Pexşan

11. Adar 2016

MÊR Û JIYAN, JIN Û MIRIN!


100 sal berî vê li New York- ê jinan ji bo heman mafên ku yên zilaman hene, bi dest bixinö berdelên gelek giring dane. Dîsa îro li Ewrupayê heman mafên ku jinan yê bi merên hene, berdelên gelek mezin dane. Eger îro hin mafên jinan jî hene, van mafên kesekî diyarîya jinan nekîriye, jinan bi jiyanên xwe hin mafên îro hene, bi dest xistine û ji bo ev mafên van  dîsa ji destê wan neyên girtin, li ber xwe didin. Ji bona wê jî divê em qehramenê bênav ji bîr nekin û wan bi rezdarîyeke mezin bi bîr bînin.

Bi demê re, ziman wek amûreke çanda dayiksalariyê hatiye berovajîkirin. Di pirr zimanan de mirov mêr e û mêr jî mirin e. Her çiqas bi demê re desthilatdarîya mêr ango zilam li ser ziman jî bandor kiriye, lê belê wekî em dibinin wateya mirinê wekî mêr nehatiye guhartin. Lê rastiya hatî berovajîkirin, hîn berfireh û kurtir e. Êdî jin wekî cewhera jiyanê nayê ditin, edî cihê mirinê girtîye. Jin, ji jiyanê hatîye sirgûnkirin, jinên ku serê xwe li hemberî dagirkirina jiyanê hildane bi her awayî howitî hatine kuştin û tunekirin. Wekî Reberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan di pirtûkên xwe de jî dibêje, çawa zilamê qurnaz pergala dayiksalariyê dagir kiriye û nirxên xwedawendan diziye, ji wê demê haya îro şerê xwedawenda bi pergala zilamê qurnaz bi nawî nebû.

Mêrê qurnaz bi hezar salan bi zanista şamanizmê û hizrandina analitîk pergala xwe li ser nirxên dayiksalariyê afirandîye. Dîsa tenê bi avakirina pergala xwe sekiniye, kesên ku potansîyala wan li hemberî vê pergalê bisekine, bê bandor kirine. Tenê bi wê jî nesekinîn, pergaleke wisa hatiye ferzkirin ku bindestên wê pergalê bi xwestek û ji dil xizmetî wê pergalê kirine. Kesên ku li ser şopa heqîqetê têdikoşin, ne bidestên desthilatdaran, bi destên xulamên wê pergalê ten dadkirin.

Kesên ku berê li hemberî wê pergalê sekinîne, edî bûne parazvanên pergala desthilatdar. Edî jiyan rola mirinê dilize. Jiyana ku li ser mirovan tê ferzkirin, ne jiyan e, edî jiyin te wateyê mirinê. Li wê cihanê bi milyaran kes dijîn, lê belê ne jiyana ku van hilbijartiye, jiyaneke vê pergalê ye. Ev projeya ku îradeye mirovan têde tunebe, gelô mirin e, an jiyan e?

Di aliyê din de ji hin mirov hene, dixwazin jiyana xwe bi xwe hilbijerin, ji bo wê jî têdikoşin. Ev kes jî pirr dirêj najin, lê belê ev kes jiyana ku bi xwe pênasa dikin, wê dijin. Ji bona we jî rast û azad jiyîn, têbikoşîna ji bo wê berdelekî xwe heye.

Rastîyek heye ku zayenda nirxên pîroz afirandiye, îro bindest e û hewl dide xwe ji wê bindestiyê azad bike û hin caran ji bona wê jî berdelên gelek giran dide. Lê li hemberî kesê ku ji dil tedikoşin, kesên ku wê asteng dikin jî hene. Wekî tê zanin pergala desthilatdar ne tenê di hizrandinê de, di heman demê de, di hest  û ramênên mirov de, ji xwe birêxistin kiriye.

Ji aliyê din ve jî, ji herdu zayendana jî, hin kes  xwe azad dibînin. Wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dibêje, dema civak hemû azad nebe, kes ne azad e. Kesên wisa bifikirin û bijîn, wê tenê xwe bixapînin. Ji bona wê, azadîya mirovekê/î bi azadîya civakê ve girêdayî ye, dema civak ne azad be, kes jî ne azad e.

Her çiqas pergala desthilatdar zayenda mêr bihêz jî dike, jiyan ne mirin e û afirîndêriya jinan ango zarokên wê nayê wateya mirinê. Ji bona wê jî divê zayenda mêr li hemberî berovajîkirina jiyanê bisekine, li hemberî mirina her roj ku li ser navê wan dikeve merîyetê bisekine û mirina di keseyeta wan de ku tê ferzkirin, divê were kuştin.

Bi vê wesîleya 8´ê Adarê divê em bi pêşengtîya jinê, bi hemû pêkhatiyên civakê li hemberî dagirkirin û beravajîkirina jiyanê bisekinin.

Asmîn Engîn...