Pexşan

29. Çile 2015

Memzînane


Çîrok e, hatiye gotin: Bi navê Zeynedîn, mîrekî Botan û du xwuşkên xwe bi navê Zîn û Stî hene. Xanimên ji tovrindan, di çax û banga xwe de ne. Heta tu bêjî bes sipehî ne, bedew in. Ewçendî ku mirov bibêje ne buxwim ne vexwim li wan binerim. Xweşikî ji kesekî re nehiştine, nêvî di nav xwe de par vekirine û nîvê mayî jî dane dinyaya mayî.

Dinya, bihar e, şên û sewz e. Ji mehan Newroz e, xelk derketiye derve; biçûk û mezin, jin û mêr, kes nemaye li malê, nexweş û seqet jî di nav de.

Mem û Tajdîn jî di nav lehiya xelkê de ne. Ew mîna du teyrên birak û biracêwiyên hev in. Ne xwarina wan û ne jî vexwarina wan bi du cîhan de naçe, ewçendî hogirên hev in, hulfa wan çûye ser hev, bêyî hev sebra wan naye.

Zehf têne hezkirin, lihevhatî ne, bi hezin û cemala xwe, bi mêrxasî û durustiya xwe, ji navên ev û ne ev û ji dengpêketyan in. Mirovên deverê, wan bi tiliyan pêş hev dikin, ma dilê kê nabije wan û kî naxwaze mîna wan be. Keçên xama behsa wan dikin, di xewnên şevan de dikevin himbêza wan.

Newroz e, dê weledê xwe avêtiye, tu axê bavêjî naghêje erdê, kêf e, şahî ye. Heta çavên te bibirin, çaralî însan in, di nav lixwekirineke hezarrengî de mîna gêrikê dixijmij in, dixelin, ditewin, dadgerin vî alî û aliyê din.

Yên direqisin, yên distirin, yên ketine sohbetên kûr, yên bi çavan bi hev re diaxivin, raman û hestên xwe bi riya nerîn û awurên xwe ji hev re dişînin, yên sozan didin hev, sozan ji hev distînin, yên behsa dinyayê, pirsgirêkên jiyan û xweşiya salê dikin... qîr û qiyamet e

Li aliyekî Zîn û Sitî û li aliyê din her du xortên me, Mem û Tajdîn wek du cotên; yeke mêkew û yê din nêrkew, ji du aliyan noqî nav derya mirovan, derya, ne serî û ne binî bûne. Wek mest û serxweşê atmosferê, roja mirovkêş, lingên wan erd nagre, kêfa wan li wan e û dinya bişewite ne baqek, belê gurzek pûşê wan jî li ber nare.

Digerin, qerf û henekan dikin û bi giş hucre û şaneyên xwe, ji serê tiliyên lingan heta bi patika serê xwe, tehma rojê, roja deqê rojan, xatûn û nazenîna salê, derdixin, dijîn.

Hayê wan ji bayê felekê nîne, bextewer û dilşa ne, geş in, gurr in, bi heyecan in, di cihê xwe de nasekin, ew maye bask bi wan ve çêbibin û bifirin.

Aha li vir, di vê bêhnik û kêlîka di ser timamê dem û rojan re, di neqeb û zîvronekeke kes ne li bende, ne di hesab, hizir û texmînan de, çar çav, di nav bidehhezar û sedhezarên çavan de, li hev dikevin, di hev de dialiqin û car ew car, nema careke din hev ber didin.

Xwedyê çavan ne bi dilekî bi heft dilan dil dikevin hev; li aliyekî Zîn û Sitî û li aliyê din Mem û Tajdîn.

Evîndar hungulîskên xwe bi hev dugherin û soza qetî didin hev. Em bimînin ji hev re ne, bimrin ji erdê re ne.

Tajdîn Stî ji Mîr dixwaze. Mîr daxwaza wî tîne cîh û xwişka xwe didiyê.

Piştî vê ciwamêrî û merdiya Mîr Mem difikire ku îca dor ya wî û Zînê ye. Ew jî diçe ser cila Mîr û bi qewl û resûlên Xwedê zînê ji Mîrê Botan dixwaze.

Vê carê ne merdî û ciwamêrî, belê hêrs û xezeba mîr li biryara wî siwar tê. Na dibêje, ez Zînê nadim te. Tu pişta situwê xwe bibînî tu Zînê nabînî. Vê ne hilîn ne deyn û careke din jî tiştekî wuha bila ez ji devê te nebhîzim.

Sebeb jî Beko ye. Bekoyê Mêrgewerî ku bi eslê xwe ne ji Botanê ye. Beko hez ji Mem nake û fesadiya wî li ba Mîr kriye. Ji xwe ev mirov bi gelacî, mizawirî û bêbaviya xwe deng daye, Iblîs lingek hilaniye wî heft di şûna wî de danîne, tu dibê qey ji pozê Iblîs ketiye.

Beko hosteyê senaryoyan e, romanivîsê romanên kirîmînel û polîsiye Hiç Kok,  jî ne mîna wî ye, heger em bi nimûneyeke ji serdema xwe bidin naskirin.

Çawa be xistiye serê Mîr ku Mem û Tajdîn mîrîtiya wî nasnakin, çavên xwe berdane cîhê wî, li xistina wî ji ser textê mîrîtiyê digerin û ev demeke di nav komployeke mezin de ne.

Mîrê wek her deshelatdarî ku di riya deshelatdariya xwe de her tiştî karê bike, nema tiştekî dibîne û kef bi devê wî dikeve, ji serxwe diçe û hêrs û xezeba wî radibe, sonda asê dixwe ku ezman dakeve erdê û erd derkeve ezman jî ew dê Zînê nede Mem, ew dê nehêle bi hev şa  bibin.

Ferman wuha qetî û bêeman e, bêkompromîs û bê virde û wê de ye, ne rê jê diçin û ne fitû tê de maye. Ev mîr e, nehenek e, gotina wî qanûn e, biryarên wî wek ayet û paragrafên kitêbên pîroz e, wuha tê dîtin, wuha tê qebûlkirin. Hêza kesekî/kesekê ku bighiyê û bughere, dadgeheke wek yên îro ya temyîzê ku careke din jî biryarê di ber çavan re derbas bike jî tune ye. Mîr her tişte, qanûn jî, meqamê temyîzê, darizandin û birêvebirin jî ew sê hêzên navdarî Monteskiyo ku îro li piraniya welatên demokratîk derbas dibe hê bi topraxên vir neketine. Bi dû Xwedê de Mîr tê. Mîr û ne kesî din.

Biryar û gotinên Mîr dinyaya Mem serobinî hev dike, dinya û jiyan li ber çavên wî reş dibe, hiş, aqil û sewdan namîne pê re. Sewsî dibe, bi gotineke din û rastir, dibe mecnûn. Mecnûnê bi evîna Leyla dîn û şêt dibe, bi çol û çiyan dikeve. Bi xezal û lawirên çolistanê re radibe û rûdine, rîh û por li nav hev digere. Şûştin û xwarinê, xew û razanê ji bîra dike, tiştê tê serê Mem neye serê tu evdên Xwedê, ne hedana wî tê ne tebata wî, ne kare rûne û ne jî îş û karekî bike, tim difkire, diponije, xerq û noq e. Ne dengan dibhîze û ne jî kesekî nas dike. Çi hebe Zîn e. Zîn û ne keseke din, Zîn û ne tiştekî din. Hişê wî, mêjiyê wî maye li ser Zînê, Zîna Mîrê dilkevir ku got yek careke din nabêje dudo.

Belê rêyek maye, ne dudo. Mîr gelekî hez ji lîstika satrancê dike, li navçê kesekî ku Mîr nebiribe, qûnrim û zorbirî nekiribe nemaye. Vê herkes zane, herkesî bihistiye. Kesekî xwe neceribandibe, xwe li mêzênê nekiribe û qesta lîstika bi strencê nekiribe û piştre jî li himberê Mîr neşkestibe nemaye.

Ev ûye efsaneyek di nav cîhana lîstikvanên strencê de digere. Ne bi tenê xelkê Botanê belê xelk û êlên di bin bandêra mîrên der û dor de jî ev bihîstine, hayê wan çêbûye jê. Bêj hema kesekî bi Mîr re bilîze û Mîr ji lîstika pê re tehm û zewqekê  bigire nemaye. Sebeb diyare: xwe bi hilmekî jî li himber Mîr nagre, di çend bêhnikan de mat û teslîm dibe. Carna Mîr hêrs dibe, hêrs dibe ji ber ku di nav vê bireka ne serî û nebinî de, di nav ewqas eşîr, bavik, ezbet û malbat de yekî ku li himberê wî xwe hinekî bigre, wextê lîstikê du sê bêhnikan dirêj bike, mirov bikaribe di nav lîstika pê re kûr bibe, li lîstikê sor bibe, fen û pilanekî nû biafirîne û di ber lîstikê re heyecan û coşekê, meraq û paxavekê tap bike tune. Maye hesret ji Mîr re ku carekê yek bê û xeberekê jê re bîne ku li der û cîhekî vê dinyaya gewrik de lîstikvanekî nû derketiye, behsa wî dibe ku mahîr û hosteye.

Mîr demek e ku bi setrencê nelîstiye, xulam û casûsên xwe berdane nav êlê, şandine nav mîrekiyên cîran, dûr û nêzîk da ku saxtî bikin ka gelo li ku yekî mirov bikaribe pê re bilîze, listikên xwe bike yek dudo û ew tehma ku ev demeke dirêj e di pey de û bêdeng û bêpêjin bûye careke din ne bi temamî be jî belê binîvenêyîyekê be jî careke din bijî.

Tu nabe kesê ku Mîr ewqas sal in li dûr lê digere, li bende ye ku rojekê ji diya xwe bibe, serî bizeqitîne, hilkişe dîwana Mîrê Botan, destên xwe li sînga xwe bide û li pêşberî Mîr li ber textê satrencê rûne pirr nêzîk e û ji wan kesan e ku qet kes texmîn nake, naye bîra kesî. Keseke ku bi qasê mijgulên çavan nêzîk e, lîstikvanekî di ser xwe re ye û ew kes e, ku berî bi çend rojan ji bo bibe zavê wî serî lê daye, xwestiye jiyana xwe bi ya Zîna xwuşka wî re bike yek û bibe yek ji deshelatdarên Botanê.

Kê ev gihandiye mîr, kê li guhên wî xistiye ev bi xwe jî cihê meraqê û sersormayînê ye. Çawa heta niha Mîr nizanîbû, çawa jê bêxeber ma ev bi xwe jî mirov dide fikirandin û sersorhiştin. Dibe ku ev kes jî Beko be. Pilanên wuha incex ji bin serê wî karin derkevin, di nav fentezî û xeyalên wî de, karekter û sincê wî de tiştên wuha ku kes ne li bende, di xewnên şevan de jî nayin bîra kesî û hêz û taqeta tu kesî naghêje wan peyda bibin. Beko afrênerê ecêban, nebihîstî û nedîtiyan e. Ew Iblîsek e bi xeletî hatiye dinyayê, tu li eslê wê binerî cihê wî ne ev dinya, dinyaya nexwiyayî û bêpêjnan e, cihê wî di nav ezazîlan de ye.

Mem çawa evîndar û aşiqê Zînê ye, di riya Zînê de amade ye her tiştî, canê wî ji di nav de bide, ne bi vê derecê be, Mîr jî ji bo satrancê wuha ye. Dema navê satrancê derbas dibe, behsa lîstikvanekî layiqê navê lîstikvaniyê dibe ava çeman disekine, av bi devên wî dikeve, çogên wî difizin, çarçavî dibe, ji kêfa re nizane çi bike, timamê kîna xwe, dilmayinên xwe, derd û kulên xwe, nexweşî û nesaxiyên xwe, sozên dane; baş xerab, li dij li gel ji bîra dike û gotina ji devê wî derdikeve dimîne ev û ne yeke din:

-        Zû bila bê, bankinê, bila nesekine.“ , „ satrancê amade bikin, ez hatim“. Ji ser textê xwe dadikeve, xwe berdide meydana cengê û bi kêfxweşiyeke hew di ser re, di kursiyê xwe de, di cihê jê ewle, ceribandî, pesindar de bi heybet, ji xwe razî bicîh dibe û hê raqibê wî bi rê de ye ew di fikir û ramên xwe de hesab û kîtabeke hemleyên ewil û yên çendekan bi dû de blaş û gewd dike, mekanîzmeya azmûn û lîstikên sal û qonaxên derbasbûyî sazkar dike.

Ev fersendek e, carekê hatiye û dibe ku careke din nebe dudo. Mem xwe nas dike û li ser hostetiya Mîr, awe û stîlê lîstika wî, aliyên xwurt û lewaziyên wî jî xwedî fikir e, ji xwe ji zû de di dilê wî de hebû rojekê qetabên xwe li yên Mîr bide, weqî û ritila xwe û ya Mîrê mexrûr ku di ser xwe re kesî nabîne, ji siya xwe re dibêje bi wurde, bide ber hev û xwe jî û wî jî li mêzêna pêlewaniya satrancê bike. Belê heta niha keys neketibûyê, mefer û mecal çênebûbû. Îro derb bû. Ji xwe rewş li gora daxwaz û ya di dilê wî de jî wergeriyabû rûyekî din, dageriyabû aliyekî bi awantaj:

Heçî di lîstikê de bi serkeve aliyê din şertê ew dixwaze wê bîne cîh. Mîrê Kurd û Evîndarê navdar li pêşberî hev rûniştin, cihê xwe girtin û leşker û efserên li pêşiya xwe ajotin ser hev, berê wan dan hev û çaralî li der û dora hev bûn çerçexeçî, bûn dolab û zîzok û toz û dûman li hev rakirin, hev di nav mij û mûranê de hiştin, bû qîr û qiyamet, dê weledê xwe avêt û xwezka min ne bi dilê wî ku niha esker yan jî şervanekî vê cengê ye.

Li her du aliyên meydanê temaşevan bûbûn rêz, cîh nemabû di bexçê Mîr de, kin û dirêj, hûr û mezin hatibûn fercê, êl giş pê hesiyabû û ev dueloya di nav deshelatdar û evîndar de li giş herêmê belabûbû. Hayê xelkê ji şertê dabaşa lîstikê jî hebû. Bi piraniyeke temam û ne dûr ji sedî sed, çendekî mîna Beko ne di nav de, vekirî û heşkere nebe jî di dilê xwe de li aliyê Memê bûn.

Ji roja mîrekiya Botan bûbû mîrekî û ji zemanê Mîr Zeynedin û bi vir de du lîstikvanên wuha kuçekkurisandî nehatibûn pêşberî hev. Lîstikvanên Botanê ku bêj hema giş niha li vir amade bûn behsa lîstikê û mehareta lîstikvanan dikirin, me tiştê wuha nedîtiye, em cara ewil dibînin ku lîstikvanek ewçendî li himberê Mîr xwe digre û ne tenê xwe digre belê bi rengekî xwiya jî xwêdanê bi Mîr dixe, mitale û paxavan ji mîr re çêdike û cara ewil di jiyana Mîr û dîroka lîstikvaniya wî de ewçendî kezeba wî diqetîne, saw û xofa wundakirinê li ba biruh dike, biruh dike û li giş laş û bedena wî bela dike, dibe ricf û wî radipêçe.

Zînê di pencereya qata jor de encam dikudand, bê ku xwe bilîvîne, çavên xwe bikutkutîne û bi temamî lêdana dilê xwe, jendina damarên xwe jî di nav de bi awayekî liv û lebta di bedena xwe de rawestîne, gişan bi hev re di bin pêşengiya mêji de

Mem lîstika ewil bir. Kêfxweşiya serketinê bû geşayî û xweşî, wek meyil û herkek e elektirîkî li rû, çav û bedenan, ji maseya satrancê ber bi qelebalixa di nav hev de belabû û mîna ku yên li wan digere ne ew bin li keseke din bigere, ya raserî çavên xwe kiribe, xweser û cihê be, ber bi qatên jor de bi dîwêr re hilpirîkî, gihişte Zînê û tu nema bû xwişka Mîr ji kêf û şahiyan re biqîre. Xwe girt hê lîstik neqediyabû û reaksiyonek e wuha dibe ku bala Memê belabikira û çareseriya ketibû ser riya xwe beravêtî bikira.

Çavên Beko ji destpêka lîstikê de li ser Zînê bûn. Çavek li lîstikê û yek lê wê bûn. Serketina Memê bû mîna tu xincerekê li ser dilê Beko bidî. Çavên wî di nava serê wî de çûn û hatin, serê xwe hejand vî alî û aliyê din. Gerek tiştek bikira, binketina Mîr nikarîbû hezim bike, wê biteqiya, ji behcan re bimra, sînga wî rabû û daket, lêdana dilê wî zêde bû, buxza hundurê wî zorî dayê, di firnikên bêvilên wî de bû fişîn, di çavên wî de bûn agir û çirûsk û ji nifşekê de mîna kesê ku di hemamê de şilfî tazî bazda derve û got : min dît, min dît, tiştê ez di pey de bûm min tap kir pilanê di serê wî de birih bû, bû pêşniyaz ji Mîr re:

-        Mîrê min cihê xwe bi hev bugherin, dibe ku têkiliya vê lîstikê û encama wê bi cî re hebe. Ka tu wer vî alî û Mem jî bila here aliyê din carekê jî wuha bilîzin em binerin ka çawa ye, ev nemaqûle, tiştê ku di jiyana te û kalikên te de nebûye vaye îro cara ewil dibe, gerek ev nebe dudo.

Ji vê pêşniyazê mebesta Beko hebû. Ji ber ku li aliyê din li pêşberî Mem Zînê hebû. Memê ku ji niha û pêve wê tim çavên wî li Zînê be, wê konsantirasyona wî bela bibe, wê hişê wî here ser roja di pacê de û lîstikê ji bîra bike. Ku wuhabû teqez wê mîr bi serkeve û wê rewş bi temamî bervaja bibe, ya di dilê wî de jî wê bê cîh, wê bicire.

Ji xwe wuha jî bû. Mem piştî derbasî aliyê himber bû êdî bi beden û cesedê xwe amade be jî, bi fikar û bîra xwe li ba Zînê bû, bi Zînê re dibeşişî, pê re diaxivî û li ser hev çend caran zora wî çû. Şertê Mîr li yê wî xist û Mîr ew avête zîndanê. Bi rojan tî û birçî ma. Xelkê ev bihîst gelekî li ber ket, pê êşiya û vê jî bi xwe re xelbexelb çêkir.

Xelk raperî, serî hilda û ev neheqî hezim nekir, ne rojek ne du roj bi hefte û mehan gel derkete kolan û gasînan, bi her hefteya buhurî re hejmara xelkê zêde bû, bû lehî û di encamê de Mîr naçar ma Memê efû bike, xeber şand ji Zîna di nav paxav û mitaleyan de ku mabû hestî û çerm û ji ber neçariya xwe û zilma birayê xwe.

Zînê berê xwe da zîndanê, da ku Mem bibîne. Bi bez û bêhna çikiyayî çû. Çû belê çi bibîne, dît ku Mem êdî nesax e, emir daye haziran. Memê ku têhn tê de nemabû û ji taqet ketibû, bêqedar û bêhawe ji dernav ketibû, weze bûbû ji heyecana Zînê di cîh de mir.

Zîna ku hew xwe girt, nikarîbû bi xwe û kontirola wê êdî ne di destên wê de bû, xwe ji cîhekî bilind avêt nav ava çemê Dîcle. Tirajedî bi vê jî nesekinî. Tajdîn ev bihîst û Beko kuşt. Piştre jî gorên herduwan li tenşita hev çêkirin. Li gora rîwyetekê Beko li wê dinyayê jî piştî mirina herdû dildar û evîndaran jî bela xwe ji wan venekir û bû diriyeke reş di nav herdû gorên wan de.