Pexşan

26. Nîsan 2017

RAZÊ GORISTANAN TIRSA DILÊ NEYARAN


Roja referandûmê derdorên paşverû yên cehşên AKP ne, bi fermana AKP li gundê Zewra ya girêdayî Wêranşarê êrişê gotistana Kurdên Êzîdî dikin, kêlikan dişkênin.

Dagirkerên Tirk roja 20.09.2015 bi balafiran goristana gorbihuştên Kurdistanê ya li gundê Kulan a girêdayiyê Gimgimê bomberaran kir, dû re jî bi bûldozeran sûra dor goristanê, Mala Cemê, Mizgeft û mêvanxane ruxandin. Piştî vê hemû goristanên gorbihuştan hedef hatin girtin û hatin ruxandin.

Bi salan e ku goristanên şehîdan yên li Herêma Medya bi aliyê dagirkerên Tirk ve tên bombebarankirin. 

Kayûmê ku şandine Bajarê Batmanê jî, berê biryara ruxandina goristana gorbihuştan girt.

Talîbanan peykerê Bûda yê li çiyayê Tora Bora ku wek mîrateye dîroka cihanê hatibû pejirandin, li ber çavên tevahiya cihanê bi dînamîtan parçe parçe kirin.

DAIŞ diket kîjan bajarî, berê êrişê goristanan dikir û tev de diruxand. Her wisa peyker. Paşmayiyên dîroka mirovahiyê, îbadetxane û parastgehên baweriyên din jî hildişandin. Ev helwêsta di dema êrişên Omer Bîn Xatab de hê hovtir bû. Wan hemû parastgeh, pitûkxane ruxandin yan jî sotin. 

Berê piraniya Anatolyayê Xiristiyan bûn, her der bi avahî û nirxên wan dagirtîbû. Piraniya kîlîseyan yan hilşandin, yan jî wekî Ayasofyayê guhezandin mizgeftan.

Îro hîna jî nayê zanîn, ka Şeyx Seid û havalên wî,  Xalit Begê Cibirî û Yusuf Ziya,  Seyîd Riza û gorbihuşten din li ku hatine veşartin. Bêguman ne tenê îslamîst, neonaziyan jî gelek caran êrişê goristanên cihûyan kirine. Lê li Elmanyayê zagonê cezakirina ruxandina goristanan heye. (§168 StGB)

Gelo çima beşek mirov dijminahiya goristanan dikin?

Avahiyên parestgehan, peyker, paşmayiyên çandên dîrokî berê her tiştî nîşana çandên li ser wê xakê pelqijîne ne. Dewlemendî û awayê çandan li ber çavan radixîne, belgeyên wê dîrok û çandê ne. Heta ku ev belge hebin, bê xwedanê wan ti gel û netewe nikane îdîa bike ku ev welatê bav û kalê wan e. Gelên dû re hatine û li wê xakê hêwirîne, yan jî dagirkirine, li ser wê xakê ti belgeyeke wan a dîrokî tine, ji vê rastiya dîrokî ditirsin. Hele xwerû nijadperestên gel û neteweyên ku dû re pêkhatine vê rastiya dîrokî wek tirseke ku wê rojekê xwediyê ve xakê dew û dozê li wan bike, bêbingehiya wan li rûyê wan xe, wek êşekê hîs dikin. 

Her çendî her bawerî li ser rastiyên baweriyên din pêktên, gelek reng û aliyên baweriyên pêş xwe, yan jî li heman herêmê hene, tevê baweriyên xwe dikin jî, ew ditirsin ku rojekê rastiyên wan baweriyên wan jê sûd wergirtine, tevahiya baweriyên wan vala derxin, yan jî bêbingehbûna derew, rik û îdîayên wan bi awayekî li ber çavan raxînin. Xwerû jî fanatîkên van baweriyan bi vê tirsê, têkbirina hemû bermayiyên berê xwe wek misogerkirina baweriya xwe dibînin.

Ev herdu rastiyên dîrokî hem tirseke mirinî ya îslamîst /nijadperestên Ereb û hem jî tirsa têkçûnê ya sentêza Tirk-Îslam û nijadperestên Tirk e. Ango rastiyên dîrokî hem di warê çanda baweriyê de û hem jî ji hişk û zirbûna nijadperestiyê, van herdu aliyan ditirsîne. Lema ev herdu bawerhişkên nijadperest hemû tiştên dîrokî û çandên berê xwe ji bo siberoja netewe û baweriyên xwe wek talûkeyên herî mezin dibînin. Ditirsin ku rojekê xwediyê van çand û baweriyan rabin û li van rastiyan xwedî derkevin, bingehê êrişkariya wan ev e.

Goristanên şehîdan yan jî berxwedêran, nav û berhemên wan wê giyana berxwedan û neteweyî  di giyana xwe de perastina hestên li xwe xwedîderketinê zindî digire. Ev jî dagirkerên xwînxwar ditirsîne. Lema dixwaze ku di her warî de wê giyan û razê netewî û xwebûnê bifetisîne, ji bin ve  bide ji bîrkirin.

Berxwedêran wek xayîn, ajanên dijminan, eşqiya, terorîst nîşandayîn jî bi vê armancê ye. Ango dixwazin di warê hişmendiyê de têgîhîştineke li gor armanca xwe biafirînin. Lewma divê gel, netewe li goristan, parastgeh, peyker, bi kurt û kurmancî li hemû nirxên xwe yên berxwedan û neteweyî xwedî derkeve. Jixwe goristan, xwerû goristanên giyanpakan jî ji van nirxan nirxên herî giranbiha û bingehîn e.

Bi hêviya êrişkar bi vê tirsa goristanan têkbiçin!

267
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA