Pexşan

12. Gulan 2017

REWŞEN NE TENÊ BI ‘BÎR‘ Û BI ‘REQ‘ E


Carnan li ser peyvan lîstin jî, dikane mirovan bigihîne rastiyê, yan jî tûşê fîlozofiya tevliheviya ku nayê têgihîştin, bike. Na, netirsin, ez ê li ser mijara serêşê kî “rewşenbîr” e, kî nine, ranewestim. Ew mijareyeke tirş û tehl e. Jixwe wisa kirine, ti hêz tê de nehîştine. Her çendî qaşo hin normên wê diyardeya taybet hebin jî, her kes li gorî xwe, hawîrdora xwe wê şîrove dike. 

Ez gelek caran li ser fikirîm û min xwest ez bi her awayî têbigihîjim, ka ev xwendayên me Kurdan çima li ser vê peyva “rewşenbîr”  li hev nakin û her serê hev du diêşînin. Di cihê bêdengî û aramiyê de, ne tenê bi “bîr” û “req” gelek caran bi gotinên teq û req li hev dikin gurminî. Werin em hinek li rengên peyvên di vê wateyê de ne, binêrin, lê ew peyv ne hindik in, bi dehan in ku sebra we hebe û vê şîroveya kurt bala we kişandibe, kerem kin, bixwînin:

“Rewş, rewşen; rewşenbar, rewşenbaz, rewşenber, rewşenbin, rewşenbir, rewşenbîn, rewşenbîr, rewşenbom, rewşencan, rewşencin, rewşencûn, rewşençik, rewşendar, rewşendir, rewşendûr, rewşenfer, rewşenfêr, rewşenfir, rewşenfor, rewşengir, rewşengîr, rewşengor, rewşengur, rewşenhez, rewşenhîz, rewşenhoz, rewşenjar, rewşenjehr, rewşenjîr, rewşenjor, rewşenkar, rewşenker, rewşenkor, rewşenlat, rewşenlewt, rewşenlod, rewşenlûr, rewşenmal, rewşenmel, rewşenmêl, rewşenmil, rewşennas, rewşennehs, rewşennîsk, rewşennûsk, rewşenpal, rewşenpehn, rewşempîr, rewşenpor, rewşenpûç, rewşenqat, rewşenqet, rewşenqîç, rewşenqît, rewşenqot, rewşenqût, rewşenrast, rewşenram, rewşenrep, rewşenreq, rewşenrik, rewşenrot, rewşenrût, rewşensar, rewşensak, rewşensal, rewşenser, rewşensir, rewşensîr, rewşensor, rewşensûr, rewşenşar, rewşenşeq, rewşenşîp, rewşenşop, rewşenşor, rewşenşûr, rewşentar, rewşentav, rewşentarî, rewşentîr, rewşentor, rewşentûr, rewşenvan, rewşenvir, rewşenvîr, rewşenvît, rewşenvos, rewşenwar, rewşenwarî, rewşenwan, rewşenwer, rewşenwiş, rewşenwop, rewşenxar, rewşenxêr, rewşenxil, rewşenxilik, rewşenxîz, rewşenxoz, rewşenxûz, rewşenyar, rewşenyek, rewşenyaz, rewşenzar, rewşenzal, rewşenzat, rewşenzer, rewşenzêr, rewşenzir, rewşenzîç, rewşenzor, rewşenzot, rewşenzûr”

Bêguman ev rasterast dewlemendiya zimanê Kurdî ye ku hîn em wek Kurd negihîştine wê kûrahiya wek deryayê. Lê mixabin ku em dîsa jî ji qelsbûna zimanê xwe gazinan dikin. Zimanê me zimanekî wisa dewlemend, kûr, berfireh û felsefîk e ku rengê wê di ti zimanî de tune.

Em tenê çend peyvan şîrove bikin. Mînak peyva “rewşenbaz” yanê kesê hemû rengê rewşê dizane, lê wê tenê li gor berjewendiyê xwe şîrove dike û bi kar tîne. Yan jî Rewşenxilik; yanê ew kesên ku di têgîhîştina rewşa heyî de pir melûl in.

Di vê lîsteyê de hin peyv jî di heman wateyî de ne, minak, rewşenbom, rewşenker, rewşenkor, rewşenjar, rewşenrût, rewşensak, rewşenxîz, rewşenpûç, rewşentor û hemû tê wateya kesên ku ji rewşa heyî ti tiştekî tênagihîjin.

Dîsa di wateya kesên dijberê her tiştî ne, mirovan diêşîne de jî, ji vê malbatê gelek peyvên di heman teqreqê de ne, hene. Mînak; Rewşenbir, rewşençik, rewşendir, rewşenfir, rewşengir, rewşengur, rewşennehs, rewşenrep, rewşenreq, rewşenzir, rewşenzot û û… 

Çawa hûn jî dibînin, ne tenê di peyva rewşen de, mirov dikane hemû peyvên diyarde, pêkhatin û mijareyên felsefîk werdigirin li ser heman bingehî rêz bike. Mîna peyva “bal” balbir, balçik, baldir, balfis, balgur, balkûr, balkurt, balnehs, balzûr, balvît û û…  

Ev xweşiya ziman baweriyeke bêhempa dide mirovan. Bêguman mirovên di vê rastiya zimên hê negihîştibe, wê bibêje hûn peyvan ji ber xwe çêdikin. Lê na ziman dewlemend e, ziman vê ji me dixwaze. Divê em vê dewlemeniya ziman derxin pêş. Bi hêviya di her warê jiyanê de serketina zimanê Kurdî.