Nuçe

12. Îlon 2017

ŞEVÊN XWENDINÊ-1


 

 

Şevên Çalekiyên Xwendinê yên Înstîtûta Kurdî li Almanyayê

Çalekiyên Şevên Xwendinê yên peryodîk ên Înstîtûta Kurdî li Almanyayê ku demek e navber hatibû dayîn, ji nû ve dest pêkirin.

Mêvanê meha îlonê yê çalekiyên ku wê her meheyê li bajarekî werin lidarxistin, hevserokê Înstîtûta Kurdî li Almanyayê Fevzi Ozmen bû.

Çalekiya ku li bajarê Gelsenkirchenê li Komela Alternatifê de hat lidarxistin, li gel nivîskar Ahmet Kahrama û rojnamevan Hüyesin Narlı nêzî 30 kesî beşdar bûn.

Şeva xwendinê, ku pêşkêşvaniya wê Aysel Avesta Aydınê dikir, bi axaftina vekirinê ya hev seroka Înstîtûyê Hacîre Gencê dest pêkir.

Pişt re li gel şanîdana sînevîzyona jînenîgariya xwe, Ozmen ji pirtûka xwe ya çîrokan ya bi navê Siyên Şikesti hin beş xwendin.

Beşa çalekiyê ya duyemîn bi awayê pirs û bersivan domand.

Beşdar li ser girîngiya şevên wiha rawestiyan û rexne li bêeleqetiya çalekiyên zimanê kurdî kirin.

Çalekî, bi muzîka berpirsiyariya çalekiyên şevên xwendinê yên Înstîtûta Kurdî Onida İzemê bi dawî bû.