Nuçe

28. Tîrmeh 2017

CIVAKA AZAD Û AFIRENÊRÎ (1)

Berhevker: Omer Ali


Serdema şaristaniya demokratîk bi qasî ku ji nû ve zayîna gelan e, ji wê hîn zêdetir jî, serdema ji nû ve zayîna jinan e. Ew jina ku, hêza xwedawend a afirandêra civaka neolîtîkê ye, ji dîroka civaka çînî pê ve her dem bi wendabûnê ve rûbirûyê hev maye. Di wateyekê de dîrok, li gel civaka çînî ku bilindbûyînekê de bû û hêz bi dest dixist, dîroka zilamê serdest e. Karekterê çînî yê serdest bi karekterê zilam ê serdest re ava dibe. Di vir de jî, rêpîvana ku derbas dibe derewên mîtolojîk û cezakirinên derûnî ne. Di bin vê de jî, dijwariyeke çors ê pêşçav û rastiya dagirkeriyê heye. karekterê zilamê serdest ê di civakê de, derfet nedaye ku heta roja me rastiya jinê bi zanistî were nirxandin. Mijara jinê ji olê zêdetir weke qadeke tabuyan hatiye hesibandin. Di rastiyê de, di bin navê namusê de ew rastî û mafê jinê ku zilam bi hîleyan xayînî û bi dijwariyê bi dest xistiye tê veşartin. Di dîrokê de heta niha, jin ku ji nasname û kesayeta xwe dûr hatiye hiştin û her dem di destên zilam de dîl hatiye girtin, rastiyeke ku ji çînayetiyê zêdetir rê li ber encamên neyênî vekiriye. Dîlgirtina jinê ji bo koletî û ketina giştî, pîvanek e. Ji bo derew, dizî û zordestiya ku di civakê de belav bûye pîvanek e. Ji bo her cureyê qirêjî û nokeriyê pîvanek e.

Berovajîkirina vê dîrokê dê bi xwe re encamên civakî yê herî kûr bîne. Ji nû ve zayîna jinê ya bi rengekî azad, di hemû binesazî û jorsaziyên civakê de dê azadiyeke giştî ronakbîrî û dadê ava bike. Wê bide bawerkirin ku, şûna şer aştî hîna xwedî rûmet e û pêwîste were pîrozkirin. Jina ku qezenc dike, tê wateya ku di her astî de civak û kesayeta ku qezenc dike. Ev çarçoveya kurt jî diyar dike ku demokratîkbûna di qada maf û azadiya jinê de çiqasî dîrokî ye. Di vê wateyê de, di sedsala 21. de destpêkirina serdema jinê ya ku şiyar dibe azad dibe û bihêz dibe rastiyeke ku ji rizgariya çînî û netewî hîn xwedî nirx e. Dema şaristaniya demokratîk wê bibe serdema ku jin ji her demê zêdetir bilind dibe.

Di serhildana demokratîk a Rojhilatanavîn de cihekî taybet a jinê heye. Weke hêzeke afirander a neolîtîkê, ji aliyê civaka çînayetiyê ve ew biçuk xistina xwe tu caran bi xwe nedaye daqurtandin. Her dem li serdestiya zilam bi guman nihêriye. Ji her alî ve di zanebûna wê de ye ku, mafên wê tê xwarin. Bêçarebûna wê dihêle ku ew di nava êşên kûr de bimîne. Di wê zanebûnê de ye ku, tu caran ew layiqî wî tiştî nîne, ku ketiye wê rewşê. Di rastiyê de ew bi rengekî veşartî, dizî alîgirê çanda xwendawend e. tu caran bi rengekî cidî baweriya xwe bi xwedayên zilam neaniye. Di vê zanebûnê de ye ku her dem di nava valahiyekê de ye. Ew hezkirin û rêzdariya ku heq kiriye, bi êş û bi hêrs hîs dike lê nayê nîşandan. Tu caran ev qas li destê zilam nihêrînê efû nekiriye, hîna zêdetir jî xwe bi xwe efû nekiriye. Di wê zanebûnê de ye, zilam ji hezkirinê gelekî dûr e, çors e û bêsinc e. Baş dizane ew ji hêza evînê dûr e. qurbaniya ev qas nakokiyan weke tê bawerkirin, jin nebiriye cehalet û nezaniyê, hîna nêziktirî alimtiyê kiriye. Dema ku bawer kir xwedî hezêkê ye ku girêdaniya herî xurt nîşan dide, di giştî de hemû jin bi taybetî jî jinên Rojhilatanavîn ji ber van taybetmendiyên xwe hêza zindî û çalak a civaka demokratîk in.

Serkeftina mayinde ya civaka demokratîk bi jinê ve gengaz e. Ji neolîtîkê hetanî niha ew gel û jinên ku li hemberî civaka çînayetiyê li bin guhê erdê ketine weke xwediyê rast ên pêngava demokratîk in. Wiha hem tola xwe ji dîrokê digrin, him jî di çepê şaristaniya demokratîk ku bilind dibe de cihê xwe digrin. Antîtêza ku pêwîst e ava dikin. Bi rastî jî çûyîna ber bi civaka yeksan û azad de sparteka civakî ya herî saxlem ava dikin. Di Rojhilatanavîn de, avakirina antîtezeke ji bo demokratîkbûnê hîn zêdetir dê bi riya jin û ciwanan ve pêk were. Şiyarbûna jinê û weke hêza rêber a civakê di dika dîrokê de cihê xwe girtin xwedî nirxeke antîtêzbûyînê ye. cîhana jinê, zanebûn, wijdan, hezkirin û parastina wê berendamê nirxên şaristaniyê yên cihê afirandinê ye. Ji ber pêwîstiyên karakterê çînî yê şaristaniyan û pêşketina serdestiya zilam, ji vî alî ve jî jinê tîne astekî ku bibe antîtezeke xwedî hêz. Hem di têperandina cihêbûnên çînî de, hem jî bi dawîkirina bihêzkirina zilam de xwedî nirxekî antîtezbûyînê wêdetir, sentezeke nû ye. Ji ber wê jî, asta jinê ya rêbertiyê di demokratîk kirina Rojhilatanavîn û gelemperiya cîhanê de hem di asta antîtezbûyînê de ye, (çavkaniya xwe ji Rojhilatanavînbûnê digre) hem jî asta sentezbûna wê, bi xwe re taybetmendiyên dîrokî dide jiyîn. Li gor min ev xebatên jinê yên ku pêwîst bû, berîya xebata rizgariya welat û kedê bihata kirin, a herî zehmet bû. Jin, çîn, netew û zayenda destpêkê yê bingehîn ku ji aliyê paşverûtî û koledariyê ve hatiye perçiqandin bû. Di dîtinê de cihêbûna zayend ji bo neyeksanî û çewisandinê weke sedemekê tê nîşandan. Dema dîrok bi kûrahî were lêkolînkirin, dê were dîtin ku ji hemû aliyan ve jin qurbanê destpêkê yê serdestiya civakî û siyasî ye. Çînê destpêkê ye ku her cure neyeksanî û kolekirin li mirovahiyê tê ferzkirin. Piştî ku jin hate kolekirin û xistine rewşeke ku bibe amurekê malê ya ku hatiye kêdîkirin (ne kirde ye) dor hatibû civak û dewleta çînayetî were afirandin. Zilamê zalim û derewîn, piştî ku jin xist, bi wêrekiya ku ji vî tiştî wergirtiye ve xwast mirovên din û zayenda xwe jî biperçiqîne û dîl bigre. Ew pergala wan ê ponijandinê ku derewên mezin in, mîtolojî û ol afirandine. Di rastiyê de mîtolojî û olên ku gelan nêzî rastiyê dikin jî hene. Lê belê em li ser olê û mîtolojiyên ku serdest û dagirker jê derewan û zordestiyê hildiberînin diaxivin. Dema mirov  li van ol û mîtolojiyan temaşe dike, jin bi hezarûyek fêlan û zordestiyê gav bi gav ji textê xwe yê xwendawendiyê yê balkêş tê daxistin, bênirx tê hiştin û herî dawiyê jî tê tunekirin. Ez bibim şervanê azadiyê û vî tiştî nebînim, ne gengaz e. Weke zarokekî azadiyê yê vê axê, ku olê xwedawenda dayik afirandiye û ji bo xwedawendên evînê yê destpêkê malevanî kiriye, min dê bixwasta mezinên me yên destpêkê û jêdera me ya azweriyê tê bigihêm, lêbikolim û sedemên hebûna wan bibînim.

(Jı perspêktîvên rêbertiyê hatiye berhevkirin)