Pexşan

23. Adar 2017

BI ÇAVÊ SISIYAN NEWROZ


Bi salan e ku em çîrok û peyamên Newrozê dibîhîsin. Carna bi nûansên stûr û berz, carna jî sererast û nerm. Di nava van çîrok û peyaman de teqez du rastiyên girîng hene. Yek; Newrozê bi sê niftên beden û giyana Mazlûm Dogan gihand tîrêjên rojê re wateyeke neteweyî wergirt. Ya duyem jî her Newroz bû pêngavên ji nû ve vejînê, geşedanê û raperînê. Rastiyên din hinek cuda ne. Di nava gulmistên gengeşiyan de hêviya lêkolîn û gera rastiyê diteyisîne.

1 - Newroz ji cejnên Rojhilata Navîn bi taybetî Mezopotamya – navend Kurdistanê, cejna herî kevn e. Ne tenê 2629 sal, hetanê 5000-6000 salan ber bi kurahiya dîrokê ve diçe. Em baş dizanin, di baweriya gelên Mezopotamya de tê bawerkirin ku Xwedê hemû zindî di meha Newrozê (Adarê) de afirandine. Meha Newrozê (Adarê) ji 21 Adara mîladî dest pê dike, hetanî şazdehê meha Nîsanê yanê Çarşemiya Sor dikudîne. Ango meha Newrozê 26-28 rojan dikudîne. Ev 26 roj rojên afirandin û ji nû ve vejîna zindiyên xwezayê ne. Ostern (zadika hesarê) jî bi vê vejînê re têkildar e û ti têkiliya xwe bi baweriya Xiristiyaniyê re tune.

2 - Ev çawa dibe. Yek; pergala salnameya Kurdan (gelê Mezopotamya) û yên Xiristiyan, Îslaman ji hev cuda ne. Di salnameya me de destpêka salê roja Newrozê, ango 21´ê Adarê ye. Ev roj di heman demê de destpêka meha Newrozê (Adarê) ye jî. 

Di nava gelê me de û herwiha di dîroka Kurdan de du çileyên zivistanê hene. Çileya yekem li gor salnameya mîladî yekê Çile (01.01. ...) yanê roja sersala mîladî destpêdike, hetanî dehê sibata mîladî diçe. Çileya duyam jî ji dehê sibata mîladî destpêdike û hetanî 21 Adara mîladî dikudîne. Roja 21´ê Adarê, ango roja Newrozê jî meha Newrozê (Adarê) dest pê dike. Meha Newrozê roja Çarşemiya Sor diqede. Ev her du roj jî ango destpêk û encama meha Newrozê di nava Kurdan de rojên herî pîroz in û bi baweriyeke bi kelecan tên pîrozkirin.

3 - Dema mirov bi çavê sêyemîn û rexnegirî li çîroka Newrozê ya tê zanîn dinêre, dibîne ku hin dek û dolabên Sasanî û bêwijdaniya qelema Firdewsî tê de veşartî ne. Mixabin ku me Kurdan jî ew belovajîkirin bê lênêrîneke rexneyî wisa wergirtiye, em jî behsa Azlî Dehaq û Ferîdûn dikin. Wer xuyaye Firdewsî qiralê Sasaniyan Kîros (yê ku împaratoriya Medan ruxand) wek Ferîdûn û Asgiyag (padîşahê Medan ku ji hêla dê ve kalikê Kîros e, wek Azlî Dehak nîşan daye, Dibe Harpagosê xiyanet li Astiyag kirî jî wek Kawa hatibe destnîşankirin. Di dema Darîyus de xwerû di vê beşa dîrokî ya li ser padîşahê ku bûye alîkarê Zerdeşt de hin belovajîkirin, hatine pêkanîn. 

Lê rastî tiştek din e.

Dema mirov li jiyan û dema jiyana Zerdeşt dinêre, dibîne ku padîşahekî bi navê Vistespa jê re bûye alîkar û bi alîkariya wî baweriya Zerdeştî di nava gel de belav bûye. Di ronahiya rastiya bawerî û ananeyên îro di nava gelan de dijî, bi taybet jî û lêkolîna zanistî (li lêkolîna Azîzê Cewo ya di Amîda Kurd de bn.) tenê yek padîşahekî wê demê li gorî venivisandina Avestayê heye, ew jî padîşahê Medan Astiyag e. Lew re di wê demê de yê xwedanê karekter û hespan tenê bû.

Wek encam: Ev baweriya Newrozê pir kevn e, heta ji baweriya Zerdeştî jî kevntir e. Çawa serkarên Tirk, Ereb û Fars ên vê roja me rastiyên dirokê belovajî kirine, li gor berjewendiyên xwe hin derew li hev anîne û firotine me, di demên berê de jî ev hatiye kirin. Bi taybetî jî pîştî Sasanî dewleta Madan dirûxînin, hemû aliyên wan ên baş ji xwe re dikin mal û hemû xirabiyan, xwerû jî bêbextiyên xwe jî wek toqeke gunehkariyê û tewanekê dikin stûye Medan. Ev jî di nava qirêjiya belovajîkirina dîrokê de gihîştiye dema me. Lê divê ev bê gotin; bi çalakiya Mazlûm Dogan, reng û wateya Newrozê guheriye, hemû belovajîkirin di siya xwe de hiştine û bûye wek motoreke berzkirina hest û raperîna neteweyî.

Bi vê boneyê ez cejna gelê me pîroz dikim.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA