DESTÛR


ÎNSTÎTUYA KURDÎ JI BO ZANISTÎ Û LÊKOLÎN

DESTÛR

§1 Navê Înstîtuyê

§2 Armanc

§3 Serxwebun

§4 Înstîtuyê

§5 Bacdayin

§6 Endamên Înstîtuyê

§7 Xebatkarên Înstîtuyê

§8 Derxistin û derketina ji endametiyê

§9 Mafê Endametiyê

§10 Organên Înstîtuyê

§11 Komîteya Birêvebir

§12 Erk û Berpirsiyariyên Komîteya Birêvebir

§13 Demajoya wezîfeya Komîteya Birêvebir

§14 Civîn û biryarên Komîteya Birêvebir

§15 Kongre

§16 Liderxistina Kongreyê

§17 Kongreya Awarte

§18 Mafê Kongreyê di biryardayînê de

§19 Girtin û belavkirina Înstîtuyê

§20 Di rewshên awarte de guhartina destûrê


§1 Navê Înstituyê

1. Navê Înstîtuyê: Înstitûya Kurdî ya Zanist û lêkolîn .

2- Înstîtû li gora zagona sazgehên ji bo chalakî û berjewendiyên gishtî (e.V.) hatiye tomarkirin .

3- Ciyê navenda Înstîtûtyê :Almanya Fedral bajarê Berlînê .

4- Înstîtu ji bo xebata xwe ya salane, salnameyê bingeh digire.

§2 Armanc

Armancên Înstîtuyê : Lêkolîn û xebata zanist ya gishtî .

A)Kar û barên lêkolînî :

1- Înstîtu; li ser ziman ,chand ,wêje û hunera Kurdî lêkolînan chêdike .

2- Lêkolîn û xebatên zanistî ên li ser pirsgirêkên dîrok û civaka Kurdî diweshîne .

3- Lêkolînan li ser pêshvechûnên ramyarî û civakî yên li Rojhilata Navîn û, pirsgirêkên gelê Kurd chêdike .

4- Li ser Kapîtalîzmê ,Sosyalizmê, Pazara Aboriya Serbest, Aboriya Plankirî, hilbirrîn ,dan-standin, pêdiviyên civakê, lêkolînan pêk tîne.

5- Li ser polîtîkayê, sosyolojiyê, dîn, hikûmet û shêweyên demoqrasiyê, hilbijartin û parlamento, sîstema partiyên pir, shoresh, zor, dadmendî, di civakê de cihê dîn ....û hwd. lêkolînan chêdike û pishtgiriya lêkolînên di van waran de werin kirin dike.


B) Kar û barên zanist :

Înstîtu ; ji fona (hatina) lêkolînên zanistî, pishtgiriya kesên ku xebata doktorayê dikin. Ji pêshxistin û nifshên zanyar re dibe alîkar. Ji bo pêshkêshkirina vê alîkariyê jî, divê (shert) yek dibistanên bilind, bi kêmanî (8) Somister, Universîte yan jî beramberî wê dibistaneke bilind qedandibe û bawername standibe . Bi firehî girêdayî vê babetê, sîstema (nîzam) doktorayê tê amadekirin .

C) Xebatên gishtî :

Înstîtu ; ji bo ku xwe bide naskirin, semîneran, konferans û civînan li dar dixe.Weshanan diweshîne .

§3 Serxwebun

Ji aliyê ramyarî ve Înstîtu serbixwe ye . Hatinên wê yên aborî ji bêsh û alîkariyan xwe fînanse dike .

§4 Înstîtuyê

Eger jêderên diravî garantî kiribe,kadroyan dixebitîne.

§5 Bacdayîn

Înstîtuya Kurdî ya Zanist û lêkolînê (e. V.), tenê dikare ji bo berjewendiyên gishtî bixebite .Ji bo ku "baceke normal " bide mercên "bacdayîna normal " dinase .Ne ji bo sûd û berjewendiyên maddî, ji bo ku xwe fînanse bike, dixebite. Îmkanên komeleyê tenê li gora armancên di destûrê de têne xerckirin. Kesek nikare îmkanên înstîtuyê ji bo armancên din ên biyanî mesref bike .

§6 Endamên Înstîtuyê

1) Kesên unîversîte qedandibin, xebatên zanistî dikin yan jî xwediyên bawernameyên doktorayê akademîk in, hemwelatiyên kîjan welatî dibin bila bibin, kes yan jî grûp dikarin bibin endam .

2) Ên ne endam, mafê wan ê dengdayînê nîne.

3) Endamên sherefê (fexrî) bi biryara kongreyê têne hilbijartin . Heya dawiya temenê xwe dikarin endam bimînin .

§7 Xebatkarên Înstîtuyê

1) Ên ku li gora maddeya 6 an ji benda 1 ê heya 3 an xwedî kapasîte û sixlet bin .

2) Ên ne endam bin jî dikarin bi daxwaza xwe di înstîtuyê de bixebitin .

3) Ên ku li gora maddeya 4 an di înstîtuyê de dixebitin .

4) Mirovên peyamber (korespondent, xebatkarên ragihandinê) .

5) Kesên zanyar û lêkolînger .

§8 Derxistin û derketina ji endametiyê

1) Dema ku endam bimire, were derxistin yan jî bi xwe bixwaze cuda bibe , navê wî ji lîsteya endaman tê avêtin .

2) Yên ku daxwaza derketina ji endametiyê bi nivîs bidin komîteya birêvebir, dawî bi endametiya wan tê. Derketin yan jî derxistina ji endametiyê di dawiya salê de pêk tê. Ji bo derketin û derxistinê divê (3) meh derbas bibin .

3) Pishtî agahdarkirinê, eger mafê endametiyê neyê dayîn endam ji endametiyê bi biryara gishtî tê derxistin. Endam tê agahdarkirin .

4 ) Eger endamek li hemberê berjewendî û armancên înstîtuyê sûcan bike ,bi piraniya dengên endaman tê derxistin. Berî were derxistin, endam yan bi nivîs yan jî bi devkî tê agahdarkirin, ji bo wî mafê xweparastinê tê dayîn. Komîteya Birêvebir di kongreyê de agahdariyan li ser endamê hatî derxistin dide. Eger piraniya endaman biryara derxistina endaman dan, bi nivîs sedema derxistina endam jêre tê shandin .

§9 Mafê Endametiyê

1) Endametî salane tê standin .

2) Biryara mafê endametiyê di kongreyê de tê dayîn. tesbîtkirin. Heya kongreyê endametiya salane 120.- Markên Almanî ne (DM.) .

3) Endamên sherefê endametiyê nadin, azad in .

4) Endametiya endamên Komîteya Kargêr di rewshên taybetî de yan parek yan bi tevayî tê hilanîn.

§10 Organên Înstîtuyê

1) Komîteya Birêvebir .

2) Kongre

§11 Komîteya Birêvebir

1) Ji sê (3) kesan pêk tê : Serok, Cîgirê Serok û Berpiisyarê Maliyê. Serok, birêvebirê înstîtuyê ye.

2) Tevî char (4) endamên di Komîteya Birêvebir a fireh tê sazkirin .

3) Serok Înstîtuyê temsîl dike, heke ew ne hazir be jî cîgirê serok cuhê wî digire.


§12 Erk û Berpirsiyariyên Komîteya Birêvebir

1) Bi gishtî kar û barên Înstîtuyê birêve dibe. Wekî din jî bi van karên li jêr radibe:

a) Amadekariyên civîna endaman û kongreyê dike. Bang li endaman dike û rojeva civînê datîne .

b) Biryarên kongreyê derbasî praktîk dike.

c) Rapora chalakiyên salekê amade dike. Plana fînansekirinê datîne û hesabê chûyîn û hatinê distîne.

2) Bi alîkariya ji Kongreyê ,li hemberê hemû biryaran berpirsyare .

§13 Demajoya wezîfeya Komîteya Birêvebir

1) Komîteya Birêvebir, ji roja hilbijartina wê di kongreyê de, ji du (2) salan bi berpirsiyariyê hildigre. Heya hilbijardineke di bi wezîfeya xwe radibe. Endamên Komîteya Birêvebir yek bi yek têne hilbijartin. Tenê kesên ku mafê wan ê dengdanê heye, Komîteya Birêvebir hildibijêrin. Endamê ku ji endametiyê bikeve ji endametiya Komîteya Birêvebir jî dikeve .

2) Eger endamekî Komîteya Birêvebir ji endametiyê were derxistin, mafê komîteyê heye ku endamekî nû hilbijêre.

§14 Civîn û biryarên Komîteya Birêvebir

1) Eger serokê Komîteya Birêvebir ne amade be, cîgirê wî ji bo civînê bang dike.

2) Jibo pêkanîna cîvînê û standina biryaran divê char (4) endamên Komîteya Birêvebir amade bibin.

3) Bi dengdana hemû endamên Komîteya Birêvebir biryar bi nivîs têne standin.


§15 Kongre

1) Kongre organa Înstîtuyê ya herî bilind e. Mafê hemû endaman heye ku tevlî kongreyê bibin .

2) Erk û delametên kongreyê :

a) Rapora kar û barên salekê dipejirîne-napejirîne. Komîteya Birêvebir di bin chavan re derbas dike.

b) Daxistina endamên Komîteya Birêvebir û hilbijatina endamên nû .

c) Avêtina endaman ji endametiyê û hianîna navên wan ji lîsteya endametiyê.

d) Tesbîtkirina mafê endametiyê .

e) Guhertina destûrê.

f) Pejirandina endamên rûmetê.


§16 Liderxistina Kongreyê

Eger endam bi piranî bi nivîs daxwaza liderxistina kongreyê bikin, di nava mehekê de rojev tê danîn û bi rojevê re dawetname ji endaman têne shandin. Cih û dema kongreyê ji Komîteya Birêvebir ve têne tesbîtkirin. Her endamek dikare berî hefteyekê pêshniyarên xwe li ser rojevê bi nivîs ji Komîteya Birêvebir re bishîne. Serokê dîwanê pêshniyarên ji bo rojevê ji endaman re pêshkêsh dike .


§17 Kongreya Awarte

1) Bi daxwaza sisê ji charan (3/4) ji endamên Komîteya Birêvebir kongreya Awarte tê lidarxistin .

2) Bi hazirbûna ji sisiyan yek (1/3) ji endaman kongreya Awarte tê lidarxistin. Armancên civînê bi nivîs ji wan re tê shandin .

§18 Mafê Kongreyê di biryardayînê de

1) Eger ji charan yek (1/4) ji endaman beshdar bin, kongre dikare biryaran bistîne. Heke kongre nigihêje encamekê, di hundirî char hefteyan de Komîteya Birêvebir amadekariya kongreya Duwemîn dike. Ji bo vê kongreyê li ser tevlîbûna endaman tê sekinandin.

2) Di kongreyê de tenê biryar bi piraniya dengan têne standin. Dengên nediyar nayên hejmartin. Ji bo guhartina destûrê, ji dengên hatine dayîn gereke ji sisiyan dudu (2/3) bi guhartinê re bin .

3) Ji aliyê Komîteya Birêvebir ve kongre tê vekirin. Pishtre endam ji bo meshandina kongreyê dîwanekê û serokê wê hildibijêrin. Dîwan heye dawiyê kongreyê birêve dibe.

4) Hemû kar û bar û biryarên kongreyê bi protokolê têne girtin. Nivîskar û serokê dîwanê wê protokolê îmza dikin .

§19 Girtin û belavkirina Înstîtuyê

1) Înstîtu bi biryara kongreyê, ku ji bo girtinê dicive, tê girtin. Gereke ji sisiyan du deng (2/3) pishtgiriya girtina înstîtuyê bikin .

2) Dema ku înstîtu were girtin, hemû milk û malê wê ji berjewendiya gishtî yan jî ji bo sazgeheke Kurd bi armanca ku bi shêweyekî rast berpirsiyariyên komeleyê bi cih bîne, tê mesref kirin. Tishtên mayîn jî, bi destûra dîreya bacê tê bikaranîn .


§20 Di rewshên awarte de guhartina destûrê

Eger dezgehên bacê yên dewletê bixwazin guhartinekê di destûrê de chêbikin, bêyî biryara kongreyê Komîteya Birêvebir di charcheva parastina armancên înstîtuyê de, dikare biryara guhartinê bide, însiyatîv di destê Komîteya Birêvebir de ye . Ev destûra di mêjûya (22.04.1994) an de ji aliyê hîmdarên "ÎNSTÎTUYA KURDÎ ya zanist û lêkolînê " ve hatiye pejirandin

Himdarên Înstîtuya Kurdî 22.Nîsan 1994