Pexşan

22. Çile 2015

NIRXANDINEK JI ÎLONA 1992 AN LI SER AKADEMÎ Û ENSTÎTÛYÊN EWIL LI EWROPA


Birêz û siyasiyên li Ewropa ne, hayîdarê xebatên fikrî, kulturî û siyasî ne, dizanin ku salên 1980´î li hin welatên Ewropayê bi navên akademî û înstîtutan û navendên kulturê hejmarek komik û avahî hatin damezrandin.

Hinek ji van komik û avahiyan hê jî hene. Bi rengekî yan bi rengê din li jiyanê ne. Beşek ji wan di çarçeweya projeyên li ser kaxetê de man.

Hin jî wan jî piştî du-sê salan li pey xwe barek sipekulasyon hiştin û bûn malê dîrokê. Di destên me de destûr û rêbaz, program û projeyên xebatê, yên van komik û avahiyan, hewil û gavên emirkin, neserketî hene.

Pêwist nake em navê wan bihejmêrin, tên zanîn. Bi tenê çend gotin li ser Enstîtuya Parîsê wê ne bê cîh bin.

Enstîtuya Parîsê sala 1983 an çêbû. Xwedî avahî û xaniyê xwe ye. Hîmdarên Enstîtuyê giş rewşenbîrên xwiya û nas in. Piraniya hîmdaran îro ne li jiyanê ne. ji yên ku dijîn Kendal Nezan ne tê de giş dûrî Enstîtuyê û siyaseta wê ne. Wek Ismet Şerif wanli, Ordîxanê Celîl û Heciyê Cindî.

Salên ewil Enstîtuyê hejmarek organên peryodîk derdixistin. Kitêbxaneyek dewlemend û arşîvek ne biçûk anîn pê. Kovarên mîna Hêvî, Studicka Kurdica, Bultena Pêwendî û Informasyonê û kovara Kurmancî weşandin.

Îro gava em li rewşa van akademî û enstîtuyan dinerin em dibînin ku Enstîtuya Parîsê bi tenê hê li ber xwe dide û li ser piyan maye. Yên din wek Akademiya Bonê mane navên jibîrabûyî.

Enstîtuya Paîsê jî ne xwediyê bayê destpêkê ye. Bayê wê ketiye. Rewşenbîrên ku demekê pêre bûn, jê re dibûn alîkar niha bigazin in, ji serokayetî û rêberiya wê nerazî ne. Heta yên ku ne tenê gazinan dikin, belê sertir û bihêrstir rexneyên ciddî digrin hene.

Enstîtu gav bi gav giraniya xwe wunda dike, bêîtîbar û navno dibe. Şewqa wê dişke, çira û rohniya wê koriktir dibe, dimîne cîhekî çend kesan û xatireyek ku bêhna kurdî û muzeyekê jê tê.

Ew organên peryodîk beşek ji wan nema derdikevin, civîn mîna berê nabin, butça enstîtuyê ne mîna berê ye û meydana xebatên wê tengtir bûye.

Temenê Enstîtuya Parîsê 9 sal in / 1992 /. Rêvebir û insiyatîvgirê Enstîtuyê têra xwe şareza, çavvekirî û kompetent e. Alîkariya ku mikune ji welatekî Ewropî bê girtin li vir li pêşbû. Em dikarin bêjin ku mestirîn alîkariya Ewropa li vir ji bo vê Enstîtuyê hate kirin. Burjûwa û dewlemendên kurd jî tiştê ku di wan de hebû kirin................

Ezmûna Ewropa

Ewropa war û cihê akademî û înstîtutan e. Akademiyên ewil li vir çêbûne, li vir ji dayika xwe bûne û li vir bejin dane, bûne çinarên sedsalî.

Azmûna Ewropa li vir gelekî dewlemend û handar e. Ev azmûn jî teknîkî, kulturî, metodîk û piralî ye. Em dikarin vê azmûnê ji xwe re bikin mal.

Ewropa bi ser egoîzim, jixwereyî, xesîstiya xwe, nikare wîze û ambargo deyne ser îmkanên me ji bo ku em ji azmûna wan istîfade nekin.

Nikare rê li me bigre ku em akademî û instîtutên wan, teknîka xebata wan û awayê xizmetên wan yên fikrî binasin û têxin ser yên xwe.

Li Ewropa ji salên ronesansê û bi vir de du şêwe otorîte di tenişta hev de bi awayekî yek ya din xwurt dike, yek ya din temam dike, ji diya xwe bûne. Ev jî dewlet û akademî û înstîtutên ilmî ne.

Li gelek welatên Ewropa xebatên fikrî û rewşenbîrî bi derketin û pêdebûna otorîteyên ilmî û çêbûna akademî û înstitutan re dikevin qonaxa balixbûna xwe, sîstematîk dibin û di encamê de dibin xwedîprestîj û otorîte.

Tu li eslê wê binere xebatên akademîkî û fikrî pirr kevin in. Zanîngehên zemanê xwe, hê berêtir ekol û dibistanên felsefî ji zemanê Sokrates, Platon û Arîstoteles û bi vir de hene. Ji xwe navê akademî jî ji zemanê Platon maye.

Ewropa di hemû waran de û herwuha di warê akademiyên neteweyî de jî xwedî kelepor û akumulasyonek bêsînor û bêdawî ye.

Ev aliyê Ewropa hê mîna pêwist û bi îsabet bala me bi nisbeta tê xwestin nekşandiye. Em nekişandine nav xwe û ji bo me nebûye xezne û embara esasî.

Em Ewropa gelekî sererû nas dikin, yekalî dibînin û bi tenê gelek caran ji bo têrkirina zikê xwe wek bexçe û werzekî digrin dest.

Em li Ewropa ketine pey tiştên biçûk, çend ewroyên daîre û meqamên humanîter û gelek caran jî kilîseyî. Bervaja gerek em Ewropa rast û rasteqîne, Ewropa xebatkar, bi disiplîn, welathez, navenda ilim û pêzanînê bibînin û berî giş aliyên Ewropa em li vî aliyê Ewropa biruxubin û ji xwe re vî alî bikin mal û mînak.

Ewropa gerek di aliyê tecrûbê û teknîka avakirinê de, di aliyê metod û riyên xebatê de ji bo me bibe alîkar û nimûne, nezêdetir.

Avahiyên xwe yên neteweyî em dê çêbikin û em dê fînanse bikin: yana em dê nikaribin bêjin yên me ne.

Ev çend gotin li ser akademî û ensîtuyên me li Ewropa. Em dikarin li vir noqtakê deynin û mişwarekî jî akademiyên Ewropa nas bikin.

Lê ewil akademî ku dabaşa sohbet û semînera me ye bêhnikekê jî em riya xwe bi wê bixin û bipirsin: Akademî çiye ?

Peyva akademî ji zimanê Yewnanî tê. Berî zayînê li dora salên 300 î fîlozofê mezin Platon li bexçeyê bajarê Atîna dersên fesefê û mantiq dane şagirtên xwe.

Li cîhê ku Platon ev ders dane, wa diyare peykerek bi navê Akademos hebûye. Bi zeman re navê vî peykerî ji dersdayîna Platon û dibistana wî re dibe nav û peyva akademî pêde dibe.

Peyva akademî bi vî awayî dibe navê dersên ilmî û xebat û mijûlahiyên kûr û biwate.

Humanîst û alimên serdema qirnê navê, salên 1400 î navê akademî digrin û li komele û komikên xwe dikin. Di xebatên ilmî û fikrî de di binvî navî de berçav dibin û deng didin.

Sal bi sal, ji qirnekî heta bi yê din rêxistin û komelên navê akademî li xwe dikin û bi vî navî kar dikin zêde dibin. Li Floransa, Akademiya Floransa, li Bologna, li Cenova û li derên din akademî çêdibin.

Floransa, Bologna û Cenova wek tê zanîn li Italya ne. Em ji vir nas dikin ku akademiyên destpêkî ewil li Italya çêbûne.

Piştî salên 1582 an mirov dikare bibîne ku li Fransa û li Ingilistanê jî bi heman navî, ango bi navê akademî komik û komele hatine pê.

Akdemiya Firansa ku di sala 1634 an de fermî dibe, di esas û bingehê xwe de, Akademiya Floransa ji bo xwe dike model û nimûne.

Di wateya temam û kamil de akademiyên ku em îro nas dikin derengtir çêbûne. Dîroka çêbûna wan salên piştî 1600 î ye.

Wek nimûne Akademiya firansa û Ingilîstanê di salên piştî 1600 î de, ya Spanya sala 1714 an, Akademiya Rûsya sala 1725 an û yên welatên din jî li pey hev çêdibin.

Dîroka jidayikbûna Akademiya Siwêdê 1786 e.

Di nav akademiyên Ewropa de ya helî bi nav û deng ku wek mînak hatiye pejirandin, Akademiya fransa ye.

Akademiya Fransa hem bi kevnariya xwe û hem jî bi cidiyet û rêkûpêkiya xwe li pêş e, li cîhekî berz e.

Dîroka vê akademiyê û gavên ewil yên ku bûne sebeb ji dayikbûna vê akademiyê re hêjayên baldariyekê ne.

Ji vê awurê hêjaye ku mirov bibîne bê ev dezgahê nimûneyî ku piştre herkes kiriye heyran û dildarê xwe, di destpêkê de çendî biçûk û mutewazî, heta bêdeng û bêpêjin e.

Nivîskarê dîroka Akademiya Siwêdê G. Ljungren di berhemek xwe ya ducildî de li ser Akademiya Siwêdê wuha behsa gavên ewil yên Akademiya Fransa dike:

“ Destpêka vê kademiyê hinekî lihevrasthatin û tesadufî ye. Çend rewşenbîr û çend kesên bi hev re dost in û hevdû nas dikin, ji nivîskarên ne zêde xwuya û ne pirr navdar, tên ba hev. Biryara xwe didin ku heftê carekê li navenda Parîsê, li mala yekî ji wan kesan bicivin.”

“Wuha jî dikin. Heftê carekê mîna program kirine tên ba hev û nivîsandinên xwe raberî hev dikin û bi hev re nîqaş dikin. Kesên tên civînan 10 in. Sal 1629 e.

Ev civîn û sohbetên siyasî û rewşenbîrî çar salên temam heta sala 1633 an dewam dikin.

Sala dawî Kardînalê dêrê xebera wî ji wan çêdibe û bi destûra melekê Firansa xebata vê komikê fermî û serbest dikin, statuyekê didinê.

Êdî dewlet xwedîtiyê lê dike û sala 1634 an dibe sala damezrandina akademiyê. Piştî demekê Ludvikê XIV an dîrekt jê re dibe bav.

Di van salan de Ewropa têra xwe ji hev agehdar e. Welatek ji bo naskirina tiştên nû û enteresan li welatên din, misyoneran dişînin welatên hevdû û guhertin û pêşketinên li welatên hev baş taqîb dikin.

Li aliyê din ji bo çêbûna akademiyan, xebatên xwurtir û birêkûpêktir, dem hatiye. Rewşa giştî û nîrê aborî û civakî, kulturî û heralî akademî û instîtuyan dixwaze.

Çawa ?

Di vê sedsalê de bazirganiya navxwe ketiye warekî pêşketîtir. Bazar û sûka welat hêdî hêdî çêdibe. Têkiliyên nav herêm û deverên welatekî, zarava û kulturên herêmî û navçeyî geştir in.

Hewcedariya bi zimanekî yekgirtî, zimanekî fermî, zimanê perwerdê, dîrok û derbasbûneke hevbeş li Ewropa û pêşî jî li Ewropa Rojava dibe pirsa rojê û xwe ferz dike.

Dewlet hene. Heger ne bi rengê îro hemdem û degel jî be otorîteyeke dewletî, îdarî û leşkerî çêbûye.

Sînor hindik gelek diyar in. Desheltdariya dewletan, ji ku heta bi ku ye hatiye kişandin. Rewşa aborî, kulturî, civakî û dewletbûyînê otorîteyên din dixwaze. Ev otorîte jî otorîteya fikrî, ilmî û akademîkî ye.

Alim, zana, şareza û welatparêzên ewropî li ser zimên, pirsên zimên, mesele û pirsgirêkên girêdayê diyalektan, pirs û gelşên girêdayê derbasbûna hevbeş in serê xwe dêşînin, lêkolînên cihê çêdikin û ber bi akademiyên îro de gavên bifikir û bi îsabet davêjin.

Dewlet û burjûwazî jî alîkariya van hewlan dikin. Melek û şah hewcedarên zimanekî ne ku li her aliyê welêt pere bike, heq bike. Da ku ferman û teblîxatên dewletê bi hesanî bighînin her qozî û deverê..

Divê ev jî bê gotin ku dema bingehê akademiyên îro têne danîn çapxane, teknîk û kultura çapxanê li her aliyê Ewropa belabûye.

Xwendin û nivîsandin ji monopol û destên çend kesên kilîsê û karmendên dewletê ne, derketiye û nisbetek xwurt ji xelkê êdî xwenda hesab dibe.

Belê, pêşketin û hewcedariya bi navendên xwurt û heralî akademiyan dixwaze. Akademî bûne hewcedarî.

Dewlet alîkariyê dike, hewlên hene han dide. Bi destên xwe akademiyan ava dike. Pere û meaşan dide endam û xebatkarên akademiyan, wan li karê wan sor dike, dişidîne û nav di wan de dide. Ji bo akademiyan weqfan vedike, ji bo wan cîh û avahiyan dixe xizmetê.

Ji derekê û pêde pirsgirêka akademiyan dibe pirsgirêkeke neteweyî, dibe nîşan û delîla pêşketin û ciddiyeta dewletê, dibe pirsgirêka prestîjê.

Dewlet êdî bê akademî, bê otorîteyeke ilmî, fikrî û lêkolîneyî xwe kêm his dike. Xwe nîvrê û netemam, ne bi wext û zeman re dibîne.

Sinif û tebeqeyên neteweyî, şah û sultanên Ewropî bi akademiyên xwe serbilind in, xwedrûmet û qedir in. Objektivîte midaxeleyên subjektîf dixwaze, êdî bê akademî nabe. Qonaxa akademîavakirinan dikeve rê.

Akademiya Siwêd jî di nav de bêj hema giş akademiyên Ewropa li gora akademiya Fransa ava dibin.

Destûr û rêbazên akademiyên din, ji bo xwe Akademiya Parîsê wek nimûne digrin. Lewra ev akademî hem kevin e û hem jî ya helî birêkûpêk, sîstematîk û ciddiye.

Em dikarin hinekî jî bi kurtî li ser Akademiya Siwêd rawestin. Em bahwer dikin dê ev rawestîn li ser mekanîzmeya navxweyî û şêweyê xebata wê me bike xwedî fikrek, dê bibe alîkar û perspektîvê me hinekî din firehtir bike.

Akademînasên Akademiya Siwêd v dibêjin: Akademiya Siwêdê wêne û kopyek ji akademiya Firansa ye. Akademiya Siwêdê piştî ya Firensa bi 152 salan çêdibe. Heger em hin hewlên destpêkî mîna yên sala 1710 an hesab nekin.

Damezrêer û insiyatîvgirê Akademiya Siwêdê dîrekt şahê wê wextê Gustavê III an e.

Gustavê III an di nav şah û sultanên Siwêd de yekî helî hezkirî ye. Sebeb jî ev akademî ye ku ji gelê Siwêdê re hiştiye.

Wek her akademiyê, Akademiya Siwêd jî xwedî destûr û rêbaz e.

destûr û rêbazê wê ji 58 paragrafan hatiye pê. Ya Fransa jî 50 paragraf in.

Hejmara endamên akademiyê 18 kes in. Ev hejmar li gora paragrafên destûrê sabît in û tu caran nayên guhertin. Endamên akademiyê heta li jiyanê bin tên hilbijartin.

Çend madeyên bingehîn yên Akademiya Siwêdê ev in:

Md. 1: li ser hejmara endaman e.

Md.2: selahiyet û berpirsiyariyên serokayetiyê ango dîrektor, kanslî û sekreter digre ber xwe.

Md. 5: li ser cihê sekreter e. Sekreter divê li Stokholmê rûne.

Md, 6-7: protokol, ewraq, name û tiştên fermî ku bi navê akademiyê tên belakirin û postekirin divê îmzeya sekreter yan jî Kanslêr hebe li binê wan.

Md.XI-XVIII li ser hilbijartina endamên nû û awayê hilbijartinê ne.

Md.XIX-XXXI li ser avêtina endamekî ji endametiyê ne.

Md. 23-24 li ser hedefên bingehîn yên Akademiyê ne. Wek pakkirin û tekûzkirina zimanê siwêdî, ferheng, rêziman û îmlayê ne.

Md.25-32 li ser civînan, şev û şahiyan û di van çalakiyan de meqam û cihên rûniştinê ne. Ango li ser wê ye kî li ku rûdine.

Destûr û rêbazê Akademiyê 206 salan kevin e / 1992 ilon/. Di pratîkê de ev rêbaz wek xwe ye. Bêj hema ji roja çêbûye û bi vir de nehatiye guhertin.

Akademî pirr dişibe destpêka xwe û xwe parastiye. Di vê wateyê de Akademî muhafezekar û konzervatîv e.

Guhertinên çêbûne, gelekî hêdî çêbûne. Mirov kare bêje ku 58 paragrafên akademiyê di cihê xwe de ne, destnedayî ne.

Belê beşek ji van paragrafan emirmende û demode bûne. Di destûrê de hebin jî di pratîkê de bêkêr bûne. Li aliyê din hin adetên din ketine akademiyê ku nebûne destûr û qanûn

Hem pratîka Înstîtut û akademiyên me û hem jî dîrok û derbasbûna akademiyên Ewropa û giş organên neteweyî li vê reşaya cîhanê, dinasînin ku akademî bi çend kesên dilxwaz, karxwaz û akademîxwaz nikarin bêne çêkirin. Bêne çêkirin jî wê nikaribin fînanse bikin.

Akademîçêkirin, fînansekirin û ragirtin, karê dewletan û rêxistinên li ser riya dewletavakirinê ne.

Insîtîtut û akademî bi herkesî çênabin, herkes û her komik nikare çêbike. Akademîçêkirin naşibe derxistina kovar û avakirina komeleyekê. Barê akademî û înstîtuyan ne sivik e, zêdeyî taqeta kes û çendkesan e.

Li Kurdistanê û li derve bi navê gelê kurd û ji bo gelê kurd tu karekî ciddî nikare bê kirin, heger li pey vî karî rêxistinek xwurt, welatparêz, gelêrî û hemdem tunebe.

Insiyatîvgir û kargerênên van komik û avahiyên kulturî û wêjeyî li ser xebatên înstîtut û akademiyan û xebatên ciddî xwedî fikreke teknîkî û sererû ne.

Ne giş bin jî gelekê ji wan nizanin, zanibin jî ji ber berjewendên kariyerîstî û ferdî xwe nezan dikin ku bê deshelatdariyek xwurt û midaxeleyeke xwurt ev kar nameşin.

Pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka naskirin û nasnekirina dîroka akademiyên Ewropa ye û ne pirsgirêkeke înformatîv e jî. Faktorên din jî hene helbet.

Di nav van insiyatîvgiran de kesên ji zû de li Ewropa ne û Ewropa baş nas dikin hene. Belê problem ev e ku objektîf û bi berpirsiyarî tevnagerin.

Heger em ji Ewropa vegerin welatê xwe û em çavekî bavêjin dîrok û derbasbûna hewlên avakirina dezgahên neteweyî em dê bibînin ku hewcedariya bi van dezgehan hê ji dema Ehmedê Xanî û bi vir de hatiye dîtin.

Kurdan xwestine avahiyên neteweyî çêbikin. Ehmedê Xanî behsa deshelatdarî û dewleteke neteweyî dike ku kevirê esasî ye û mestirîn demana her core dezgahê neteweyî ye.

Di rojnameyên mîna Kurdistan û Jînê de, di zemanê Şêx Mehmûd û Qadî Mihemed de pir qels û ne hemdem be jî ev his têne pêjinkirin û bihîstin.

Şêx Mehmûd xwestiye hin gavan bavêje, jê nehatiye, nikarîbû xwe biprêze. Nîvê temenê wî li sorgon û xerîbiyê qediyaye. Zemanî Berzanî jî hindik gelek wuha bû.

Qeweta Mîrên Bedirxaniyan, Mîqdat û Celadet ne gihişte avakirina akademiyan, belê mala wan ava yekî di aliyê rojnamevaniyê de gava ewil avêt û yê din jî em kirin wedî alfebeyekê, ku em niha bi xêra wê bi latînî dixwînin û dinîvisînin.

Di salên hê derengtir de, di dema Simko de, mirovên mîna Evdirezaq Bedirxan gelek biçûk jî be, xwestine çend keviran deynin ser hev. Mîna vekirina dibistanên kurdî. Mixabîn cardî bi alîkariya derve.

Ev alîkariya derve û çavliderveyî bûye xisleteke rewşenbîriya kurd, bûye damar û tiradisyonek ku heta bi zemanê me nesekiniye. Enstituya Parisê û Akademiya Bonê bi xwe jî ji dirêjayî û peyketiyên vê tiradisyonê ne.

Berî em axaftina xwe girêdin û bên ser jêderên axaftinê, em vê jî bêjin ku Akademiya Siwêdê ji salên 1900 î û bi vir de Xelata Nobelê bela dike.

Xelatbelakirin tiştekî hevbeş e ji bo giş akademiyên Ewropa.

Akademiyên Ewropa ji bo handayin, teşwîkirin û xwurtkirina romanê, wêjeyê, hunermendiyê û her şaxê lêkolîneriyê bi giştî xelatan, madalyan û tiştên din bela dikin. Xelata Nobel jî payedayîneke wuha ye.

Alfred Nobel, mirovekî maldar e. Berî bimre piraniya malê xwe dike weqif û dide akademiya Siwêdê. Akademî jî piştre Înstîtuta Nobel ava dike û her sal bi merasim û şahî xelatên wêjeyî û şaxên din yên ilmî dide hejmarek kes.

Piraniya akademiyên Ewropa berhemên serdema melektiyê ne. tebeqe û sinifên maldar arîstokrasî û burjûwazî dibin insiyatîvgir û pêşengên akademiyan.

Li welatê me rewş û boçûneke din heye. Maldar û mîrên me, deshelatdar û sermayedarên me qeweta wan neghiştiye vî qasî.

Hin hewlên biçûk hene. Ev jî mîna me got bi serneketine.

Akademî bi kesekî û bi çend kesan çênabin. Proje û karê Hûtan e. akademî. Karê dewletan û rêxistinên bi qasî dewletan in.

Hem azmûna akademiyên Ewropa û hem jî azmûna komikên me li derveyî welat vê dibêje.

Giş karên neteweyî, avakirina giş dezgahên neteweyî, ji çêkirina dewletê bigir heta bi damezrandina akademiyan, her şêwe, organ û mekanîzmeyên neteweyî ketine stuwê tebeqên xelkê, komelanên zehmetkêş, rewşenbîrên xelkê û rêberê neteweyî Partiya Karkerên Kurdistanê.

Partiyên bi navê demokrat jî zêdeyî 40 salan e kar dikin, nikarîbûn ne akademî, belê organekî rûniştî û xwegirtî bînin pê. Lewra damezreyên neteweyî bi siyasetên otonomistî re li hev nakin û nagunc in.

Enteresane ku di dîroka Kurdistanê de bi taybetî perçê bakur de cara yekemîn rojnameyeke rojane û pirr organên din bi insiyatîfa partiyek karker derdikevin.

Giş kar, gav û midaxeleyên fikrî, kulturî û neteweyî ku ji aliyê sermayedar û deshelatdarên welatên din hatine kirin û avêtin, giş ketine stuwê tebeqên zehmetkêş li Kurdistanê.

Sala îsal di meha Nîsanê de bi alîkarî û piştgiriya Partiya Karkerên Kurdsitanê li bajarê Stenbolê Enstîtuya Kurd vebû.

Roja vebûna Ensîtuyê çend sed rewşenbîrê kurd ji her aliyên Kurdistanê hatin ba hev û Enstîtu bi rengekî fermî îlan kirin.

Enstîtu hê çendmehî ye, taze û nû ye. Belê ji niha ve ketiye nav xebateke ciddî. Komisyonên xebatê hatine çêkirin, xebata ji bo çêkirina kitêbxane û arşîvek dewlemend li dar e û ji bo xebatek layiqê navê Enstîtuyê giş merc û îmkanên bingehîn hene.

Ev enstîtu heger hinek azad bikaribe kar bike dê mûheqeq bi serkeve., bighêje hedefa xwe.

Ji ber ku hêz û qeweta xwe ji gelê kurd û pêşengên tevgerarizgarîxwazî digre. Bi îmkanên gelê kurd fînanse dibe.

Hinekî jî ferqa vê Enstîtuyê ji yên din di vir de ye.

Ilon 1992 Stokholm.