Pexşan

02. Tîrmeh 2017

GELO Jİ BO KURDAN WÊ SEDSALA 21´AN Çİ BÎNE? (HAT NÛJENKİRİN)


Ji b o kurdan çîrokek tê gotin.

Şahê Îranê du cengawerê Kurd ango egidên Kurd rê dike seferê, rêdike şer. Herdu cengawerên kurd zêde jêhatîne. Jibo xelkê canfêdane. pir şerkar in û zîrek û çalakin.

 Her yek ji wan cengaweran diçe êniyeke  şer û jib o şah cengê dikin.

 Yek ji wan cengaweran bi serkeftî karê xwe diqedîne û vedigerê ba şahê acaman.

 Ji ber serkeftinên wî Şah cengawerê kurd vedixîne pêşberî xwe. Û jêre dibêje;"ka bêje cengawer ji bo serkeftin û sefiraziya ku te nişandayî, tu ji min çi duxwazî? Tu çi xalatê dixwazî, bixwaze…

Cangawerê Kurd  dihizirê û peyre  ji şah re dibêje,” baş e, ezbenî, ku hevalê min bê, tu yê çi bidî havalê min?.

Şah di hiziri ku ev cengawerê kurd xema hevalê xwe dixwe.

Şah dibêje: "qet xeman nexwe. Ez çi bidime te, ez ê du qatên wê bidim havalê te.

Cangawerê Kurd ji şah daxwaz dike ku çavekî wî derxin. Ji bo herdu çawên hevalê wî derxin ku qet nikaribe derkeve cengê.

Şerê Cîhanê Yê Yekemîn, di navbera hêzên mezin yên cîhanê de, bi armanca parvekirina cîhanê bû. Şerê bazarên dolemen  bû. Ji ber hilberîn zêde dibû. Zêdebûna hilberînê sûkên nû dixwest, ji bo tomarkirina mal jî pêwîstî bi cavkaniyan, bi xafmadeyan hebû. Şer şerê netewdewletan li ser sûk û cewherên Asiya û Afrika bû. Dewletên emperyal li ser vê yekê pêketin û şerê cihanê derxistin.

Gelê Kurd yek ji qurbanê pêvajoya Şerê Cîhanê Yê Yekemîn e. Welatê Kurdan ji despêka şer (1914) heya sala ku şer qediya (1918) bûye qada şerên giran yên di navbera Inglîz, Rûsya û Tirkan de. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê şer û cengên herî giran yên dîroka mirovahiyê jiyane.  Xwîna bi sedhezaran Kurdên ji her temenî hatiye rijandin. Ji derveyê kuştina mirovan, ji ber rewşa şer gelê Kurd bi talanên aborî û êş û nexweşiyên çareseriya wan neyên peydakirin re rûbirû man. 

Hêzên tevlî şerê cîhanê bûyîn yên wek Tirk, Inglîz û Rûsya her yekê dixwestin li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî, ji gelê Kurd sûdê wergrin. Ji ber kû di vê demê de rêveberiyekê kû bikare berjewendiyên gelê Kurd biparêze û tevayê hêza Kurda di yek eniyê de vehewîne, tunebû.

Rêveberiya Osmaniyan ya nû weke gelek caran bi serê Kurda aniye, vê carê jî salên bi rêka ol, bikaranîna hestên musilmantiyê Kurd li hember Rûsan, Inglîz û Fransiyan di eniyên pêş de didan bikaranîn. Li aliyê din beşek ji eşîr û qebîleyên Kurd jî ji aliyê Rûs, Inglîz û Fransizan ve bi dayîna sozên ku di dawiya şer de wê Kurdistaneke serbixwe yan jî otonom damezrînin, beşdarî van şeran dikirin. Di encam de herdû aliyên şer jî Kurd xapandine û bûne sedema kuştina mirovên Kurd. 

Dîsa di vê pêvajoyê de pirê caran Kurd neçar mane kû ji ber hêzên dagirker û kujêr, gund û bajarên xwe vala kirine û li welatên dûr yên biyaniyan belavbûne, ango bi sedhazaran penaber bûn. Ev rewşa henê, ji despêka şerê cîhanê ve heya niha gelek cara hatiye dûbarekirin.

Bi pêşketina şer re hêzên Kurd yên bawerî bi piropoxandeyên herdû aliyan ji ne anîn û di çiya û herêmên xwe de xwestîn xwe bi parêzin jî hebûn. Hêjmarekê ji van eşÎran bersiv nedan biryara seferberiya dewleta Osmanî û xwe ji şer dûrhêlan. Kurdên li herêma Dêrsim’ê û piraniya Kurdên li başûrê Kurdistanê, li dijî bangên tevlîbûna şer berxwedanên tund nîşandan.

Ji bo vê yekê ye ku Kurdan qirkirin koçberîyen tund jiyan.

Piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn Rewşa Kurdistanê...

Gelê Kurd, bi bedelên gelek mezin ji di yekemîn Şerê Cîhanê  derketibû. Di aliyê aborî de jî zorî û zehmetiyên giran dijiyan. Ji ber mercên şer çandinî nedihat kirin û danûstandinên bazirganî pêk nedihatin. Ev jî dibû sedemê xelayê. Ji ber vê çendê jî koçberiya berbi cih û herêmên cûda ve çêdibû. 

Di dawiya Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de, dewleta Osmaniya di navbera Hêzên Hevpeyman de hatibû parvekirin. Têkçûna Osmaniyan bi Peymana Mondros (1918) mîsoger bûbû. Rêvebirên dewletê Enwer ,Telet û Osman Paşa revîbûn û çûbûn ji derveyê welat. Di paytextê Osmaniyan de hêzên Igilîz û Fransiz bicih bûbûn. Lewazbûna bandora rêveberiya Osmaniya, rê li ber serbestiya vedikir. Rewşenbîrên Kurd jî pitir dikarîn li ser rewşa Kurdistanê û pirsgirêka Kurd nîqaş û civîna li darbixin. Bi vê armancê hêjmarek rêxistin ji bo çareserkirina kêşaya Kurd hatibûn damezrandin. Rêxistinên mijara gotinê hem di Stenbolê de û hem jî li bajar û navçeyên Kurdistanê xwe birêxistin dikirin û xebat dimeşandin. 

Dema kû rêxistinên Kurd yên binavê Cemiyeta Tealî ya Kurdistan, Teşkîlat-i Îçtîmaîye ya Kurd û Firqa Netewî ya Kurd ji bo azadiya gelê Kurd xebatên xwe dimeşandin, bermayên artêşa Osmaniyan yên dibin fermandariya Mistefa Kemal de, ji bo zindîkirina deshilatdariyeke nû ketibû nava hewildanan. Mistefa Kemal xebatên xwe yên ji bo damezrandina dewleteke nû, di Kurdistanê de dida meşandin. Serkeftina Mistefa Kemal, girêdayî arîkariya axa û şêxên Kurdan bû. Ji ber vê çendê bi rayedarên Kurdan re -peywendî pêk dianî. Di despêkê de ev peywendî li ser navê sûltanê Osmaniyan pêk dihatin. Ji ber vê sedemê arîkariya Kurdan bi asayî dest dixist. 

Demek şûnde niyeta Mistefa Kemal ya dibin rêbertiya xwe de damezrandina dewleteke Tirk hatibû têgihiştin. Ji vir pêde jî Mistefa Kemal serî li rêyên xapandinê da. Di axaftin û civînên xwe yên bi axa û şêxên Kurdan re diyar dikir kû dewleta damezirîne wê dewleta hevbeş ya gelê Kurd û Tirk bûya. Di vê dewletê de wê ev herdû gel xwediyê heman mafan bûna.

Gotinên Mistefa Kemal di vê demê de bal dikişandin. Ji ber vê çendê gelê Kurd bi her awayî destek da tevgera Mistefa Kemal. Şerên li dijî Inglîz, Fransiz û Yewnaniyan hatîn dayîn, bi arîkariya Kurdan serkeftine.

Rewşa parçeyên din yên Kurdistanê ji yên Bakûrê Kurdistanê ne gelek cêwaz bû. Heman nêzîkatiyên xapandinê di aliyên başûr û rojhilatê Kurdistanê de jî têne dîtin. Di van parçeyan de hêzên Inglîz û yên Îranê da ku gelê Kurd ji tevayê mafên civakî û demoqratîk bê par bihêlin, her cûrê şêwan bi kar dianîn.

Ev kiryarên mêtingeran yên ku gelê Kurdistanê ji hemû mafên netewî û însanî bêpar hiştin, bê goman  neheqiyeke zalimane bû û gelê Kurd nepejirand û rastî nerazîbûnên tund yê gelê Kurd dihatin. Gelê Kurd li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê li dijî zilm û zoriya dagirkeran dest bi serhildanan kir.

Di despêka sedsala 20´an de Ereban, Tirkan, Farisan û hin gelên din maf girtin, dewlet ava kirin, lê Kurdan tu maf bi dest nexistin. Bê statû man, welatên wan li çar dewletan hat parvekirin û ji bo her xerabiyê bê parastin man. Ji bo Kurdan sedsala 20´an sedsala felakatê ye. Kesekî ji bo Kurdan deng neda, ev neheqiya mezin ne bersivand. Kurdistan dinav êş û kulên giran de ber bi tariyê ve zîzikî.

Sedem çi bû? Ma gelo Kurd newêrek bûn, ma gelo Kurd bê fam û bê xem bûn.

Na, ne xêr. Kurd bê zanîn bûn, Kurd ne yekbûn. Parça parçe bûn. Ne yekgirtî, ne lihevhatî û hevalbend bûn.  Bê serî, bê serok bûn. Pêşengên wan nebûn. Ya herî girinjî hêzên parastinê ne bi rêk û pêk bûn.

A niha rewş çi ye? Gelo gelê Kurd amade ye, da welatekî xweş û geş ava ke, azad ke? Gelo Kurd bi vîn û feraseteke pêşketî wê bikarin hayfa Sedsala bîsta rakin?

Omer Alî