Pexşan

03. Gulan 2016

DIVÊ EM ÇANDA HEZARSALAN BIPARÊZÎN


Ji nûva avakirin Şerê 3 yemîn ê cihanê li Rojhilata Navin tê jiyîn. Bi tang û çekên kapîtalist modernîte dîroka hezar salan li vê axa pîroz bi awayekî sîstêmatîk tê tunekirin. Wekî tê zanin ev herdû hezên antîdemokratîk û neyarên Kurdan dixwazin baxçe yan jî mozaîka gelan bi taybet li axa mezepotamya ji holê rakin. Pergala despotîk dixwaze li şûna wê, pergala yek ol, yek nasname û yek reng bi cih bike. Ev modela van h"ezên dagirker û paşverû, modela ewrupeyê ya netew-dewletiyê tîne bîra mirov. Gelo ev herdû model çima wisa dişibin hevdû? Ev modelan di ferasetê de yek inö an jî du modelên ji hevdû cûda ne. Li vê derê divê em hinekî bi kurtasî li ser dîrokê bisekinin.

Di dîrokê de her çiqas ev axa pîroz çandên cûda derxistiye holê jî, dîsa pergala baviksalarî jî xwe li vê axê bi rexistin kiriye. Lê belê wekî em zanin Rojava an jî Ewrupa ji pirr tiştên Rojhilata Navîn ên qenc û ne qenc sûdwergirtine û birine Ewropayê. Herî dawî bi rönesansê û qaşo „şoresa endustrîyalizmê“ Ewrupayê pergala xwe ji nû ve pênase kiriye.

Di sedsala dawî de her çiqas Ewrûpayî bi awayekî vekirî nepejirînin jî, şoreşa yekemîn a endustrîyalîzmê di pergala dayîksalariyê de hatiyê pêşxistin.

Di sedsala 16. û 17. ji bo bazara aborî ya modernîteya kapîtalîst bi awayekî hêsan xwe bi revêbibe, netewdewlet ava kirine. Modela Ewrupayî ku li ser bingeha netew-dewletê xwe rêxistin kiriye, pewistiya guhartinê destnişan dike. Lê belê hezên kapîtalist destûr nadin ev were guhartin. Dema ev model were reformîzekirin, wê demê hezên modernîteya kapîtalîst wê tek biçin. Ji bona vê jî êdî hewl dide, ne tenê mirovên ku çanda pîroz diparêze ji holê rakin, her wiha afirînêrên ev axa ku her dem rastîya dîrokê destnişan dike, ji holê rakin. Îro şerê li Rojhilata Navin û bi taybet şerê li Kurdistanê ne tenê li hemberî mirovan, daristanê, ajalan her wiha li hemberî afirînêrên dîrokî jî tê meşandin.

Herî dawî bajarên wekî Nîsêbîn, Sûr û Cizîr bûne armanca erişên hezên dagirker û modernîteya kapîtalîst. Ji bo parastina çand û nasnameya Kurdan, gelek kesên heja li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes hîn jî li ber xwe didin. Hin şer tenê bi heremekê sînordar in. Lê belê erkê kurd û kesên ji xwe re dibejin em enternasyonal in, divê ji bo parastina dîroka pîroz û destketiyên mirovahiyê tekevin nava li liv tevgerê.

Reberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dibêje, „Dîrok di roja me de, em di dîrokê de veşartî ne“. Divê ji bona nirxên ku îro em li ser jiyana xwe rêxistin dikin, erkên xwe yên dîrokî bi cih bînin . Çawa dîrok wekî mejî tê pênasekirin, eger mêjî ji holê rabe, jiyaneke nebatî an jî pûç ku dervayî vîna zindîbûnê ye, xwe destnişan dike.

Kampanyayê li Bakurê Kurdistanê di bin navê „Kardes aile“ ango „Xwîşk û biratiya malbatan“ de tê peşxistin, di heman demê de pîştgiriyê dide xweseriya demokratîk. kampanyeyekî pişgirî dide xweseriya demokratîk. Her wiha êv kampanyê, kampanyeyekî siyasî ye ku divê herkes bi qedê xwe bibe parçeyekî xwesarîya demokratik, da ku çanda xwe û rastîya xwe biparêze.