Pexşan

23. Tîrmeh 2016

ÇÎNA NAVÎN, XETA DERBE Û KOMKUJIYAN AMADE DIKE


 

Ji 15 Tebax` ê vir ve li Tirkîyeyê nîqaşên li ser derbe û sedemên vê peş dikevin. Di van nîqaşan de careke din diyar dibû ku her kes dixwaze li gor zanabûna xwe û nêrîna xwe ya siyasî bigihêje encamekê. Lê belê hin caran di van nirxandinan de mirov dikeve bin bandora siyaseta rojane ya ku mirovan ji hin rastîyan dûr dixîne. Loma divê mirov di hin nirxwandinên xwe de rastîya dirokî li ber çavan bigire.

Çawa hezên demokratîk ji pelên dîrokê yên demokratîk heya îro herîkiye, sûdê werdigrin; hezên antîdemokratîk jî, ji metodên desthilatdariya dîrokê mînakan digirin û di rêveberiyên xwe de van bi kar tînin. Li vir ez ê ne tenê li ser hezên desthilatdar bisekinim, her wiha li ser çîna navîn a ku qaşo pir demokratîk e bisekinim.

Di dema dawî de Rejima Hitler û Erdogan gelek nivîskar anîn gel hevdû û nirxwandin. Lê divê xeta navîn ku ji dîrokê heya îro pêşiya desthilatdariyê vekîriye were şîrovekirin. Xet an jî çîna navîn ji gel ne dûr e, lê belê di heman şert û mercan de wekî gel dijîn, najîn. Ev xeta ji dagirkirina gel sûdwerdigire û xwe wisa bi rêxistin dike. Di dema şer de xwe diparêzin, ji şer dûr disekinin. Li hemberî berxwadenên gel ku li dijî politikayên asîmilêkirin û dagrikirinê disekinin. Ji ber ku ev çîn ditirse ku mirateya xwe wenda bike. Lê di dema asayî de dixwazin rola peşengtiyê bilîzin. Wekî navê xwe çîna navin e. Çîna navîn sekna xwe li gor demê û derfetan diguherîne, oportinîst e. Dikare ji bo berjewendiyên xwe bi hezên antidemokratik re têkiliyê dayne.

Eger li cihekî pir kes xizan bin, li wê derê li pişt her dewlemendîya maddî dagirkirina gel heye. Ji bona wê, divê mirov kesên dewlemend ne wekî kesên bi rûmet binirxîne. Li vir dagirkirineke veşartî him di alîye maddî him jî di alîye manewî de heye. Ev çîn ne tenê di nav gel de her wiha wekî partiyên sîyasî jî xwe destnişan dike. Li vir ez dixwazim du partiya bînim gel hevdû.

Partîya Sosyaldemokratîk a Almanyayê (SPD) û Partîya Komara Gel a Tirkîyeyê (CHP). Partîya Sosyaldemokratîk a Almanyayê beriya Hitler desthilatdariya xwe dide rûniştandin, ev partî li hemberî çepgiran disekîne û dema endamên Partîya Cep tên girtin bêdeng dimine û hin caran piştgiriyê didiyê. Heya nîjadparest rojekê wan jî binçav dikin û dikujin- Her çiqasî rastiya dîrokê wisa jî be, lê belê Partîya Sosyaldemokratîk a Elmanyayê ji dîrokê ders negirtiye. Ji bo vê jî her dem çepgiran wekî dijberê xwe dibîne û li hemberî vê tedikoşe. Ji aliyê din ve jî, bi partiya rast ku nezîkî nijadperestan e, re, koalisyonê ava dike. Partîya Almanyayê ya Sosyaldemokratîk qet ne bûye hukumet, her dem bûye alîgirê partîya rastgir.

Dema em ji vir li Tirkiyê binêrin, CHPyê, bi politikayên xwe peşîya desthilatdariya Erdogan vekiriye. Herî zêde li hemberî HDPê sekiniye. Ji bona wê jî, divê rastiya Partiya Navîn ku qet nabe hukumet lê belê her dem peşiya desthilatdariyê vedike, em ji bîr nekin. Ev xeta navîn her çiqas hin kesên demokratîk li derdora xwe kom dike jî lê, rola wê ya serekê her dem lewazkirina hezên demokratîk e. Loma divê him partîyên çîna navîn him ji çîna navîn divê di nava civakê de were deşîfrekirin. Eger îro li Tirkiyeyê koalisyonek çêbibe ez bawer dikim, AKP û CHP wê pirr rehet werin gel hevdû. Ji bona ku hezên demokratîk werin perçiqandin. CHP ne tenê rolekî li hemberî demokrat û hezên çepgir dilize, her wiha li hemberî rizandina nirxên civaka bêdeng, piştgiriyê didin AKPê. Xeta çîna navîn di civakê de û partîya çîna navin, li ser navê dostaniya bi gelan re, îxanetê li gelan dike. Ev dijminatiya herî kiret û bêpênase ye.

Asmîn Engîn