Pexşan

14. Gulan 2016

15´Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!


ZİMAN MERCÊ YEKEMÎN Ê HEBÛNA ME YE!

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”

Celadet A. Bedir-Xan di 15 Gulana sala 1932´an de, di pêşgotina xwe ya di hejmar û rûpelê 1´ê yê Hawarê de ew rêzên li jor nivîsandine.

Ango gorbihuşt C.A. Bedir-Xan dixwaze bibêje: Ziman hebûna netewan e. Eger civakek zimanê xwe wenda bike, têkiliya xwe ya bi neteweya xwe re jî wenda dike.

Îro li rûyê dinê ji 200´î zêdetir dewlet hene, welatiyên her dewletê bi zimanê fermî yê dewleta xwe diaxivin. Ji xeynî zimanê fermî li Cihanê ji 6 hezarî zêdetir ziman tên axaftin. Lê mixabin, gelek ziman di xetereya wendabûnê de ne.

Ji bo ku tiştekî wiha neyê serê Zimanê Kurdî, roja 15´ê Gulanê ya derketina hejmara yekemîn a Hawarê ji aliyê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê ve di sala 2006´an de wek roja „Cejna Zimanê Kurdî“ hat îlankirin û ji aliyê civaka Kurd û hemû sazî û rêxistzinên Kurdan ve jî wek „Cejna Zimanê Kurdî“ hatiye pejirandin. Bi vî awayî salvegera derketina Kovara Hawarê ji bo Zimanê Kurdî bû eyd û cejn û ji aliyê civaka Kurd û hemû sazî û rêxistinên Kurdan ve, her salê di 15´ê Gulanê de tê pîrozkirin. Her çiqas ev roj wek roja 15´ê Gulanê hatibe pejirandin jî, lê Cejna Zimanê Kurdî di 14, 15 û 16´ê Gulanê de sê rojan li ser hev tê pîrozkirin.

Dema mirov qala zindîbûn û jimirinêxilasbûna Zimanê Kurdî dike, divê mirov rol û xebata Celaded A. Bedir-Xan ji bîr neke. Bedir-Xan dema ku derbasî binê xetê dibe, li wir bi rewşêbîrên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza(Yusuf), Qedrîcan, Kamiran Bedir-Xan yd. re, xebatên xwe yên siyasî didomînê. Lê, piştî ku Serhildana Agiriyê têk diçe, Bedir-Xan destê xwe ji siyasetê dikişîne û bi hemû hêza xwe, xwe dide ser xebatên ziman, çand û wêjeya kurdî. Di nav şert û mercên pir giran de ji 1932´an heta 1945´an, 57 hejmarên Kovara Hawarê derdikevin.

Bêguman mirov girîngiya Hawarê tenê ji aliyê ziman ve nanirxînê, Kovara Hawarê ji aliyê wêjeya kurdi ve jî roleke pir giring dilîze. Ji derî rewşenbîrên li jor yên wek Rewşan Bedir-Xan, Mustafa E. Boti, K Lawê Fendi, Ahmet Nami, Hasan Hîşyar, Bişarê Segman, Nêravan, Reşît Kurd, Goran, Tevfik Vehbî, Abdullah Esîrî, Şakir Fettah, Hevindê Sorî, Lawikê Kurd û gelekên din di Hawarê de cihê xwe digirin. Bi vî awayî tovên ku Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî û yên din li axa Kurdistanê reşandibûn, bi Hawara Bedir-Xanî û hevalên wî re ji nû ve şîn dibûn û li şaxên erdnîgariya Kurdistanê belav dibûn û geş dibûn.

Ji rolên girîngtirîn yên Celadet A. Bedîr-Xan û Hawarê yek jî amadekirin û bikaranîna Alfabe û tîpên latînî ne. Hawar hetanî hejmara 23´yan him bi tîpên alfaba erebî, him jî bi tîpên alfaba latînî dihat weşandin. Ji hejmara 24 an û pê ve hejmar hemû bi tîpên latînî hatin weşandin. Di eslê xwe de li ser pejirandin û bikaranîna tîpên alfabeya latînî ya kurdî di sala 1913´an de nîqaş û gengeşiyan dest pêkirin. Ev nîqaş û gengeşî ji aliyê rewşenbirên Kurd ve di kovarên wek Rojî Kurd û Hetawî Kurd ên ku ji aliyê Komela Xwendekarên Kurd "Hevi"´yê ve dihatin weşandin, de dihatin kirin. Lê ji ber giraniya hestên Îslamiyê dev ji tîpên alfabeya erebî nehat berdan.

Li aliykî bi xebatên van lehengên ziman û çandê û bi zargotinên dengbêj û çîrobêjan, li aliyê din bi taybetiyên xwe yên xwe bi xwe parastinê zimanê me hetanî roja me xwe parastiye. Lê şert û mercên jiyana zimanan di roja me ya îroyîn de hatine guhertin. Telvizyon, internet û hemû kanalên medyaya sanal weke dêwên heftserî ketine malên me, gelî û newalên me. Heta ketine şax û mesilên mêjûyên me. Çand û hûnera emperyal a navneteweyî îro mêjûyê me weke baskên heştpê(ahtepotê) dorpêç kirine. Li dijî van xetereyên mezin êdî em nikarin ziman û çanda xwe îro di vê dema har de bi stranên dengbêjan û bi çîrokên çîrokbêjan biparêzin. Pêdiviya me bi riheke din heye, bi medot û xebatên nûjen heye.

Pirsgirêkên me yên li pêşiya zimanê neteweyî gelek in û giran in. Li gel parçebûna welat, parçebûna zaravayan, parçebûna Alfabeyê xemsari yên me jî pirsgirêkên zimanê me girantir dikin.

Ji pirsgirêkên ziman yên girîngtirîn yek jî otoasmilasyon e, ango xwe bi xwe bişavtin e. Berê her çiqas ziman qedexe bû jî, lê li gundan xetereya xwe bi xwe bişavtinê tune bû. Îro piraniya gundên her çar parçeyên Kurdistanê êdî vala ne. Ji ber zilma dagirkeran û ji ber mercên aborî gundî herikîne bajaran. Li van wargehên nû rêxistin û saziyên Kurdan gelekî zêde bûne. Lê mixabin li gel zêdebûna rêxistin û saziyan, çi li welat, çi li meropolên dagirkeran û çi jî li diyasporayê otoasîmîlasyon her diçe pêştetir û bi xeteretir dibe. Ji ber ku di piraniya van sazî û rêxistinên me de Zimanê Kurdî nayê bikaranîn. Di dêlva Zimanê Kurdî de, zimanên dagirkeran tên bikaranîn. Bi taybetî jî ev xetere ji bo Kurdên bakur derbasdar e.

Ji bo parastin û jiyandina zimanekî, hezkirin tenê têrê nake. Divê di her qadên jiyanê de li zimên xwedî were derketin. Divê em zanibin ku azadiya me bi azadiya zimanê me ve girêdayî ye. Eger zimanê me azad nebe, em jî ne azad in. Du cure mercên azadiya ziman hene. 1. Divê ziman xwe bigihêjîne statuyeke huqûqî û makeqanûnî. 2. Divê ziman di her qadên jiyana rojane de bê bikaranîn. Ango divê ziman di qadên jiyanê yên wek perwerdeyê, ragihandin û weşanê, rêxistin û siyasetê û di qadên aborî û bazirganiyê de bi azadî bê bikaranîn.

Helbet ev yek nayê wê wateyê ku cejn, pirozbahî û çalekiyên ji bo ziman ne girîng in. Bêguman pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî him pir girîng e û him jî pîroz e. Lê pîrozkirin û çend panêl û konferans lidarxistin, têrê nake.

Bi van hest û baweriyan ez cejna Zimanê Kurdî Pîroz dikim û li hember têkoşerên ziman û çanda kurdî bejna xwe ditewînim!

Fevzi Özmen

Hevserokê Înstîtûta Kurdî

Ji bo Lêkolîn û Zanist- li Almanyayê