Lêkolîn

07. Gulan 2017

Dİ KURDÎ(KURMANCÎ) DE ZAYENDA MOBÎLÎ


Hemû heyberên di gerdûnê de hene, her yek navekî wan heye. Dîsa her heyberek xwediyê zayendê ye. Zayend jî bi gelemperî wek sê cure tên hesibandin. Ew cure wek nêrza, mêza û notr tên binavkirin. Ji aliyê wateyê ve zayend dibin du cure. 1. Zayenda biyolojîk, 2. Zayenda rêzimanî. Heyberên jîndar dikevin kategoriya zayendên biyolojîk, ango nêr û mêbûna giyanberan; yên daringî û hizirî jî dikevin kategoriya zayendên rêzimanî.

Mînak

  1. Zayenda biyolojîk:

jin – mêr

keç – kur

met – ap

çêlek – ga

mehîn – hesb

mî – beran

bapîr – dapîr

bizin – nêrî

mirîşk – dîk

xwîşk - bira

bûk – zava

medek - gamêş

 

Tê gotinê ku di dîrokê de xebata destpêkê ya cihêkirina zayenda zimanan B.Z. di sedsala pêncan de ji hêla Protagoras hatiye şîrovekirin. Protagoras gotiye ku di Zimanê Yewnanî de sê zayendên cihê hene, ew jî nêr, û zayenda sêyemîn e. Ango ji zayenda sêyemîn re navekî taybet nediye û jê re gotiye zayenda sêyemîn. Paşê Aristo jî li ser zayendan dixebite. Lê ew bi tenê zayendên nêr û mê dipejirîne. Zayenda sêyemîn a Protagoras wek wî gotiye napejirîne. Dema bala xwe baş dide zayenda sêyemîn, dibîne ku ew yan dibin nêr an jî dibin mê. Hingê ji wê zayendê re dibêje “zayenda navberê.” Piştî demekê bi şûn ve ji bo zayenda sêyemîn dibêjin, “yanyan jî.”[1] Heta tê gotin, yê ku cara yekemîn zayenda biyolojîk û ya rêzimanî ji hev cihê daye nîşandan jî Aristo ye.

Zimanên ku têde zayend  hebe, ew ziman tê tewandin. Ango têkiliya zayendê û tewangê bi hev heye. Em ji zimanê wiha re dibêjîn, zimanê tewangbar .[2] tewang jî bi qertaf, artikel û paşgînan pêk tê û zayenda navdêran diyar dike.

Zayenda navdêran mijareke girîng a zimanan e. Zimanên Hînd-Ewropî ji aliyê zayendên rêzimanî ve bi gelempêrî yan nêr û mê, yan jî nêr, mê û notr e.

Di zimanên grûba Bantû de cihêbûna zayendên rêzimanî hê jî zêdetir in. Ev wek zayendên kesan, zindî, bêcan, tişt, organîzm, çawabûna wan didin nîşandan.[3]

Heta di lêkerên zimanên wek rûsî, erebî û zaravayê kurdî yê wek dimilî de zayend hene.

Mînakê erebî:

nêr

katabta:    te nivisand

katabti:          te nivisand

katabtum: we nivisand

katabtun..      we nivisand

kataba:      wî nivisand

katabat:         wê nivisand

katabû:      wan nivisand’

katabna:          wan nivisand’

 

Di hin zimanên malbata Hînd-Ewropî de zayendên rêzimanî pir, di hinan de jî kêm in. Heta piştî demekê şûnve zayendên hin ji wan zimanan wenda bûne. Di nav wan de mirov dikare zimanên îranî wek mînak destnîşan bike. Di serdemên destpêkê yên zimanên îranî de her sê zayendên rêzimanî pir dihatin bikarînan. Lê ev sîstem paşê wenda bûye. Di zimanên îranî de zayend bi alîkariya hin veqetandekan diyar dibe. Jixwe zimanê kurdî jî wisa ye. Navdêr di rewşa raderîn de qertaf û paşgînên zayendî û mêjerî wernagirin. Lê di kurdî de navdêr ji derî rewşa raderîn, di rewşên din de qertaf û paşgînên zayendî werdigirin. Her wiha cinavên tewandî yên kesane (wî, wê) şanîdan (vî, vê, wî, wê) û qertafî (ya, yê) de jî zayend xwe dide xuyakirin.

Di kurdî de yekjimar û pirjimariya veqetandekên navdêran yên penî û nepenî wek li jêr in:

Penî    ,

: qertafa nêr, yekjimar

-a : qertafa mê, yekjimar

-ên : qertafa pirjimar a herdû zayendan

Nepenî

-ekî : qertafa nêr, yek jimar

-eke : qertafa mê, yekjimar

-ine : qertafa pirjimar a herdu zayendan

Em wek mînak “kevir”, “dar”´ê bigirin dest û bitewînin.

kevirê reş        dara ter

kevirên reş     darên ter

 

Kevir, li pêş çavên mirov tiştên ji curbecur daringan pêk hatine û ne dizê, ne jî dimire, bê can e. Dar jî her çiqas bi giyan tê hesabkirin jî, ji aliyê zayendê ve wek heyberên zayenddiyar, organeke wan a zayendî nîne. Ji ber vê zayenda heyberên bêgiyan ne biyolojîk e, nemaze zayendeke rêzimanî û mantqî ye. Bi alîkariya tewang û qertafan zayendên peyva “kevir”û “dar”´ê derdikevin holê.  lewra kes nabêje kevirê nêr, yan jî kevira mê, an jî dara mê û darê nêr. Nêrtî û mêtî tenê di zayendên biyolojîkî de hene.

Lê ev rewş di hemû zimanan de ne wek hev e. Yanê dibe ku zayenda peyva “kevir” di zimanên din de mê, yan jî notr be, her wiha peyva darê jî wisa ye.

Minak:

Di Zimanê Îtalî de zayenda ‘pietra- kevir’:

Di îtalî de jî wek kurdî du zayend hene ku ew jî nêr û ne. Peyva pietr-a ‘kevir’ mê ye. Ji ber ku paşgîna “-a”,  ya zayenda mê wergirtiye. Her wisa “kevir: pietra” di kurdî de nêr, lê di îtalî de mê ye.

Cihêbûnên zayendî a peyvên “kevir” û “pietra” çi ne?

-      Di rewşa xwerû de “kevir” notr e, lewra zayenda wî xûya nake. Lê “pietra” di rewşa xwerû de mê ye.

-      Di gotina “kevirê reş” de peyva “kevir” tê tewandin û qertefa zayendî a nêr werdigre; Lê di gotina “pietra nera” de peyva “pietra” nehatiye tewandin. Jixwe navdêra pîetra di rewşa xwerû de wek tewandî ye û di nav hevokê de pêdiviya tewandineke din namîne.

Di Zimanê Kurdî de Zayend:

Hin niviskar û lêkolînerên kurd dibêjin, “di Zimanê Kurdî de du zayend hene û ew jî nêr û ne”, hinên din jî dibêjin “na, ji bilî zayenda nêr û ya notr jî heye.” Ev du angaştên cuda dibin sedema tevliheviyê.

Di pêşvebirina zimanan de rola perwerdeyê gelekî girîng e. Eger zimanek bibe zimanê perwerdeyê, wê demê ziman pêşve diçe û rêzimana wî jî bi rêkûpêktir dibe û dibe zimanekî standart. Îro, xebatên rêzimanî yên zaravayê kurmancî çi di warên perwerdeyê de be, çi di şaxên jiyanê de be gelekî pêşketin hene, lê mixabin dîsa jî gelek pirsgirêkên rêzimanî nehatine zelalkirin. Ji van mijaran yek jî pirsgirêka zayenda navdêran e.

 

Dİ KURDÎ DE NAVDÊRÊN MOBİL (BİZAVDAR)

Zimanzanên ku li ser kurmancî xebitîne, dibêjin; zayendên hemû navdêrên Kurmancî yan nêr yan jî mê ne. Ev hizir ji hêla piraniya zimanzan û lêkolînerên kurdan ve jî hatiye pejirandin. Lê belê di Zimanê Kurdî de beşek navdêr hene ku ew li gorî amancê dikarin an bibin nêr, an jî mê. Ev navan heya niha yan li ser zayenda navdêrên mê û nêr, yan jî wek bêalî (notr) hatine hesibandin.

Wisa diyar e ku di Zimanê Kurdî de hizra zayenda notiriyê bê bingeh e. Ji ber ku piraniya wan, navdêrên jîndaran in. Li gorî şêwazê xwe yên biyolojîk ew vedigerin ser nêr û mêbûna ku pêwistî pê heye. Jixwe kurdî-kurmancî zimanekî tewangbar e. Mirov dikara hemû navdêran, heta hin zaravayan de lêkeran jî li gorî kesên sêyemin ên yekjimar bitewîne. Em dikarin zaravayê kirmankî wek mînak nîşan bidin.

Zayenda hejmareke mezin ya navdêrên kurdî di rewşa tewandî de tên guhertin. Em ji vê guhertinê re dikarin bêjin navdêrên mobîl.

Minak:

Heval: Di rewşa xwerû de wek navdêreke notr e. Lê mirov nizane ev peyva “heval” ji bo jinan tê bikaranîn, an ji bo mêran. Her wiha di vê rewşê de ev nav bê zayend dixuyê. Lê dema ku em navdêrên wiha bitewînin, di navdêran de guhertin çêdibe. Ji vê guhertinê re em dibêjin tewang. Ango navdêrên ku di rewşa xwerû de zayendên wan ne diyar bin û di rewşa tewangî de zayend derkevin holê, em ji van navdêran re dikarin bibêjîn, navdêrên “mobîl”.

Em vegerin ser mînak “heval”

Eger em peyva heval bi niyeta hevaleke jin bi kar bînin, dibêjin Hevala min

Lê em peyva heval bi niyeta hevalekî mêr bi kar bînin, dibêjin Hevalê min

Wek mînakên li jor jî tê dîtin, peyva heval di rewşa xweditiyê de tewanga zayendê werdigire û him dibe nêr, him jî mê.

  1. Hin navdêrên zayennêr: kur, bav, bira, pismam, mêr, xal, ap,çiya, kevir, çem, beran, hwd.
  2. Hin navdêrên zayendmê: keç, jin, dê, met, xwîşk, xaltî, dotmam, met, bizin, pirtûk, deşt, hwd..
  3. Hin navdêrên mobîl: xwendekar, mamoste, şagirt, bijîşk, hwd.

Mînakên li jor xala 1. û 2 navdêrên zayenddiyar nîşan didin, ya 3. jî navdêrên “mobîl” şanî didin.

Terma mobîl termeke rêzimanî ya nû nîne.Di hin zimanan de hatiye bikaranîn. Bi taybet di zimanê îtalî, romenî, îspanyolî de behsa van navdêran tê kirin. Him di zimanê kurdî de, him jî di wan zimanan de zayendên bingehîn ên nêr û mê ne, lê yên mobîl jî wek beşeke wan tên xuyakirin.

Mînak: zimanê îtalî

poeta

helbestvan

poetessa

helbestvana

profeta

pêxember

profetessa

pêxembera

maestro

hoste

maestra

hosteya

amico

heval

amica

hevala

gatto

pisîk

gatta

pisîka

Di Zimanê Kurdî – Kurmancî de navdêrên mobil (bizavdar)

·                 Navên hin ajalên kedîkirî bizavdar (mobîl) in:

Mînak:

xwerû

nêr

ker

kerê ...

kera ...

hêstir

hêstirê ...

hêstira ...

deve

deveyê

deveya...

pisîk

pisîkê ...

pisîka ... 

 

 

 

 

 

·     Navên hemû lawirên kuvî bizavdar (mobil) in.

Minak:

xwerû

nêr

gur

gurê

gura ...

hirç

hirçê ...

hirça ...

şêr

şêrê ...

şêra ...

rovî

roviyê ...

roviya ...

 

 

 

 

·         Navên hemû zaro û ferxikên jîndaran bizavdar (mobil) in.

Mînak:

xwerû

nêr

zarok

zarokê ...

zaroka ...

piçûk

piçûkê...

piçûka ...

pitik

pitikê ...

pitika ...

golik

golikê ...

golika ...

canî

caniyê ...

caniya

berx

berxê ...

berxa ...

karik

karikê ...

gîsika ...

dehşik

dehşikê ...

dehşika ..

çêçik

çêçikê ...

çêçika ...

kudik

kudikê ...

kudika ...

cewrik

cewrikê ...

cewrika ...

·         Bê ku navên nêr û mêyan derbîran bikin, navên lêzimtî/xizimtî, hevaltî, kesên nêzikî hev, navên pîşe û payebilindiyan bizavdar (mobil) in.

Mînak:

xwerû

nêr

heval

hevalê ...

hevala ..

hogir

hogirê ...

hogira ...

yar

yarê ..

yara ...

dergistî

dergistiyê...

dergistiya ...

rêber

rêberê ...

rêbera ...

serok

serokê ...

seroka ...

xulam

xulamê ...

xulama ...

mamoste

mamosteyê...

mamosteya ...

serbaz

serbazê ...

serbaza ...

·             Rengdêrên bûne navdêr bizavdar (mobil) in.

Mînak:

xwerû

nêr

nêr

delal

delalê ...

delala ...

șîrîn

şîrînê ...

şîrîna ...

bedew

bedewê ...

bedewa ...

qelaw

gelawê ...

qelewa ...

kin

kinê ...

kina ...

sor

sorê ...

sora ...

 


[1] Lyons, John. Einführung in die moderne Linguistik, aus dem Englischen von W. Un G. Abraham, München: C. H. Beck’sche Verlagsbuchhandlung, 5. Auflage, 1980: 11

 

[2] Müller, Friedrich. Das grammatische Geschlecht (Genus): ein sprachwissenschaftlicher Versuch, 1860: 1

 

[3] Sowinski, Bernhard. Germanistik Teil 1 Sprachwissenschaft, Köln — Wien: Böhlau Verlag, 1974: 66. TAFEL, Karin. Die Frau im Spiegel der russischen Sprache, Wiesbaden: Otto Harrassowitz Verlag, 1997.