Pexşan

30. Adar 2017

GIRGAMÊŞ, ENKÎDO Û LÊGARA BÊMIRINIYÊ


Gelo Lêgerîn û nedîtin êşbar e, an jî dîtin û wendakirin zedetirîn êşbar e.

Lêgerîn ji bo mirovan bêdawîtî ye. Herdem lêgerîn pêwîst e. Çîroka mirovan çîroka lêpirsîn û lêgerînê ye.

Gelo xweza û feza çi ye? Jiyan û mirin tê çi wateyê? Gerdûn, dem û bizav di çi sazumaniyê de pêk tên. Rastî çi ye?

Encam çi dibe bila bibe lêgerîn pêwîst e.

Girgamêş mîrê bajarê Urukê ye. Mirovekî bi hêz û çalak e. Niv xwedayi ye. Hêza xwe jî xwedan digre. Li ser ruyê erdê Tu kesekî li pêşberî xwe nabîne. Rojekî tê gotin ku mirovekî pir bi hêz û çalak heye û ev mirov çiyayi ye û kesek newêre nêzî wî bibe. Navê wî jî Enkido ye.

 Girgamêş dixwazê Enkîdo bibîne û pê re pevçûnekê lidarxê.

Girgamêş jî bo dîlgirtina Enkido xelatan dadideyne û nêçîrvanan tevger dike. Rojekê jineke bedew tazîdikin û liber kaniyê radiwestînin. Enkido, bi alîkariya vê jinê wî dil digerin û dibin bajarê Urukê.

Girgamêş û Enkido pevdiçin, şer dikin. Herdû mirov jî pir bi hêz û çalak in. pênc roj û pênc şevan şer dikin. Di dawî de Girgamêş bi ser dikeve. Lê herdû cengawer dibin dost û hevalên hev û bi hev re gelek karan dikin.

Rojekê jî rojan Enkido ji nişka ve jiyana xwe ji dest dide û dimre.

Mirina Enkido Girgamêş pirr pirr bandor dike û vê rastiyê qet napejirine. Girgamêş heft roj û heft şevan digrî û şînê datîne.

Mîrê Bajarê Urukê, rojekê biryar dide, da ku biçe xwedan û xwedavendan bibîne û ji wan daxwaza rawestina mirinê bike.

Girgamêş dibêje "pêwîst e, mirin nebe?" Enkido dît lê peyre wendakir. “Gelo xwedan çima vê qederê naguherinîn? “

Girgamêş bi deşt û çiyan dikeve û êdî li xwedan digere.

Pir dûr diçe. Şev diçe, roj diçe. Digihê mirovekî zane û zanyar. Navê wî  Unapîşta ye. Girgamêş mexsedê xwe ji Unapîşta re dibêje. Zanyar gelek şîretan li Girgamêş dike û jê re dibeje; "tu xwedan nabînî, mumkin nîne, Vegere welatê xwe. Kes nikarê mirinê rawestîne. Mirin ji bo mirovan ne, cariye".

Zanyar gelek şewrên baş dide Girgamêş û jê re dibêje; "biçe deryaya kûr û di binê deryayê de giyayek heye, yê civaniyê ye. Jêke, bibe welatê xwe bide pîr û kalên xwe. Wê pê ciwan bibin, lê wê mirin her hebe, mirin ranaweste."

Girgamêş li Zanyar guhdar dike. Diçê binê deryayê û wî gihayî dertîne. Berê xwe dide welatê Uruk´ê.

Roj diçin şev diçin. Girgamêş di weste û li ber goleke avê radiweste. Girgamêş jî bo hunik bibe, dikevê nav avê.

Marek tê giyayê wî direvîne û dixwe. Girgamêş pey mar dikeve, lê bê fayde ye, ji ber ku mar giya qurpandiye û qalikê xwe guhertiye û çûye.

Gelo Lêgerin û nedîtin an jî dîtin û wendakirin eşbare û xemgîniyê tîne? Mirov li pey mexsedê xwe here, lê bigerê û nebîne baş e, an peyre windake jî dîtîn baştir e.

Girgamêş vedigerê welatê xwe. Ji sêrî hata dawî çîroka xwe li ser kêlekê dinivîse.

Bê mirînî ev e. 4 Hazar sal şûnde em Girgamêş û Enkido dinasin.

Ev çîrok li ser ferşikên axî tê nivîsîn.

Mirê mezin en Asurîyan Asurbanipal li Paytext Nînowayê pirtûkxaneyeke mezin ava dike û gelek berheman li vê pirtûkxaneyê kom dike. Çîroka Girgamêş jî di nav de.

Artêşa Med'an erîşeke mezin dibe ser Asurîyan. Artêşa Med'an paytext Nînowa digre û dişewitêne. Pirtûkxane ya Asurbanîpal jî di ruxe. Gelek berhem û çîrok tune dibin, an jî wenda dibin. 

Piştî derbasbûna çar hazar salan, di 1950´î de li Bajarê Musul(Nînowa)ê lêkolînên şundaawarên kevn dest pêdibin. Di nav xerabeyên Nînowa' de gelek kîtabe tên dîtin. Di lêkolinên arkokojîk de Bi hezaran ferşikên li ser nivîs tên dîtin, lê mixabin zimanê wan nivîsan nediyar bû. Ew ziman fam nedibû.

Li ser van kitaban dehsalan lêkolîn tên kirin û dawî zimanê wan ferşikan fam dibe.Yek ji van jî nivîsa çîroka Girgamêş e. Yekemîn cîroka nivîskî Ilyada û Odesa dihate dîtin. Lê derkete holê ku a herî kevn çîroka Girgamêş e.

Mirovatiyê piştî çar hazar salan Girgamêş û Enkîdo naskir, xemgînî û hestên wî par ve kirin. Lêger û dîtîn çalakiyek e, tekoşînek e. Peyre winda bibe jî dîtin pêwîst e.

A. Nobel cîvafulminayt û dînamît afirand. Vê dîtinê bi xwe re xeterî anîn û li dijî mirovatî hat bikaranîn. A. Nobel pir xemgîn bû û lêbûrîna xwe xwest, ji bo ku di karên xerabiyê de hat bikaraîn. Gelek nûdîtin bi vî rengî ne.

Mirov neçar e, bigerê, bibîne? An na? Gelo pirsgirêk di dîtinê de ye, an di nêzîkatiyên mirovan de ye. Wê demê pêwîst e, em vegerin despêka mirovtiyê. Mirov çawa bû mirov? Mirov xwe çawa dît û xwe çawa wenda dike?

(Wê bidomê)

Omer Ali