Pexşan

10. Kanûn 2015

10´ê KANÛNÊ, ROJA MAFÊ MIROVAN A CIHANÊ


„Mirova/ê nankor ew kes e ku bihayê her tiştî dizane, lê qîmeta wî nizane“ Oskar Wilde

Helbestvan û nivîskarê Îrlandî Oskar Wilde, serdema kapîtalîzmê bi van gotinan rave dike.

Belê, zaroyên di nava pergala kapîtalîzmê de mezin dibin, tam jî li gorî vê tespîta Wilde dijîn. Bihayê hemû tiştan dizanin, lê qîmeta wan na... Êdî hemû tişt ji bo takekes e. Lê pirsa takekes ji bo kê ye, hewcedarî bersivandinê ye...Peyva "Na" di nava xweperestiya takekesiyê de bê wate dimîne û hêdî hêdî dimire, civakîbûn.

Mirov di xwezaya xwe de ne bi tenê ye. Bi qasî civakîbûnê, ahenga wê/wî ya bi zindîbûn û xwezayê re, rengînîyê ava dike. Ji civaka çînî û şûn ve, dest bi îxanetê dike û di roja me ya îro de şekl û şemala xwe ya dawî digire. Êdî di nava lepên kapîtalîzmê de ji takekesa/ê civaka xwe windakirî can dikişe.

Mamosteyê mezin jî dibêje "Takekesa/ê bi tenê tune ye. Takekesa/ê civaka wê/wî têkçûyî dibe, lê ew jî, herî kêm bi bîranînên civaka têkçûyî li ser piyan e."

Xwezî ew bîranîn werin bîra takekesên ku ezperestiya kapîtalîzmê naveroka wan vala kiriye û civakîbûna wan kuştiye.

Gelo vegera civaka exlaqî û polîtîk a bi jinewariya jinê hûnandî ew qas zehmet e!

Belê zehmet e, lê eger em ji xwe dest pêbikin, pêkan e. Lewma jî gotina "ger em bi cîhanê nikaribin, em bi xwe dikarin" û  "Şerê herî mezin, şerê nefsê ye", xwedî felsefeyên hûr û kûr in. Her wiha takekes dema ji çerxa zihniyet û wîjdanê derbas bibe, weke danê bi destarê tê hêrandin ku tê de keda pîroz a civakîbûnê heye. Ango ji bo hemû tiştî ked divê. Bi jîriya hestiyarî em dikarin wê keda pîroz a di nava lepên diz û mêtîngeran de têkçûyî, vegerînîn xwezaya wê...

Îro 10´ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê ye...

Di ser Rojhilata Navîn û bi taybetî xaka Kurd û kurdistaniyan de agir dibare dîsa... Agir dişewite di hêsirên çavên dayikan de, aliyê jinan yê rastî destdirêjiyê hatî, awirên ji temênen wan mezintir ên zar û zêçan, bêtaqetbûna pîr û kalan...

Pişt re helbesta min tê ziman û dibêje;

ZAROK

Dayik li benda neh meh û deh rojan

li benda dergûşa xwe ye

ez jî bi meşa hezaran sal ve

hêviya roja nû

li benda berbanga dilê xwe me

ku te biafirîne

zarokê bênav, keda wenda nebûyî

dema ku lorîna dayîkan digêje leza deng

deng vedide

dilê min dilerize û tu dibî

biçûkî, nixuriyî

ne ez nav li te dikim

ne jî tu ji min fêm dikî

tenê digîrî

hêsirên te diherikin dilê min

û bi zimanê dil diaxivî

wê demê dizanim ku tu birçiyî

te dimêjînim aş dibî

niha dengê te jî nayê guhên min

tenê li çavên min mêze dikî

û xwe dibînî

hêsirên te bi dar ve dimînin

sirr û seqem digire

bêdeng dicemidî

zarokê bênav, keda wendanebûyî

niha tu jî têyî ziman û diaxivî

rindiyên bi hezaran sal ji axê derdixî

çima nabêjim, dizanim tu çi yî

nirxê welatê wendanebûyî

deng vedide dilê min û tu dibî

dîsa dibî

navdar dibî..."

Li wateya xwe ya destpêkê digere mirovahî, di bin banê helbestan de û serî hildide hestên bi çendî çend caran, bi teqînan re rû bi rû mayî... Di wîjdana mirovahiyê de diteqe û hişyar dibe hestên razayî... Êdî ew dem e.

Eger vegotina însana/ê bihayê tiştan bizane, lê qîmeta wan nizanibe, nankorî; hevalbendiyê jî li ser hîmê wekhevî, azadî, hêvî, edalet, xwîşk û biratî, wîjdan û aştiyê konê xwe vegirtiye û qedirşînasiyê vedibêje ji guhên nebihîstî, çavên nedîtî û zimanên nezivirî re...

Roj baş mirovahî, li mafê xwe bihise, serê xwe bilind bike, bi zimanê dil li çavên me mêze bike û xwe bibîne...