Lêkolîn

21. Adar 2017

NEWROZ ÇÎ YE?


 

 

-Newroz, kevintrîn cêjna gerdûnê ye ku heya nıha tê bîranîn û pîrozkirin.

-Newroz, ji bo mirovahiya Nîvkûreya Bakur roj û, destpêka nûbûnê ye.

-Newroz vejîna xweza û hemû aferideyên wê ne.

-Newroz, di têkoşîna navbera qencî û neqenciyê de, roja serkeftina qenciyê ye.

 

 

KÊ NEWROZ AFIRANDIYE?

-Newroz, berhema hiş û heçanên hevbeş a hemû mirovahiyê ye.

-Mirov her dem hêviya dem û rojên nû ne. Jixwe, havîrdor û civak hîkara xwe li ser hest û derûna mirovan dikin. Ev taybetiyeke hevbeş e. Roja nû ya hevbeş a herî guncav û bibandor Newroz e.

-Li pêş hêzên xwezayê mirov ditirse, li ber xwe dikeve û li ber xwe dide, hêrs dibe, xewn û xewnerojan dibîne, şa dibe.

Mirov Herdem benda bûyerên ku dibin sedema qenciyê ne. Roj yan jî demên bûyerên qenc dibin sedema rêzgirtin û hurmetê. Ji ber vê egerê di heman rojê de her kes şa dibin, hev û du pîroz dikin.

Her wiha ji rojên wisa re dibêjin cêjn.

Cêjn rojên taybet in, li gorî mijara xwe ew yan netewî û yan jî cêjnên olî ne. Rojên wisa taybet û girîng di demên diyarkirî de tên pîrozkirin. Ji van rojên girîng yek jî Newroz e.

Cêjn kêfxwaşî, coş, şahî û bextewarî ye.

Koka navê cêjnê ji Zimanê Proto-Hînd-Ewropî ye. Ji pêyva PHE *ues- ‘cêjn’[1] maye. Diyar e PHE *ues- ango navê cêjnê bi xwe jî, ji rengdêra PHE *uešu- ‘baş, rind’ derketiye holê.

Jixwe Proto-Îranî *zauš- (zoş/coş) jî tê wateya kêf û şahiyê

Newroz tê wateya roja nû, roja nû ya ku bûyera girîng qewimiye, roja nû ya ku guhêrandina mezin çêbûye.

Diyar e, demekê ji deman, rojekê ji rojan di Kurdistanê de bûyereke pir mezin qewimî ye. Vê bûyerê jiyana civaka Kurdistanê û yên dor û berên wê ji bingeh ve guhêrandiye. Helbet heman bûyer bûye sedema kêf û şahiya gelan. Ji vê kurdan û gelên dor û ber ew wek rojeke taybet nirxandine û bi wek Cêjna Newrozê bi nav kirine.

Hin millet Newrozê wek cêjneke olî, hinên din wek cêjneke çandî, kurd jî wê wek cêjneke neteweyî dinirxînin. Ev hizir wek efsaneya Newrozê hatiye amadekirin. Efsaneya Newrozê di heman demê de Mîtolojiya Kurdan e.

Li gorî efsaneyekê dibêjin demekê ji deman di Kurdistanê de şahekî pir zalim hebû. Navê wî Dehak bû.

Rojekê li ser herdû milên Dehak du Kînorên wek maran derdikevin. Di laşê wî de êşeke pir dijwar peyda dibe. Ji bo wê nexwaşiyê xilas be gazî gelek doxtor, afsûnkar û sêhirbazan dike. Lê belê, ew nikarin ji kula wî re dermanan peyda bikin. Her çi roj derdas dibin, ew kînor mezintir dibin û dişibên wek du maran.

Piştî demeke kurt hekîmekî biyanî tê ser Dehak, jê re dibêje dermanê te mujiyên ciwanan e. Piştî ku Dehak van gotinan dibîze, fermanê dide celladên xwe ku her roj mujiyê du zarokan ji wî re bînin. Ji ber vê egerê her roj du zarok tên kuştin.

Dibêjin hingê zilmeke bê sînor tê meşandin. Heta celad jî ji ber zilma Dehak eciz dibin û dilê wan bi zarokên qurbanî dişewite. Ji wê hingê pê ve rojê zarokekî dikujin, yekî jî azad dikin.

Di wî welatî de hesinkarek jî hebû, navê wî jî Kawa bû. Heta çend zarokên Kawayê hesinkar jî dikujin.

Şêniyên bajêr bi rêbertiya Kawayê hesinkar dijî Dehakê Zalim serhildanekî pêkt înin. Di encemê de wî û hevkarên wî dikujin. Her wisa gel ji zilmê û koletiyê rizgar dibe.

Kawayê Hesinkar, piştî ku Dehak dikuje agirekî dadide ta ku bila serkeftina wan ji dûr ve bê zanîn. Ew agir hingê dibe nîşana wê rojê.

Ew roj, ji bo gel dibe rojeke nû. Ji ber vê sedemê jê re dibêjin Newroz.

Gel hersal bi vêxistina êgir wê rojê bi navê “Cêjna Newrozê” pîroz dikin.

Jixwe gelek variyantên wê hene. Diyar e, wariyanta gelerî li ser bingehên hûmanîzmê, siyasî û çandê hatiye hûnandinê. Ji ber van sedeman Newroz ji bo Kurdan bûye cêjneke neteweyî.

Dİ NEWROZÊ DE ROLA KURDAN ÇÎ YE?

-Welatê Kurdan, ango Kurdistan çaterêya gel, şaristanî, çand û olan e.

-Gelê Kurd, ji berhemên xwe yên hizrî û derûnî him dane yên dereke û him jî ji wan wergirtine.

-Di Kurdistanê de hizir û raman zû pêşketiye ku ev jî bûye sedema destnîşankirina rojên taybet.

-Newroz berhemeke esmanasiyê ye.

-Gelê Kurd vejîna xwazayê, di bin navê Newrozê de bi mîtolojî, efsane û çîrokan xemilandiye.

-Gelê Kurd, azadî wek qenctrîn rewşa mirovan nirxandiye. Ji ber vê egerê Newroz wek roja sedem, hilpekandin û pêşvebirina azadiyê pejirandiye.

QENCİYÊN NEWROZÊ Çİ NE?

-Newroz, dumahika zivistanê, destpêka buharê ye.

-Wek, xweza ji nû ve têdizê.

Ji ber ku li roja Newrozê;

-Tîrêjên rojê tîk ango di 900 pileyî dadikevin ser Ekvatorê û dirêjiya şev û rojê dibe wek hev. Ji vê bûyerê re dibêjin “Ekînoksa Buharê”. Jixwe, salê du Ekînoks pêktên. Newroz a buharê, Tolan jî ya payîzê ye. Dema Ekînoksa Payîzê roj kintir şev jî dirêjtir dibin. Lê dema ku ekînoksa buharê ango Roja Newrozê, roj li her dû cemsaran wekhev e.

-Ji wê rojê pê ve li Cemsara Bakûr şev kintir, roj jî dirêjtir dibin. Ya başûr jî berawajiya wê ye.

-Her du cemsar roja 21ê Adarê li ser xêza hilhatina rojê ne.

Li Amedê dema Ekînoksa 20 Adarê 2016:

Roj saet 05:36↑ 94° ji aliyê rohilat hiltê

Saet 17:23↑ 266° bi aliyê rojava ve diçe ava.

Her wisa dirêjiya roj û şevê dibe wekhev.

Hingê li Amedê li ser hev 11 saet 46 xuleyan ronahî ye.

 


 

DÎROKA NEWROZÊ Jİ KİNGÊ VE DESTPÊKİRİYE?

Di baweriya Kurdan de agir pîroz e. Helbet bingehê vê kultê ji serdema seretayî pê ve heye. Wek tê zanîn gerdûn ji curbecur qonaxan re derbasbûye û paşê jî gihiştiye şêweyê xwe yê hemdemî. Ji qonaxa çaremîn re dibêjin Serdema Qeşahiyê (Pleistosen) ku bêtirî % 30 yê gerdûnê di bin qişayê de bû. Serdema Qeşahiyê dor û berê du milyon nîv salan destpêkiriye û  berya 10.000-14.000 salan jî dawî bûye.

Mirov, di qonaxa dawiyê ya Serdema Qeşahiyê de agir keşif dikin û pey vê demekî şûn de jî dikarin bixin bin çavdêriya xwe. Bi ji dest xwe xistina êgir pê ve jiyana mirovan pir hatiye guhêrandinê. Beriya her tiştî mirovan bi saya êgir di bin hemû mergên xezayî de karibûne jiyana xwe bidomînin. Ji şkeftan ango ji bin zemîn derketine li ser zemîn. Her wisa çand û huner jî pêş dikeve.

Êgir ne bi tenê jiyana mirovan asantir kiriye, di heman demê de tewrê hizirandina mirovan jî guhorandiye. Agir wek parçekî, yan jî cirîskekî rojê sêwirandine. Her wiha roj çawa pîroz dizanibûn, agir jî wek nîşan, zelalî û paqişiya rojê pejirandine. (Îro jî hinekî wisa ye).

Ji bo mirovên Serdema Seretayî parastina êgir pirsgirêke mezin bû. Ji ber ku ne nift ne Jî niftik hebû. Diyare hin agirgehên ku nedihîştin agir bitemire hebûn. Her wisa ew der demên serma û seqemê dibin cihên civîna komên sereteyî.[2] Ev gerdîş paşê dibin perestgeh. Hizra parastina êgir, mirov dighîne hizra damezrandina perestgehan. Bi taybet di cihanê de şopên perestgehên agirên wan hertim vêxistiye, Kurdistan, Îran û Hîndîstanê hene.

Di baweriyên mirovan de cihekî êgir mezin heye. Agir yan ji bo sezadanê yan jî ronakbûnê hatiye selimandin. Di mîtolojiya hîndê de agir di bin çevderiya xwedawena Agniyê de ye. Bi gorî mîtolojiya Yûnanan Zeûs bi armanca sezadayînê agir ji mirovan distîne. Lê belê Protemûs jê didize û dide mirovan.

Mirovan agir yan mîna tiştekî pîroz yan jî sezadanê sêwirandine. Lê belê gelê Kurd agir hertim wek heyberekî pîroz naskiriye. Heta dikarin bêjin ku ji gelek milletan zêdetir ev bawerî di Kurdistanê de hebûye. Di baweriya kurdan a kevn de agir nîşan û direfşa enerjiyê ye. Jixwe sedema liv û hereketê enerjî ye. Kurdan mîtolojiya xwe ser bingehê pîrozbûna êgir damezrandin e. Kurd, êgir wek heyberekî zelalbûn û paqijbûnê dizanin. Jixwe ronakdariya êgir îro wek find û şemdanan di hemû ol û baweriyan de rewacê de ye.

Di hemû olên berê yên Kurdistanê de rola xweda yan jî xwedawendên rojê hertim sereke bû. 

Mirovên Serdema Qeşahiyê di şîkeftan de dijiyan û jiyana xwe ya rojane wek xêzeromanan bi wêneyan destnîşan kirine. Ji van wêneyan yekî de hesreta xwe ya rojê jî diyarkirine. Yanê wêneyê rojê jî çêkirine.

Nîşana Mîtra roj e.

Rêvebirê êgir yê Îndo-Îranî Agnî ye. Jixwe Agnî bi Zimanê Sanskrîtî tê wateya êgir.

Nîşana Zurvanê dem e. Dema herî guncav jî Newroz e.

Xwedayên rojê yên Horî-Ûrartûyan Şimîge-Şivanî ye û nîşana wan roj e.

Nîşana mîtanî, med û asûran teyreroj e

Nîşana Ahûra Mazda tîrêjên rojê ne.

Perestgehên dema kevin ên Kurdistanê cih û warên şopandina roj, hîv, stêrk û gerestêrkan bûn. Her wisa Ekînoksa Buharê jî hingê keşif kiribûn.

NEWROZ Jİ BO KÎJAN MİLLETAN CÊJN E?

Newroz bûye cêjneke unîversal ango gerdûnî. Hemû gelên cihanê di bin navên curbecur Newrozê pîroz dikin.

Newroz cêjna buharê ye jivê di heman demê de cêjna bereketêye jî.

-Di dîroka kevin de Sûmerî, Babîlî û Asûriyan bi Newrozê re digotin cêjna Akîtû

-Horî û Hîtîtiyan digotin Pûrûlî.

Sûmerîyan, Newroz li ser bingehê Mîtosa Dummûzî û Înnanayê histirandine.

Hîtît vê bûyerê di Mîtolojiya Telpînû-Xwedayê Wendabûyî de derbîran dikin.

Keça Zeûs û Xwedawenda Bereketê Demterê (navê wê Persephone ye) ji hêla xwedayê welatê miriyan Hades tê revandin. Demeter ji ber vê helwesta Hades diqehire û êdî bereketê nade erdê. Paşê Zeûs dikeve navbera wan û Demeter qayîl dibe. Lê divê Persephone hersal buhar, havîn û payîzan di gel diya xwe Demeterê bimîne. Zivistanan jî here bin erdê cem Hades.

Gelên Îranî jî wek Newrozê pîroz dikin. Piraniya wan waryanta kurdî dipejirînin.

Mijara mîtolojiya Newrozê ya Kurdan naşibê ya gelên din. Ji ber ku Kurdan Newroz ji destê xweda û xwedawendan girtiye û kiriye malê mirovan. Li gel hatina buhar û bereketê, watedayîna azadbûnê jî bi Newrozê ve girêdane.

NEWROZ Jİ BO KURDAN ROJEKE ÇAWA YE?

Newroz ji bo kurdan rojeke him netewî him jî navnetewî ye.

Taybetmendiya Newroza Kurda a herî girîng çi ye?

Dema mirov bala xwe dide mîtolojî yan jî efsaneyên gelên cîhanê, qehremanên sereke yê wan xweda, xwedawend, şah, şahzade mîr û rêberên olî ne. Lê belê di Mîtolojiya Newroza Kurdan de rêberên sereke pîşekar, kedkar û karker in û dijî serdestan serî hildane û şoreşeke çînî pêkanî ne. Ji ber vê egerê mirov bi dilaramî dikare bêje ku cêjna netewî ya Kurda Newroz, cara destpêkê ji hêla çînên kedkar hatiye lidarxistin. Îro jî bûye malê pirnetewan. Jixwe, eger, Newroz li ser bingehê ked û mafdariyê nehatiba damezrandinê, hebûna wê heya îro berdewam nedikir.

Ji ber van egeran dikarin bêjin ku;

-Newroz cêjna Netewî û çînî a Gelê Kurd e. Ev rastî di Efsaneya Kawayê Hesinkar de pir zelal tê dîtin.

-Nav û navlêkên di Efsaneya Newrozê de bi kurdî ne. Hetta Navê Kawayê Hesinkar ê Kurd di kozmogoniya osêtan de bûye xwedayê hesinkaran û navê wî jî Kurdalagon e. Osêtiyan Kawayê hesinkar wek Kurdalagon, ango bi navê hesinkarê kurdan derbîran kirine.

-Fîrdowsî di Şahnameyê de, Omer Xeyam jî di Newroznameyê de dibêjin “Newroz cêjna kurda ye.”

BAWERİYÊN OLÎ Jİ BO NEWROZÊ Çİ DİBÊJİN?

Hemû lêkolîner Newroz û Zerdeştiyê bi hev re girê didin ku ev hizreke girîng e. Ji ber ku hizra têkoşîna navbera qencî û neqenciyê bingehê ola Zerdeştiyê ye. Her çendî ev hizir cevherê hemû baweriyan be jî, di wan baweriyan de ev têkoşîn mîna Zerdeştiyê zelal û eşkere nekirine. Yanê nûnerên qencî û neqenciyê zelal karekterîze nekirine. Di ola Zerdûşt de ev bûyer wek du navên sereke hatine dest nîşan kirin ku ew jî Ahûra Mazda û Ehrîman in.

Di olên wek mûsevî, xiristiyan û misilmaniyê de bi tenê Xwedayê qenciyê heye. Ew karekterên ku neqenciyê pêşve dibin jî fêrişte yan jî mirovên ji rê derketî ne.

Bi gorî minhoyên hin olan tê gotinê ku;

-Xwedayê dilovan, cihan dema ku şev û roj hewqasî hev dirêjbûn, yanê roja Newrozê afirandiye.

-Heriya Ademê bavê mirovahiyê roja Newrozê hatiye histirandin.

-Pêxember Yûsif roja Newrozê ji bîra avê ji hêla bazirganan hatiye derxistin.

Mûsa roja Newrozê bi gopalê xwe derya sor kiriye du parçe û paşê îsrayîlzadeyan karibûne ji wir re derbasbin.

-Masîhût roja Newrozê pêxember Yûnis ji devê xwe derdixe û datîne peravê deryayê.

-Tê gotinê ku dema Xwadê mirovan diafirîne, hemû stêrk di Burca Beranok de rêz bibûn hingê Xwadê fermanê dide ku hemû vegerin herin li ser felekên xwe.

Di misilmaniyê de gotgotên derbareyê Newrozê wiha ne:

-Xwadê dinya dema şev û roj qasî hev bûn, ango roja Newrozê afirandiye.

-Mirovê ewil Adem e û ew jî roja Newrozê hatiye afirandin.

-Pêxembertî roja Newrozê ji bo Mehemed daketiye.

-Adem û Hewa, piştî ku ji buhuştê tên qewitandinê, demeke dûr û dirêj ji hev cûda dimînin. Piştî ku Xwadê tobeya wan dipejirîne ew roja Newrozê digîhîin hev û du.

-Keştiya Nûh roja Newrozê dighêje hişkayê.

-Îsrayîlzade roja Newrozê ji Derya Sor derbas dibin û xwe rizgar dikin. Her wisa wê rojê Fîravûn jî dixeniqe.

-Elewî dibêjin Elî roja Newrozê ji dayîka xwe bûye. Heta dibêjin roja zewaca wî bi Fatmeyê re jî Newroz e.

-Roja Îbrahîm pêxember davêjin nav êgir jî Newroz e.



[1] Julius Pokorny, 1171:2

 

[2] Heta îro jî di hin gundan de tendûr heye û şêniyên malbatê zivistana yan jî rojên sar dora tendûran dicivin, çîrok û serpêhatiyan xwe yan jî yên bihîstî vedibêjin.