Nuçe

03. Tebax 2017

KARASATA MEZIN, JONOSITA LI SER GELÊ ŞINGALÊ


Gelê me yê Êzdî di dîrokê de tûşî gelek êrişan bûye û di encama van êrişan de tevkujiyên mezin pêk hatine. Gelê me yê Êzdî van êrişan wek ferman bi nav dike û her fermanêkê jî hejmarekê didiye. Heta 2014an ev gel rasti 72 fermanan hatiye. Fermanek jî di 3ê Tebaxa 2014an de fermaneke din a qirkirinê li ser gelê me yê Êzdî hatîye pêkanîn. Gelê me yê Êzdî vê fermanê wek fermana 73an bi nav dike. Nijadperestî û dujminatiya Tirkan, şovenîzma Ereban, fanatîzm û kevneperestîya îslamî ya di perspektîva li dijî Kurd û Kurdistanê de gihiştin hev û di bin kirasê DAIŞê de bi gelemperî êrişî Kurdistanê û bi taybetî jî êrişî Kurdên Êzdî yên Şingalê kirin.

Eger mudaxeleya HPG û YPGyê nebûya, wê kareseteke mezintirîn bihata serê Kurdên me yên Êzdî. Lê dîsa jî di encama van êrişên DAIŞê  de nêzî 5.000 êzidî hatin qetilkirin û nêzî 200.000 Êzidî mecbûr man ku cih û warên xwe terk bikin. Ji neçariyê bi qasî 50.000î Êzidî xwe spartin Çiyayê Şingalê û bi nexweşî, tî û birçîbûnê re rûbirû man.

Di encama vê êrişê de nêzî 5.000 jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê van barbarên hov ve hatin revandin. Weke xenîmeta şer hatin desteserkirin û li ber çavê vê cihana nûjen wek koleyan hatin firotin, îşkencekirin, tecavuzkirin û qetilkirin. Zarokên ku li girtîgehên hatin dinê, bi darê zorê ji dayîkên wan hatin qetandin. Di derbarê hebû tunebûna wan de di destê kesekê/î de ti agahiyeke zelal tune.

Gelek jinên Êzdî yên ji aliyê van barbaran ve hatibûn revandin û tecavuzkirin, xwe di zinar û kendalên Çiyayê Şingalê de avêtin xwarê û dawî li jiyana xwe anîn. Gelek jinên ku ketibûn destê van barbarên DAÎŞÊ; ji destên wan reviyan û xwe xilaskirin, lê dîsa bi qasî 3.000 jinên Êzidî hê di destê DAÎŞê de ne.

Em di sêyemîn salvegera vê karesatê de, vê karesatê bi hemû nefreta xwe şermezar dikin, ji bo pêşîlêgirtina kerasetên wiha, ji bo kewandina van kul û birînan pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiyeke neteweyî heye.

Înstitûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist

li Almanya