Pexşan

27. Sibat 2016

ÇÊL, ÇÊLEK AN JÎ MANGE?


Di zimanzaniyê de navdêr û navlêkirin beşeke herî girîng e. Divê ev jî li gor rêbaz û rêzikên rêzimanî bên kirin. Navlêkirinên şaş û ne li gorî zimanasiyê, ziman ji xwezatiya wî bi dûr dixe û çêja ziman xerab dike. Di dû re sereraskirina van şaşîtiyan jî ne gelekî hêsan e. Mîna zarokekî, mirov nav lê bike û dema mezin bibe, her tu çiqas mirov  bixwaze nav biguhere jî dîsa herkes wê wî navê pêşîn bibêje. Peyv jî bi vî rengî ne. Loma divê di peyvsaziyê de mirov bi pîvanên zimanzaniyê tev bigere.

Her zimanek li gorî xwe rêziman, awe, form û awazeke xwe ye cuda heye. Dema ku ziman ji van taybetmendiyên xwe bi dûr bikeve, ew ziman êdî ji kesayeta xwe dûr dikeve; xweşbûn û melodiya xwe wenda dike. Ya zimanan xerab dike ji peyvên biyanî bêtir, form û awayên biyanî ne. Bêguman zimanê kurdî jî bi vê şêweyê ye.

Her ziman li gor rêzik û dengsaziya xwe hebûnên xwe diafirîne û binav dike. Peyv, bivêj û têgînên wî zimanî jî bi vî aweyî tên bilêvkirin. Têgînên di nava civatê de girîng wek bingeh tên gitrin û navlêk û peyvsazî derdikeve holê. Em wek mînak bibêjin, di nava civakê de û bi taybet jî civaka Kurd de mal têgîneke herî girîng e û tiştên bi malê ve girêdayî û têkildar bi malê tên binavkirin. Wek; mal, malbat, malbatî, malmezin, malava, malwêran, malxwê, bermalî ûhw.

Bêyî em zêde dirêj bikin, em werin ser mijara xwe. Mijar li ser navê çêl, çêlek û mangê ye. Gelo ji van kîjan navlêkirineke rast e û bi kurdî ye? Çêl û çêlek ji ku derê hatiye û ketiye nava zimanê kurdî, ez nizanim. Lê ya ez dizanim ev nav ne rast e û ne li gorî watesazî û etîmolojiya zimanê kurdî ye. Çêl û çêlektî bêtir ji wateya biçûkbûn ango çêletiyê bibîr tîne. Her çiqas li hinek herêmên Kurdistanê ji zarokan re „çêlê“ tê gotin jî bi taybetî ji bona jêbûnên heywanên biçûk wek mirîşk, qaz, werdek û yên din tê gotin. Ji zêdebûnê hewyanên mezin re zêde (bêyî hinek awerteyan) çêlik nayê gotin û navên xwe yên taybet hene. Wek mînak; mirov nikare bibêje, çêlika kerê an jî çêlika hespê.

Di zimanê kurdî de peyva „ga“ gotineke herî kevn e û bingeha wê hetanî zimanê Awestayê diçe. Dîsa di nava civak û jiyana Kurdan de cihê ga gelekî girîng e. Heta di baweriyê de jî tê gotin ku stûna cîhanê li ser her du kloçên ga ye. Loma jî di navlêkirina ajalên kedî, kovî û bêtir di beşa dewêr de giyanberên nêzîkî ga û bi ga re têkildar an jî dişibin ga li gor navê ga tên binavkirin. Wek: Ga, mange, gakovî, ciwange, nogin, golik, garan, gavan û gadan. Heta ku gadan ji beşa heywanan jî boriye û ketiye nava jiyana mirovan.

Îcar gelek kes bi israr dibêjin ku mange ne, çêlek rast e. Wê gavê ez jî dixwazim bipirsim. Gelo ev gayê ewqas bi bandor û navê xwe li hemû der û dora xwe kiriye wê çima navê xwe li heywana hêrî nezî xwe ango li jina xwe neke û nebêje: „Mange“?

27.02.2016, Bielefeld

Abdulkadir Ulumaskan