Pexşan

06. Tebax 2017

PARAZVANÊ FLİSTÎN Û TİRKÊN ÛYGİR R.T.E!


Civîna Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamî sar derbas bû!

Xuya dibe ku, civîna li Stenbolê ya dawin a Teşkilata Hevkariya İslamî jî, nebû derman ji nexweşiya R.T.Erdogan re.

Nonerên 44 dewletên misilman ên endamên vê teşkîlatê, xwedê giravî ji bo çareseriyekê ji pirsgrêka Flistîn û bi taybetî jî ya Kudsê re bibînin kom bûbûn. Lê bi tenê şermezar kirine, biborin bi ‘tundî’ şermezar kirine!

Di heman rojê de, M. Çavuşoglu, bi hevsengê xwe wezîrê derve yê Çînê Wang ra, bi telefonê di peyive û dibêjê; “em ewlekariya Çinê, ewlekariya xwe dizanin”!

Raya giştî matmayî dimîne li ser van gotinan. Ji ber dunya alem zane ku heta do, dewleta Çînê û Tirkiyeyê dar di devê hev du re dikirin. Çînê, ji bo siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Suriyeyê, ew rexne dikir. R.T.Erdogan, bi dengekî bilind ê nijadperestiya Tirkîtiyê, ji bo siyaseta Çînê ya ku li ser Tirkên Ûygir dide meşandin, ne bi  tenê rexne, belê êrîşî rêveberiya Çînê dikir û hîn jî lê zêde dikir; ew bi “qirkirina nijadî” tawanbar dikir.

Ê baş e, ma gelo çi ji siyaseta van dewletan hat guhertin ku hema wisa bûn dostên hevdu yên “stratejik”? Ji ber ku Çavuşoglu dibêje: ewlekariya we ewlekariya me ye!

Careke din aşkere dibe ku di nava dewletan de, di siyaseta wan de dostanî mostanî nabe.

Ji xwe tê gotin ku R.T.Erdogan, bi gotinan êrîş dibir ser Israilê, lê kurê wî Bilal, bi dizî bazirganî li gel Israilê dikir û bi taybetî jî petrola mala Berzaniyan û DAIŞ’ê difirot wan.

Ev bûyer mînaka Alpaslan Turkeş tîne bîra mirovan. Vî mirovê di gorê de, zemanekî bi heman şêwazî PKK’yî û bi taybetî Rêber APO bi ermenîtiyê(digot;dolê ermeniyan) tawanbar dikir. Lê li aliyên din bi dizî kurê wî Tugrul Turkeş û MHP’yiyan li gel Ermenistanê bazirganî dikirin û heta bi mafyayê wira re kar dikirin.

Ji xwe êdî her kes dizane ku derdê R.T.Erdogan, ne parastina mafên Flistîniyan e, ne parastina mafên 10 milyon gelê Ûygir e, ne parastina mafên gelê Til Efer e, ne parastina misilmantiyê ye, ne parastina mafên gelê Tirkan e jî û ne parastina ti kesî û kesan e, belê bi tenê parastina şexsê xwe ye, parastina desthilatî û dîktatoriya xwe ye, ew qas. Ji bo vêna jî, dikare hemû hartî û dîntiyê bike.

Ev tektîkê nuha ku dixwaze li gel Çînê têkiliyên xwe xurt bike, bêgûman sedemên xwe yên cûda hene. Nuha li cîhanê aboriya herî xwedî sîstema xurt û her wiha xwedî şense ku bikeve pêşiya hemû dewletan Çîn e. Her wiha Emerîka, di vî warî de Çînê li ber xwe kelemê herî mezin dibîne.

Eha R.T.Erdogan, weke ku ji xwe re deryakî xêrê peyda kiriye û berî dayê û li vî derî dide. Lê ev xeyaleke xam e û ev derî ji wî re venabe. Ji ber ku, Emerîka bi wê ezameta xwe bi dora Çîne ketiye ku wê bikişine rex xwe û di vê hewldanê de zahmetiya dikişîne. Îjar ên wek Çavuşoglu, ew ê bi wê dîplomasiya xwe ye perpitî û lewitî û belengaz biçe Çînê bi xapîne ha!

Dewletên îslamî, êdî ne ji hevdu re, ne ji xwe re û ne ji R.T.Erdogan re jî dibin yar û hewar. Eger bixwazin jî nema dikarin bibin dost û yar.

Çawa ew şantaja bi navê dostaniya Putîn ku li dijî Emerîka dide meşandin, bi ser nakeve, ev tektîkê niha ku li gel Çînê dide meşandin jî her wiha li ber avê diçe.

Têkiliyên wan ên xerabe yên li gel dewletên Ewrupayê, her roj xerabtir dibe. Di van rojên dawî de dîsa li gel Elmanya hinek pirsgrêk derketin, hinek serpereştên asayişa Elman ên Tirk, derket holê ku endamên MİTê ne.

Êdî xweragirtina R.T.Erdogan ya li ser piya, gelek lawaz dibe, şikestina wî gengaz e!

3.8.2017