Lêkolîn

23. Tîrmeh 2017

DÎMENÊ PERGALA BIRÊKÛPÊKKIRINA KURDISTANÊ!


DÎMENÊ PERGALA BIRÊKÛPÊKKIRINA KURDISTANÊ!!

Li gorî Planê Birêkûpêkkirina Kurdistanê, Kurd ber bi Rojavayê Tirkiyeyê hatine surgûnkirin. Bi vê planê, lingên wan hatine pêwendkirin û histûyên wan jî hatine zincîrkirin. Kurd bi vê şêweyê hatine îsleh (terbiye) kirin! Pergala Kurdîstanê bi vê şêweyê hatiye birêkûpêkkirin!

PLANA WÊRANKIRINA KURDISTANÊ

BELGENAME - 1

SEROKWEZÎRÎ

BIRÊVEBIRIYA NIVÎSVANIYA TAYBET A SEROKWEZÎRIYÊ

HEJMARA BIRYARÊ: 2536, Roj: 08.09.1925

EV BELGENAME DI QADA HERÎ BILINDTIR DE NEPENÎ YE

DI DERHEQÊ PLANÊ (REFORMA) SERERASTKIRINA ROJHILAT DE BIRYARNAME

Ev Biryarname, berdewama Biryarnameya di roja 17yê Pûşbera sala(1341) 1925 bi hijmara 2086an e.

Di bajarên me yên ku tê de bûyerên paşverû derketine holê ji bo şopandin û kontrolkirina vê rewşê vekolan kirin û di encama şopandın û vê vekolanê de amadekirina raporeke li ser pêdiviyên pêşîlêgirtinên pêywîst, ên ku îro li ser vê egerê tên axaftin, bi beşdariya Serokerkaniya Giştî ya Şer û ji Wezîrê Karên Navxo Cemîl, Wezîrê Dadweriyê Mahmûd Esat, Parlamenterê Çanqiriyê Abdûlxaliq Begefendiyan, şandeyek wê bê damezirandin. Piştî geştûguzariya wan, a di vê herêma ku li ser tê axaftin de, raporên ji alî Wezîrê Karê Navxo Cemîl Begefendî û Parlamenterê Çanqiriyê Abdûxaliq Begefendî de hatiye amadakirin, bila ji vê şandeyê re bê pêkêşkirin. Piştî roja damezirandına vê şandeyê, bila di navbera 15 rojan de,  şande li ser vê pirsgirêkê raporeke nûh amade bike û tevî pêşniyariyên xwe, yên li ser pêşîlêgirtin û caresariya vê babetê pêşkêşî Encumena Wezîran bike. Ev Biryarname, ya li ser peywirdarkirina vê şandeyê ji alız”e Encumena Wezîran ve, di civîna roja 08ê Rezbera sala (1341) 1925an de hatiye pejirandin û erêkirin.

Serokê Komera Tirkiyeyê

Gazi Mustafa Kamal

 

Îsmet (Serokwezîr), Mahmût Esat (Wezîrê Dadweriyê), Recep (Wezîrê Berevaniya Netewî), Îhsan (Wezîrê Bahriyeyê), Cemîl (Wezîrê Karê Navxo), Mahmût Esat (Cîgirê Wezîrê Karêderve), Hesen  Husnu (Wezîrê Darayî), Hemdûllah Sûbhî (Wezîrê Perwerdehê), Suleyman Sirri (Wezîrê Avadaniyê), Alî Cenanî (Cîgirê Wezîrê Kişt û kalê), Alî Cenanî (Wezîrê Bazirganiyê), Dr. Refîq (Wezîrê Tendurustî û Karên Civakî)   

PLANA (REFORMA!) SERERASTKIRINA PERGALA ROJHILAT

Ev Rapor, li ser Biryarnameya ku ji aliyê komîsyona di roja 08 ê Rezbera sala (1341) 1925an de hatiye damezrandin ve, ya di roja 24ê rezbera(îlona) sala (1341) 1925an de hatiye birêkûpêkkirin û bi navbeynkariya Serokwezîriyê ji Encumena Wezîran re hatiye pêşkêşkirin.

Li ser Biryarnameya di roja 08ê rezbera sala (1341) 1925 an de komîsyona amadekirina raporê, bi beşdarbûna endamên ku ji Wezîrê Karên Navxo Cemîl Beg, Wezîrê Dadweriyê Mahmûd Esat Beg, Parlamenterê Çanqiriyê Abdûlxaliq Beg û Serokerkanê Giştiyê Şer, ê Dûyemîn Mirlîva Kazım Beg pêkhatine, hatiye damezirandin. Ev Komîsyon di Wezareta Karên Navxo de civîna xwe li darxistiye. Di encama vekolan, gotûbêj û gengeşiyan de; ji alî şandeya me ve, li ser van pêdiviyên pêşîlêgirtinên pêywîst, di bajarên me yên ku tê de bûyerên paşverû derketine holê de û ji bo van alozî û tevliheviyên ku îro li ser tên axaftin,  bi yek dengi hatiye biryardan û ev biryar, bi xalên li jêr pêşkêşkirî, hatine destnîşankirin.

1)   Heta bi dawîkirina programa ku li jêr hatiye destnîşankirin, di bajarên rojhilat de, wê rêvebiriya awarte berdewam bike.

2)   Di Titkiyeyê de pênc Mufettîşiyên (Pişkîneriyên) Giştî hatine damezirandin û erdnîgariya Tirkiyeyê, di navbera van Pişkîneriyên Giştî de hatiye parvekirin. Herêma Pişkîneriya Pêncemîn, ji van bajarên ku li jêrê nevên wan hatine jimartin hatiye damezirandin.

Wîlayetên Çolemêrg, Wan, Bedlîs, Sêrt, Darahênê (Gênc), Amed, Mêrdîn, Riha, Sêwrek, Xarpêt (Elezîz), Dêrsim, Meletî, Erxenî, Bazêdê û heta çespandina vê programê bi dawî bibe, bi rewşeke (muweqet) serpeyî, navçeyên Pilêmuriyê, (Pulumûr) Gêxî û Xinûs, wê di bin farmana vê Pişkîneriya  Giştî de bimînin.

Pişkîneriya Giştî, bi berdewama birêkûpêkkirin û sererastkirina vê programê peywirdar e. Di bin ferman û birêvebiriya Pişkînerê Giştî de, ji her wezaretê pişkînerek, ji artêşê şêwirdarekî leşkerî û şandeyeke Encumenê heye. Di herêmê de alayên şorteyan, ên seyar, di bin ferman û birêvebiriya Pişkînerê Giştî de ne. Di herêma birêvabiriya awarte de fermandarê leşkerî, Fermandarê Baskartêşa Heftemîn e. Ew jî bi sifetê serokê rêvebiriya awarte bi Pişkînerê Giştî ve girêdayî ye. Heta ku Pişkîneriya Giştî bê damazirandin, Pişkînerê Artêşa Sêyemîn, wê vê peywirê berdawam bike. Heta dawiya çespandina birêkûpêkkirin û sererastkirina pergalê, ji bo berdewama rêvevebiriya awarte, ya li wîlayeta Bazêd û navçeya Pilêmuriyê, ji bo biryardayina Parlamentoya Mezin,  pêdivî bi pêşniyarkirina li ser  vê yekê heye.

3)   Dadmendên ji vê herêmê, wê di dadgehên nîzamî (sivîl), dadgehên leşkerî û dadgehên rêvebiriyên awarte de, neyên peywirdarkirin.

4)   Bi mercên mayîndebûna mafen kesayetî,  kesên gumanbar û şikdarên ku di heqê wan de doz hatiye vekirin û yên heya roja 13 hê Rêşemiya sala (1341) 1925 an, dawî li darizandina wan nehatine, divê darizandina wan kesan, bê (tecîlkirin) bipaşdexistin. Doz û darizandinên Mêrkujiyê, yên neketine ber demboriyê (mirûrî zemanê), doz û darizandinên vê serhildana paşîn û doz û darizandinên serhildanên berê, yên li ser sûcdarî û mêrkujiyê nayên (tecîlkirin) bipaşdexistin. Ji bo bipaşdexistinên van darizandinan jî, wê ji Parlamentoya Bilind re pronivîsa (pêşnûmaya) qanûnê bê pêşniyarkirin. 

5)   Di rojavayê xeta di navbera Wan û Midyadê de, li cîh û warên ji Ermeniyan hatine valakirin de wê koçberên Tirk bên bicîhkirin. Ji ber vê egerê,  di wîlayetên di herêma ravebiriya awarte de mal û tiştên ji Ermeniyan mane, wê ji alî saziya darayî ve neyên firoştin. Ev mal û mîrate bi tu rewşeke, ji alî Kurdan ve, wê neyên (îcarekirin) deman kirin jî.

Tirk û Ernawidên ji Yûgoslavyayê tên, koçberên ku ji Îran û Qafqasyayê wê bên, bila beriya her tiştî li xetên navbera Xarpêt - Erxenî – Amed, li xetên navbera Xarpêt – Palo – Gêxî, li geliyê Rûbarê (Çemê)  Mûradê, yê di navbera Palo û Mûşê de, li xetên rojhilat û başûrê Çiyayê (Şerefdînê) Çewlikê û li Xinûsê, li geliyên Rûbarê (Çemê)  Murad, li Deşta Mûşê, li hewzeya Gola Wanê, li xetên navbera Amed –Xarza –Bedlîsê, wê bên (akincî) awadankirin. 

Ji xeynî van koçberan, divê em, ji bo bicîhkirina koçberên din, mercên ku bikarin bên pejirandin, bişopînîn û biafirînin. Ji bo jiyana koçberan tiştên bi erênî amade bikin. Bi vê şêweyê erêkirin û dilxweşiya gelên bi piranî li wîlayêtên Trabzon, Rîze û li navçeyên rojhilatê bakûrê wîlayeta Erziromê dijîn bistînin û wî gelî jî li derûdor û kersaxa çaya Xinûsê, li gelî û derûdorên Rûbarê Mûradê û li devera bakûrê Gola Wanê bên bicîhkirin. Hewcedariyên koçberên ku wê bên û Tirkên ji vir, ên ku li rojhilat, wê bên bicîhkirin, hewcedariyên xwarin û vexwarina dema cîh veguhastinê, lêçûnên wan ên barkêşî, wxarin û vexwarina salane, ajal, amraz û alavên çandiniyê wê bi lez û bez ji teref hikûmetê ve bê dan û xanî û avahiyên wan jî, dîsa bi lez û bi bez ji teref hikûmete ve bên avakirin.

Ew cîh û warên, wê koçber têde bên bicîhkirin, ên Ermeniyan, ên ku Kurdan bê belgename, bi kar anîne, bi dast xistine û bi çi sedemê dibe bila bibe, ên ku Kurd têde bi cîh bûne, wê bi lezgînî bên vala kirin. Wê Kurd vegerin cih û warên xwa yên berê, an jî li ser daxwaza wan wê Kurd, cih û warên ku ji alî hikûmetê ve, li rojavayê Anatolyayê bê destnîşankirin, bên bicihkirin. Ew Tirkên ku li wan waran hatine bicîhkirin, wê ji êrîşên Kurdan bên parastin. Li dijî êrîşen Kurdan, wê hikûmet bi taybetî piştgiriya van Tirkan bike. Ji bo vê egerê, hewcedariya hikûmetê bi afirandina hinek pêşîlêgirtin û tedbîrên taybet heye.  

Ji ber ku di sala (1341) 1925 an de, wê bi zêdetirîn li vê herêmê 10 hezar xane, 50 hezar kes bên bicîhkirin:

Ji bo barkêşiya otomobîlan û lêçûnên rêwîtiyê, serê nufûsê 20.- Lîra   :1.000.000.- Lîre

Ji bo lêçûnên hewcedariyên salane serê xaneyê 250.- Lîra               : 2.500.000.- Lîre

Ji bo lêçûnên, tov û amrazên çandiniyê salane, serê xaneyê 100.-Lîra  : 1.000.000.- Lîre

Ji bo  kirîna 20.000 zo, ajal                                            : 2.000.000.- Lîre

Ji bo lêçûnên bicîhbûnê                                                                          :     500.000.- Lîre

Komînek                                                                                                    7.000.000.- Lîre

Ji ber vê egerê, pêwîstî bi 7.000.000.- Lîreyî heye. Divê ku ji bo van lêçûnan di budçeya sala (1342) 1926 an de 7.000.000.- Lîre zêde bê terxankirin. Ev diravên ji bo avakirina xaniyan, hewcedariyên jiyanê, kirîna tov û kirîna ajal û amrazên çandiniye, koçber wê bên deyndarkirin. Wê koçber, vî deynî di navbera 20 salan de li hikûmete vegerînin.

Herwekî van koçberan, em ê di navbera 10 salan de 500.000 kesî, ji Yûgoslavya, Bûlgarîstan, Qafqasya û Azerbeycanê bidin anîn û li van deveran bidin bicîhkirin. Ji bo bicîhkirina van koçberan, ji destpêka budçeya sala (1343) 1927 an û şun ve, bi hindikayî serê salê  5.000.000.- Lîre hewcedarî bi vê diravdaniyê heye. Ji bo koçberên ku bên, serê salê bi hindikayî 5.000.000.- Lîre diravdaniyê dinavbera budçeyên salane de bê bicîhkirin.

6)   Berî her tiştî bila Wezareta Darayî (ji bo koçberan) bi lezgînî, di vê herême de, dest bi terxankirin û bi tomarkirina erazî bike.

7)   Wezareta Karê Navxo, bi wê diravdaniya ku di budçeya sala (1342) 1925 an de hatiye destnişankirin, wê bi lezgînî û di demekê gelekî kurt de, di herêma Pişkîneriya Pencemîn de dest bi jimartin û tomarkirina nufûsê bike.

8)   Di herêma ku lê serhildan hatiye kirin de, bi gel bijartina lêçûnên bi sedema serhildanê, ku ji alî hikûmete ve hatine kirin, guncan e. Ji bo ku ev lêçûn bi vî gelî bê bijartin, pêdivî bi qanûnekî heye. Ji bo qanûn derxistinê, wê Wezareta Darayî ji Parlamentoya (Gewre) Mezin re reşnivîsa qanûnê pêşniyar bike. Ew gundên ku di vê herêmê de ne û beşdarî serhildanê nebûn e, ji vê bacê azad in. (Ew gund jî, gundên ku ji alî Serok Erkaniya Şerê Giştî ve hatine destnîşankirin, in.)

9)   Ew kesên ku di navbera gel de bûne sedema navtêdana serhildanê, xizm û pêgirtiyên van kasan û ji wan serokên ku li rojhilat (li Kurdistanê) mane wan ji alî hikûmetê ve (munasîb) guncan nehatine dîtin û tevî malbat, xizm û pegirtiyên wan, wê bên koçberkirin û li rojava, li cîhên ku ji alî hikûmetê ve hatiye destnîşankirin de bên bicîh kirin. Wê mal, mulk û araziyên van kesan, ji alî hikûmetê ve bi diravê hazir bê firoştin. Bedêla mal û mulkên wan  bi direvî bê dan, an jî li gorî wî diravî û di bergîdana wî diravî de, di devera ku ew lê bêne bicîhkirin de ji wan re arazî bên dayin.

Koçberkirina wan serok û kesên di dema serhildanê de, ji hikûmetê re xizmat kirine û ew serokên  li dijî serhildêran bi hikûmetê re bizivîne û  şer kirine, wê bê bipaşvexistin.

10)  Wê pergala (eşîretparêzî) êlparêziyê di navbera deh salan de ji holê bê rakirin. Wê hikûmet raste rast, bi vî gelî re têkiliyan deyne, mefê vî gelî wê bi destê hikûmetê bê parastin. Wê di navbera gel de ev pergal, hêdî hêdî û bere bere bê sererastkirin. Di vê derbarê de, ji bo hêz û bandora hikûmete bê bikaranîn û sererastkirin, divê di her cureyên birêvebirinê de karmendên bi hêz û zana li hêrêmê bên peywirdar kirin.

Ji bo bi serkeftina hikûmetê, divê ku di vê herêmê de, di karmendiyên (talî), ên di qada dûyêmin de jî, wê karmendên Kurd nên peywirdar kirin. Ji bo tiştên ku di xalên jêr de hatine destnişankirin, bidin karmendên ji alî birêvebirina navendî de hatine peywirdarkirin, pêdivêyî bi pêşniyariya qanûnê heye. Wê ji van tiştan şorte jî mefa bibîn in.

A) Di herêma birêvebirina awarte de tevî şorteyan, karmendên ji alî birevebiriya navendî de hatine peywirdarkirin, di dema domkirina peywirdariya, di vê herêmê de,  wê terxanên xwe, yên (fewqulade) derasayî ji % 75 zêdetir bistînin.

B)  Wê karmend, di vê herême de peywira xwe, hindiktirîn, 3 salî berdewam bikin. Pistî 3 salan, ji vê herêmê bên şandin û li derveyî vê herêmê di peywireka, ligorî peywira berê, ya pêketi de bên peywirdarkirin. Yên bixwazin ku ji 3 salan zêdetir bimînin, wê li cihê xwe bimînin. Lê kes nikar e ji 6 salan zêdetir di wî meqamî de bimine.

C)  Li vê herêmê, yên ku mensûbê artêşe ne re, li gorî derê nufûsa malbata wan, di navbera 1-5 kesi de zêtirîn kûmanya bê dayin.

11)  Divê li ser erêkirin û guncan dîtina Serok Erkaniya Şer, a Giştî, ji 4 tabûrên sînor, ên li Wanê û Çolemêrgê, ji her 2 tabûran Livayeka Nêçîrvan damezirînin. Divê komineka hejmara personelên heryek ji van 6 tabûran û her sê tabûrên sînor, ên bi van tabûran ve girêdayî tabûr bi tabûr derxin 800 kesî. Ji bo vî karî, di butceyêda diravdanî bê terxankirin.

12) Wê, di herêmê de hilgirtin û bi destxistina çekan, bê qedexe kirin. Ji navbera gel, wê çek bên bijartin. Wê ji hilgirtin û bidestxistina çekên tomarkirî û biwesîqe re destûr bê dayin.  Heke çêkên bêwesiqe di malan de jî bê dîtin, wê dest bidin ser van çekan û wê xwediyên van çekan di dadgeha Dîwanî Herbê de bên darizandin.

13) Ew bajar, qaza, navçe û bajarokên, ku bi eslê xwe Tirk bûne û ji Kurdayetiyê re dest bi têkçûnê kirine, dinavandên bajarên ku hatine destnişan kirin de, herwekî Meletî, (Elezîz) Xarpêt, Amed, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Arga, Hekîmxan, Erdîş, Adilcewaz, Xelat, Palo, Çarsenceq, Owecik (Pulur), Hisnîmensûr, Besnî, Bêlecûk û Çêrmûkê de di dezgehên hikûmet û şaredariyan de, di rêxistin, demûdezgeh, dibistan, erase, sûk û bazaran de yên ji xeynî zimanê Tirkî, zimanên din bi kartînin, we ji sûcên li dijî derketina fernanên hikûmetê û şaredariyan û li hember van dezgehan derketinê bên darizandin û bi van sûcan bêne ceza kirin.

14) Divê, li der û dorên ku têde kesên bi eslê xwe Tirk, ketıne binî xetereya  bişavtinê (asîmîlasyonê) û li deverên wekî Sêrt, Mêrdîn û Sitewrê, yên ku girse bi zimanê Erebî diaxafte de Ocaxên (Saziyên) Tirk, bên damezirandin û dibistan bên avakirin û vekirin. Bi taybetî, bila bi rewşeke fedakarane li dijî astengan bên derketin û bila dibistanên keçikan, yên tekûz bên vekirin. Ji bo ku malbat keçikên xwe bişînin van dibistanan, pêdivêyî bi peydakırına rewşeke erênî heye.

Bi taybetî, berî her tiştî û bi rewşeke pêçêtirgitî, bila li Dêrsimê, Dibstanên Seretayiyên Leylî bêne ve kirin. Bi vê şêweyê ew kes, ji têkiliyên Kurdayetiyê herî zûtir bên azadkirin.

15) Kesên Dêrsimî, yên dixwazin ji Dêrsimê derkebin, bila ji van re li rojavayê Sêwazê war bê destnîşan kirin. Ew kes, bi vî merci dikarin warên xwe vegûhêzin.  Di herêma Mufettîşiya (Pişkîneriya) giştî de, kesên ku dixwazin li Anatolyayê bicîh bibin, dikarin li deverên ku ji alî hikûmetê ve hatine destnişankirin akincî bibin. Ji bo cîh veguhastina wan, ev derfet heye.

16) Berî her tiştî, di deverên rojavayê Rûbarê Firatê de, kesên bi rewşeke firk akincî ne û bi zimanê Kurdî diaxvin, bila di navbera wan de axaftina Kurdî bê qedexekirin. Bila ji dibistanên keçikan re girîngî bên dayîn û bi vê şêweyê di navbera jinan de bi zimanê Tirkî axaftin bê peydakirin.

17) Li gorî Qanûna Gişa Diravên Alîkariyê, wê avahiyên hikûmetê, qereqolên şorteyan, qerqolên leşkerî û qereqolên li ser sînor bên avakirin.

Bi tenê ji bo avakirina qonaxên hikûmetê, wê hikûmet, ji budçeya giştiya wezaretan alîkariyê bide. Wê, hikûmet ligorî derfatan, ji bo avakirina lojmanên karmend û efseran helwest nîşan bide û van lojmanan, bide avakirin. Divê hikûmet, avakirina van xaniyan jî navêje pişt guhên xwe.

18) Bila Pişkîneriya Gişti, pergala programkirina çêkirina gişa rêyên vê herêmê sererast bike û bila bi taybetî rêyên girîng, ên cîhveguhastin û herikanên leşkerî bên çêkirin.

19) Ji bo ku Trena Rojelat, bi hêsani û di demeke kurt de bigihîje, Ezîrganê, Sêwaz, Elezîz 8Xarpêt)-Amed, Elezîz(Xarpêt)-Çewlik (Çebaqçûr)-Mûş û Gola Wanê, hewcedarî bi xebatê heye. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.

20) Tevî qereqolên guncan, ên ji bo berevaniyê, bi gişa amrazên pê têne axaftînê û bi telefonan xemilandi bên avakirin. Divê, di vê herêmê de çend navendên (îstasyonên) laserkan (amrazên axaftinê, yên bê têl) bên avakirin. Divê ev îstasyon di vê herêmê de hebin.

21) Ji xeynî guhartina efserên asahiyên leşkerî, bi rewşeke bingehin di derbarê asayîş û berevaniyêde komserên li ser sînnor, yên (qaçaqçîtî) mişextvanî, ragihandin û xêfneriyê ji bo hinek taybetmendiyan dikarin ji Pişkîneriya  Gişti emir û fermanan bistînin.

22) Divê ji bo pêşîlêğirtinên li dijî mişextvaniyê, di nav bera otomobîlên ji alî Wezareta Darayî ve ku bên kirîn, bila çend libên wan bi zirx bin. Yekîneyên leşkerî,  dikarin van otomobîlên bi zirx bikar bînin. Ji bo vê egerê, ji yekîneyan re destûr heye.

23) Di nav bajar, qeza û navçeyan de peywira asayîşê bi giştî û bê kêmasî ji polîsan re hatiye sipartin. Di deverên bi wan ve girêdayî de û ji bo asayîş û şopandinê pêywirdarkirina yekîneyên şorteyan hatiye erêkirin.  Dîvê ku Wezareta Karên Navxo, di vê derbarê de Pêşnûmaya Qanûnekî amade bikê û ji bo van lêçûnan, di budçeyande hewcedarî bi texankirina diravdaniyan heye.

24) Divê, bêyî erêkirina hikûmetê, ji kesekî biyanî an ji sazû û rêxistineka biyanê re desrûta ketina herêmê nê dayîn. Ji van kes, rêxistin û saziyan re ketina herêmê qedexe ye.

25) Wê, bi lezûbez di deverêm ku nufûs hatiye jimartin û nufûs hatiye tomarkirin de rêxistinên berhevkirina leşkeran bên damezirandin. Yen ku dema çûna wan, a leşkeriyê hatine, wê di derveyî vê herêmêde pêywira xwe, ya leşkeriyê bi karbînin. Ji bo demekê, destûra bikaranîna wan,  a di karên bêçekdarî de heye. 

26) Di vê herêmê de, wê hukûmet bi xwe û bê navbeynkarî, di gişa beşên rêvebiriyên hukûmetê de, ji bo gel bixebite û karên dewletê bicîh bîne. Wê bi tûndî van kar û habatan, ji navbeynkaran re qedexe bike. (Divê ku hukûmet, bi tûndî kesên ku xwe wek pêşîvanên gel dibînin, ji van hewldanan men bike û xebatên wav qedexe bike.)

27) Di herêma Mufettîşiya (Pişkîneriya) Giştide, heta guhartin û birêkûpêkkirina saziyên giştî ku bên pejirandin û erêkirin, destnişankirina sînorên wîlayetên vê herêmê  dikare bê bipaşdexistin. 24 ê Rêzbara sala 1925 an 

M. Cemil                              Mahmût Esat                       Mîrlîva Kazım

( Wezîrê Karên Navxo)   (Wezîrê Dadweriyê)    (Serokerkaniya Giştiya Şer, ê Dûyemîn)  

         Mustefa Halik

(Parlamenterê Çankırıyê)

AMED-

ŞEMDÎN CULEMERG