Pexşan

26. Gulan 2017

ZIMAN


Giringî û pêdiviya ziman ji bo însanan çiye, êdî kesî ku nizanibe nîne. Di hefteya derbasbûyî de R.T.Erdogan jî, di Kongreya Zimanê Tirkî Ya Navnetewî ya 8. de li ser ziman hinek gotin kirin û pesindariya zimanê tirkî derxist pêş.

Dibêje, ‘civaka zimanê wî ji dest çûbe, êdî nikare ti rûmetê xwe bi parêze’, ‘êrîşkariya li ser çand û şaristaniyan pêşî li ser ziman dest pêdike’, ‘wexta te zimanê wî jê stand ew milet êdî hildiweşe’ û hwd.

Bi van gotina dîsa çîroka mexduriyetê dide pêş; yanî xwedê giravî ewqas zulum li ser zimanê tirkî hatiye kirin û tê kirin, divê em li himber van êrîşên biyanî xwe bi parêzin!

De ka em neheqiyê nekin, rast e, zimanê tirkî di bin bandora zimanên biyanî de roj bi roj di herife, dihele. Ê başe tu derziya di çavê biyaniyan de dibînî, lê tu şûjina di çavê xwe de çima nabînî?

Ma em bêjin hinek tên li te didin, te diêşînin, te birîndar dikin. Lê tu li me û gelên derveyî tirkan, li me hemûyan çi dikî? Tu, ne bi tenê me diêşînî û ne bi tenê tu me birîndar dikî; tu me dikujî, tu me di şewitînî û tu pirê caran laşê me jî nadî me û hwd.

Er ê, mijar ziman e, eger em ji vî awirî ve jî li gotinên te binerin û şîrove bikin, dîsa tu deyndar û gunahkar û derewin derdikevî. Ji ber ku ew êrîşên tu dibêjî li ser zimanê tirkî hene, tu hemiyan li ser zimanê kurdî û zimanên gelên din hemuyan bi kartînî. Bêgûman di serî de êrîşa te li ser zimanê kurdî ye, ji ber ku ji xwe te gelên din nehiştine; yên we ew qirkirine û yên we surgûn kirine, bi tenê hijmarek biçûk mane, lewma tu ji xwe êdî gelekî ji pêşkeftina zimanê wan nema ditirsî. Weke mînaka zimanê asûrî-suryanî, ermenî, çerkezî, patnosî û hwd.

Tu, weke te gotiye, ew êrîşên xerab, yeko yeko tu bi xwe li ser zimanê kurdî didî meşandin. Ji saziyên ziman û çanda kurdî, di serî de ji Enstitiya Kurdî ve despê bike, te hemû dan girtin. Rojnama Azadiya Welat û gelek rojname û ajansên bi kurdî te hemû girtin. Çend tabelayên bi zimanê kurdî hatibûn nivîsandin, te tehamula wan jî nekir û te ji ser deriyê şaredariyan rakir, avêt erdê.

Tew bê eyb û şerm gotina ji zanist û nivîskarê bi nav û deng yê Elman Geothe digre û dibêje,’derbeya herî mezin a ku tu li miletekî bixî ew e ku tu bi zimanî wî bilizî’ û hwd. Hilbet, ji bo xwe mexdûr bide nîşandan, van gotinên dîrokî û zanistî dibêje; xwedê giravî bi van êrîşên li ser zimanê wan, armanc ew e ku bandorê li ser karekterê wan ê milî jî bike!

Bêgûman ev gotinên Goethe rast in, lê ji vî alî ve jî gunehkarê herî mezin, ji biyaniyan pêştir rêvebirên dewleta tirkan bi xwe ne û gunehkar û derewînê herî mezin ê nuha jî R.T.Erdogan bi xwe ye.

Ziman, ji bo mirovan û mirovatiyê bi giştî, weke çekek pir bi bandor e jî. Çek, çawa dikare di rêya parastina mirovatiyê de ji bo başiyê were bi karanîn, di heman demê de dikare ji bo xerabiyê jî were bi karanîn. Yani çawa ji bo qenciya civakê, dikare fikrên zanistî û rêyên baş nîşan bîde, di hemarn demê de ji bo xapandinê dikare bi derewan rêyên şaş jî nîşanî civakê bide. Ji vî alî ve, kes nikare xwe bigihêne R.T.Erdogan û ekîba wî!

Zemanekî çû Amedê, digot ‘hey dîwarên zîndanan, eger hûn karibin bi peyivîn, hûnê bahsa gelek kiryarên zaliman bikin’. Gelo nuha diwarên SÛRA Amedê bi peyivin, ew ê behsa zulma kîjan zalimanî bikin? Ji xwe gelê SÛRÊ û CIZÎRÊ û hwd. niha zindî zindî di axivin û zaliman destnîşan dikin.

Em di vê navbênê de roja Cejna Zimanê Kurdî jî jibîr nekin.

15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Li Gelê Me Pîroz Be!

ZIMANÊ ME NASNAMA ME YE!

KESÊ KU ZIMANÊ XWE BİÇÛK BIBİİNE BILA JI XWE ŞERM BİKE!

HEZKIRINA ZIMAN HEZKIRINA DAYIKÊ YE!

BI ZIMANÊ DAYIKÊ WELAT XWEŞ E!

BI ZIMANÊ DAYIKÊ JIYAN ŞÊRİİN E!

25.5.2017