Çîrok

15. Sibat 2015

ÇÎROKÊN HEZAR Û YEK ŞEVAN - V


 Şeva Pêncan

Çîroka Xelîfe û parsekê kor

 

Harûnê Reşît, xelîfeyê Bexdayê bû. Ji bona rewşa gelê xwe bizane, car caran wek xizanan kincên kevn li xwe dikir û derdiket nava gel digeriya.

Rojekê Xelîfe ji serwezîrê xwe re got:

“Em, îşev, kincên xwe biguherin û derkevin nava xelkê. Ka em binêrin halê xelkê çawa ye. Xizanî û neheqî heye an na? Xelk, ji edaletê raziye an na?“

Harûn û wezîrê xwe derketin nava gel û geriyan. Xelîfe û wezîr di keleka çemê Feratê derbasî aliyê din dibin. Dû re li kolanan digerin. Bala xwe didinê ku waye gel bi halê xwe kêfxweş ê û aram e.

Dema ku dixwazin vegerin malê, di ser pirekê re derbas dibin. Li wir rastî parsekekî kor tên. Parsek wan disekinîne û dibê:

“Ezbenî, ez birçîme û min îro qet xwarin nexwariye. Ji bona Xwedê hinek pere  bidin min û ez ji xwe re hinek nan bikirim.”

Harûnê Reşît hinek pere dide mirovê kal. ew jî ji Xelifê re sipas dike û dîsa dibêje:

“Ezbenî, ji we daxwazeke min e din jî heye.             Ji kerema xwe re vê xwesteka min jî bi cih bînin.”

Xelîfe dibê: “Fermo, bibêje daxwaziya te çi ye?”

Kal: “Ezbenî, ji kerema xwe re şîrmaqekê li min bixe, lê bila bi hêl be.”

Xelîfe şaş dimîne û dipirse:

“Çima heyran, tu wer dibêjî, tu mirovekî kal î, ez ji bo çi li te bixim.”

Kal:

“Ezbenî, min sûcek kiriye, divê ez cezayê xwe bikişînim. Heger tu li min nedî ez ê pereyên te şûnde bidim te. Kesê ku li min nede ez perê wan qebûl nakim. Ma qey tu bi çîroka min dizanî? Heger te zanibûaya te yê bi xwe li min bixista. Ji ber ku min ev heq kiriye.“

Li ser vê, Xelîfe hêdîka şîrmaqekê li rûyê kalo dide.

Kalo: “Na ezbenî na! Divê tu bi şid li min bixî.”

Harûnê Reşît careke din li mirovê kal dide û diçe.  Lê Xelîfe sedemê vê pir meraq dike.

Gava ji mirovê kal hinekî dûr ketin, Harûnê Reşît ji wezîre xwe re dibêje:

“Ka vegere ba wî kalî û jê re bêje ev Xelîfe bû û bila sibê piştî nimêja êvarê were koşka min.”

Serwezîr diçe, vê ji mirovê kal re radigihîne.

Roja din merê kal tê û wezîr wî dibe cem Xelîfe.

Xelîfe:

“Navê te bi xêr?”

Kal:

“Xêra Xwedê li te be ezbenî, navê min, Evdila ye.“

Xelîfe:

“Baş e, gava hin kes peran bide te, tu çima dixwazî ew li te bidin.”

Kalo:

„Ya Xelifeyê min, Xwedê ez li Bexdayê dam. Ez hîn pir ciwan bûn, dê û bavê min çûn rehmetê. Ji bavê min ji min re hinek mîrat mabû. Ji bona ku ez hîn zêde qezenc bikim, ez pir xebitîm. Di dawiyê de gelek pereyên min çêbûn û min bi wî pereyî heştê deve kirîn. Min bi deveyan ji welatekî mal dibir welatê din û li wir difirot. Bi wî aweyî ez gelekî dewlemend bûm.

Rojekê ez tev karwanê xwe diçûm derekê.

Dema bû nîvroj ji bo devên min hinekî bêhna xwe bigrin û biçerin ez li cîhekî rawestiyam. Li wir, ez ji xwe re li binê darekê rûniştibûm. Carekê min bala xwe dayê dewrêşek hat ba min. Em tev li bin darê rûniştin û min hinek xwarin da wî. Di dû re em li ser jiyana xwe axivîn.“

Dewrêş got:

„Ez maldariyê naxwazim. Ez zêr û gewher jî naxwazim. Heke ez wan bixwazim ez karim bidest bixim, lê ez naxwazim. Li cihekî nêzîkî wir, di bin erdê de şikevteke tê de zîv û zêr heye, ez dizanim.  Di wê şikevtê de zêdetirî barên heştê hêştirên te zêr heye.“

Min jî ji Dewrêş re got:

„Ya Dewrêşê Xwedê, ez zanim ku çavên te di mal û milkên cîhanê de tune ye. Hebûn ji te re qet ne girîng e. Ji ber vê jî ti fêdeya cihê zêr û dewlemendiyê ji te re tune ye. Ka vê dera nîşanî min bide, emê hêştirên xwe bar bikin û bibin. Bila barê hêştirêkî jî ji te re be.“

Dewrêş niyeta min fêm kiribû û got:

„Birako, tu jî dizanî ku ev ne heqî ye. Eger ez cihê zêr ray te bidim, tu yê dewlemend bibî. Ji ber vê çendê diviyabû te ji min re sipas bikira û bigota em ê nîva nîv li hev parve bikin. Heke tu barê çil hêştirî nedî min, ez cih ji te re nabêjim.“

Min dît ku Dewrêş bi vê qayil nabê, min gotina wî qebûl kir û em bi hev re çûn devera xizîne lê ye. 

Dewrêş li ser zinarekî mezin agirek pêxist û li ser êgir hinekî xwend. Di zinêr de deriyek vebû. Em di wî derî re ketin hundurê şikevtê. Me zîv û zêrên xwe dagirtin û şûnde Dewrêş çû di dawiya şikevtê de ji sandiqekê kutiyeke biçûk derxist û anî xist berîka xwe. Di dûre me barên xwe barkirin. Dîsa Dewrêş agir vêxist û li ser xwend û derî hate girtin.

Em ji wir bi rê ketin hatin heta duryana rê. Ez ê biçûma Bexdayê, Dewrêş jî wê biçûya bajarekî din. Me li wir xatir ji hev xwest û em herkes bi riya xwe de çûn.

Ez hinekî bi re de çûm, piştre ez xwe bi xwe difikirîm. „Gelo yekî dewrêş çima maldariyê bixwaze. Ji wî re dewlemendî ne hewce ye. Cihê wê şikevtê dizane û dema bixwaze dikare ji wir têra xwe zêran bibe.“  

Li vê derê min hêştirên xwe sekinandin û ez ber bi Dewrêş beziyam. Gava ez gihîştim wî, min jê re got:

„Ya Dewrêşê Xwedê, tu dewrêşî, tu bes ji bo xêr û çêyiyê bikî dijî. Çavên te di malê dunê de nîne. Ev hemû zîv û zêr wê li te bibin bar û tu yê pê nerehet bibî. Ji xwe tu ne selwanê hêştiran î jî. Tu nikarî li evqas hêştir binêrî û gunehê wan nexe hustiyê xwe. Ji te re sî deve bes in. Ka ji wan deh heban bide min.

Dewrêş got:

„Rast e keko, weke te ye, ez li vê qet nefikirîbûm. Kerem bike ji xwe re deh hêştiran bibe. Sî ji min re bes û pir in.“

Min ji nav hêştiran dehên baş neqandin û ji xwe re birin.

Piştî ez ji wir bi rê ketim, min carekê li dû xwe li Dewrêş nêrî. Ew hîn pir bi dûr neketibû. Wî nikarîbû hêştir bi lez bimeşandana. Ji xwe min ew deh hêştir jî bi hêsanî ji wî sitendibûn. Min dixwest ez hinekê din jî jê bigrim. Min bang Dewrêş kir û ez cardin çûm ba wî.

Min jê re got:

„Ya Dewrêşê pîroz, xuyaye tu nikarî sî deveyî jî bajoyî, ka ji wan deh hebên din jî bide min, bila karê te jî hêsan bibe.“

Dewrêş bê îtiraz anî deh devên din jî dan min. Bi vî aweyî yên min bûbûn şêst û yên wî jî mabûn bîst.  Ka gotineke pêşiyan heye. Dibêjin çavên mirovan ji axê jî têr nabe.

Dîsa ez li Dewrêşê xizan vegeriyam û min jê re waha got:

„Ya dostê Xwedê, ez bawer dikim ku tu yê nikaribî ji heqê wan heywanên kerr û lal derkevî. Em bibêjin yek ji wan hêrs bû û terqiya, çû û Xwedê neke zarokekî hinekan kuşt, tu yê pê pir xemgîn û gunehkar bibî. Çi çaxa ji te re hinek zêr hewce bin, tu ji xwe dikarî, derê şikevtê vekî, ji bo te kerek hebe bes e. Gava xelk bibîne tu maldarî; wê bibêjin,wî ev mal ji ku aniye? Dewrêş û maldarî li hev nakin. Ez dibêm tu wan deveyên mayî jî bide min. Evê him ji bo te û him jî ji bo min baştir be.“

Li dawiya wan peyvên min, Dewrêş got:

“Heke em, serwetê ji xwe re hilînin, ev ê bifire û biçe. Divê em malê xwe li xizan û kesên hewcedar belav bikin.”

Piştî wan gotinana Dewrêşê reben, her bîst deveyên mayî jî da min. Ez di dilê xwe de bi van pevyên wî dikeniyam. Dûre ew qutîka darîn wî ji şikevtê anîbû hat bîra min û min jê pirsî:

“Ya xasê Xwedê, gelo tu yê, bi wê qutîkê çi bikî?”

Dewrêş qutîk dirêjî min kir û got:

“Kerem bike, bila ew jî ji te re be.”

Gava min qutîk girt, min dît ku tê de şûşeyek û di hundur şûşeyê de jî hinek rûn heye.

Min pirsî:

“Ma gelo, ev rûn bi kêrî çî tê?”

Dewrêş:

“Ev rûnê avsûnkirî ye. Dema ku mirov ji wî rûnî hinekî di çavê xwe yê çepê bide, mirov dikare hemû gencîneyên li cîhanê veşartî ne, bibîne. Lê divê mirov rûn di çavê xwe yê rastê nede. Naxwe mirovê kor bibe.”

Min got:

”Bi destûra te ka em biceribînin. Tu vî karî ji min baştir dizanî, ka ji kerema xwe re tu hinek rûn di çavê min bide.”

Dewrêş, qutîk vekir û got:

”Çavê xwe ê rast bigre.”

Min çavê xwe girt û piştre wî rûn di çavê min ê din da.

Gava min çavê xwe vekir, min dît ku her derên zîv û zêr lê veşartî ne, dixuyên. Ez şaş û ecêbmayî mabûm. Lê bi çavekî tenê min ew xizne giş baş nedidîtin. Ji bo vê jî min bi dengê bilind got:

“Ka zûka hinek rûn di çavê min ê dinê jî bide.”

Dewrêş: “Nabe keko, ma ne min ji te re got, ger tu rûn di çavê xwe yê rastê bidî, tu yê ji herdu çavan kor bibî.”

Lê min ji Dewrêş bawer nekir û min got qey ew naxwaze, ez her derê bibînim. Ma çawa dibe, mirov rûnekî di çavê xwe yê yek bide, ev çav her tiştî bibîne, lê mirov di çavê xwe yê din bide, ev çav jî kor bibe!

Ez dîsa bi qirîn û lez vegeriyam ser Dewrêş û min got: “Ez bi gorî, ma tu çima eksîtiyê dikî. Ez ji te re dibêjim, têbide, bila ez kor bibim, ma ji te re çi?”

Dewrêş got:

“La hewlelwelah, bavo, ji bo çi tu bawer nakî? Ez henekan nakim, rast dibêjim, bi rastî tu yê kor bibî.“

Min bala xwe dayê Dewrêş gura min nake. Hema min qutîk zû ji destên wî girt û ew rûn bi xwe di çavê xwe yê din jî da.

Gava ku min çavên xwe vekir, min tu tiştek nedidît. Yanê ez êdî kor bûbûm. Bû ax û waxa min, lê fêde nedikir.

Ez bi xemgîni li ber Dewrêş geriyam, da ku ji bo ez karibim dîsa bibînim, gelo ew bi çareseriyekê dizane an na? Lê mixabin ti çare tunebû.

Di dawiyê de Dewrêş ji min re waha got:

“Ya mirovê nebextiyar, ev cezayê te ye! Korbûna dilê te, çavên te jî kor kirine. Ji bona vebûna çavên te, ti tiştekî ez zanibim û karibim bikim tuneye. Ev serwet jî, wê li kesên ku ji te bêtir pediviya wan pê heye, wê bê belavkirin û bi xatirê te!“

Piştî wan gotinan Dewrêş, her heştê deve tev barê wan da ber xwe û çû. Piştî ku ew çû, bû polepola min, ez li wir rûniştim û giriyam. Paşê karwanek ku di wir re derbas dibû, ez bi xwe re anîm bajêr. Aha ji ber vê yekê ez nuha kor im û cezayê xwe dikişînim. Ji bona wê jî her kesê/a ku peran dide min, ez dixwazim ew li min bidin. Ya Xelîfeyê min, çîroka min, ji wir heta vir e.“

Xelîfe Harûnê Reşît got:

“Belê, Apê Evdila, rast e, xetayê te mezin e. Lê te cefayekî pir jî kişandiye. Ez ê xaniyekî û her roj bi qasî hewcedariya te peran bidim te, ji bona ku tu karibî xwe pê xwedî bikî.“

Apê Evdila, ji xelife re gelek sipas û dua kirin.

***

Şehrezad dema ev çîrok bi dawî kir, êdî roj hilhatibû.

Lê, vê çîrokê bala Şahrîyar pir kişandibû. Wî ji Şehrezadê pirsî:

„Ma tu wekî din bi çîrokê Harûnê Reşît dizanî?“ 

Şehrezad:

“Belê ya roniya çavan, ez dizanim. Lê waye bû sibe, divê li gor biryara we ez êdî bêm kuştin. Ji bo vê jî ez nikanim ji wer e tu çîrokan bibêjim.“

Şah:

„Na, na! Ez îro jî te nakujim. Ji bo ku şeva tê tu çîroka Xelîfe Harûn ya din jî ji min re bibêjî.“