Pexşan

09. Adar 2016

JI ALIYÊ HESTAN VE 8Ê ADARÊ


Ez ê ne bi dîroka 8´ê Adarê dest bi gotara xwe bikim...

Ji ber ku her kes dizane wateya vê demsala kulîlkan dibişkivîne, jiyanê zindî dike...

Ez ji aliyê naverokê ve bi mijarê re eleqeder im...

Gelo çi bû ya ku di 8´ê Adara 1857´an de 40 hezar kes li Emêrîkayê anîn cem hev. çi hêz bû ku ew kirin yek deng? Zar û zêç, dayik û bav, xwîşk û bira û hezkiriyên wan çi hîs dikirin, dema wan di hundir de li ber xwe didan. Dema polîsan êriş dikir û 129 kes wek findan diheliyan li ber bayê agir, çi digotin ji hev re?

Ya herî girîng, çi hîs dikir dilê wan ê wek koza agir?

Dema giyan ji rihê wan dikişiya, hawara yekdengiyê di çendîn rengê agir de dişewitî û hwd...?

Di vê demsalê de, di kesatiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de dengê civakê yê jin şewitî bi heman rengî... Kurdistana ji însanetiyê re dergûşî kiriye, ji bo çendîn bênavên leheng ên di bin stûnên bêtonî yên avahiyan de wenda, şîn girêda van salan.

Di serî de, şengalî, Rojavayî çendîn jinan, wê li şûna destdirêjî û laşê zilamê li ser bedena wan xwe ava dikir, bi findan mirinê bigeriyana... çendîn tovên li ser bedena wan jinan reşiyan wê weke travmayan li ber wan rawestiyana û ji wan re bigotana Dayê! Finda ku li Emêrîkayê, bedena çalakvanan diheland, wê ruhê dayikan bihelanda hêdî hêdî...

Jina ku di berxwedana xweseriyê de bû mînak, dema laşê wê li kolanan rût û tazî hat kişandin êdî di şerm nekir û xwe nepêça. Pê serbilind bû ev gela... Tenê birînên di laşê wê yê ji erdê re kisandî maç kir dayikan û ew sipartin erdê...

Herkes baştir pênase dike xwe û birînên xwe…

Lewma jî divê jin binivîse dîroka xwe, pênase bike bedena xwe ya ji aliyê dagirkeran ve rastî îstilayan hatî...

Eger were nivîsandin şoreşa jinê dîsa divê jin binivîse lehengiyên xwe yên bi berdêlên mezin barkirî...

Weke kilama gerîllaya hunermend Viyan Peyman a ku dibêje:

„Way liminê way liminê lê dayê

ez îro di nava dilê xwe de dinalim

dibêjim hey wax li min

ez ê îro berxwedana Kobanê bikim helbest

bigerînim di nava hemû alemê de...“

Belê digere helbesta jina kurd a destanan ava dike û ji tevahiya mirovatiyê re dibe mînak.

Tola xwe hiltîne, ji dagirkeran, zaliman, kujeran, tecawuzkaran, neyaran...

Dibe xof, di dilên qeşagirtî de...

Û siberojan diafirîne...

A.Avesta AYDIN