Pexşan

31. Adar 2017

QADÎ MUHAMMED Û FERMÎKİRİNA STATUYA KURDİSTANÊ


 

 

Salvegera şehadeta Qadî Muhamed bû. Em wî bi rêz bi bîr tînin.

Edî ji bo kurdan statu girting û xweserî avakirin misoger e. Îro an sibe, ne dûr. Ev ne hêviy e encama tekoşîna gelê kurdistanê ya bi salan e.Gelo ewleyiya destkeftiyên Kurdistaniyan çi ne? .Weke hat sêrê Qadî Muhamed, wê ev yek dubare bibe? Di dîrokê de çend caran ev bûyer qewimî ye. Pişta gelê kurdistanê wê bi çi saxlem be. Cîhan li berjewendiyên xwe dinêre.Dagirker û desthilatdar bê rihm in. Ango li benda soz û rihma desthilatdaran û dagirearan bimîne, wê bi êş û di nav lingan de biçe.

Niha vê kêlikê li pir herêmên Kurdistanê şer û pevçûn hene, şervanên azadiyê ji bo azadiya gelê Kurdistanê şer dikin. Raxmê êrîşên hovane gelê me dinav berxwedaneke bi rumet de ye û bi biryar têdikoşe û heroj şehîdan dide . Ji b o gelê Kurdistanê, ji bo gelê rojhilata navîn pêşketinên pir sosret, lê ewkas jî giring û dîrokî tên jiyîn.

Di van Dusedsalên dawî de rewşa gelê Kurdistanê qet baş ne çû. Gelê Kurdistanê  ji bo xweserî, azadî û nirxên neteweyî gelekî tekoşiya, li ber xwe da û serhildan li dar xistin. Lê mixabin  ji ber yekîtiyeke neteweyî çênebû û serokatiyeke bi hêz ya hemdemî ne bû, her serhildana kurdan, her daxwaziyên kurdan bi komkujî, bi qirkirin hatin çewsandin û gelê kurdistanê zirarên mezin dît. Qirkirin di her alî de pêşve çû. Aborî, siyasî, çandî, giyanî û  zêdetir jî hizirî. Ya herî bi xeter ew bû ku gelê Kurdistanê  xweser nehizire, ji dîroka xwe, zimanê xwe û ji cins û eslê xwe durkeve. Edî ev mirin bû. Mirina herî giran, ji ziman û çanda xwe, ji nirxên xwe yê neteweyî durketin e, an jî qutbûyin e.

Belê îro em dizanin ku gelek deskeftiyên bi nirx komî ser hev bûne û asteke bilind ya lêxwedîderketinê ya hêja derketiye hole, lê hînjî êş û elema salan, pergala qirker a dagirkaran bi bandor e û hîn gelek kar û xebat li pêş me ne, da ku em bikarin vê bandoriya neyînî ji ser ziman û çanda xwe, li ser hizira xwe rakin û hizir û ramaneke xweyî afirîner bipêşxin û biserxin. Ev jibo me erkekî ku qet nayê paşdexistin e. Bi takekesî an ku civakî şoreşeke zihnî a bi herik pêwîst e û neçar e. Ev peywireke pîroz e, ji bo herkesekî welatparêz û niştîman perwer.

Di despêka sedsala 20´an de anku piştî  Şerê Cîhanê yê Yekemîn  û şun ve li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn, li Balkana guhertinên civakî yên bingehîn çêbûn û bi dehan netewe dewlet ava bûn. Dewletên dagirker bi peymana Skey-Pico herêma rojhilata navîn li ser esasê berjewendiyên xwe parvekirin û jev parçe kirin. Bi peymana Lozanê jî Kurdistan parçe kirin û parvekirin. Di vê çaxê de Kurd bêhêz bûn û bêxwedî bûn. Di despêka sedsalê 20´an de ji bo girtina statukoyeke siyasi li cîhanê û li harêmê rewş pir guncav bû. Şart û mercên avakirina dewleteke kurdî jî hebû. Ji balkanan haya Arabistanê gelek netewan xweserî ragihandin an ku mafên xwe bi dest xistin. Para kurdan bû Lozan, bû parçekirina Kurdistanê, bû zilm û zoriyeke hişk. Kurd bê statuko man û tu dewlatan ji bo vê neheqiyê jî deng dernexist. Peymana Skey-Pico herêm xist qada şer û pevçûnen dijwar. Ev nakokî û alozîyên giran mixabin hîn kurtir û girantir di domin û li ser jiyan û nirxên gelan xeteriyên mezin derdixine holê.

Ev demeke ku li harêmê statuko şikestiye û parçabûye. Sistema Skey-Pico ruxiyaye. Niha pirsa herî girîng ew e ku wêca ka şûna statukeya kevn  wê çi bibe. Ji bo gelê Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn pêvejoyeke dijwar didomê. Wekî şûrekî dudevî yê tûj, li aliyekî xeterî, komkujî, koçberî û li aliyekî jî berxwedaneke  birûmet, têkoşîneke lehengî, serkeftin û destkeftiyên mezin yên dîrokî.

Niha giring e û  Pêwîst e vê care kurd bê statuko nemînin. Bi giranî di şerê çeteyê Daîşê de û li dijî çeteyên tunrew  kurdan şer kir û bedelekî mezin dan û didin. Nabe ku kurd vê carê bê statuko û bê maf rawestin û nerm bibin.

Li her alî şer, pevçûn û koçberî heye. Nakokiyên sedsalî der dibin. Rast e, statuko parçe dibe, dagirkerî, desthilatdarî wekî berê nameşe. Guhertin û werguhertin bi hemdê xwe çênebûn, an ku bi şêweyên nerm, siyasî û aşîtiyane pêş ve ne çûn.

Di encamê de nakokiyên giran û destwerdana gelek hêzên berjewendîparêz yekser qada RojhilataNnavîn kirin qada şer û pevçûnên giran. Ka wê ev rewşa herêma Rojhilat a Navîn û bi taybetî ya Kurdistanê çawa be? Wê ji vê pêvajoyê çi derkeve û wê ki bi ser keve, an ku berê peşveçûnan ber bi ku ve ye?

Bêguman di serî de em dikarin vê bibejin ku rojek berî rojekê ji bo Rojhilata Navîn çareseriyeke mayinde pêwîst e û giring e. Ev çarenserî ji bo mayinde û mîsoger be, divê li ser vîna tevayên gelan, baweriyan careseriyeke demokratîk be. Heger li ser hîmê wekhevî, azadî û demokrasiyê nebe, jiyaneke hevpar û bidad pêşnekeve, mimkin nîne ku nakokiyên neteweyî, yen olî-mezhebî çarenser biben û sazumaniyeke aşîtîyane were runiştandin.

Pradigmaya netewê demokratîk li beramberî yekdestî, navendperestî li beramberî zihniyeta dewletnetew û qirkirina li ser çand û nirxên pir reng û pir dengiyê modeleke baş e û çare aşîtî û biratiye gelan e.

Derfet û konjektura navdewletî ji bo gelê kurdistanê pir guncav e û divê ku ev derfetên dîrokî vêcarê têkneçin. Her kurdistaniyekî niştimanperwer pêwîst e, hewlbide, tebikoşe da ku ji van derfetan azadî û rizgârıya gelê Kurdistanê pêk were. Niha li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanêli Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn heye û berxwedan a gel didome.

Di vê pêvejoyêde kar û xebatên hizirî, ziman û çandî pir pir giring in.  Pêwîst e em gelê xwe ji bin bandora bijaftina dagirker an rizgar bikin. Bi hazaran keç û xortên gelê kurdistanê bi canfedayiyeke birûmet şer dikin û rêka azadiyê vedikin. Jin û civanên gelê kurdistanê di her êniyê de pêşeng in, ji bo doza gelê kurd têdikoşin û dibin mînaka avakirina civakeke wekhev, azad û bi dad ji bo Kurdistanê û tevayê Rojhilata Navîn.

Bi kurt û cewherî wê Gelê Kurdistanê statuya xwe ava bike û wê bi hêza xwe, bi şer û berxwedana xwe, bi şêrê xort û jinên xwe biparêze.

Heger arteşa Serokê Komara Mahabatê bi hêybetbane û li çiya û deştên kurdistanê bi cî bana Dagirkaran nediwêrî bûn, li sûka çarçira sêdara serokê Komara Mahabatê danîna.

Em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz bi bîr tînin!

Omer Alî