Pexşan

26. Adar 2017

PERWERDEYA DESPÊKÊ , PERWERDEYA PIR CORÎ(5)


Mijara perwerdeyê mijareke giring û sereke ye. Perwerdeya zanistî, perwerdeya dîrokê, ya civaknasiyê, perwerdeya ziman û çanda bo her neteweyekî  jiyanî ye, hebûnî ye. Di vê merheleyê de erkên dayikê, erkên endamên malbatê, erkên sereke yên şikildanê ne û nemaze ji bo her malbata Kurd xalekeke giring e.

Li nav malbatê nêzîkatiya perwerdeya seretayi giring e.Mamosteyê destpêke dayik e. Ji yek salî haya 6 saliya zarokan di destê dê û malbatê de tê sitran. Berî perwerdeya fermî perwerdeya dê û malbatê hêjayî nîqaş û nirxandinê ye. Bandora dê, bandora malbat û civakê pêwîst e,  li ser kîjan esasan be.

Gelo erênî û neyinîyên vê çi ne? Dibistana dê amadekariya perwerdeya seretayî ye. Mirov dikare wekî du baskan hilgire dest. Aliyek jê dayik û perwerdeya malê ye, ya din perwerdeya li dibistanê ye. Nabe yek ji wan jî sivik weregirtin.

Perwerdeya mal û ya dibistana dê herdu bask jî pêwistin û giring in ku hevseng bin û li ser esasê zanistiyê pêş bikevin. Heger ji dil û can daxwaza nivşekî kêrhatî û serkeftî hebe û di vê derbarê de li ser pêwistiyên vê erkdariyê herkesekê/î berpirs rawestiyayî be, hingê bêguman wê gêşbûneke xurt derkeve hole.

Dewlemendiya herî mezin ezmuna perwerdeya serkeftî ya wî welatî ye. Welatê perwerdeya wan ne dewlemend û serkeftî be, jiyana wan a civakî jî her feqîr û jar e. Di dema dibistana dê de zarok ji aliyê lebat, hiş û raman ve, distewe, xurt dibe û curbecur guhertinan dijî.

 Li gora rê û rëbazên curbecur zarok dikarê kerhatiyên xwe ango berê hişê xwe di aliyê erênî de xwurt bike û bi hêz bike.Li ser vê mijarê gelek ezmûnên dewlemend hene. Encamên yek ji van caribandinan wuha ye.Li ser komek zarokan ezmûnek pêk tê. Di refekî dibistana dê de komek zarok kom dikin û wanan li ser piyan radiwestînin. Li pêş zarokan tepsiyek lokumên renge reng dadînin. Ji zarokan re tê gotin "yên li lokuman binere û 5 dakîka raweste wê 2 lokuman bigirê, yên ku 5 daqîqan raneweste dikarê yek lokumê bigirê û derkevê, biće".

Di mijarê burî de jî me ev mînak da bû. Hejmarek zorok sebir nakin û bi yek lokumê qayil dibin û diçin. Komek zarok jî 5 daqîqan radiwestin û 2 lokuman heq dikin.

Li ser helwesta zarokan ya lokumgirtine 10 salan cerbandin çêdibe.

Di encama 10 sal şopandinê de ew zarokên di beşa yekê de cih girtibûn, ên ku bi lokumekê qayil bûbûn û derketibûn derve, dibin xwediyê kesayeteke ku zû tevdigerin, bi lez diçin serî û li serî dimînin û bi kelecan in, lê di hin karên xwe nivçe dihêlin û dibezin karekî din.

Zarokên beşa duyem yên ku ji bo du lokuman 5 daqîkan rawestiyabûn, bi sebr in, karên pê diçin saxlam dikin û di jiyanê de xwedî inisyatîf in.

Gelek test û ceribandinên wek vê hen e û şêvazên peşketî derketine holê.

Zarokên diçin dibistana dê, ji ber ku her tim bi tevger in, di wan de zêde westan çêdibe, di nava pêwistiyan û bêhndayinê de ne.

Zarokên diçin dibistana dê, pêwîste bi şev 12 seatan, bi roj jî 2 saetan razên. Zarok, di vê qonaxê de destê xwe yê rast û çep jev cuda pêk tînin û bûyerên derûdorên xwe zûtir têdigihêjin.

Hin dayik û hin mamostayên dibistana dê li ser bikaranina destên çep û rast şaş nêz dibin. Dema zarokek destê çepê bikartîne, lê ji naçarî ango heger bi zorê û tirsê werê bikaranîn, xelet e û li ser giyana wan zarokan bandoriyeke derûnî û zihnî pêş dixe. Heger vîna zarokê bi şeweyên hişk biçewise û bi vê rêkê bikaranîna destê rastê bike, ew di zarokî de tengezarî çêdike û dibe sedema ku û carnan jî, wê pirsgirêkên hevsengiyê û yê weke lalbûnê pê re çêbin.

Tiştê herî balkêş di temenê 3-6 de meraq zêde ye û zarok li ser hev pirsan pirs dikin, ji pirskirinê pir hez dikin. Divê qonaxê de hêza mereq û xeyal di asta jor de ye. Zarok vê hêza xeyalê, di pirsan de bi kar tîne. Tişta ku em bikin, em dikarin daxwazî û enerjiya wan di wêne, leyistok û çîrokan de pêkbînin.

Edî hatiye pejirandin ku bingehê seretayî an ku despêk girîng e. Weke avahîyeke çend qat. Çiqas bingeh saxlem û qawîn be avahî vê saxlam û bi ewlayî be. guman hîm girîng e.

Heskirina welat û Heskirina nerxên xwe di nav vî hîmîdeye. Em baş di zanin ku Heskirina çanda xwe, dîroka xwe, Heskirina ziman û nirxê xwe lewaz e.

Bo vê sedemê pêwîste em perwerda her corê, sereke jî yan zarokan pêsxin.

Omer Alî