Pexşan

25. Tebax 2017

XWESERIYA ŞINGALÊ


Di 20.8.2017 de, Projeya Xweseriya Demokratîk a Şingalî hat ragihandin. Ev mizginiyeke xweş bû û li gelê me pîroz be.

Li goreyî daxwiyaniyê, li ser fermana 73yan qirkirina Êzdiyan a 3.8.2014an Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê hatibû damezirandin û ev zêdeyî du salan e ku xebata amadekariya vê projeyê dide meşandin. Di encama hewldan û kedeke berfireh de, ev Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Êzdîxanê, tevî rêgezên wê yên bingehîn eşkere kir.

Bêgûman hinek kes an rêxistin ji vê pêngavê nerazî ne. Ev kes û hizib jî tên naskirin.

Yên ji vê pêngavê, ji vê biryarê û ji vê viyana azadixwaz aciz dibin, kî dibe bila bibe, her wiha bi zanî an bi nezanî dikevin xizmeta neyaran, dibin hevalên qirkerên ÊZDÎXANÊ û bi giştî dibin hebalbendên qirkerên gelên me yên li Kurdistanê.

Bi taybetî pêşengtiya vê projeyê, li goreyî tê xuyakirin, bi giranî jin dikin. Her wiha di têkoşîna şingalê de bi giştî bilindiya asta pêşengtiya jinê li ber çava ye. Bêgûman sedemên vêna hene.

Erê bi navê DAIŞê, kevneperestiya cîhanê û herêmê û sed heyf û mixabin a kurdan, pêşî êrîşî ser şoreşa ROJAVA kirin. Lê di demeke kurt de DAIŞ avakirin û li herêma Şingalê, fermana qirkirina gelê me yê EZDAYÎ ji xwe re kirin armanca sereke. Li vira jî êrîşa xwe ya herî dijî mirovahiyê, bi taybetî li dijî jinên kurdên ÊZDÎ pêkanîn. Hilbet ev armanceke pir giran û xerab bû, armanc; di kesayeta jinê de qirkirina dîrok, rûmet, pîrozî, çand, exlaq û hemû hêjayiyên gelên me bûn.

Di hewara gelê me yê ÊZDÎXANÊ de, hêzên parastina gelên Kurdistanê HPG, YPG û YPJ rabûn çûn. Ev bi serê xwe çîrokek gelek tije, dûdirêj û mijara bi sedan romanan e. Lê mirov dikare bi kurtayî bibêje, di demeke kurt de û bi lez û bez, him rêyên alikariya ji bo gel vekirin û him jî ji bo parastinê keç û xortên Şingalê bi rêxistin kirin.

Ne bi tenê keç û xort perwerde kirin û bi navê YBŞ, YJŞ û hwd. rêxistin kirin, di heman demê de gelê me yên li herêma Şingalê mabûn, ew jî him perwerde kirin û him jî li hev civandin. Ew jî di demeke kurt de di asta Meclîsê de bi rêxistin kirin. Her wiha li gel van rêxistinên leşkerî û siyasî, bi giştî sazî û desgehên civakî yên perwerdeyê, çand û hunerê, tenduristiyê, xanîsaziyê û hwd.jî saz kirin.

Di van her du mehên dawî de mînakek bi min gelek balkêş û bi rûmet derket pêş, ew jî ev bû ku çend komên YJŞ berê xwe dan, çûn Bakurê Suriyeyê û bi taybetî jî Reqayê. Gotin “em him ji bo desteka giştî diçin û him bi taybetî ji bo tolhildana jinên EZDAYÎ diçin”! Taybetmendiyeke Reqayê jî ev bû ku, navenda kevneperestiya navneteweyî ya DAIŞê bû.

Hilbet divê were gotin ku, yê ev ruh, ev zanebûn, ev curet û di encamê de yê ku ev îrade, bi giştî da jinên kurd û nexasim jinên Ezdayî û ew gihandin vê asta ewqas hêja û bilind, felsefeya Rêber APO ye.

Pêşengtiya jinan ewqas eşkere hat xuyakirin ku, DAIŞ her kes tirsand, lê belê jinên kurd jî ew tirsandin. Ji ber ku ew bi devê xwe li xwe mikur dihatin û ji ber wan direviyan û digotin “ku jin me bikujin, em naçin buhuştê jî! !

Kî çi dibêje bila bibêje, ev biryar û ev pêngav, bûyereke dîrokî û bi rûmet e. Lewma her kesên ku xwe demokrat, mirovperwer, aştîxwaz û azadîxwaz dibînin, lazim e vê îrada mezin û dîrokî nas bikin, lê xwedî derkevin û vê pêngavê pîroz bikin.

Ez ji nuha ve projeyê qebûl dikim û weke ku ji aliyê gelê me ve jî hatiye pejirandin dibînim û dibêjim:

XWESERİYA DEMOKRATÎK A ŞINGALÊ LI GELÊ ME PÎROZ BE !

24.8.2017