Pexşan

18. Tebax 2017

SERLEŞKERÊ ÎRANÊ Û RÛSYAYÊ TÊN HEWARA AKPyê


Li ser banga serleşkerê Tirkan H.Akar, serokê arteşa Îranê M. Bakirî û serokê arteşa Rûsa V. Gerasimov tên gazî û hewara R.T.Erdogan. Hefteyek çêbû ku, mijara sereke ya rojeva çapemeniya Tirkiyeyê, li ser hatina van fermandaran bû. Hemû nûçeyên wan jî, pesindariya gera van heyetan bû, ji bo ku bi vêna hinekî xwe mezin nîşan bidin û raya giştî bi van nûçeyan meşgûl bikin û gel jî bixapînin.

Ê ma ew ê çibikin, ti kes dost li dor xwe nehiştine, ew ê her û were li Îranê û Rûsyayê vegere! Di destê R.T.Erdogan de ew tenê mane.

Hilbet ev jî ne hema ji xwe ve ye û bê wate ye. Naxêr, ev her du dewlet jî pêdiviyên wan bi hevalbendan hene û bi taybetî jî, bi yên weke Tirkiyê ku xwedêgiravî endamê NATOyê ye û hevalbendê Emerîkayê yê stratejîk e.

Ji ber ku, êdî li Iraqê û nexasim li Suriyeyê şer û ceng ber bi fînalê diçe. Li goreyî tê xuya kirin, DYE, li gel giraniya xwe ya leşkerî ya siyasî jî radixe ber çavan.

Berî her tiştî, dinya alem jî dizane ku piştî Suriyeyê, Îran di devê tifinga DYE de ye. Û li gel vê Rûsya jî dikeve hedefê. Ji ber ku ji mêj vê Rûsya û Îran û Suriyeyê weke eniyakê xwe sipartine hev û çarenûsa xwe bi hev ve girêdane.

Ji xwe Trump, di van rojên dawî de, bi tundî di raya giştî de ragihand ku bi rêya ambargoyên aborî, van dewletan dorpêç dike. Lewma ew jî, ji aliyên xwe ve bêgûman mafdar in ku hê zûtir û pirtir xwe li hev bicivînin û xwe li himber tehdîdên DYE û hevalbendên wê biparêzin.

Bêgûman li gel berjewendiyên cîhanî yên hevpar, berjewendiyên  her dewletekê yên taybet û cûda jî henin.

Weke mînak, li gel ku nakokiyên mezin di navbeyna Tirkiye û Îranê de henin jî, belê li ser dijberiya doza Kurd û Kurdistanê dikarin bi hev re hevalbendiyê bikin.

Li goreyî di çapemeniyê de tê xuyakirin, li ser van mijaran kom dibin û bazarê dikin: Di serî de xurtbûna Sîstema Federaliya Bakurê Suriyê û pişt re mijara parvekirina Suriyeyê bi giştî, mijara Referandûma Başûr(ku dibêjin ev projeya DYE û Îsrail û Misrê ye) û hwd.e.

Hilbet li gel van mijarên sereke, di nava van de mijarên detay jî hene. Mînak, mijara IDLIBÊ, operasyona TILEFERÊ, nakokiyên li ser Heşdî Şabî û Heşdî Wetenî, mijara destêwerdan û êrişkariya dewleta AKP’ê ya li ser Kanton û derdorên ŞEHBA û EFRÎNÊ û hwd.

Begûman di vira de yê ku serê dîlan û govenda şer û cengê dikişîne dewleta R.T.Erdogan e. Ji ber ku yê herî giran di nava şerd û mercên xerab de dijî ew in û lewma H. Akar evana vexwendine hewara xwe. Xwedêgiravî Çavuşoglu, xwe baqil dibîne û şantajê li hevalbendê xwe yê STRATEJIK Emerîka dike û dibêje “Rûsya -ji DYE çêtir e- baştir ji me fahm dike” û hwd. Lê van gotinên wî, şantaja wî, nabe feyde, bi tenê dibe zerar û lê vedigere.

Lê ji ber ev dewleta AKP’ê, li ser siyaseteke ewqas xwînrij dimeşe û ewqas kûr ketiye nava heriyê, kurê û pirikê, ji nava wê xwîn û gemarê rizgarbûna wê nîne. Ew naçar e, di vê xwînê de difetise. Ne serleşkerê Îranê, ne yê Rûsyayê û ne yê ti dewletan wan rizgar dike. Ew ê di agirê xwe de bişewite.

Teama devê xwe ji bo Musilê xweş dikirin, lê tiştek para wan neket. Ji bo Reqqayê jî hewldan, ji wir jî ti parî negihişt devê wan. Gelek zeman nemaye ku pariyê di devên wan de ye jî, ji devê wan were revandin.

Cejna 15 ê TEBAXÊ, Careke Din Li Gelê Me û Hemû Gelên Herêmê Pîroz Be!

17.8.2017