Pexşan

11. Tebax 2017

15 TEBAXÊ RÊ Lİ ŞOREŞÊ VEKİR


Heta Pêngava 15ê TEBAXÊ, rê li ber şoreşa Kurdistanê girtîbû. Xebat û tekoşîna berî derbeya faşîst a 12ê Îlonê, hinek rê rohnî kiribû. Lê belê mirov dikare bêjê xweragirtin û berxwedana lehengên Zîndana Amedê ya Mazluman, Ferhadan û ya qehremanên çalakiya 14ê Tîrmehê, him mejî û him rêya şoreşî rohn îkir; ruh û cesaret afirand, hêvî û bawerî xurt kir.

Rol û misyona Pêngava 15ê Tebaxê çi bû?

Ew ruh û cesareta berxwedana zîndanê xist pratîkê, zindî kir û bi awayekî piralî ji neyarên azadiyê, ji zaliman tola şehîdan vekir. Kurt kurmancî rê li şoreşa me vekir. Ev pêngav, bû qonaxa bingehîn a despêka şikandina tirsa dujmin ya li ser gelê me.

Bêgûman ê ku ji despêkê ve, ev felsefe afirand û piştî berxedana zîndanê jî, ew hijmara biçûk a hevalên şehîd û berxwedêran, li derveyî welat, li Rojhilata Navîn, li ser wî ruhî perwerde kir û curetdar kir û karibû rêkira welat; Rêber APO bû. Eger ev erkdarî û peywirdarî ya Rêbertiyê di vê asta herî bilind de nehatiba bi cîh anîn, dibe ku ew pêngava ewqas bi rûmet û ewqas bi kêrhatî çênebûba.

Ji ber ku şerd û mercên wê demê gelek giran bû û him li ser gel û him jî li ser hevalan bondoreke pir xerab pêk anîbû. Heta ku ew dem baş neyê şîrovekirin û baş neyê naskirin, rûmet û keramet û qiymeta biryar û tekoşîna wê demê jî bi zelalî nayê zanîn.

Yê ku hinek bîhna şoreşgeriyê jê dihat; ya hat girtin, ya hat kuştin ya seqet ma û hwd. Yên ku ji ber şûrê faşizma Kenan Evren filitîn jî, reviyan derveyî welat. Hinek dereketin Rojhilata Navîn, hinek jî yekser çûn Ewrupa û hwd. Ji bilî endam û hevalbendên PKK’ê, kes venegeriya welat.

Yên şahidên vê demê û vê pengavê hene. Ez bi xwe jî yek ji wan im ku min gelek bûyer bi çavên serê xwe dîtiye. Ez di wê qenaetê de me ku yekî du alî empatî neke; xwe him nexe şûna wan kesên ditirsiyan û him jî xwe nexe şûna wan kesên leheng ên bêtirs û xwedî curet û cesaret û wêrek, nikare rewşa wê demê baş û objektif şîrove bike.

Ez dikarim bê dudilî eşkere bêjim ku, faşîzmê tirs berdabû dilê herkesî; him gel û him ên ji xwe re digotin em şoreşger in jî. Hilbet ji bilî wan lehengên me yên me li jor bahsa wan kiribû.

Ez ê li vir jî û li her derê jî, weke şahidekî ku ji dîrokê re şehadetiyê bike bibêjim; yê ku karibû ew tirsa zaliman û faşîstan ji dilê me hemûyan derxista û li şûna wê, ruhê wêrekî yên wan hevalên me yên qehreman ên şehîd, bi cîh bikira bê şik û gûman RÊBER APO bû.

Perwerde û hostatiya vî memostayî, vî fîlozofî ewqas bi hêz û qayim bû ku, lewma wan heval û şagirdên wî, li ser heman perwerdeyê ew ruh û hişmendî gihand nava gelên Kurdistanê û ew rakirin ser piya; rakirin serîhildanê û şoreşê. Ev heval û ev gel li van qonaxan jî ranewestiyan, bi wê rohnayê, PÊNGAVA 15ê TEBAXÊ li dar xistin û rê li şoreşê vekirin. Belê bi vê jî ranewestiyan, rê firehtir û geştir kirin; ŞOREŞ li dar xistin.

Gelê me, nuha li ser vê felsefe û vî ruhî, bi şoreşa xwe ya li ROJAVA, bi sîstema Federaliya Demokratîk a xweser, taam û lezeta AZADBÛNÊ dijîn. Ez bi hêvî me û bawer dikim ku demek nêz, heman serkeftin li Şingalê û her wiha li pir herêmên din jî dê were pîrozkirin.

Her Bijî Ruhê PÊNGAVA 15ê TEBAXÊ!

Her Bijî Jiyana Azad û Xweser!

Bêyî Rêber APO Jiyan Nabe!

11.8.2017