, şanzdeh, hivdeh, hîjdeh, nozdeh

2.     deh û yek, deh û du, deh û sê, deh û çar, deh û pênc, deh û şeş, deh û heft, deh û heşt, deh û neh, bîst

Beşa 2, ji deh û yek´ê heya deu û neh´an kurdiyeke zelal û hevdem e û mirov hesan pê serwext dibe ku hejmarên bingehîn: 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9 + û + 10 = deh û yek ... deh û neh derketine holê.

Lêbelê yanzdeh, ..., nozdeh çawa çêbûne ne diyar e.

Gelo ev dengên “nz” ji kîjan zimanî ketiye nav jimarên kurdî û ye(w)kdeh kiriya yewnzde (?), yên din jî bûne donzdeh û hwd.

Ji bo mirov baş serwextî vê mijarê bibe, divê beriya her tiştî mirov li hejmarên gelên cînar binêre û bibîne kanê kîjan dişibin ên kurdî.

Her wiha:

Farisî: yazde, dozde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hivde, hijde, nozde

Erebî: ehid eşir, etna eşir, telet eşir, erba eşir, xemse eşir, sitte eşir, sebha eşir, temnei eşir, tisha eşir.

Tirkî: on bir, on iki, on üç, on dört, on beş, on altı, on yedi, on sekiz, on dokuz

Ermenî: tasnmek, tasnerku, tasnerord, tasnch’vors, tasnhing, tasnvets’, tasnyot’, tasnut’, tasninn

Gurcî: tert’meti, t’ormeti, ts’ameti, t’ot’khmeti, t’khut’meti, t’ek’vsmeti, ch’vidmeti, t’vrameti, ts’khrameti

Hin zimanên gelên ji dûrî Kurdistanê:

Hîndî: gyaarah, baarah, terah, chaudah, pandrah, solah, satrah, athaarah, unnees

Rusî: 11 odinnadtsat, ... 19 devyatnadtsat'

Almani: 10 zehn, elf, dreizehn ... 19 neunzehn

Katalan: onze, dotze, tretze, catorze, quinze, setze, disset, divuit, dinou

Breton: Unnek, daouzek, trizek, pevarzek, pemzek, c’hwezek, seitek, triwec’h, naontek

Di zimanên kevn de jimarên ji yanzdehan heya nozdehan:

Sanskrîtî: ekadazan, dvafaza, trayodaza, catûrdaza, pajcadaza, sodaza, saptadaza, astadaza,

navadaza.

Sumerî: 11 ‘u-diš (?)’ yên din wek peyv nayên zanîn

Akkadî: 11 ‘ištenšeret’, 13 ‘šalaššer’, 17 ‘sebešer’ yên din wek peyv nayên zanîn.

Asûrî: xedisaarr, terryisaarr, daaldaasaarr, aarrpaasaarr, xaamşaasaarr, ishtaasaarr, shuwaasaarr, tmaanisaar, ujaasaarr

Hûrûkî: 1 šu-kki/šu-kku, 2 sini/šini, 3 kig, size/še-e-ši-e, 10 eman

Pehlewî: yazdeh, dwazde, sêzdeh, çardeh, panzdeh, şazdeh, heftdeh, heşdeh, nozdeh

Bakûriya kevn: ellifu, tolf, …, fimtan, fjortan, sextan, sjautjan, atjan, …

Li nav zimanên jorîn kurdî, pehlewî û farisî wek hev in. Lê belê ev cure hejmar ji farisî ketine nav kurdî, yan ji kurdî ketine nav farisî nediyar e. Jixwe jêderka her du zimanan yek e.

Beriya ku ez hinek lêkolînan li ser vê mijarê pêk bînim, mêla min diçû ser peyva “zêde”, min digo qey ev hejmarên mijara vê gotarê wiha hatine damezrandin:

ya -n + zêde + deh = yanzdeh.

Di ferhenga etîmolojîk a tirkî de jêderka peyva “zêde” di zimanê erebî de hatiye destnîşankirin. (Erebî zāda زاد "pir bû, zêde bû"). Dema wisa be hinge yanzdeh dibe yek zêde deh.

Belam, jêderka zāda erebî ye yan na ev ne diyar e (mijara lêkolîneke bi serê xwe ye). Ji ber ku wek jimarên jorê jî xuya dikin ku ev rewş di nav gelek zimanên dûrî erebî de jî hene (Sanskrîdî, zimanên slavan, almanî, catalanî, bretonî û hwd.).

Ji bo em xwe bighînin rastiyê, divê em seredaniya jêderka kurdî, ango Proto-Hînd-Ewropî bikin:

Paradigma I:

PHE *stāi-, *stī̆-, *sti̯-ā- ‘dayîna li ser hev, bi hev re pêlkirin, tîrkirin’, Horîkî: šatta- ‘bi hev re, pêk re’, Sanskrîdî sahita- ‘ligel, bi hev re’, li gel hev’.

Diyar e ku ji peyvên mîna: yaw + sti + deh = yawstidehyastideh → yanzdeh/yazde derketiye holê.

Ev jî tê wateya yek li ser deh dike yanzdeh, yan jî yek û deh dikin yanzdeh.

Paradigma II:

Xuya dike ku ji peyvên mîna: PHE *nes- ‘hev girtin, bi hev re bûn’ yan jî **n̥dhos ‘bin, jêr’:

Du +nes +deh = Dunesdeh → Donsdeh → donzdeh çêbûye.

Du + ndhos + deh = Dunodhosdeh → Donsdeh → donzdeh çêbûye.

Di van demên dayiyê de gelek nivîskarên Kurd ên li ser ziman dixebitin hema hema li ser vê forma jêrîn bi hev dikin. Ji van nivîskar û zimanzanan yek jî Fêrgîn Melîk Aykoç e. Birêz Fêrgîn di gotara xwe ya bi navê “Hejmarên Kurdî ( Hejmarên Kurdî - Fêrgîn Melîk Aykoç-www.enstituyakurdi.com ) vê forma li jer wek sîstemeke hejmarên kurdî dipejirîne u pêşniyar dike:

***

„11 yazdeh,  12 dazdeh,  13 sêzdeh,  14 çardeh,  15 pazdeh,  16 şazdeh,  17 hefdeh,  18 heşdeh,  19 nazdeh /nozdeh,  20 bîst.“

***

Bibliografî:

Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojisi Sözlüğü – karşılaştırmalı, Enstituya Kurdi li Almanya

Anne Elizabeth Draffkorn, Hurrians and Hurrian at AfafafF An EthnoLinguistic Analysis. University of Pennsyilvania Dissertation. Philadelphia, 1959.

D. N. MacKenzie, Pahlavi Dictionary, London Oxford University Press, 1971

Jack m. sasson - chapel hill, north, Hurrians and Hurrian names in the Mari Nexts, North Carolina

Julius Pokorny, Indogermanisches Etymologisches Wörterbuch