Lêkolîn

06. Tebax 2017

ETÎMOLOJIYA NAVÊ “NAN”


Nan, xwarineke bingehîn a mirovan e. Ji hevîrê petî yê ku bi dexl û avê hatiye strandin, çêdibe. Wek tê zanîn nan kevintrin xwarineke mirovan e ku bi destkariya xwe çêdike û ji Serdema Neolîtîkê pê ve heye. Navê “nan” di her zimanekî de cuda ye û bi anegoreyî mantiqê zimên hatiye binavkirin.

Mînak: kurdî ‘nan’, erebî ‘xibiz’, tirkî ‘ekmek’, Înglîzî ‘bread’, romenî ‘pâine’ û hwd.

Her wiha, gelo koka peyva “nan’ bi kurdî ye, yan ji zimanekî biyanî ye û paşê ketiye nav kurdî?

Kurdistan yek ji welatên destpêkê ye ku li wir nan hatiye çêkirin. Bermahiyên Serdema Neolotîkê li Qota Berçemê (Çayönü) yên wek destar, balgêr û tendûrên ku hatine dîtin vê rastiyê diselimînin.

Ji bilî kurdî di hin zimanên ku peyva “nan” tê bi kar anîn ev in:

Mînak: Farsî ‘nan’, Kazaxî ‘nan’, Kirgizî ‘nan’, Ozbek ‘nan’, Tajîkî ‘nan’.

Di hin zimanan de jî peyvên li nêzikî “nan”tên bilêvkirin:

Litvanî ‘duona‘, Sindî ‘manî’, Vietnam ‘bánh mỳ, Çin ‘miànbāo’, Koreyî ‘ppango’.

 

Paradîgma I.

Navê nan ku di dîroka niviskî de eşkerebûye digihêje B.Z. 3200î. Di tîpnameyên Sûmerî de cara destpêkê bi wek pîtrogama, paşê jî bi tîpên mixî hatiye nivisandin. Bi zimanê Sûmeriyan navê nan ‘nînda’ ye.

Di wêneyê jêr de li Serdema Sûmeriyan navê “nan” kîjan salê çawa hatiye nivisandin diyar dike.

 

 ninda gun: nanê asayî

ninda saga: nanê baş

ninda gal: nanê lewai ê mezin

ninda dabin: nanê ce

ninda ga-ga-ar-tumnanê grover

 

ninda1 sila3 du8:  nanekî petî ji lîtreyeke ard çêdibe (Li serdema Ûr a III sila3 tê wateya firaqeke qasî lîtreyekî. Her wisa mirov bi vê danasînê dikare mezinbûna nanê Sûmeriyan têderxe).

Çend taybetiyên nanên Sûmeriyan en dinê jî hatine nivisandin:

ninda zi3 ša3-DA-u zi3 milla ib2-ta-hi ½ sila3 du8: Nanekî petî bi nîv sila (lître) ardê ceh çêdibe.[1]

 

Paradigma II

Navê “nan”, ne bi tenê di sûmerî de heye. Mirov dikare di Proto-Hînd-Ewropî û Horîkî de jî rastî heman peyvê bê.

Mînak:

Proto-Hînd Ewropî *i̯eu̯o- ‘ceh, dexl’ + *ni- ‘hundir’ = iouoni ‘ji hundirê ceh’ û di dawiyê de bûye nan.

Paradîgma III

Hurr. nawni/na-(a)-u-ni ‘çêre, çêrandin’ (heta Îro jî bi kurdî navê gihayekî ‘nanî’ ye û tê xwarin (hin deveran jî jê re dibêjin nanikê cûcikê).

Ev peyv di latînî de novāle ‘zevî, erdê ajotî’, Yonanî νειος (newios) ‘zeviya teze, erdê ajotî’, Rûsî nov, novîna ‘erdê xam’, jixwe Proto-Hînd-Ewropî *newos tê wateya ‘nû’.

Wek ji peyvên jor yên curbecur zimanan jî xûyadike ku têkiliya nan bi dexil, zevî, çêrege û xwarinê re heye. Her wisa em bi dilaramî dikarin bêjin ku koka navê “nan” ji kaniya zimanê kurdî Proto-Hînt-Ewropî derhatî ye.

Nanê germ pir xwaş e, noşî can be!



[1] Karen Radner, Eleanor Robson, The Oxford Handbook of Cuneiform Culture,Oxford University Press inc., New York 2011, 173-74.