Pexşan

18. Sibat 2016

JI AXAFTINA SEMÎNARA LI SER MAMOSTE ŞÊX ÎZEDÎN HUSEYNÎ


Piştî ketina rejîmê Şah li Îranê, Sibata 1979´an, gelek ji hevalên me ji Rojhilata Kurdistanê yên me hev nas dikir, bi hev re xebat dikir, wek kak Mihemed Muhtedî, Hecî Ehmedî, Selîm Baban, Hesenê Qazî, Emîrê Qazî û hwd. vegeriyan welat.

Çawa li derve di nav rêzên Komela Xwendevanên Kurd li Ewropayêû Komela Xwendevanên Kurdistanê li derveyî Welat û hwd. de kar dikirin, wiha jî piştî vegerê di nav rêzên Hizba Demokrat, Komele û Deftera Mamosta Şêx Îzedîn Huseynî de ezmûnên xwe di şertên nû de, vê care li welat pêkêşî xizmeta gel kirin.

Wê demê ez jî vegeriyabûm Bakur. Li Bakur çawa îro bala me li ser rojava, Şingalê, Cizîr, Nisêbîn û Amedê bû, wiha jî hişê me li ser Rojhilatê bû. Li Rojhilatê Şah ketibû û ev jî ji bo kurdên li vî perçeyî derfeteke dîrokî bû piştî Komara Kurdistanê.

Ji serokên Tevgera neteweyî yên Rojhilata Kurdistanê hê salên li Ewropa, salên em li Pragê bûn, me Dr. Rehman Qasimlo ji nêzîk ve nas dikir. Hem Dr, Qasimlo û hem jî partiya ew serokê wê bû ji bo me kurdên li Ewropayê naskirî bûn. Hayê me ji Komele û xebatên Komele, ji Şêx Îzedîn Huseynî û deftera wî jî kêm zêde hebû,

Li ser Mamoste û rola tevgera Mamoste Şêx Îzedîn Huseynî jê re rêberî dikir, cara ewil bi riya gorbihişt Necmedîn Buyukkaya li bajarê Amedê û di encama hevdîtineke min û Kek Mihemed Muhtedî li Tirkiyeyê, ez bûm xwediyê agehdariyeke berfirehrtir. Ev herdû hevdîtin jî sala 1980´î bûn. Necmedîn Buyukkaya ji Rojhilata Kurdistanê taze vegeriyabû û agehdariyên wî terr û taze bûn.

Mamoste û Deftera mamoste, ji sebebeke din jî bi taybetî ji bo min gerek baştir bihata naskirin. Ji ber ku hevalê min Mihemed Mihtedî ku me bi salan li Çekoslovakyayê wê demê û piştre li Siwêdê bi hev re kar kiribû û li ba min gelekî giranbihabû, yek ji çend kadroyên pêşeng yên alîkarê Mamoste û vê Defterê bû. Çendî ji dest min dihat min xebatên mamoste û Deftera wî dikudand.

Piştî salan ku Mamoste Şêx Îzedîn Huseynî bi temamî li Siwêdê bicîh bû, çend caran di nav heyetên PKDW û KNK de em çûn serdana Mamoste. Piştre min ji bo Medya TV li ser jiyana Mamoste bernameyek jî çêkir û bi riya bernamê agehdariyên min hinekî din bi detaytir bûn. Piştî wefata wî û koça wî ya dawî jî kurt be jî min agehdariyên xwe di meqaleyekê de di malpera Înstîtûya Kurdî li Elmanyayê de weşandin.

Ji bo semînara îro  (14/02 / 2016 Stokholm) min berî bi çend rojan li ser Mamoste çavek avêt notên xwe. Min careke din dît ku pêwist e, em Mamoste kûrtir nas bikin û li ser şopa mamoste ku ji bo gelê kurd li giş perçên Kurdistanê, li hundur û li derve bi giştî û ji bo kurdên Rojhilat û gelên Iran bi taybetî, mîraseke wek xezneyekê ye, bi serûbertir bisekinin.

Çend aliyên ji jiyan, kesayetî û ji ramanên mamoste re bûne paşxan û stûnên bingehîn.

Bi ihtîmaleke mezin wê ev xal ji bo kurdên serwextê dîroka nû ya Rojhilatê ne, ne nû bin, belê heger em kurdan bi giştî bifikirin dibe ku kelkek wan hebe.

Kurdistanîbûna Mamosta.

Aliyekî vê yê fikrî, ezmûnî û piratîkî heye. Ev alî pişta xwe dide çanda di malbatê de, têkiliyên bav Mele Salih bi perçên Kurdistanê re û bi taybetî bi Şêx Mehmûdê Berzencî re. Li mala Mamoste gelek caran civîn çêdibûn û Mamostê zarok jî dibû şahidê van çûn û hatinan, axaftin û gotinên li vir dibûn.

Rola kitêbên malbatê û kitêbên mîna Mem û Zîna Xanî, berhemên kesayetiyên mîna Hecî Qadirê Koyî, Nalî û hwd. jî faktor û çavkaniyeke din bû ku Kurdistaniyeta mamoste jê bixwedî dibû. Mamoste ev berhem dixwendin û mezinbûn û perwerdebûna wî li ber destên Mele Salihê bav ku zanyarekî neteweyî bû, ji Kurdistanbûna mamoste re dibûn handar û hevtemamkir.

Rola Civînên bi beşdarên ji giş perçên Kurdistanê re, wek civîna li Senendej sala 1979´an jî cîh û şopên xwe çêdikin di jiyana Mamosta de. Di vê civînê de ji çar perçên Kurdistanê beşdarên wek Mam Celal, Necmedin Buyukkaya û Î. Guçlu ji Bakur, Omer Şêxmûs û Yûsif Zozanî ji Rojava beşdar bûn ku mazûvaniya civînê Mamoste dikir û yê civîn birêve dibir jî ew bû.

Dawî jî Piştî derketina derve ji sala 1979´an û heta bi 2011´an, têkiliyên bi sazî û komelên Kurdistanî re wek, PKDW,KNK, Federasyona Komelên Kurdistanê, partiyên kurd ji çar perçan, civîn û pilatfomên çarperçeyî, beşdariya di programên televizyonan, hevpeyvînên li ser bûyerên li Kurdistanê, qetlîamên Hewlêrê, Qamişlo û hwd. Serdanên ji her alî li mala Mamoste, sohbetên li ser kurdayetiyê û xebatên li perçên din yên Kurdistanê. Em li vir jî bibîr bînin ku Mamoste endamê Şerefî yê KNK´ê bû.

Rewşenbîrîya mamosta.

Hezkirina ji xwendinê, haydariya ji edebiyat û dîroka kurdî, farisî û erebî. Ji sala 1958´an û pê ve Têkiliya bi berhemên modernîstên îslamî, wek Şêx Mihemed Ebdûyê Misrî, zanayê modernist re. Muhamed Abduh ku wek damezrênerê îslama modern tê binavkirin û Hiqûqnas û alimê olî bû.

Di van salan de dinyaya Mamoste firehtir dibe, derdikeve derveyî sînorên Kurdistanê û êdî Mamoste, ji awir û perspektîfeke din li îslamê û pirsgirêkên cîhana îslamî dinere ku mirov dikare di axaftinên wî de, di hevpeyvînên wî yên salên dawî de berî serê xwe deyne bi hesanî bibîne.

Mamoste êdî kesayetiyeke sekûler e. Ew êdî vekirî dibêje ku sebeba ku îslam bi giştî û kurd bi taybetî li paş mane ji dîn zêdetir alim û zanyarên bi navê îslamê diaxivin, berpirpirsiyar in. Sebeb şîroveyên şaş û jiyana şaş e. Di vî alî de dîtinên Mamoste Şêx Îzedîn û yên Şêx Maşûqê Xiznewî mîna hev in. Ji xwe ji ber welatparêzî û dîtinên xwe yên li ser îslamê, yek li Siwêdê, li sorgonan, diçe ser dilovaniya xwe û yê din jî, Şêx maşûq ji aliyê Sûriya dagîrker û hevkarên wê tê revandin û kuştin.

Faktoreke din jî salên Mamoste li derve ye. Piştî derketina derve rûniştin û hevnaskirinên bi rewşenbîr, siysetmedar û entelektuelên corecor ji her gel û çandê, ewropî, faris, kurd û hwd.li Ewropa û di cîhana Îslamî de ji Tunis heta bi Erebistana Siûd.

Tecrûbeya Siyasî.

Salên ji 1938´an û pê ve salên feqetiyê û gera di nav hejmareke bajarên Kurdistanê de, gera di nav bajarên mîna Sîserê, Nimeşîr, Baneh û Mukriyan de. Salên li Mukriyan 1942. Naskirina Komela Jêkaf û Endametiya wê, Sala 1943´an.

Mamoste yek ji wan kesane ku zû dibe endamê Jêkaf. Jêkaf bi program û siyaseta xwe rêxistineke Kurdistanî ye. Helbet bandêra mehên Komara Kurdistanê, sala 1946´an, berî û piştî wê û giş tiştên di van mehan de dibin û diqewimin jî, çêdibe li ser siyasîbûna Mamoste.

Berî bibe endamê Jêkaf demekê jî diçe Mukriyanê ji bo dirêjedana xwendina xwe, li wir têkiliya wî bi siyasetê re bi pêş dikeve, meyl û tendensên wî yên neteweyî, siyasî xwurtir û kûrtir dibin. Ev dibe pêşamadeyîyek, ji bo ku sala piştre bibe endamê Jêkaf bi navê ”Hevin”.

Salên meylên tebeqî û li aliyê komelanên zehmetkêş li hestên neteweyî zêde dibin 1950-53 . Mamoste dibe piştgirê çînên bindest û xezan. Ji ber vî aliyê xwe mamoste di encama zextên axa û xwedanmilkan de naçar dibe herêmê terk bike . Bi vî aliyê xwe hinekî Cegerxwîn tîne bîra mirov. Ev jî dibe yek ji nakokî konfilîktên ewil bi deshelatdarên serbidewletê û dewletê bi xwe re.  

Ew dikeve ser riya ku bibe qêrîneke serdema xwe. Salên piştre, salên li dora 1958-9´an ew li himberê pêl û mewcên girtinên girseyî ji aliyê dewletê, xwepêşandanan organîze dike. Ew xebat û helwesta wî ji aliyê dewletê ve bi reaksiyon û hêrseke mezin tê himber hev. Lê ew dev ji rêya xwe bernade.

Piştî guhertina deshelatdariyê li Iran, ketina Şah û hatina Xumeynî, di civîneke mezin de ku partî û rêxistinên Rojhilata Kurdistanê tê de beşdar dibin û niwênerên xwe yên heyetên di nav Kurdistan û Tehranê de hevdîtinan bi rêve dibin, hildibijêrin, Mamoste wek serokê heyetê tê destnîşankirin. Heyeta ewil ku ji Tehranê bi navê Xumeynî tê (18-2-1979 ) li Mehabadê ewil Mamoste dibîne. Mamoste heta deqîqeya dawî jî bi sedaqet girêdayê vê bahweriya gel radibe û rûdine û ji bo kurd û Kurdistanê dilê wî lê dide.

Di dema hevdîtinên bi heyetên hikûmeta Tehranê û dawî jî bi Xumeynî re li bajarê Qûmê (Gulana 1979´an ) mamoste nas dike ku tu nêteke van siyasetmedarên deshelatdar ji bo mafê kurdan bidin wan tune û bi tenê li bendeyî roja xwe ne.

Ji civîna dawî çend gotin ji diyalogeke ku di nav Mamoste Şêx Îzedîn û Xumeynî de derbas dibin hê jî îro di bîra xelkê de mane. Dema Şêx ji hevdîtinê derdikeve Xumaynî jê re;” ez aramiya Kurdistanê ji te dixwazim”, bersiva mamoste jî wiha ye ”ez jî otoomiya kurdan ji te dixwazim”. Herdû daxwaz jî nayin cîh û sebeb jî heta îro rejîm li ser kar e.

Berî Xûmeynî û derdora xwe kesên wek Beni Sedir, Serokwezîrê Bazirganî û hwd. bên ser kar, dema li Firensa û li derve bûn, zimanê wan cihê bû û ”em amade ne mafê kurdan nas bikin” digotin. Belê piştî girêka xwe bi dû werîs xistin, lingên wan erd girt, mîna deshelatdarên dewleta Tirk û Kemal wan jî dev guhertin û xwe nedan ber tiştekî.

Mamoste ji rûniştinên rasterasta bi Xumeynî û niwênerên wî re ti hêviya wî ji bo çareseriyeke bi riya guftûgoyan namîne, lewra rejîm xwe ji ber erkên xwe dide alî û kurdan diçêrîne. Hewcedariya rejîm bi demê heye û li bendeyî garantî, serdestbûn û deshelatdariya xwe ye.

Piştî vegera ji Qûmê û hevdîtina dawî bi Xumeynî û maîyeta wî re Mamoste derdikeve nav gel, li Kurdistanê digere. Bi hezaran kes pê re dikevin rê. Ev hinekî meşên Gandî li Hindistanê li dijê Ingilîzan tîne bîra mirov.

Mamoste gel çendalî serwext dike, behsa hevdîtin û rûniştinên xwe bi deshelatdarên nû re dike û dema mesele tê ser mafê kurdan çendî ferqa wan ji rejîma Şah tune, di çarçoveya çavdêriyên xwe de radixe ber çavan. Di ser bajarên Sine, Dîwandere, Saqiz, Baneh û Bokanê re vedigere Mehabadê.

Li dijê referandûma guhertina navê Komara Iran û binavkirina wê li gora Şerîetê, Mamoste li dijê referandûmê û şerê bi rê de xelkê hişyar dike: “Haya me divê ji me hebe, hikûmet di nav amadeyîyên avêtina ser Kurdistanê de ye. Bajar pêwist e, di bin rêberiya encûmenên bajaran de bên parastin” (06- 06-1979´an). Berî ku du meh di ser gotinên mamoste re derbas bibin, dewleta Îran şer îlan dike li dijê Kurdistanê.

Mamoste, di destpêka sala 1982´an de, li dijê rejîmê fanatîk eniyeke din vedike, vê carê niwênerên xwe dişîne Ewropayê. Nameyan ji sazî û kesayetiyên mîna Yekîtiya Neteweyan û Papa re dişîne, salên piştre bi xwe derdikeve Ewropayê, ji wur heta bi Tûnis diçe, kesên mîna Yasir Erefat dibîne, dadigere Erebîstana Siûd bi hêviya ku ji derdê gelê xwe re çareyekê bibîne, belê giş bê encam dimînin û ber bi dawiya 1990´î de li Siwêdê bicîh dibe.

Di encama gera li Ewropayê, li Bakurê Efrîkayê, Rojhilata Navîn û zincîrek hewlên bêencam de, mamoste dibe xwediyê sîstema xwe. Hevpeyvînên bi Radyoyan re, bi televizyonên mîna BBC, bi nivîskar, akademisyen û rojnamevanên Ewropî re, bi saziyên herî temsîlkar wek YN, saziyên olî wek Vatîkan, çûna heta bi Mekehê , serdanên serokên Tevgerên rizgarîxwazî dimînin wek paleya pûş û bi tenê dimînin wek ezmûnekê û ne zêdetir. Dawî digihê encama ku ji kurdan pê ve kesek, saziyek yan jî dewlet û welatekî bikare, bixwaze derdê kurdan derman bike, jê re bibe çare û alîkar tune. Derman berxwedana kurdan bi xwe ye. Encama mamoste Şêx Îzedîn piştî ewqas tecrûbe, ger, serdan û guftûgo derdixe ev e: Berxwedan, berxwedan û careke din berxwedan.

Ziman, xîtabet û retorîka Mamoste.

Zimanê mamoste ji peyvên erebî û farisî ne xalî be jî, zimanekî hesan e, zelal û sayî ye, ew giran û mîna tu libên tizbiyê bi dû hev de berde diaxive, kesê guhdar baş fêm dike, zimanê gel e.

Coxrafya xîtabetê ji awira sosyolojîk fireh e, ji bo giş kurdan diaxive, dîtin û pêşniyazên xwe pêşkêş dike, belê dilê wî li aliyê komelanên zehmetkêş, bindest û mexdûr e. Bi cesaret e, axaftin û gotinên wî pişta xwe didin ezmûneke dewlemend û naskirina mekanîzmeya dewletên dagîrker, rêveberiya axûndeyî û çewsandina ol û mezheb ji nêzîk ve. Ew mîraseke heralî û dewlemend e. Ew bi giştî ji bo giş perçên Kurdistan, kurdên li welat, li derve û bi taybetî ji bo kurdên Rojhilat û gelên Îran, nirx û hêjayîyeke giranbiha ye. Mamoste encam û ber û berhemeke têr û tijeyî jiyana xwe ye.

Ji bo naskirineke hê şênbertir çend nimûne û pênase

Kurdayetî çi ye û ji bo kurdayetiyê mamoste çi dibêje, em ewil li wê binerin: Tarîfa Mamoste ji bo kurdayetiyê, tarîfeke çendalîgir e, bi ziman, axaftina bi kurdî û eniya çandî ne bi sînor e. Kurdayetî ji bo mamoste rizgarbûna temam e; rizgariya neteweyî ye, çînayetî ye, rizgarbûna ji nexwendewarî, feqîrî û xezantiyê ye. Xebateke fireh, pirşaxî ji bo demokrasî û wekheviyeke navmiletî, navtebeqî û navcinsî ye.

Rizgarbûna kurdan ji destên dagîrker, axetî, derebegiya navxweyî û çewsêneran e. Mesela neteweyekî û giş mafên wî ye. Bi gotinên Mamoste, mesela ”Mewcûdekî misteqil wek milet, çawa xwedê ew durust kiriye, wiha qebûla wî ye”. Kes miletbûna wî bi navê tu ol û mezheban jê nestîne, jê re rêzdar be. Serxwebûn mafê 40 milyon kurd e.

Çawa dînê Xwedê destûr dide faris, ereb û tirk misteqil bin, miletê kurd jî xwediyê heman mafî ye, ew jî ne kêm ne zêde divê misteqil be. ”Kesê li dijê vê em red dikin”. Em afrênerên xwedê ne, wek milet Xwedê em durust kirine. Çima xelk azad û misteqil be em na?

Li ser vî esasî û di vê çarçoveyê de mamosta sef û rêzan bi nav dike:

- Sefa bi tevgerarizgarîxwazî re

- Û yên li dij.

Yên li gel êdî ol û mezhebê wî/wê çi dibe bila bibe, tu dixwazî Sunî, şîî, ehlilheq, kakeyî, sekûler yan jî ji bahwerî û eqîdeyeke din be, ji kîjan kategoriya civakî û soyolojîk dibe bila bibe, ew heval e, bi gotinên Mamoste ew refîq e.

Bervaja yê ne li gel û ne pê re, li derveyî vê sefê be, li dijê gelê kurd be, mesela kurd ji bo wî/wê negirîng be, azadî, demokrasî û serbixwebûn ji bo wî/wê ne serêş, ne mesele û ne derd be, em di sefên xwe de nabînin, ne di sefên me de ne. Kesên wiha misilman e, sunî ye, şîîiye ferq nake. Kî kurd e, ji bo rizgariya kurdan dixebite, bahwerî û qeneeta wan çi be qebûl e, yan na ne qebûl e, ne heval û ne refîq e. Ji ber vê em dîn û siyasetê ji hev cihê dikin. Em nabêjin misilman û xeyrî misilman.

Li ser rê û metodên ev maf çawa bi dest bê xistin

Mamoste bi kurdbûna xwe serbilind e, ew ji bo azadî û serbixwebûna gelê kurd, her coreyê xebat û mibarezê ku yek ji peyvên mamoste yên favorît e, rewa ye. Asteng çendî zêde dibin, bedêl çendî giran dibin bila bibin, mezheb jî di nav de her core manih û rêlêgirên li ser riya rizgariya kurd, em red dikin. Her çi manih û asteng be, di çi rengî de dibe bila bibe mafê kurdan e, li dij rawestin, li dij şer bikin û qebûl nekin.

Şer û xebat li dijê her core çewsandin û li dij her tiştê li dijê rizgarbûna kurdan e. Ne mimkûn e dînê Xwedê li dijê rizgarbûna kurdan be. Her tiştê li dijê mafê kurdan be, em red dikin. Hewla rêlêgirtinê, dixwaze ji aliyê farisan be, tirkan yan jî ereban yan jî ji dereke din be, ferq nake.

Em kurd miletek in. Em pêwist e, îtîbarê nekin bi fikrên wek heger kurd, pişta xwe nedin miletekî ji miletên serdest wê nikaribin mafên xwe bi dest bixin. Gelê kurd divê li ser lingên xwe raweste û mafê xwe bi hêza xwe bi dest bixe, belê alîkariyek hat jî bigre, pişta xwe bi destên xwe bixurîne, nebe noker. Kurd, şertên xwe deynin, ne ku ji derve hin bên û şertên xwe li ser kurdan ferz bikin. Bahwerî û hêviya mamoste bi serketinê xwurt e û ji bo vê çend tiştan girîng dibîne: Yekîtî û niyetpakî.

Ol û din û hezkiriyên Xwedê

Mamoste kurdekî misilman e, ewil kurd e û piştre misilman e, şoreşgerekî misilman e. Kurdê ji bo kurd û Kurdistanê kar dike bi gotinên mamosta hezkiriyê Xwedê ye. Ji ber ku heq û hiqûqê diparêze, li heq û hiqûqê, li edaletê, rastî û durustiyê piştevaniyê dike, ji bo rakirina çewsandinê dixebite. Ev îbadeta herî mezin e, xebata kesê wiha gewretirîn îbadet e.

Mamoste dîn û olê ji hev cihê dike. “Heger mesele li ser dîn be, li ser îslamê be, em diçin mizgeftê û erkên xwe yên olî li wir tînin cîh. Belê heger mesele li ser xebat û mibarezê be, her kesê di rêzên têkoşînê de be û li dijê dagîrkeran xebatê bike, em wek heval û bira dinasin. Ji bo vê em dibêjin, dîn ji siyasetê cihê ye. Di nav sefên têkoşînê de em li wê nanerin, ev sunî ye, ev şîiye, ev sekûler e, misilman e. Kî ji bo kurdan kar dike, têdikoşe, ji bo rizgariya kurdan xebat dike birayê me ye. Kesê din divê hesabên xwe pak bikin. Rizgariya gelê kurd ji bin nîrê bindestiyê karekî miqedes e.”(ji hevpeyvîna bi BBC re 2005)

Mamoste, mixalifê midaxela dîn di siyaset de ye. ”Li dij im ku hinek kes yan jî dewlet, me bi navê dîn mehkûm bikin û şerê me bikin. Dînekî wiha bi kêrî me nayê. Her tiştê ne li qezenca însên bikêrî me naye”. Li gora mamoste navend û esil însan e, milet e, her tiştê di xizmeta însên de be, di xizmeta milet de be baş e, bervaja bi zerer be, em davêjin, em red dikin”. Di dîn de jî divê aqil û mantiqek hebe, mesele ne limêj e”.

Erk û wezîfa Mamoste:

“Wezîfa min ew bû ku xelkê serwext bikim ku ol ne li dijê kurdayetiyê ye, ne li dijê azadiya gelekî ye. Em divê şîroveyeke taze ya olê, fikreke taze ji xelkê re bêjin”.

”Min ji xelkê re got ku giş pêxember ji xeyrî Silêman û Dawid hemi ji tebeqeyên jêr tên. Karker in, senetkar in, hesinker û şivan in. Pêxember ji nav tebeqên jêr derketine, hemû pêxember ji nav we derketine, ne ji nav tebeqên jor hatine ”. (hevpeyvîna bi BBC re 2005)

Dîtina mamoste li ser wekheviya di nav jin û mêr de jî dîtineke sekûler e, hemdem e û di asteke zêde pêşketî de ye. ” Ez di nav jin û mêr de ferqê nabînim. Daxwaza min ew e ku jin hem ji bo mafên neteweyî û hem jî ji bo mafên xwe kar bikin”.

Heger mezheb îro di nav kurdên Rojhilat de ne xwurt e, rola Mamoste serekî ye. ” Me başkir ku ji roja ewil me nehişt bi navê mezheb tiştek ji bo rejîma Îran bibe bingehek li Kurdistanê”.

Û dawî em dixwazin bi van gotinên Mamoste axaftina xwe bi dawî bikin: ”Min tiştek kiribe min ne ji bo xwe kiriye, min ji bo gel kiriye. Erkê her kurdî ye çawa li xwe û li malbata xwe xwedî derdikeve, di ber xwe û malbata xwe de dixebite, wiha jî gelê kurd biparêze û ji bo gelê kurd xebatê bike. Serketin û serxwebûna gelê kurd serketin û serxwebûna me ye. binketina gelê kurd jî binketina me gişan, li giş perçan e.

Stokholm, 14.02.2016