Pexşan

18. Tebax 2015

KOMKUJIYA DÎGORÊ


"Dîrok di roja me ya îro de veşartî ye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne." Abdullah Ocalan 

Salnameyê 14ê Tebaxê nîşan dida, dema ji Enqereyê ber bi Qersê ve bi rêketim. Min bi wolkmanê kaseta dengbêjên Rewanê guhdarî dikir û li xwezayê temaşe dikir, çendî  û çend bajar li pey xwe dihîşt û wisa bi xew re diçûm... Dema otobûs ji Tercanê darbas dibû, min bihîstok ji guhê xwe derxist û nûçe guhdarî kirin. Pêşkêşvana radyoyê, bi dengekî kêfxweş nûçeyên mirinê radigahand ji me guhdaran re. Sernûçeya  sereke Dîgor bû. Genaralên Tirk dîsa ew devên xwe yên kirêt vedikirin û digotin: "Bi pêşengiya terorîstan" çalaki pêk hatiye û me bi dehan terorîst kuştine û bi dehan ji wan jî birîndar in... Min bi kelogirî, radyo guhdarî dikir. Navê kurapê min Farûq Aydin, hevalê min ê zarokatiyê Tuncer Hacioglu, zaro û gundiyan dihatin xwendin. Kesekî nedipirsî bê ka zaroya 8 salî çawa dibe terorîst.. Navan di guhê min de deng vedida.  Nêzî Qersê dibû otobêz a cawa reş ji min re anî...

Li Qersê destpêkê çûm nexweşxaneyê. Hevalê min ê zarokatiyê Tuncer Hacioğlu ku 13 salbû  me hevdu nedîtibû, jî di nava birîndaran de bû. 13 sal derbas bûbû, lê wî, ez nas kirim û li gel wê birîna xwe ya giran, got tu bi xêr hatî hevalê... Nexwaşxaneya ku ji bûyîna min re malovanî kiribû, wê ji mirina hevalekî min ê kevnare re şahidî bikira wê rojê... Tuncer jî tevli karwana şehîdan bû.

Piştre venegeriyam zaningeha dewlemendan... Êdî avahîsaziyê wateya xwe winda kiribû di nava rûreşiya mirinê de... Jixwe avahiya bi însanên nava xwe, dibin avahî... Li şûna dîwarên kevir, min ê êşa însanan derman bikira êdî...

Dem 14ê Tîrmehê 1993ê bû.

Gundiyan bi rasthatina 15ê Tebaxê, meşeke bêdeng li dar dixistibûn. Di ketina Dîgorê de artêşa Tirk çalakger gulebaran kiribûn. Gülcan Çağdavul a 8 salî, Selvi Çağdavul (14), Yeter Kerenciler (13), Necla Geçener (14), Zarife Boylu (15), Erdal Buğan (17), Zeynep Çağdavul (19), Hacer (Tuncer) Hacıoğlu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydın (27), Cemil Özvarış (39), Gıyasettin Çalışçı (41), Hasan Çağdavul (43), Süleyman Taş (47), Nurettin Orun (80), Tütiye Talan (66) şehîd bûn.

Êdî li şûna kenê zar û zêçan, xemgînî diherikî ji ezmanan. "Du Gor"ên 2 hevalên kevnare ku li ser du girên hemberî hev hatibûn veşartin, bi demê re bibû Dîgor... Di nava herdû goran de, xwîn diherikî dîsa...

Gotina Kant a „Dem birrekeke bêdeng e“ li ser erdnîgariya Kurdistanê li wateya xwe digeriya, lê nedidît. Êdî bêdengiyê deng vedida di hestên min de. Demê hestên mirî yên binaxkirî zindî kiribû, lê lorandina dayikan nekewandibû demê...

Di hevokekê de veşartî bû çareserî. An wê weke birrekekê bibiriya bêdengî, an jî wê bi xwe bihata birrîn...

Dibe ku wateya gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje, "Dîrok di roja me ya îro de veşartiye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne."dihate zimên.

Vegara li wê dîrokê bû, di heman demê de 15ê Tebaxê a bi gulleya yekemîn hişyar kir Kurd û kurdewarî...

Lewma di 15ê Tebaxa 1993yan de, ez li pey yek ji rêzestranên Rewanê ya bi navê Efalo Menal ketim...

Ev stran berê strana pîrika min bû. Lê êdî bûbû strana rêwitiya min a bi caweke xerab, nîvco ma.

Nizanim çima, lê hin gotinên wê stranê hê jî di bîra min de ne

"Menal Efalo menal, tîtalo de tu menal"

Piştre çendî û çend hevalên min çûn bêveger.. Çendîn car, min heman stran guhdarî kir li pey wan...

Lê min dizanibû, her tişt berdêleke xwe heye ku dîrokê û roja me ya îro tîne cem hev...