Pexşan

27. Sibat 2016

QÎRÎNA CIZÎRÊ, GELO DÎROK XWE DUBARE DIKE?


Çawa ku piştî hilbijartinên 2015´an AKP li Kurdistanê, bi taybetî li Botanê binket, erişên xwe li ser vê heremê zedêtir kir. Çima Botan? Çima Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex û Silopî? Kurdên li van bajarokan, ji dîrokê heya îro bi çand û gelên curbecur re bê nakokî jiyane... Dîsa van bajarokan her dem li Bakurê Kurdistanê li hemberî her cûreyê bijaftinê li ber xwe dane.

Erdnîgarî jî zindî ye. Hin parçeyên wê ling in, hin parçeyên wê mejî ne, parçeyekî wê dil e û hin parçe hene ku hemû parçeyan di cewherîya xwe de kom dikin.

Li ser wê xeta Cizira Botan heya Sûrê çanda mîrovahî û kurdî li hemberî eriş û mêtinkarîyê hatiye parastin. Li vê herema qedîm bijaftin wekî ixanetê tê destgirtin. Ji bo vê jî her dem gelê heremê çand û nasnameya xwe parastîye û destûr nedaye helandinê. Cewherê xweserî û rêvebîraya demokratik di vê axa pîroz de veşartî ye.

Bi komkojîya Cizîrê carake din, her ferdê gelê kurd û gelên li vê heremê hejiyan. Çanda qirkirinê û hovitîya hezar salan di vê axê de bi destên dewleta Tirk ketiye meriyetê. Qêrîna Cizirê gihişt şikeftên Dersimê, nevala Zilan û Xelepçe. Êş û jan nayê tarifkirin, tenê bi demê re mezin dibe. Dahgeha bêdengîyê wîjdana mirovan e, eger ev jî bi pergala qirkirinê ya hezar salan nehatiye qirejkirin û kuştin.

Reberê Gelê Kurd di paraznameyên xwe yên dawî de li ser şoreşa wîjdan şîroveyên gelek giring dike û bi vê re giredayî dibeje: „Mirovên ne birêxistinkirî, ne gel in„ Bi vê perspektivê em li rexistinkirina gelê Kurd binerin. Gelê Kurd bi hezar salan e, li hemberî bijaftinê li ber xwe dide û berdelên gelek giran dide.

Erdnigarîya Mezepotamyayê him ji bo gelan bûye cihê afirandinê, di heman demê de amûr û nirxên pîroz ku îro hemû gelên cihanê jê sûdwerdigrin.

Her çiqas vê erdnîgariyê amûr û nirx afrandîyê, bi gelên cûda re jî parvekiriye, lê belê disa bûye navenda erişên desthilatdaran. Êrîş çiqas mezin û giran jî bin lê belê di vê erdigarîyê de her dem desthilatdaran wenda kirine.

Kurdan her dem li hemberî desthilatdarîyan û reveberîyên ji derve li ber xwe dane û neperijandine. Ji ber ku kurdan ji vîna xwe ya azad tavîz nedane, her dem bûne navenda êrîş û komployên girêj. Loma jî, desthilatdar bi hevkariya çîna desthilatdar û navîn di nav kurdan de peşiya yekîtiya Kurdan girtine. Neyarên Gelê Kurd bi hezar salan peşiya yekitîya netewa Gelê Kurd sekinîne. Wekî tê zanîn di pirtûka Islamîyetê Quranê de hatiye ferzkirin ku divê Kurd nebin yek. Ev minak careke din destnîşan dike ku yekîtîya Gelê Kurd wê hezeke mezin derxe holê û pergala desthilatdarîyan bi temamî têk bibe. Ji bona vê jî desthilatdaran heya pirtûka pîroz ya îslamîyetê pêşîya yekitiya Gelê Kurd girtine û bi dek û dolaban li pêşiya gelê Kurd bûne asteng. Di van 100 salên dawî de li Kurdistanê gelek serhildanên weke Dersîmê, Agîrî, Mahabat, Simko pêş ketine. Di van reparinan de gel her çiqas li ber xwe jî dide, lê belê nayerên kurdan bi hemû hez, dek û dolabên xwe û bi ixaneta çîna navîn û desthilatdar gel di qirkirinê re derbas kirine. Her çiqas kurdan li hemberî erişên neyaran bi raperîn û vîna azad bersiv jî dane, lê belê ji ber ku yekîtîya Gelê Kurd tune bû û her herêm bi serê xwe, li ber xwe da, ev reparin têk çûn Ev perçiqandin ji bona vîna azad weke darbeyekê nayê pênasekirin. Piştî tekbirina fizîkî bijaftina çandî derdikeve peş û kesên bi awayekî qirkinan nehatine kuştin, ji bona werin bijaftin tên surgûnkirin.

Li pişt berxwadana li Kurdistanê îro li gor sed sal berî vê, têkoşîna tevgera azadiyê çil salî ye. Dîsa li çar parçeyên Kurdistanê, vîna azad a Gelê Kurd derdikeve pêş. Ji aliyên din ve jî çîna desthilatdar ê hevkarîyê bi nayerên kurdan re dike, li ser îxanetê dixwaze xwe li Kurdistanê bide jiyîn. Ji bona vê jî divê Gelê Kurd li her parçeyên Kurdistanê li hemberî vê xeta çîna navîn û îxanetê xwe li derdora berxwadena li Cizîr, Silopî, Sûr, Xezek, Nusaybinê û hwd rêxistin bikin û rê li ber qetlîamên nû bigirin. Wekî Reber Apo dibêje „Kesên nebirêxistinkirî, ne gel e“, ji bona vê jî bi vîna azad divê em dorbeçkirina derdora bajarokên Kurdistanê bişkênin Dema nêrina azad a xwesariya demokratîk tekeve merîyetê, wê demê xeyalên Kurdan ên hezar salan „vina azad û axa azad“ wê mêsoger be. Dema nerinên azad tekevîn merîyetê, wê demê xwedîyên nerinên azad jî, wê bi ser bikevin. Wê demê qirinên ji Cizîrê bilind dibin, ên ji çendî çênd qirkirinan re malovanî kirine, êdî wê aş bibin...

Asmîn ENGÎN